17 Kasım 2019 Pazar Saat 12:07
Piştî ku rêveberiya Bexda encamên referandûmê red kir, bi
zext û navbeyînkariya aliyên herêmî û cîhanî hukumeta Başurê Kurdistanê bi
neçarî careke din berê xwe dan Bexda û hewildan ku bi hukumeta navendî re
danûstandinên xwe pêş bixin. Li gorî geşedan û encamên danûstandinên di navbera
Hewlêr û Bexda de pirsgirêk li ser mijarên kombuna hêzên pêşmerge di bin banê Wezareta
Pêşmerge de, Herêmên Kurdistanî yên bi nakok, mijara petrol û dahata petrolê,
muçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û pişka salane ya herêma Kurdistanê de, heya
astekê mezin bibûn.
Di demekî ku gelên Iraqê li hemu bajarên Başurê Iraqê ji ber
sedema nebûna xizmetgozariyê, bêkarî û gendeliya di nava hukumetê de, daketine
kolanan û daxwaza hilweşandina hukumetê dikin, meclis û rêveberî gihiştiye wê
biryarê ku destûra bingihîn were guhertin û hukumet ji nu ve were saz kirin. Lê
heya niha jî di vê mijarê de tu pêngavên berbiçav ne hatine avêtin. Çalakiyên
gel, hewildanên hukumetê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan berdewamin û di
heman demê de jî mudaxeleya aliyên herêmî û derve di nava hukumetê de jî
berdewam dikin.
Di kêliyek wisa de pirsên, gelo guhertina destûra bingehîn
wê bandoriyekî çewan li Herêma Kurdistana Federal bike? Bexda wê di destûra
bingehîn de çi qasê mafên Kurda nas bike? û ji hemuyê giringtir wê Bexda di
mijara herêmên Kurdistanî yên bi nakok de çewa danustandinan bi hukumeta Başur
re bike? tê hişê mirov.
Di wê demê de li darxistina Referanduma Başurê Kurdistanê,
hilweşandina encama vê Referandumê û tavîzdayîna hukumeta Başur, aliyên Kurd
xist di nava rewşekî giran de. Ji ber ku Başurê Kurdistanê weke hêz ji bo referandumê
ne amadebun û ji neçarî bi awayekî lewaz li hukumeta Bexda zivirîn.
Hukumeta Iraqê piştî hilweşandina encama referanduma Başurê
Kurdistanê ma çima hukumetekî weke Herêma Kurdistanê ku şûnde li wan vegeriyaye,
mafên bê sînor ji wan re nas bike û ji dest bide. Berovajî, dibe ku bi
hilweşandina hukumetê û guhertina destûra bingihîn re statuya Herêma Kurdistanê
jî ji holê rake û sistema serokatiyê bixe meryetê. Hukumeta Iraqê, di sala
2007’an de li gel çareser nekirina îdareya herêmên Kurdistanî yên bi nakok
(Benda 140.) hewil dide hemu hêzên pêşmerge dibin banê Wezareta Pêşmerge de kom
bike û Wezareta Pêşmerge jî bi artêşa Iraqê ve bide girêdan. Ji ber ku her
şandeya hukumeta Herêma Kurdistanê bi kijan şert û projeyan çube Bexda, vale
hatiye derxistin û bê çareserî şunde vegiriya ye.
Deverên bi nakok
û benda 140’mîn
Benda 140. di destûra bingehîn ya Iraqê de ji bo diyarkirina
sitatuya welayeta Kerkuk, Diyala, Selahedîn û Musil hatiye amade kirin.
Li gora vê bendê Wê destpêkê li Kerkuk û herêmên din yên bi
nakok, guhertinên demografî yên di dema rejîma Seddam Husên û piştî 2003’an
hatîn çêkirin, werin çareser kirin, hejmara nufusê were kirin û paşê ji bo diyarkirina
biryara welayeta Kerkukê bi hukumeta navendî ya Iraqê yan bi Hukumeta Herêma
Kurdistanê ve were girêdan, referandum bihatiba li darxistin. Li gora destûra
bingihîn ev biryarana hemu wê di çileya 2007’an de bi hatiban encamdan. Lê
komisyona wê demê ku ji aliyê Tirkmenên Kerkukê, nunerên siyasî yên Kurd û
Ereban pêk hatî ne gihiştibûn tu encaman û ev bend heya dawiya sala 2007’an ji
holê hatibu rakirin.
Partî û aliyên siyasî yên Kurd tu carê rakirina vê bendê ne
pejirandine û her carê diyar dikin ku divê teqez bi taybeti sitatûya Kerkuk û
hemu deverên Kurdistanî yên bi nakok li gor benda 140. were diyarkirin. Lê li
gora Ereb û Tirkmenên Kerkukê ev bend di sala 2007’an de hatiye betal kirin û pirsgirêkên
wisa nînin. Piştî rakirina benda 140. aliyên Kurdistanî bi taybet partiyên ku
hukumeta Herêmê pêk anîne, ji bo diyarkirina îdareya van navçeyan tu pêngav û
hewildanên diyar ne avêtine.
Piştî ku çeteyên DAİŞ’ê heya sala 2014’an xakekî berfireh ya
Iraqê û navçeyên Kurdistanê yên bi nakok dagirkir, leşkerên artêşa Iraqê li
gelek herêman çeperên xwe berdan û hêzên Pêşmerge bi hinceta parastinê li van
sînoran bi cih bibûn. Her wiha piştî zêdebûna êrişên çeteyan hêzên pêşmerge jî
li gelek herêmên weke Şengal û Mexmurê paşde vekişiyan û xakekî berfireh ket
bin destê çeteyên DAİŞ’ê. Çeteyên DAİŞ’ê li van herêman her ku diçu pêşde
diçûn, ji ber wê yekê bi alikariya hêzên koalisyonê, Pêşmerge, gerîllayên PKK’ê
û artêşa Iraqê careke din çeteyên DAİŞ’ê hatin şikandin û ew xak careke din
hatin paqij kirin. Artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên Heşdî Şeabi ku di bingehê
xwe de girêdayî Îranê ne, di 16’ê cotmeha 2017’an de di serîde Kerkuk û ew
navçeyên dikevin nav xala 140. de dagirkirin û hêzên pêşmerge jî bêy berxwedanî hemû hêzên xwe ji van herêman
paşde kişandin. Bi dagirkeriya 16’ê cotmehê re, hêviya careke din vegera
sitatuya van navçeyên xaka Kurdistanê pir dûr hat paşxistin.
Deverên bi nakok
ku dikevin nav benda 140. kijanin?
Bi giştî çar welayetên mezin weke Diyala, Selahedîn, Kerkuk
û Musil dikevin nav sînorê herêmên bi nakok de.
Navenda bajarê Kerkûkê li gel navçeyên wê Daqûq, Hawîce, Dubiz
û hemû navçe û gundên girêdayî Kerkukê.
Welayeta Diyale Nahya Bedir, Casan, Zerbatiye û 53 gundên
girêdayî van nahyan ku niha bi bajarê Kut ve hatine girêdan. Her wiha bajarê
Xaneqîn û nahyên Meydan, Koruta, Sadiye, Celawla û 287 gund ku niha girêdayî
sînorê Diyalena ne.
Herêmên Xurmatû, Silêman Beg, Amirlî, Newcul û Qadir Kerem ku
bi Tikrîtê ve hatine girêdan.
Navçeya Mexmur, Karaca ku diketin nava sînorê Hewlêr û di
sala 2016’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin dagirkirin.
Nahya Kendînawa, Guwêr, Hemdaniye, Sinunê, Başîqa li gel gundên
girêdayî wan bi Musilê ve hatinine girêdan.
Şengal û nahyên pêre girêdayî, Tilafer û nahiyeyên pêre
girêdayî, Şêxan û nahyeyên pêre girêdayî dikevin nava sînorê benda 140. û jêre navçeyên
bi nakok dibêjin.
Her wiha bi dagirkirina artêşa Iraqê ya di sala 2017’an de
Çemçemal, Kifrî û Kelar ji destê hukumeta Herêma Kurdistanê hatin derxistin û
ketin nava herêmên Kurdistanî yên bi nakok.
Li deverên bi
nakok çavkaniyên xwezayî
Bi giştî hilberîna petrola Iraqê ji sedî 40 li Kerkukê ku
dikeve di nava sînorê herêmên bi nakok, derdikeve. Li vê herêmê 5 bîrên petrolê
yên giring hene. Her wiha li navçeya Şeyhan ya girêdayî Musilê jî beşekî giring
yê petrola Iraqê tê derxistin. Li navçeyên Şengal û Mexmurê girêdayî Musilê jî
lêgerîna petrolê berdewam dike, her wiha li van herêman gelek birên gaz û
petrolê ku niha dixebitin hene. Ji ber derbazbûna çemê Dicle li ser sînga deşta
Musilê, hem ji bo girtina elektirîkê û hem ji ji bo çandiniyê xwedî giringiyekî
mezine.
Gelo wê çarenusa
herêmên Kurdistanî yên bi nakok çi be?
Yek ji mijarên bingihîn û giring ku divê aliyên Kurd baş xwe
li ser amade bikin, mijara xaka Kurdistanê ye ku di demê xwe de ji Kurdistanê
hatine veqetandin. Aliyên Kurdistanî di wê baweriyê dene ku, mijara îdareye van
deveran wê di çarçoveya benda 140’an de were çareserkirin, lê heya niha bi tu
awayan çareseriyek di derbarê mijarê de ne hatiye pêşxistin. Li gora aliyên
siyasî yên hukumeta Bexda, Tirkmen û Erebên Kerkukê pirsgirêkêk ya deverên ku
jêre dibêjin ‘deverên bi nakok’ nîne. Ji xwe ev dever hemû hatine parve kirin û
bi xaka Iraqê ve hatine girêdan.
Wê demê eger ku benda 140. hatibe rakirin wê mijara sînor û
ew navçeyên bi nakok çewa were çareser kirin? Eger ne hatibe rakirin wê ev navçe
li gora benda 140’an were çareserkirin? yan jî ji bo aliyên Kurdistanî careke
din îdareya van herêman bigirin plan û projeyekî wan heye? yan hukumeta Bexda
çi bi xwaze ewê di çarçoveya berjewendiyên xwe de erê bikin? Ji bo bersivdayîna
van hemû pirsan divê aliyên Kurd li hember hûkumeta Bexda xwedî sekin û biryarekî
saxlem be.
Niha ji bo amadekirin û sererastkirina destûrek bingihîn
komisyonek tê avakirin û li gorî agahiyan wê aliyên Kurd jî cihê xwe têde
bigirin. Eger ku aliyên Kurd di vê qonaxê de di ser xalekî herî biçuk re derbaz
bibin û her wiha nebin yek deng û bi hevre neçin biryarekî diyar, bêy pilan û
proje bi hukumeta navendî ya Bexda re rûnin ewê di demên pêş de bikevin şaşiyên
mezin û berdêlên giran bidin.
Çîçek BOTAN
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Deverên bi nakok
û benda 140’mîn Deverên bi nakok
ku dikevin nav benda 140. kijanin?Li deverên bi
nakok çavkaniyên xwezayîGelo wê çarenusa
herêmên Kurdistanî yên bi nakok çi be?Çîçek BOTANNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê