KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Ehlaq Rêgeza Rêxistinbûna Civakê Ye

15 March 2020
Kategori: Kadın
262 2
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

05 Aralık 2010 Pazar Saat 07:58

Di dîrokê de jina ku her tim xwedî afrînêriyeke mezine,dîsa ya bedêlê herî mezin dayî, êşên mezin kişandî û di jiyanê de zor zehmetî kişandî ye jine.

Di dîrokê de jina ku her tim xwedî afrînêriyeke mezine,dîsa ya bedêlê herî mezin dayî, êşên mezin kişandî  û  di jiyanê de zor zehmetî kişandî ye jine. Ji xwe re, bala xwe bidinê çenda sosrete kû  jin di heman demê de ji hemû bedewîyên xwezayî û mirovana jî bêpar hatiye hîştin. Helbet em niha nikarin li vir qala tû mafî bikin, ji ber ku di astekî herî bilind de jin ji hemû afrênêriyên xwe yên jiyanî  û xwezaya xwe ya bedew, di roja me ya îro de sînorên wêna tenê nava çar dîwarane.  Ger em bînin bîra xwe heta di hindek kêliyan de mafê wê yê gotinekê jî nayê hîştin û ew bîna mirov nayê dîtin û hesibandin. Helbet ku jiyana mirov tevî van hemû neheqiyan heta roja me ya îro hatiye û di her radeya jiyana mirovande jin di astekê de hatiye bi destgirtin, jina ku di sîstema neolîtîk de weke xwedawendek û berpirsyarê hemû jiyanê, piştî dawî hatina jiyana komîn a neolîtîk sîstema jiyana mirovan bi tevahî hate gûhertin. Ya ku ji van hemû guhertinan herî zêde bi bandor bûye jine. Ji ber ku jin êdî di asteke cûda û pir  bi êşde lê tê tamaşekirin. Pir caran jin weke lawirekê li firoştgehan hate firotin, hindek caran jî ew mehkûmî xwekuştinêkirin hate hîştin û disa di saziya malbatê de mîna ku nîne lê hate tamaşekirin.  Divê ku tu carî neyê  jibîrkirin ku pergala sermayedar jin bîna reklaman dide bikaranîn û sermaya xwe li ser pişta jin zêde dike.

 Bi taybet ev rewşê xwe li nava gelê Rojhilata navîn da li pêş û berbiçav bû. Di heman demê de li başûrê Kurdistanê heta niha jî ev rewş têne jiyankirin û pir berbiçavin. Helbet ku sedemên van yên dîrokî û pir kûr hene. Ji ber gelê Kurd bisalane ku ji jiyaneke azad, mafê axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî û di roja meya îro de her roj hestên wî yên jînbûna azadiyê têne tunekirine. Jin helbet  ji êşa ku gelê Kurd xwariye ne dûre û heta jin herî zêde nesîba xwe ji neheqiyan girtiye.  Rewşeke gelekî bi êşe. Di vê rewşê de ma wê rewşa jin çawabe?  Di dîroka mirovahiyê de gelê Kurd her ji mafê wî hate bidûrxistin, koçberkirin, qirkirin, dagirkirin û nihajî çand û zimanê wî tê bêparkirin. Bê guman jina Kurd gelek hewldan dan lê belê hîna jî fêdekartiyeke pir mezin û berpirsyariyeke dîrokî ji jin tê xwestin. Ji ber  ku jin di bingeha xwede ne bê çareye lê baçare hate kirin û rûberûyê jiyaneke bindest hate hîştin. Lê belê pêlên azadiyê her gavê di dil û mejiyê wande bû. Hema bêje ew henaseya jiyaneke azad hertim mîna stêreka di bin ronahiya heyvêde vedibriqî nûjen bû. 

 Lê birastî jî jin divê hêdî lêgera xwe ya ji bona azadiyeke bi rumet derxe ser dika dîrokê û ji hemû şêweyên ku pergalê bi wan dane daqurtandine û li gora xwe çawa dixwaze welê bikar tînere xalê deyne. Di vê ku jin bi pergalê bide hiskirin ku ne zeviye, kî çawa bixwaze wê li gora xwe bajo û tiştên ku dixwaze jê biçîne yanî kesa xwe avabikê, ji cewher û bedewbûna wê bêpar bike. Divê hêdî  hişyariya ji bona ku pergal xwe li ser navê ahlaq û zagonan li ser malbatan ferzdike derxîne zelaliyê. Ji ber ku di dîrokê de jî hatiye dîtin ku jina Kurd qabilîyeta xwe ya avakirina ehlaqê civakê heye. Zilam (yanî pergal) nikarê ku bêje ez ê zagona malbatê diyar bikim ji ber ku di xwezaya jin de ew rêgez heye. ehlaq rêgezê rêvebirina jiyana xwezayî ya mirove. Ji ber ku tirajêdiya di roja me ya îro de tê jiyankirin mijara lêkolînêye. Her roj ji destê pergala dagirker jin agir berdidin bedena xwe û  xwe ji holê radikin. Divê ku jin tû carî ji bîra neke ku zilam( yanî pergal) hertim ji jina bihêz ditirse û wêna bîna asteng li pêşiya xwe dibîne. Derdikeve û bêy ku şerm bike, dibêje ku jin xwe bixwe kuştiye çawa wîcdana  te dipejirîne tû mafê xwe dibînê li ser jin diaxivî ma qeyî tû nizanî ku tû jî berhemê hişmendiya desthilatdariyê ye û qet mafê te yê peyvekê li ser jin axaftin, tuneye. Helbet ev hemû berhemên poltikaya  pergala desthilatdariyê a tûnekirin û qirkirina  li ser jine… Ji derve dihêle, çi gotin tên berdevê wî hejayî jin dibîne, lêdide, biçûk dixîne, tecawiz dike, tacîz dike û piştre jî derdikeve dibêje ku jin ji bêçaretiyê xwe şewîtandiye û bi bêahlaqiyê tewembar dike. Heyî xapînok gava te ev tişt hemû bi serê jin de meşandin û jin xwe ji ber kedxwariya we xwe şewîtand, ew dem bi kîjan mafî tû dibêjî ku wê bê ehlaqî kiriye û xwe şewîtandiye. Ew dem pêwîst nake ku agir berdayî, ji xwe berê te rewşa wê haniye rewşekî şewîtandinê. Li berambeî van hişmendiyan hemû, divê jin di serî de xwe zana û perwerde bike. Di heman demê de yekîtî û hestên xwe bikin yek û bêjin ji bona em çanda tecawizê têk bibin û tekoşîna azadiyê bilindbikin bimeşînin.

Nergiz Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş206Paylaş129
Önceki yazı

Chomsky: Kürtlerin Dağlardan Başka Dostu Yok

Sonraki Haber

Erkek Sistemi ve Tecavüz Kültürü

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.7k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    845 Paylaşım
    Paylaş 338 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12820 Paylaşım
    Paylaş 5128 Paylaş 3205
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12758 Paylaşım
    Paylaş 5103 Paylaş 3190
  • İşgalci TC Okulları DAİŞ Eğitim Merkezine Dönüştürdü-ÖZEL HABER

    12619 Paylaşım
    Paylaş 5048 Paylaş 3155

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç