• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Makaleler

Çima Niha Minbic Ket Rojeva Tirkan?

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Makaleler
242 15
A A
Çima Niha Minbic Ket Rojeva Tirkan?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

27 Haziran 2018 Çarşamba Saat 09:51

Yekemîn herêma ku pêwîst bû bikeve Rojeva Erdogan û dewleta Tirk Minbic bû, tevî ku çeteyên DAÎŞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAÎŞ`ê de bû, tu helwesta Tirkan derbarê Minbicê de çênebû.

Yekemîn herêma ku pêwîst bû bikeve Rojeva
Erdogan û dewleta Tirk Minbic bû, tevî ku çeteyên DAÎŞ`ê ji sala 2014`an heyanî
nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û
Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAÎŞ`ê de bû, tu
helwesta Tirkan derbarê Minbicê de çênebû.

Piştî ku Minbic ji aliyê meclîsa leşkerî ya
Minbicê bi piştgiriya QSD`ê di sala 2016`an de hate rizgar kirin, piştî Efrînê
bû mijara operasyona Tirkan. DAÎŞ a ku bi destê Tirkan hatiye avakirin ji aliyê
QSD`ê ve di Minbicê de têk çû.  Ji ber vê
yekê jî Erdogan tu carî qebûl nake ku hêza xwe ya terorîst bin bikeve û têk
biçe.

Niha jî Erdogan dixwaze tola çeteyên xwe yên ku
li rojhilatî Firatê têk çûne rabike. Ev yek jî di pilansaziya wê ya operasyona
Efrîn, Minbic, Şengal û Qandîlê de xwe eşkere dike.

Li kêleka vê yekê Erdogan bi tu awayî qebûl
nake ku DAÎŞ dûrî sînorên wî bikeve. Ji ber ku hebûna DAÎŞ nêzî sînorên wî û
herêmên dibin kontrola Tirkan de dihêle ku Erdogan bêhtir bi ketina nava rewşa
Sûriyê de tetmîn bibe û hebûna xwe misoger bike. Piştî ku Erdogan ferq kir ku
DAÎŞ di Minbicê de di nava xeteriyeke mezin û têkçûnê de ye, bi hemû leza xwe
hêza xwe ya terorîst derbasî Cerablûsê kir. Vê yekî jî ji bo ku kemereke ewlehî
ji DAÎŞ`ê re ava bike, pêk anî.

Têkçûna DAÎŞ di Minbicê de ji bo Erdogan
derbeyeke pir giran bû. Ji ber ku tevî ku Erdogan ji çeteyên xwe re hemî
derfetên şerkirinê ava kir û bi her awayî bi wan re bû alîkar, lê dîsa jî li
hember hêza QSD`ê têk çû.

 

ÎRO MINBIC HERÊMA HERÎ BI EWLEH Û BÊ PIRSGIRÊKE
Û BI ÎRADEYA GELÊ WÊ TÊ BIRÊVEBIRIN.

Ev rewşa ewlehî ya Minbicê Erdogan tehrîk dike.
Erdogan niha hewil dide careke din DAÎŞ`ê di nava Minbicê de bi cîh bike. Ji bo
ku careke din bi riya Minbicê desthilatdariya xwe di nava Sûriyê de fireh bike.
Her wiha yek ji armancên bingehîn a êrîşkirina minbicê ew e ku windahiyên ku di
Sûriyê de bi destê QSD, YPG û YPJ`ê daye careke din bi dest bixe. Li kêleka vê
yekê jî dixweze riyekê ji bo gihandina cebxane û leşkeran ji çeteyan re peyda
bike. Erdogan bi van nêzîkatiyên xwe dixwaze rastiya ku di hundirê Tirkiyê de
tê jiyan kirin veşêre û berê her kesî bide Sûriyê. Pêve girêdayî Erdogan xwest
Sûriyê û gelê wê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo bi destxistina hibijartinan
bikar bîne û xwe ji hemû cîhanê  re bide
nasîn ku ew li ser ewlekariya Sûriyê û gelê wê bi fikar e û dixwaze gelê wê ji
hemû hêzan rizgar bike. Ji bo vê yekê bi cîhanê û hêzên navnetewî bide qebûl
kirin û bawerkirin û ji bo bercewendiyên xwe yên desthilatdariyê pêk bîne,
leşker û serbendên xwe rê dike Sûriyê û dide kuştin. Erdogan bi hinceta ku hêza
YPG û YPJ`ê ku tenê ew bixwe wek “terorîst dibîne nîşan dide û êrîşekê îhtîmal
meşrû bike. 

Lê YPG`ê beriya demekê ragihand ku wan
şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekşandine. Li ser vê bingehê Berdevkê
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway derbarê
tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li herêma Minbicê de ragihand ku li ser wê mijarê
di navbera Amerîka û Tirkiyê de gotûbêj berdewam in.

Di 4’ê hezîranê de piştî hevdîtina her du
wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê li Waşingtonê, Mevlut Çavuşoglu û Mike
Pompeo bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku wan li ser nexşerêyeke hevbeş bo
Minbicê li hev kiriye. Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway derbarê
geşedanên herî dawiyê de daxuyanî da.

Adrian Rankine-Galloway bi bîr xist ku
rayedarên berevaniya Amerîka û Tirkiyê di navbera 22 û 23’ê hezîranê de li
Enqerê ji bo “sepandina nexşerêya Minbicê hevdîtin kirine û got ew yek ji bo ewlehiya
devera Minbicê pêk hatiye.

Li ser pirsa, “Li Minbicê kengê tevgerên hevbeş
ên Amerîka û Tirkiyê dest pê bikin? Galloway bersiva, “Li ser mijarê gotûbêj
berdewam dikin da.

Yekîneyên Parastina Gel pêş demekê ragihandibû
ku YPG’ê şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekşandine. YPG’ê her wiha dabû
xuyakirin ku ti şervanên wan li Minbicê nemabûn û tenê hejmarek ji şêwirmendên
wan ên leşkerî bo alîkariya xelkê Minbicê û Encûmena Leşkeriya Minbicê li wê
derê mabûn. Di daxuyaniya xwe de, YPGê destnîşan kiribû ku ew ji bo alîkariya
xelkê û rêveberiya leşkerî û sivîl a Minbic li wir diman, lê niha erkê wan bi
dawî bûye, lewma ew ji wir vekişîn. 

Piştî vekişandina şervanên YPG û  YPJ, herwiha avakirina tîmên hevbeş ên gerok
di navbera hêzên Tirkiye û Amerîkayê de, biryar e qonaxa duyemîn a nexşerêya di
navbera herdu welatan de ji bo Minbicê, di nava 6 mehan de were bicîhkirin.

Niha Minbic, bi rêveberiya herêmî û encumana
leşkerî ya ji xelkê Minbicê pêk tê, tê birêvebirin. Gelê Minbicê li hember êrîş
û daxwaza Minbicê helwesta nerazîbûnê nîşan didin. Gelê Minbicê li hember
ketina Tirkan û çeteyan bi çalakiyan nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Cînda Baran

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Cînda Baran

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinMinbicoperasyonQSDTirkTurkishTürkiye
Önceki yazı

Ciwanên Kurd Li Helebê Daxwaza Xweseriya Demokratîk Kirin

Sonraki Haber

Cambazlık Yapıp İp Üstünde Oynayan Erdoğan İktidarının Ekonomik İflası

Benzer Haberler

Kürt Sorunu Çözülmeyene Kadar Sol Gelişmez
Makaleler

Kürt Sorunu Çözülmeyene Kadar Sol Gelişmez

25 Nisan 2025
Önder Apo’nun Çağrısı Ve Tişrin Direnişi
Makaleler

Önder Apo’nun Çağrısı Ve Tişrin Direnişi

16 Nisan 2025
Apocu Fedailiğin Özü: Direniş Tünelleri
Makaleler

Apocu Fedailiğin Özü: Direniş Tünelleri

14 Nisan 2025
Sonraki Haber
Cambazlık Yapıp İp Üstünde Oynayan Erdoğan İktidarının Ekonomik İflası

Cambazlık Yapıp İp Üstünde Oynayan Erdoğan İktidarının Ekonomik İflası

Öne Çıkan Yazılar

  • Önder APO: Çözüm İçin Kürt-Türk İlişkileri Tarihsel Olarak Anlaşılmalı

    Önder APO: Çözüm İçin Kürt-Türk İlişkileri Tarihsel Olarak Anlaşılmalı

    522 Paylaşım
    Paylaş 209 Paylaş 131
  • Tüm Egemen Güçlerin Politikalarını Şekillendiren Enerji Rekabet Alanı: Doğu Akdeniz!

    523 Paylaşım
    Paylaş 209 Paylaş 131
  • Ortadoğu’da Stratejik Değişimler ve Statüko Çabaları- 1

    548 Paylaşım
    Paylaş 219 Paylaş 137
  • MİT Korucuları Başur Kürdistan’a Geçiriyor- ÖZEL HABER

    523 Paylaşım
    Paylaş 209 Paylaş 131
  • Ortadoğu’da Stratejik Değişimler ve Statüko Çabaları- 3

    523 Paylaşım
    Paylaş 209 Paylaş 131

Önerilenler

Önder APO: Çözüm İçin Kürt-Türk İlişkileri Tarihsel Olarak Anlaşılmalı

Tüm Egemen Güçlerin Politikalarını Şekillendiren Enerji Rekabet Alanı: Doğu Akdeniz!

MİT Korucuları Başur Kürdistan’a Geçiriyor- ÖZEL HABER

Ortadoğu’da Stratejik Değişimler ve Statüko Çabaları- 3

Ortadoğu’da Stratejik Değişimler ve Statüko Çabaları- 2

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç