• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."

Yayınlayan Lekolin
13 July 2026
Kategori: Nûçe
247 10
A A
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Salvegera 44’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Em Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi minet û hurmet bi bîr tînin ku di vê berxwedana dîrokî de ya ku em weke ‘Roja Rûmetê’ bi nav dikin şehîd bûn. Em soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha felsefeya jiyan û têkoşînê ya wan, jiyaneke demokratîk û azad pêk bînin.”

KCK’ê got, “14’ê Tîrmeha 1982’an ji aliyê dîroka Kurdistanê ve rojeke gelekî girîng e” û wiha dewam kir, “Darbekarên faşîst ên 12’ê Îlonê ku ji bo qirkirina gelê Kurd hatibûn ser desthilatdariyê, di 14’ê Tîrmehê de ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve hatin têkbirin.

Darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê ji xwe re kir armanc ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê bitepisîne. Apoyiyên ku di salên 1970’î de derketin pêş, li dijî mêtingeriya qirker a ku dewleta Tirk li gelê Kurd dikir, ala îsyanê hildan. Apoyî li Kurdistanê zû bi pêş ketin û di sala 1978’an de 27’ê Mijdarê bûn partî. PKK’ê di demeke kurt de li gelek deverên Kurdistanê mêtingeriya qirker hejandibû. PKK welê bi pêş ve diçû ku pêşî nikarîbû lê bihata girtin.

Armanca dewleta Tirk a ku dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk ku stratejiya neteweyî ya bingehîn a dewleta Tirk bû, her roj derb dixwar. Di 12’ê Îlona 1980’î de ji bo pêşî li vê pêşketinê bê girtin û mêtingeriya qirker jinûve bê serwerkirin, darbeya faşîst a leşkerî hate kirin. Bi rêya vê darbeya faşîst hate xwestin ku PKK bê eciqandin ku li ber mêtingeriya qirker serî hilda bû. Demeke dirêj êşkence li hezaran kadro, sempartîzan û alîgirên PKK’ê hate kirin û li zindanan hatin ragirtin. Bi êşkenceyên giran xwestin poşmaniyê li ser girtiyan ferz bikin û wan bikin îtirafkar. Bi vî rengî wê ne tenê PKK li nava betonên zindanan bihate asêkirin, di heman demê de wê îradeya gelê Kurd bihata şikandin, dest ji Kurdîtiyê bihata berdan û bihata qirkirin.

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji bo têkbirina vê armanca qirkirinê jiyana xwe danîn holê. Polîtîkaya qirkirinê ya li ser teslîmiyeta li zindanan rawestandin. Eger li hemberî vê armanca nexêr helwest nehatibûya nîşandan, wê siberoja gelê Kurd bihata tarîkirin. Li seranserê Kurdistanê bi polîtîkaya qirkirinê wê Tirkbûyîn bihate bicihkirin. Dema ku berxwedana 14’ê Tîrmehê hate bîranîn divê ev rastî baş bê fêhmkirin û vegotin. Têgihiştin û nêzîkatiya ‘Tenê li dijî êşkenceyê li ber xwe dan’ wê bibe sedem ku armanca mêtingeriya qirker a li zindana Hejmara 5’an a Diyarbakirê neyê dîtin.

Wê bibe neheqiyeke mezin a li van berxwedêran ku dema mirov qala êşkenceyê bike, li ber êşkenceyê rabe lê belê armanca esasî ya vê pergala êşkenceyê danîne holê. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê armancên nexêr ên qirker ên dewleta Tirk baş dîtin, lewma jiyana xwe danîn holê û berxwedana herî mezin a dîroka Kurdistanê pêk anîn. Ev berxwedan tam di dema xwe de hate kirin. Eger rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê pêk nehatibûya, me yê îro bidîta bê qirkirin di asteke çiqasî bilind de li Kurdistanê belav bûye. Ji ber ku li ser teslîmiyeta li zindanan wê atmosfereke psîkolojîk û siyasî bi dest bixista ku qirkirinê bi lez bikin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ne tenê plana bilezkirina qirkirinê sekinandin, di heman demê de bi felsefeya xwe ya jiyan û têkoşînê hêza têkoşînê ya gelê Kurd afirandin ku karibe jiyana demokratîk û azad pê biafirîne. Eger di nava mercên zehmet de li ber xwe nedabûna ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ye û bi vî rengî rêbaza serketinê bi dest nexistibûna, destketiyên ku di nava 50 salên dawî de li çar parçeyên Kurdistanê hatin afirandin, wê pêk nehatibûya. Lewma felsefeya jiyan û têkoşînê ya wan îro jî rê nîşanî me dide, ku Kemal Pîr bi gotina ‘Ez ji jiyanê ewqasî hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim’ ev felsefe danîbû holê.

Projeya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi vê felsefeya jiyan û têkoşînê dikare bê biserxistin. Di vê felsefeyê de tiştekî bi navê zor û zehmetiyê nîne; zor û zehmetî hinceta têkoşîn û serketinê ye.

Di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de em şehîdên zindanan hemûyan bi minet û hurmet bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 14ê TirmehêBerxwedankurdistanRojiya mirinê
Önceki yazı

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

Sonraki Haber

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

Benzer Haberler

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda
Nûçe

Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda

10 July 2026
Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET
Nûçe

Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

9 July 2026
Sonraki Haber
Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    586 Paylaşım
    Paylaş 234 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Devlet Bahçeli Kimdir?

    627 Paylaşım
    Paylaş 251 Paylaş 157

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist