No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

Jimara Bikarhênerên Înternetê Ji 2 Milyaran Derbas Bû

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 1 mins read
A A
Home Bölümler Teknoloji

20 Ekim 2010 Çarşamba Saat 07:17

Yekitiya Telekonumîkasyonên Navneteweyî (ITU) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye diyar kir ku îsal jimara bikarhênerên înternetê ji 2 milyaran derbas bûye.

Yekitiya Telekonumîkasyonên Navneteweyî (ITU) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye diyar kir ku îsal jimara bikarhênerên înternetê ji 2 milyaran derbas bûye. Ev jî tê wê wateyê ku ji siyan yekê şêniya cîhanê înternet bikar tînin.

Li gorî rapora ji aliyê ajansa NY, ITU ve hatî weşandin, di van 5 salên dawî de jimara bikarhênerên înternet bi kar tînin, du qad zêde bûne. ITU diyar kir ku ji 6.9 milyar şêniya cîhanê ji 2 milyaran zêdetir mirov înternetê bikar tînin.

Heta dawiya sala 2010’ê, wê ji sedî 71 yê şêniya welatên pêşketî înternetê girêbidin. Wê li welatên li ber pêşketinê, ji sedî 21’ê şêniya wan înterten bikar bînin.

Sekreterê Giştî yê ITU Hamadun Touré yê ji Malîyê, derbarê leza gihiştina întertê de got “Cihên kar lê têne avakirin, mezinbûn û hilberînê tîmar dike, bi kurtî, reqabeta aborî teşwîq dike.

Gihiştina înternetê li gorî herêman cûda ye. Li gorî raporê, girêdana înternetê li Ewrope ji sedî 65, li Emerîka ji sedî 55, li Asyayê ji sedî 21.9 û li Afrîkayê ji sedî 9.6 e.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share204Tweet128
Previous Post

Ortadoğu’nun Kürtleri ‘web-belgesel’de

Next Post

Gülen-Burkay Dayanışması

Lekolin

Lekolin

Next Post

Gülen-Burkay Dayanışması

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi