• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Dîrok û Zimanê Kurdistanê

TZP Kurdî Bernameya 21’ê Sibatê Aşkera Kir

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Dîrok û Zimanê Kurdistanê
243 19
A A
TZP Kurdî Bernameya 21’ê Sibatê Aşkera Kir
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

17 Şubat 2011 Perşembe Saat 18:14

TZPKurdî, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ku ji aliyê UNESCO ve bi sedema parastina mafên kêmayiyan, di sala 2000’an hate îlankirin,

TZPKurdî, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ku ji aliyê UNESCO ve bi sedema parastina mafên kêmayiyan, di sala 2000’an hate îlankirin, dê bi çalakiyên cur be cur pêşwazî bike. Ji berdevka TZP Kurdî Xecê Şen, balkişand ser astengî û zextên li ser zimanê kurdî û bang li kurdan kir beşdarî çalakiyan bibin.

Endamên Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), bi boneya mafên kêmayan biparêzin di 21’ê Sibata 2000’an de wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kirin. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmaki ya Cîhanê îsal dê di 11’emîn salvegera xwe de bê pîrozkirin. Bi munasebeta rojê ji hêla TZP Kurdî ve çalkayinên cur be cur ên wekî panel, sempozyûm, daxûyanî, meşên girseyî, merasimên dayîna sertîfîkayan, şahî û mitîngan bê pêşwazî kirin.

Li Enqereyê sempozyûm li Wanê mitîng

Têkildarî mijarê ji berdevka TZP Kurdî Xecê Şen, agahî da û diyar kir ku ew dê îsal bi diruşma “Zimanê me hebûna me ye, vebûna me vîna me ye” pîroz bikin û wiha got: “Bi vê şîarê em dê li herêmê û giştiya Tirkiyeyê bi çalakiyan pîroz bikin. Her çiqas em qala pîrozkirinê bikin jî zimanê me dibin zextan deye. Zarokên me bi her cureyî têne pişaftin. Sala 2011’an bi baweriya azadiya zimanê kurdî azadiya kurdî em pêşwazî dikin. Di nava çalakiyên me yên cur be cur de li Enqereyê sempozyûm û li Wanê mitînga ziman dê bê lidarxistin. Em dê bi van çalakiyan balê bikişîn ser li welatekî pir ziman tenê yek zimanê fermî tê bikaranîn.”

Şen, bi bîrxist ku ew dê li Wanê jî bi heman munasebetê ji bo balê bikişînin ser pişaftin, zext û astengkirina ser zimanê kurdî mitîngekê li dar bixin û wiha domand: “Roja zimanê dayîkê li her derê Tirkiyeyê sempozyûm, panel, daxûyanî, meşên girseyî, dayîn sertîfakayên kurdî, şahî û mitîngan dê bê pîroz kirin. Em dê balê bikişîn zext û astengên li ser zimanê kurdî. Di çerçoveya xweseriya demokratîk de bername dê bên organîzekirin.”

Ji gel re bang û boykot!

Şen, diyar kir ku ew dê 21’ê sibatê dibistanan boykot bikin û bang li gel kir ku bi hestiyar bibe. Şen, wiha pê de çû: “Li hemberî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê ji bo em xwedî li çand, zimanê xwe xwedî derkevin em bang li gelê xwe dikin ku bi hetiyarî beşdarî çalakiyan bibin.”

Şen, diyar kir ku ew dê li ser çalakiyên li Wanê bên organîzekirin sibê li KURDÎ-DER’ê daxûyanike çapemeniyê li darbixin.

Bernameya TZP Kurdî kurdî ya bi boneya rojê wiha ye:

* Di 19 û 20 Şubat’ê de li Edene û Mersînê panelên li ser Ehmedê Xanî.

* Di 21’ê Sibatê de li Semsûr û Rihayê panel, daxûyaniyên çapemeniyê, şahî dayîna sertîfikayan û meşa bi girseyî.

*Li Stenbolê di 21’ê Sibatê de li 3 herêman panel û li Enstituya Kurdî daxûyaniya çapemeniyê. Her wiha heman rojê li Îzmîrê jî daxûyanî û panel. Li Colemêrg, Gever,Şemzînan, Elbakê panel û daxûyanî.

* Di 21’ê Sibatê de li Wanê “Mîtînga Zimanê Zikmakî”

* Di 26’ê Sibatê de li Enqereyê sempozyûma Modelên Perwerdehiya Pirzimanî bi beşdarbûna Akademîsyen Necmiye Alpay,ji koma mafên kêmnetewan Nurcan Kaya,Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Rêveberê Dibistana Ermeniyan a Seretayîya Yeşîlkoyê Garo Paylan û Koordînatorê Federasyona Komeleyên Kafkasiyan Cumhur Bal dê bê lidarxistin.

Bi mijara Di Warê Perwerdehiya Pirzimanî de Modelên Cîhanê û Rewşa Tirkiyeyê bi beşdarbûna Akamedîsyen Prof. Bjk. Fatma Gok, Nivîskar û zimanzan Samî Tan, Hîndekar Bjk. Muge Ayhan Ceyhan, Hîndekar Şerîf Derînce û nivîskar Amed Tîgrîs sempozyûm dê bê lidarxistin.

* Di 20 û 21’ê sibatê de li Elkê, Cizîr, Hezex, Silopî û Qilebanê daxûyanî, meşên girseyî, şahî û panel dê bên lidarxistin. Di 22’ê sibatê de Li Şirnexê bi girseyî vekirina KURDÎ-DER’ê.

* Di 19’e sibatê de li Amedê ji girtiyên siyasî re kartên pîrozbahiyê dê bên rê kirin. Di 20’ê Sibatê de li Salona Şaredariya Bajarê Mezin panelek dê bê lidarxistin. Di 21’ê de meşeke girseyî. Ji bo mîtînga 27’ê sibatê dê belavkirina belavokan. Di 27’ê sibatê de bi saziyên tenduristî re mitînga hevpar a ziman dê bê lidarxistin.

*Di 21’e Sibatê de li navçeyên Erxenî, Farqîn ê panel, meşên girseyi û daxûyanî. Li Êlihê jî panel, daxûyanî, meresima sertîfayan û şahî. Li Sêrtê jî daxûyanî û panel. Li Mêrdîn û navçeyên wê Şemrex, Dêrik û Qoserê panel, meşên girseyî şahî dê bên lidarxistin.-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info
   

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Halk İnsiyatifi’nden Diyarbakır Halkına Çağrı

Sonraki Haber

2015’E BAKARAK 2016’DA ROJAVA’YI OKUMAK

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 April 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 March 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 March 2020
Sonraki Haber
2015’E BAKARAK 2016’DA ROJAVA’YI OKUMAK

2015’E BAKARAK 2016’DA ROJAVA’YI OKUMAK

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    572 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147

Li Perava Suriyê Tevgera MÎT: Radar, Ragihandin û Binesaziya Leşkerî- DOSYA TAYBET

Hêza Bêdeng a Şoreşê

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist