Siyaset qet tevahiya wêneyê rasterast nabîne. Ew ne exlaqek saf e an jî beşek ji dîrokeke gerdûnî ye pêşwext nivîsandî ye. Berevajî vê, ew kiryarek di pêvajoya xwe-dahênanê de ye. Ji destdana vê yekê tê wateya têkçûna têgihîştina jiyanê û hêza wê ya afirandina rastiyê. Manîfestoya Civaka Demokratîk wekî ked û lêgerînek ku bi wate û hewildanek wilo re yekbûyî ye derdikeve holê.
Li Rojhilata Navîn sêwirandineke nû tê çêkirin, sêwirandineke ku dê 100 salan bidome. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Rêber Apo yek ji yên pêşîn bû ku vê yekê nas kir. Ji ber vê yekê, wî yekem derfet ji bo destpêkirina civakeke demokratîk û pêvajoyeke aştiyê bi dest xist. Mixabin, ji ber taktîkên derengxistinê û guhertinên firsendperest ên retorîka AKP û MHPê, hîn jî tiştek berbiçav tune. Ev nêzîkatî hem di nav civakê de û hem jî di qada navneteweyî de bala xelkê dikişînin, gelek kes bi eşkereyî dibêjin ku hişmendiya dewleta Tirkiyeyê hîn jî di bin bandora adetê xwe de ye û ew ji bo niha hatiye paşxistin. Rêbertî û Tevgera Apoyiyan ji aliyê xwe ve gavên herî wêrek avêtine û hemî fedakariyên pêwîst kirine da ku ev pêvajo bidome. Bi kurtasî, avahiya ku wekî hişmendiya dewleta Tirkiyeyê tê binavkirin hîn jî xwarovîçkoyek e û ev tevger atmosferek bêbaweriyê diafirîne. Her çend retorîka Devlet Bahçelî bi demê re guheriye jî, şêwaza Erdogan û hevkarên wî wekî xwe dimîne. Pêşî wan dest bi axaftina “Tirkiyeyek bê teror” kirin, paşê ev der bû herêmeke bê teror û bi demê re, wan pêvajo xera kirin û bi daxuyaniyên wekî “Sazî şev û roj dixebitin da ku qaşo rêxistinê ji holê rakin” zirarê dan nirxên civakê. Ger aştî hebe, divê ew bi rûmet be. Rêber Apo dibêje, “Tenê yên ku şer dikin dikarin aştiyê bi dest bixin.” Partiyên din nikarin bibin xwedî hêza pêkanîna aştiyê. Ew duyemîn an jî alîkar in. Hemû daxuyaniyên şandeyê di tomarê de ne; di tu serdem an pêvajoyekê de Rêbertî ziman û şêwazek bikar neaniye ku nefret û cudakirinê teşwîq bike. Bi kurtasî, her gava ku ew diaxivî, hingiv ji devê wî diherikî. Em ê hemî bibînin ka pêvajo dê çi encam bide… lê tiştê ku ji bo me girîng e, û tiştê ku divê em fêm bikin, belavkirina manîfestoya ku Rêber Apo wekî nexşerêyek daniye, bi dayîna wateyekê ji bo civakê ye. Ji ber ku pêvajo bi vî rengî pêşve diçe, di derbarê hewldanên entegrasyonê yên li Rojava de jî fikar û dudiliyek heye. Û ew ne xelet in. Rewşa li Reqa û Dêra Zorê zelal e. Bav civakê di rojê de wekî hov wesf dike û kur di şevê de lêborînê dixwaze. Pêvajoyek ecêb û nepenî li benda Sûriyeyê ye!
Em vegerin ser mijara xwe, ez dixwazim li vir gotineke Elmalı Hemdî bibîr bixim. Ew nûbûnê pênase dike. Nûjenkirin tê wateya nûbûnê, nûjeniyê. Ew li ser şopandina rêça pêşketinê ya kokê ye. Ji bo ku nûjenî hebe, divê kokek hebe. Bi rastî, ji bo ku nûjenî hebe, divê pêşî kevneşopiyek hebe. Divê ew kevneşopî bêçalak bibe û nikaribe bersiva hewcedariyên serdemê bide. Dûv re, kesek ku ji wê ramanê derdikeve divê bibêje, “Li vir bêçalakî heye, li vir astengiyek heye, divê em pêşveçûnek çêbikin.” Û ew pêşketin ji hêla Rêber Apo ve, wekî her carê, di şexsê tevgerê de hat çêkirin.Li ber deriyê bêçarebûna îdeolojîk û siyasî, Rêbertiyê bi manîfestoya ji bo civakek demokratîk mudaxeleyê pêvajoyê kir û bi wêrekiyek mezin ev yek li ber dîrokê ragihand.
Şêx Bedrettîn dibêje; “dilopek baranê ya ji ezman dibare ne wekî dilopa baranê ya din e ku li dû wê tê.” Her dilopek baranê cuda ye, dilopek baranê ya nû ye û tiştek xwe dubare nake. Her tişt bi berdewamî tê nûkirin, lê ji ber ku ev nûkirin dem digire, em nikarin wê tavilê bigirin. Ev êşa ku em wekî civak dijîn e. Rêber Apo, bi awayekî vekirî me vedixwîne guhertin û veguherînê.
RÊBERTÎ BI ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK BERSIVA VÊ PÊVAJOYÊ DA
Kurd dê beşdarî vê pêvajoyê bibin, lê çawa? Berî her tiştî, ew hewce ne ku xwe ji qirkirinê biparêzin. Ger em xwe bi awayekî ontolojîk neparêzin, entegrasyon bêwate dibe. Ger hebûna Kurdan ji hêla çandî û zimanî ve neyê parastin, wê hingê em ê tune bibin, bihelin. Li xwezayê binêrin; ew di rewşek şer de ye, lê guherîn semiotîk e. Her çend guherîn demsalî be jî, eslê wê her gav yek dimîne. Mînakî, pelên darekê diweşin, lê eslê wê yek dimîne; ev eksapsiyon e. Di xwezayê de, adaptasyon û eksapsiyon heye. Bi rêya adaptasyonê, cure li gorî jîngehê diguhere; bi rêya eksapsiyonê, ew çalakiyek parastinê dike. Ji ber vê yekê, heke guherînek wêranker armanc dike ku we tune bike, cure tavilê xwe ji vê wêrankeriyê bi girtina tedbîrên parastinê diparêze, lê di heman demê de, ew jî diguhere. Mirov bi guhdana xwezayê hêza xwe ya têgihîştinê pêş dixin. Ji ber vê yekê şêwaza yekem a fêrbûnê mîmetîk e. Mirov bi guhdana wê xwezayê diguherînin. Xweza bêyî ku ya din hilweşîne an biguherîne, di hundirê xwe de guhertin û veguherînê pêk tîne. Ji ber vê yekê, tiştê ku em ji entegrasyona demokratîk fam dikin ne ewqas entegrasyona xwezayî ye, lê belê divê em entegrasyona demokratîk bidin pêşiyê ger ew rê bide me ku em eslê xwe di nav vê pergalê de biparêzin. Tenê wê demî civak dikare wê fam bike; wekî din, ew pir xeternak e û ji bo têgihiştinên xelet re vekirî ye.
Eger em li hember guhertinê li ber xwe bidin, eger em nikaribin etegre bibin, em hişk û bêdîrok dibin.
Eger em pir zêde di entegresyonê de mijûl bibin û nikaribin xwe biparêzin, em ê bihelin û winda bibin. Em bi bijarteya windabûnê re rû bi rû ne, an bi helandinê an jî bi hişkbûnê. Sê rê li ber me hene; yek ji wan ew e ku em bi tevahî xwe biparêzin û vegerin kevneşopiyê, an jî em ê hişk bibin. Jixwe ev jî encama wê dogmatîzm e û dubarekirin e.
Riya din ew e ku teslîmbûnê bi tevahî dev ji parastina xwe berdide. Ez naxwazim li vir navan bi nav bikim, lê ew dibistana ramanê ye ku xwe wekî dîroknas û civaknas pêşkêş dike ku bi şervaniya klavyeyê ya dûrî rastiyên dîrokî û civakî mijûl dibe û teslîmbûnê diparêze. Ev mekteba ku siyaseta li ser Taksîmê dimeşîne, bi awayekî paşdemayîn neteweperest e, xwedî zihniyetek e ku sibehê tiştek û êvarê tiştek din e, ji bilî tevlihevkirina civakê tiştek nake, û ew beşa ku Rêber Apo wekî “Kurdên zibil” nîşan dide an jî wekî Judenrat pênase dike. Ew kesên ku dibêjin “Birayê min, ev doz qediya, serdema têkoşînê qediya. Niha serdema şaristaniyê ye, divê em bi tevahî teslîmî dewleta neteweyî bibin,” ew mekteba ramanê ye ku xwe dihele, winda dibe û teslîmbûnê ferz dike. Dema ku em vê yekê ji perspektîfa manîfestoyê ve binirxînin, her du nêrîn jî îflas in. Her du jî xelet in.
Riya sêyemîn çi ye? Rêya sêyemîn tam ew e ku Rêbertiyê tekez kir: entegrasyona demokratîk. Em ê hem xwe biparêzin û hem jî entegrasyonê bi dest bixin. Rêya vê yekê çi ye? Rê ew e ku yekîtiya komînên demokratîk li her kolanê were pêşxistin û civakî kirin, wê giştî bikin. Em ê têkiliyek hêja bi mayî civakê û hemî tevgerên ku li cîhanê derketine holê re ava bikin. Em ê neçin û teslîmî wan nebin. Em ê bi wan re têkiliyan deynin û em ê manîfestoya civaka demokratîk li wir hilgirin. Tiştê ku me tune ye em ê ji wan bistînin û tiştê ku wan tune ye em ê bidin wan. Tenê wê demê, çawa ku cureyek bi parastin û nûjenkirina xwe, hebûna xwe diparêze, cîhan û ramana civaka demokratîk dikare hebûna xwe di cîhana nûjen de bi parastina xwe û pêşkeşkirina xwe wekî zimanekî hemdem biparêze.
Binêre, şêweya derbirîna Rêber Apo çawa ye? Çalakî ye; di her serdemê de, wê ev çalakî bi perspektîfên ku pêşkêş kiriye û pirtûkên xwe di raman û pratîkê de îspat kiriye. Tu hêz nekariye Rêbertî ji hilberînê bêpar bike, ne jî dikare aliyê çalakvanê xwe ji pêvajoyê derxîne. Dema ku em di serdemekê re derbas dibin ku dîrok di kêliyê de tê nivîsandin, bêyî ku ti fikar, bêyî ku ji hêla lîstikên şerê taybet ve were bandor kirin, avakirina hişmendiyê û pêkanîna wê ji her demê bêtir eşkere ye. Divê kadroya vê pêvajoya dîrokî mîna Hallac el-Mansûr di her kêliyê û her deqeyê de sabît bimîne; wekî din, ne mimkûn e ku bi şêwaz û adetên kevin bersivê bidin pêvajoyê.
Em bi zihniyeta Muawiye û Ebû Sûfyan a îro re rû bi rû ne; divê em vê yekî bizanibin û li gorî wê tevbigerin.
Devrîm GEWDA




