• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Piştgiriya ji bo ‘boykota dibistanan’ pêl bi pêl berfireh dibe

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Dîrok û Zimanê Kurdistanê
246 13
A A
Piştgiriya ji bo ‘boykota dibistanan’ pêl bi pêl berfireh dibe
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

19 Eylül 2010 Pazar Saat 13:58

Kampanyaya “Boykota dibistanan” a TZP-Kurdî bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî da destpêkirin, ji rêxistinên civakî yên sivîl yên Şirnex, Cizîr, Riha û Êlihê piştgirî hatin.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Kampanyaya “Boykota dibistanan” a TZP-Kurdî bi
daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî da destpêkirin, ji rêxistinên civakî yên
sivîl yên Şirnex, Cizîr, Riha û Êlihê piştgirî hatin.

Îro li gelek bajar û navçeyan piştgiriya bi boykotê re bi
meş û çalakiyên cuda yên hatî li darxistin hat nîşandan. Ligorî vê bajar û
navçeyên çalakî lê heyî evin:

ŞIRNEX

Plotforma Kedê ya Şirnexê, têkildarî biryara boykotê ya
dibistanan a TZPKurdî, li avahiya Egîtîm Sen’ê daxuyaniyek da çapameniyê.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê Serhat Ugur, diyar kir ku bi tunebûna her zimanekî
nirxek ji xezîneya çanda mirovahî û dîrokê winda dibe. Ugur wiha got:
“Polîtîkayên qedexeparêz li hemberî parastina ziman astengiyên herî mezin
in. Lê windabûna her zimanekî, ne tenê windabûnek kes û gelê wî zimanî bi kar
tîne ya hemû cîhanê ye.” Ugur, destnîşan kir ku ziman ne tenê alava
gihandinê ye û wiha axivî: “Her ziman, dîrok û çanda gel e.”

Ugur, balkişand ser boykota dibistanan a TZPKurdî û wiha
axivî: “Banga TZPKurdî balkêş e. Tedhît û hewildanên çewisandinê yên ji
niha de hatine destpêkirin yên tirsandin û cezayên perayan, ne xizmetî
demokrasiyê, xizmetî statukoyê dike. Yên difikirîn bi makekanûna nû dema
fîşkirinê diqede, lazime ji bîr nekin ku girtina lîsteya kesên naçin dibistanan
û daxwaza cezakirina wan jî cûreyek din ê fîşkirinê ye.” Ugur, anî ziman
ku “Ev çalakî bertekek bêîtîatiya sivîl û demokratîk e. Lazime peymanên boykota
bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî derkeve baş bê xwendin.

CIZÎR

Meclîsa Jinan a Cizîrê jî li avahiya Rêxistina BDP’ê ya
Cizîrê civîna çapameniyê li dar xist. Li ser navê Meclîsa Jinan a Bajar Şerîfe
Acar, daxuyanî xwend û balkişand ser berxwedana gelê kurd a li hemberî
polîtîkayên înkar û îmhayê. Acar, anî ziman ku li hemberî zimanê kurdî her dem
polîtîkayên qedexekirinê hatin meşandin lê polîtîkayên înkarê têk çûn.

Acar bang li malbtan kir ku di navbera 20 û 25’ê îlonê de
wekî di boykota referandûmê di boykotkirina dibistanan de jî zarokên xwe
neşînin dibistanan.

ÊLIH

Li Êlihê jî Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Êlihê Salîh Erol bi
daxuyaniyek nivîskî piştgirî da kampanyaya TZPKurdî. Erol, di daxuyaniyê de anî
ziman ku daxwaza TZPKurdî mafekî demokratîk e û piştgiriyê didin kampanyaya
boykota dibistanan.

RIHA

Endamên TZPKurdî li ber Dibistana Seretayî ya Cengîz Topelê
têkildarî boykotê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de aktîvîstên TZPKurdî,
endam û rêveberên BDP, MAZLUMDER, DYG, DOKH û KESK’ê amade bûn. Komê pankarta
“Em ne bi dewlet û desthilatdariyê, bi xweseriya demokratîk ber bi
perwerdehiya kurdî ve dimeşin” vekir û dowîzên “Zimanê me nasnama me
ye”, “Em bi xweseriya demokratîk dibistana azad ava dikin”,
“Emê tekoşîna xwe geş bikin û destdariya li ser ziman ji holê rakin”
bilind kirin. Her wiha komê dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û
“Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

Li ser navê komê Aktîvîstê TZPKurdî Osman Îzgor, daxuyanî
xwend û anî ziman ku daxwaza wan a perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî
demokratîk û rewa ye. Îzgor, da zanîn ku polîtîkayên AKP’ê yên înkar û îmhaya
li ser ziman nayê qebûl kirin û dê li dijî vê yekê têbikoşin.

Komê piştî daxuyaniyê strana Aram Tîgran a “Zimanê
Kurdî” bi hevre strîn. Piştî daxuyaniyê komek ciwan bi pankarta “Em
ne bi dewlet û desthilatdariyê, bi xweseriya demokratîk ber bi perwerdehiya
kurdî ve dimeşin” û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê ziman
jiyan nabe” û “Bê serok jiyan nabe” heta avahiya BDP’ê ya Rihayê
meşiyan.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net –
www.lekolin.info

 

 

 

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Özgür Gündem’in Filmi Gösterimde

Sonraki Haber

Barış Sürecinde Rojava Devrimi

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 April 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 March 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 March 2020
Sonraki Haber
Barış Sürecinde Rojava Devrimi

Barış Sürecinde Rojava Devrimi

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist