Qaşo Serok Komarê Hikumeta Demkî ya Şamê Colanî ku yek ji rojevên sereke yên siyaset û dîplomasiya xwe ya bi dewletên Ereb û biyanî re astengkirina bazirganiya madeyên hişbir a Sûriyê bû, niha li ser daxwaza MÎT’ê ya dewleta Tirk hewil dide bazirganiya hişbirê fermî bike.
Ev jî nîşaneya ku MÎT û HTŞ di Şamê de li ser şopa Rejîma Baas a hatî hilweşandin ku di nava salekê de derdora 50 milyon dolar ji bazirganiya madeyên hişbir bidest dixist û wek e “Welatê Narco-narkotîk” dihat pênasekirin, bimeşe. Lewra li gor agahiyên hatî bidestxistin MÎT’ê navên bazirganên madeyên hişbir ên ji Şamê ber bi navdewletî û heremî yên ji dema rejîma Baas mane daye HTŞ’ê ku navên wan ji lîsteya “Lêgerînê” û ji qeydên dadgehê werin derxistin û careke din wan bidin şixûlandin.
MÎT WAN ERKDAR KIR HTŞ’Ê JÎ WAN JI LÎSTEYA LÊGERÎNÊ DERXIST
Hat zanîn ku MÎT’ê navên bazirganên madeyên hişbir ku êdî ji bo bi awayek serbest tevbigerin û ji aliyê HTŞ’ê ve lîsteya lêgerînê û dadgeriyê werin derxistin, wiha ne;
Li Şamê Nîdal Imadî
Samir Silêmanî; bazirganê bi Hizbullah re ye
Mihemed Mehbûb Hara; Taxa Mezarî a Şamê xwedî buroya bazirganiya seyaran e.
Hatêm Mehbûb Hara; di heman demî de bi Huzbelah re kar dike
Izo Mehbûb Hara; Qudis û Huzbelah re ye.
Di çarçoveya guhertinên herî dawî yên Saziyên Sivîl û Zagonên wê yên Suriyê de kaosên nu bi xwe re tîne. Ev yek tê texmîn kirin ku şêlubunek a pêşeroja Sûriyê bi xwe re tîne.
Di vê navbêrê de Qaşo Serokê Komarê Şamê Colanî, birayê xwe Mahîr El Şerra wek e wezîrê tenduristiyê tayîn kir. Ev biryar gelek pirs û nîqaş li ser paşxaneya tayînkirinê û bandorên wê yên siyasî û civakî derxistiye holê.
Tayînkirina Mahir El Şara, Hukumeta Nu a Suriyê ango HTŞ rêya rewakirina xwe dide avakirin di saziyên rêveberiya sivîl ên hukumetê de. Hewl dide tabloyek nermtir ji civaka navneteweyî re pêşkêş bike da ku piştrast bike ku rewatiya wê tê nas kirin. Lê belê li gor nîqaş û bûyerên diqewimin ev yek dûrê rastiyê ye.
Mahir el-Şara ku qet postek îdarî an siyasî ya pêşeng negirtiye, ji bo desteya rêveberiyê ya Idlib û hin deverên bakurê welêt hate tayînkirin ku statuya kontrola malbatê ya nû li Sûriyê dide.
Her wiha pir guman û şêlubun di derbarê tayînkirina Mahir El Şara di pozîsyonek sektorek hesas wekî tenduristiyê ji niha de derdikeve pêş. Rêveberiya nû ya Suriyê ya bi serpereştiya HTŞ pratîka zihniyeta rejîma BASS a Beşar El Esed bi şêwazê nû ya emperyalizma desthiladariya dewletên kapitalist li Suriyê dide meşandin.
Aras ŞAHO