• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.

Yayınlayan Lekolin
20 July 2026
Kategori: Nûçe
247 8
A A
‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rêveberiya Tevgerê got, “2 meh in bi Rêber Apo re hevdîtin nikare bê kirin. Di demekê de ku têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya aştî û civaka demokratîk dewam dike, pêkneanîna hevdîtinê bi muzakerevanê sereke yê gelê Kurd re rewşeke ku îzahata wê zehmet e. Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi heyeta AKP û Devlet Bahçelî re ragihand ku li hev hatiye kirin ku qanûna çarçoveyê meha Tîrmehê bê derxistin. Piştî bi du rojan jî heyeta DEM Partiyê diyar kir ku wê 23’ê Tîrmehê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. Serokkomar û hin rayedarên AKP’ê gelek caran destnîşan kirin ku ev pêvajo gelekî girîng e. Di mijareke ewçend girîng de pêkneanîna hevdîtinê bi muxatabê sereke ya 2 mehan, nîşan dide ku gotin û pratîk li hev nayên. Eger wê ji bo çareseriyê qanûneke çarçoveyê ya pêwîst bê derxistin, ev yek bi îradeya yekalî û ferzkirinê nabe. Mutabaqat bi lihevkirina nêrînên dualî dibe. Lewma divê nêrîn û pêşnûmeya ku Rêber Apo pêşniyar kiriye li ber çavan bê girtin.”

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî dewam kir:

“Bi navê Tevgerê me nêrîn û fikrê xwe beriya niha bi raya giştî re parve kiribûn. Ji ber vê yekê me naxwazin daxuyaniyeke nû bidin. Lê belê piştî hevdîtina navbera DEM Partî û AKP’ê di mijara qanûna çarçoveyê de careke din hin nirxandin hatin kirin ku ne yên qebûlkirinê ne. Hin kesayetên nêzî AKP’ê diyar kirin ku di vê qanûna çarçoveyê de wê têkildarî Rêber Apo xalek nebe û kadroyên rêveber jî li derveyî vê qanûnê bêne hiştin. Qanûnek eger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li nava xwe negire wê bibe qanûnek ku ti pirsgirêkan çareser neke. Bi rengekî eşkere wê bê wateya sabotekirina pêvajoyê. Lewma divê afirandina mercên azad ên Rêber Apo bi qanûnekê pêk were. Eger bi qanûneke çarçoveyê ev bê kirin hingî di mijarên têne nîqaşkirin de pêşketinek dikare bibe.

Her derdora ku dixwaze pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe, pêwîste bi eşkere qebûl bike ku Rêber Apo aktorê bingehîn ê vê pêvajoyê ye; ev yek jî tenê bi qanûnê dibe. Ne tenê desthilatdarî, gelekî girîng e ku hemû hêzên siyasî yên muxalîf û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo serketina pêvajoyê di mijara muxatabiya Rêber Apo de helwesteke erênî nîşan bidin. Ji ber ku pirsgirêk dema ku hiqûqî û qanûnî bû, hingî qala çareseriyekê dikare bê kirin.

Eger wê rewşa şer a 50 salî li ser zemîneke siyasî û hiqûqî bê bicihkirin û çareserkirin, wê demê dûrxistina kadroyên rêveberiya tevgerê ji qada siyasî ya demokratîk û azad, çareserî pêk nayê. Lewma li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.

Bêguman ji bo pirsgirêk bêçareserî neyên hiştin, divê gav di dema xwe de bêne avêtin. Lê belê qanûn eger ne yekpare be û di mijara çareseriyê de valahiyên xwe hebe, hingî dikare encamên nayê xwestin bi xwe re bîn. Ji ber vê jî divê bi Rêber Apo re nîqaş û lihevkirinek bê kirin û bi vî rengî qanûnek bê derxistin ku valahî tê de tine be. Ev qanûn ne tenê Tevgera me ya Azadiyê, di heman demê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Her qanûn, dema ku piştgiriya pêwîst wergirt dikare bi ser bikeve. Êdî ne Tirkiye ne jî gelên me dikarin xwe li têkçûneke din rabigirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî û derve yên Tirkiyeyê, eger wê qanûna esasî (kok) a çareseriya pirsgirêka Kurd bê derxistin, gelekî girîng e ku ev qanûn kamilbûyî û gihîştî be. Ji feraseteke ku pirsgirêkê tenê bi danîna çekan ve pênase dike serxistina vê pêvajoyê nayê hêvîkirin.

Bidawîbûna pêvajoya şer a bi temamî û çareseriya pirsgirêka Kurd bi esasî mijareke demokratîkbûnê ye. Eger wê li ser şer û tundiyê israr neyê kirin, hingî yekane rêya çareseriya pirsgirêkan demokratîkbûn e. Her polîtîkaya ku demokratîkbûnê ji xwe re neke armanc tê wateya israra li ser şer. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo bidawîkirina pêvajoya şer a ji dehan salan di çareseriya aştî û civaka demokratîk de israr dike. Tevgera me ya Azadiyê jî bawer dike ku yekane rêya çareseriyê ev e û vê feraseta xwe bi helwesta xwe bi eşkere nîşan dide.

Nabe ku demokratîkbûn tenê ji helwesta dewlet û rêxistinan re bê hiştin. Ji bo demokratîkbûnê divê saziyên demokratîk ên civakê û rêxistinên civaka sivîl bi rengekî çalak bikevin dewrê. Hêvî û bendemayina ku ‘dewlet wê çi gavê biavêje’ wê bê wateya fêhmnekirina têkoşîna demokratîkbûn û dîrokê. Demokratîkbûn di encama rageşiya navbera têkoşînê û dewletê de pêk tê. Pêwîstiyeke esasî ya têkoşînê ye ku bêyî li benda dewletê bê sekinandin bê wê çi gavê biavêje, divê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rêxistinbûn bê kirin û ji bo avakirina civakî têkoşîn bê meşandin. Lewma divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AKPDEM PartîdewletMHPQanunRêber APORêveberiya Tevgerê
Önceki yazı

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Sonraki Haber

Hêza Bêdeng a Şoreşê

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Hêza Bêdeng a Şoreşê

Hêza Bêdeng a Şoreşê

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    572 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147

Li Perava Suriyê Tevgera MÎT: Radar, Ragihandin û Binesaziya Leşkerî- DOSYA TAYBET

Hêza Bêdeng a Şoreşê

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist