Nakokiya dawî ya di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) yê de li aliyê Tirkiyeyê fikarên cidî derxistiye holê. Şerekî di navbera Îran û Îsraîlê de dikare bibe sedema pevçûnek rasterast di navbera Tirkiye û van hêzan de. Ji bo pêşîgirtina li şerekî wisa, Tirkiyeyê (bi rêya wezareta karên derve û kanalên îstîxbaratê) piştgirî da Îranê. Ev mekanîzma bi rêya odeyên operasyonên hevbeş tê birêvebirin û axa Sûriyeyê wekî korîdorek stratejîk ji bo şandina çekên bi kalîte ji bo Hizbullaha Lubnanî bikar tîne. Me di dosya xwe ya taybet a 20’ê Hezîrana 2026’an de bi berfirehî rave kir ku ev pêvajo çawa bi rêya veşartina eşîran û ketina kûr a nav avahiya leşkerî ya rejîma nû ya li Şamê pêşketiye. Ev yek lihevkirinek di navbera Îran û dewleta Tirkiyeyê de nîşan dide ku bandorên wê li Sûriyeyê jî hene. Çavkaniyên me yên pêbawer ên meydanî di demên dawî de zêdebûna çalakiyên hevbeş di navbera hêzên Îranî, HTŞ û Tirkiyeyê de destnîşan kirine.
ÇALAKIYÊN ŞÊX Û ÊLÊN NÊZÎKÎ ÎRANÊ
Di 6’ê Hezîranê de, îstîxbarata HTŞê, li gorî rênimayên dewleta Tirk, li Şedadê bi şêxên eşîrên ereb ên ji Hesekê re civînek li dar xist.
Li gorî agahiyan, şandeyek ji şêx û mezinên eşîrên Hesekê pêk dihat, li Şedadê bi rayedarên komîteya siyasî û îstîxbaratê ya HTŞ’ê re civînek bi qasî sê saetan li dar xist. Beriya civînê, bi Şêx Huseyîn el-Hacî yê eşîra Benî Seba re hevrêzî hate danîn. Huseyîn bi serokê komîteya siyasî ya HTŞê li Hesekê, Ebas Huseyîn re têkilî danî. Rêxistina civînê ji hêla Hemed el-Esed ve hate kirin.
Kesên ku beşdarî civînê bûn ev bûn: Di civînê de Salih El-Hîmrîn, şêxê eşîra Yesar; Ziyad Ferhan El-Ebdurrahman, kesayetiyek navdar ji eşîra Teyî; Huseyîn El-Hecî, şêxê eşîra Benî Seba; û Mehmûd El-Agub, şêxê eşîra Herb beşdar bûn.
Li gorî agahiyan, mijara sereke ya civînê rewşa giştî ya li Hesekê bû. Şêxan ji HTŞê daxwaza efûyek giştî ji bo kesên ku bi rejîma Baasê ve girêdayî ne û li herêmên ku niha di bin kontrola QSD’ê de ne, kirin. Di bersivê de, şandeya HTŞ’ê ji serokên eşîran xwest ku gel li dijî QSD’ê û rêveberiya xweser a herêmê teşwîq bikin.
CIVÎNA “FORÛMA EŞÎRE Û ÊLÊN SÛRΔ
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja Înê 12’ê Hezîranê, li gundê El-Dişîşa, li başûrê Mergedeyê, di bin çavdêriya Şêx Nadir El-Turkî ji eşîra El-Buhesunî de, civînek bi navê “Forûma Eşîr û Êlên Suriyêî” pêk hat. Şêx Nadir li taxa Giwêran dijî û gelek eşîr û êlên ji parêzgehên cuda di civînê de mazûvanî kir.
Ev civînek bi tevahî li ser bingeha eşîran bû. Armanca wê ew bû ku eşîran di bin sîwana hikumeta demkî ya Şamê ya nû de bikin yek û wan li dijî kêmneteweyên din rêxistin bikin.
Beşdarên girîng ev in:
-Şêx Hesen El-Mislit (eşîra Cibûr)
-Şêx Hanî El-Salibî (eşîra Cîheş)
-Şêx Ehmed El-Hifil (eşîra Egîde)
-Şêx Ehmed Hemed El-Esed
-Hunermendê Sûrî Ebu’d El-Ehmed
-Şêx Selîm El-Mendîl
-Şêx Abdillah El-Xerbî
-Qusay El-Omer (eşîra Şemer – bi tawanên cengê yên li Suweydayê tê naskirin)
CÎVÎNA HTŞ’Ê YA DI SER EŞÎRA EL-CIBÛRÊ DE HATÎ KIRIN
Di 15ê Gulana 2026an de, Şêx Ehmed Xidir El-Faris ji eşîra El-Bu Hesûnî li Til El-Şeyir li ser daxwaza îstîxbarata HTŞê vexwendname ji eşîrên El-Cibûrî û El-Mecerîma re şand. Şêx Xelîl Îbrahîm ji Reqqayê jî di nav şandeyê de bû. Şêx û rûspiyên Reqqa, Dêra Zorê û Helebê beşdar bûn.
Di nav kesên ku beşdarî civînê bûn de ev kes hebûn: Şêx Hesen El-Muslit, Refî El-Hemdiye, Ehmed El-Esied, Seydo El-Herîs, Selîm El-Mendil, hin kes ji Hesekê û Mihemed Ewad El-Selman ê alîgirê rejîma Baasê.
Hin berpirsên HTŞ’ê jî di nav şandeyê de bûn. Di civînê de zêdetirî 50 pez hatin serjêkirin û merasîmek leşkerî ya çekdarî hate lidarxistin. Li gorî agahiyan, heman şande çar roj berê li ser vexwendina Şêx Xelîl Îbrahîm El-Keşa Ebû Turkî li Reqayê bi eşîra El-Mecerîma re civiya. Armanca van civînan yekgirtina rêzên eşîran bû. Eşîrên wekî El-Mehasin, El-Hizem, El-Bu Hesûnî, El-Elî, El-Sebîh, El-Hesun, El-Mislît û El-Herîs hatin destnîşankirin û pêwîstiya yekîtiya eşîran li dijî hemû gefan hat tekez kirin. Şandeya HTŞ’ê diyar kir ku ev gef ji Kurd, Elewî û Durzî tê û daxwaz kir ku hemû komên eşîran di rewşa pevçûnek muhtemel de bi hikûmeta demkî ya Şamê re hevkariyê bikin.
PÊŞXISTINA TÊKILÎYÊN NAVBERA MÎT Û ÎRANÊ
Tundkirina dorpêçên aborî û leşkerî ji aliyê DYA yê ve li ser Îran û milîsên girêdayî wê (Hizbullah, Pasdarên Şoreşê, Heşdî Şebî) bandorek cidî li ser Îranê kir. Di vê pêvajoyê de, MÎT ji bo derbaskirina dorpêçan wekî xeta jiyanê ji bo Îranê tevgeriya.
Di pevçûnên dawî yên di navbera DYA-Îsraîl û Îran-Hizbullah de, dewleta Tirkiyeyê roleke dîplomatîk a çalak lîst. Ji aliyekî ve, MÎT bi îstîxbarata Hizbullah re hevkariyê kir da ku bi dizî li Îsraîlê bixe; ji aliyê din ve, piştgiriya îstîxbaratê da Îranê da ku ajanên Îsraîlê eşkere bike. Di heman demê de, wekî endamek NATOyê, bi karanîna têkiliyên xwe yên bi DYA re, xwest ku xwe wekî “navbeynkar û aktorek pêbawer” bi cih bike.
Di vê çarçoveyê de, MÎT dest bi xebata li ser avakirina eniyek parastinê ya herêmî li dijî Îsraîlê li ser eniya Şîe-Sunnî kir. Di vê çarçoveyê de, HTŞ hate talîmat kirin ku têkiliyên xwe bi hikûmeta Iraqê re baştir bike û retorîka xwe ya li dijî Heşdî Şebî û Hizbullah nerm bike. Gaveke pratîkî serdana berpirsekî payebilind ê Heşdî Şebî bo Enqerê bû da ku bi Hakan Fîdan re bicive.
Di encamê de, hikûmeta demkî ya Şamê, ji aliyekî ve, hewl dide ku di nav eşîrên ereb de li dijî Kurdan û herêmên xweser bertekên neteweyî/hestyarî bide, bi karanîna perspektîfa MÎT’ê. Ev plan li ser polîtîkayeke ku di dema rejîma Baasê de dihat şopandin hatiye avakirin ku armanc ew bû ku eşîran bi navenda desthilatdariyê ve girê bide. Çalakiya li ser erdê, tevgera şêxên eşîran ên ku berê dilsozê rejîmê bûn û niha di nav HTŞê de ne, eşkere dike ku eşîr ne li gorî daxwazên xwe, lê li gorî berjewendiyên nû yên hêzên bibandor têne şekilkirin. Hewldana çareserkirina rewşa eşîrên nêzîkî rejîma Baasê bêtir li gorî perspektîfa MÎT-HTŞ-Îranê ji daxwazên eşîran tê şekilkirin. Di vê çarçoveyê de, di demên dawî de li gelek deveran berjewendiyên hevpar derketine holê û hewldanên hevbeş hatine kirin. Ev yek bi piştgiriya ku li Lubnanê ji Hizbullahê re tê dayîn jî tê piştrast kirin.
Ji aliyekî din ve, ev hêz, ji ber ku dizanin ew nikarin projeyên xwe tenê bi piştgirên xwe pêk bînin, berê xwe dane eşîrên dilsoz ên rejîma Esed. Ew hewl didin ku bi karanîna dijberiya wan a li hember QSD û Rêveberiya Xweser û bi destnîşankirina postan di saziyên dewletê, artêş û parlamentoyê de, van eşîran qezenc bikin.
Beşdarbûna komên rejîm û yên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin di heman civînên ku ji hêla HTŞ û MIT ve têne organîze kirin, hewldanên wan ên hevbeş û helwesta wan a hevpar li dijî HTŞ û herêmên Kurdî bi zelalî plana MIT’ê ya di derbarê Kurdên Rojava de eşkere dike. Her du alî jî di derbarê Kurdan de berjewendiyên hevpar parve dikin. Bi taybetî MÎT ji eşîran herî zêde sûd werdigire. Ew bi rêya HTŞ’ê mudaxeleyî herêmê dike û bi danîna mirovên xwe di astên jorîn ên HTŞ’ê de, bi taybetî bi rêya Ehmed Hemed Esed, hewl dide ku bandorê li polîtîkayên HTŞ’ê, bi taybetî jî pêvajoya entegrasyonê, bike.
Arî TUFAN



