• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Pêvajoya Ku HTŞ Têde Derbas Bûye û Sûriyeya Nû-DOSYA 2

NAVENDA NÛÇEYAN – Îsraîl ku bi hêzên hegemon re ji bo destwerdana xeta şîa ya Îranê ji Sûriyê derxe piştgiriyê da HTŞ’ê lê ji aliyekê din ve jî ji ber di hêla îdeolojîk û kiryarên oldarî berdewam bike, wê HTŞ’ê ji bo paşerojê li hemberê xwe xeteriyek bibîne.

Yayınlayan Lekolin
6 January 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Rêze Nivîs
248 14
A A
Pêvajoya Ku HTŞ Têde Derbas Bûye û Sûriyeya Nû-DOSYA 2
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

DESKEFTIYÊN HTŞ’Ê YA DI SÛRIYÊ DE Û XETERIYA WÊ YA LI SER ÎSRAÎLÊ

Dema destpêka êrîşa komên çete yên Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) a ji Helebê destpêkir û di nava 12 rojan de kete Şamê û rejîma Esed hilweşiya, derket holê ku Îsraîl jî di nav de hêzên hegemon piştgiriyekê xûrt daye. Armanc ji vê ew e ku bi destê xeta Suniyan xeta Şîaa di Sûrî de tune bike. Di encamê de ev yek pêk hat û rehetiyekî da sînorê Îsraîlê ya bi Lubnanê re. Lê li aliyekê din jî desteserkirina HTŞ’ê ji Şamê re wekî nefesekî olî, civakî û ewlekariyê da hebûna HAMAS’ê ya di Xezayê de. Dikare bê gotin ku xûrtbûna xeta Sunî wek deskeftiyek mezin ji tevgera HAMAS’ê re tê dîtin. Îsraîl vê yekî xeteriyek mezin li ser xwe dihesibîne. Ji ber ku piştî binketina Hizbûlahê ya di Lubnanê de, HAMAS raste rast bi Qeterê re têkilî danî da ku mijara dîlgirtiyên Îsraîlê re çareser bike. Lê piştî hilweşîna rejîma Esed û desteserkirina HTŞ’ê ya desthiladariya Sûriyê re, heman HAMAS a ku dixwest vê mijarî çareser bike, asta şert û mercên xwe yên ji bo serbestberdana dîlgirtiyên Îsraîlê bilind kir. Ev yek ji aliyê Îsraîlê ve hate redkirin.

Li ser vê esasî, ji bo vê xeteriyê ji hole rabike Îsraîl raste rast ket nav tevgeriya hin tedbîrgirtinan û ji aliyê bejahiyê ve hêza xwe ya leşkerî derbasî başûrê Sûriyê ya herêma Qunetrayê heta sînorê Deraa û hicê Durziyan a herêma Siwêda xist bin serweriya xwe. Ji bo vê yekê plana Israîl a piştgiriya kêm netewên di Sûriyê de despêkiriye. Mînaka vê yekê piştgiriya komên leşkerî yên di herêma Siwêda de û berteka Şêxê Ruhanî ya Durziyan a li dijî dazwaziya HTŞ`ê nîşan da ya radestkirina çekên xwe ji HTŞ`ê re. Di encamê de, Israîl dibîne ku Tayfaa xurtbûna Durziyan a di Sûriyê de ji alî leşkerî û istixbaratî ve, wekî şora reh û damara piştgiriya Sunîya ji HAMAS a di Xezaa de qût dike.

BANDORA HILWEŞANDINA REJÎMA ESED A LI SER LUBNANÊ 

Tê zanin ji despêka serxwebûn û avabûna dewleta Lubnanê, di nakokiyên tayfî û partiyan de derbas dibû û heta niha ev nakokiyên wan berdewame. Hêj di sala 1980’an de ev nakokî hişt bibe sedema şerê birakûjî di nav xelqê Lubnanê de. Heta beriya hilweşandina rejîma Esed dosya Lubnanê ji alî îstixbarata rejîma Esed dihat birêvebirin. Bê guman, hilweşîna rejîma Esed yê ku nêzî 50 salî pişgiriya Tayfaa Şîaa di Lubinanê de dikir, bandorekî neyînî ya mezin li ser hêzên Şîaa di Lubnanê de kir. Herweha xurtbuyînekî mezin a tayfa Suniyan da avakirin, bi taybet niha êdî komên çekdarî yên islama radîkal di herêma Terablus ya Bakurê Lubnanê aktîv bûye. Di heman demê de, aktîvbûna komên leşkerî di kampên Filistîniyan di dewleta Lubnanê de, bi taybet kampa bi navê Eyn Hiliwê. Di heman demê de, komên girêdayî El Qaîde li bajarê Beyrût, Seyîde û Sûr yê Başûrê Lubnanê de ketine tevgerê.

Di encamê de, her çiqas xeta Sunî ya îdeolojiya selefî di dewleta Lubnanê de berfirehtir bibe, ewqas berjewndiyên dewletên weke Qeter û Tirkiyê berfirehtir dibe. Li aliyeke din berjewendiyên dewletên mîna Misir, Îmarat û Seûdî dikeve xeteriyê.

Tê zanin ku piştî kuştina Fermandarê Giştî ya Hizbullahê Hesen Nesrullah, niha Hizbullah di rewşekî lewaziyekî de derbas dibe. Di heman demê de, şerê Israîlê yê vê dawiyê li ser Lubnanê, her weha hîn ne hilbijartina serokatiya Komara Lubnanê ji sedemên nakokiyên partiyan û pirsgirêkên tayfî ne. Her weha piştî têkçûna rejîma Esed, îhtîmaliya şerekî birakûjî mezin careke din di navbera xelqên Lubnanê de dest pê bike bilinde. Şerê Sunî û Şîaa wê tesfiyekirin û serkeftina yek ji wan di dewleta Lubnanê de were teqezkirin. Lê pêwîste em di vê rastiyê de bin ku şerê Sunî û Şîaa bi destê îstixbarata Israîl û Îranê wê were destpêkirin. Bêguman hege ev yek pêk were wê tayfa elewî yên di Sûrî de, careke din bi perspektîfa Îranê bikeve tevgerê û tevlê vê şerê birakujiya Lubnanê bibe. Herweha wê bandora vî şerê li ser dewleta Iraqê jî gelekî mezin hebe.

Jİ BO BEŞA 1 BİTİKÎNE

Mihemed Elî Akîf

Etiketler: htşIraqLubnanMinbicQSDROJAVASamSMOSurî
Önceki yazı

Pergala Sûriyeya Nû Wek Berê Navendî Nabe!

Sonraki Haber

Çeteyên ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve li Urdunê Hatine Rêxistinkirin- NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê
Analîz Siyasî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

19 July 2026
Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk
Analîz Siyasî

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

15 July 2026
Di Germahiya Tîrmehê De Azadî
Analîz Siyasî

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

14 July 2026
Sonraki Haber
Çeteyên ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve li Urdunê Hatine Rêxistinkirin- NÛÇEYA TAYBET

Çeteyên ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve li Urdunê Hatine Rêxistinkirin- NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist