KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

Zextên Dewleta Sûriye Yên Li Dijî ‘Zimanê Kurdî’ Zêde Dibin

by Lekolin
15 Mart 2020
in Kürdistan Tarihi ve Dili

27 Aralık 2010 Pazartesi Saat 13:09

Rejîma Sûriye jî di înkarkirina Kurdan de israr dike. Dadgehên Sûriyeyê jî axaftina bi Kurdî, pirtûk û meteryalên bi Kurd wek tawan dibîne

Rejîma Sûriye jî di înkarkirina Kurdan de israr dike. Dadgehên Sûriyeyê jî axaftina bi Kurdî, pirtûk û meteryalên bi Kurd wek tawan dibîne û Kurd ji ber van sedeman tên cezakirin. Hat ragihandin ku ji ber 3 Kurd beşdarî Mîhrîcana Helbestan a Kurdî bûn, doz li wana hat vekirin.

Her ku diçe zextên rejîma Sûrî ya li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de Dadgerê Leşkerî li Qamişloyê di 21’ê Kanûnê biryar da ku helbestvanên Kurd Umer Ebdî Islamîl (1970) Ebdilsemed Hisên Mehmûd (1962) û Ehmed Fetah Îsmaîl (1969) di zindanê de bimînin. Li dijî wan li gor bendê 307ê yê zagona tawanan doz hatiye vekirin.

Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 18’ê Kanûnê de, ji van kesan xwestibû ku serî lê bidin û ew girtin. Hat zanîn ku ku ew ji ber beşdarbûna di Mihrîcana Helbesta Kurdî de di 19’ê Kanûn de li gundekî nêzîkî Çilaxa pêk hat. Ji berî ku festîvala ku her sal li dar dikeve, dest pê bike, endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî êrîşî ciyê festîvalê – xaniyê Ehmed Fetah ismaîl – kir û nasnameyên kesên amade qeyd kirin. Tê gotin ku Umer Ebdî Ismaîl û Ebdilsemed Hisên Mehmûd ev çalakî amade kiribû.

JI BER KU NIVÎSKARÊ KURD DESTANA GILGAMÊŞ WERGERAND KURDÎ HAT GIRTIN

Ji beriya niha jî Yekîneyên Hêza Ewlekariya rejîma Sûrî bi ser mala nivîskarê Kurd Ebdilselam Ebdela Hecî Îbrahîmê ku bi navê Siyamend Îbrahîm tê nasîn de girtin û nivîskarê Kurd hat girtin. Zext û girtinên rejîma Sûrî ya li ser Kurdan her ku diçe berdewam dikin. Divê çarçoveyê de nivîskarê Kurd Ebdilselam Ebdela Hecî Ibrahîm (1955) 25 mijdarê li Qamîşlo ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriye ve hat girtin.

Li gorî nûçeya malpera KurdWatch ya ku binpêkirinên mafê Kurdan li Sûriye dişopîne dezgeha ewlekariyê ji beriya girtinê bangî Îbrahîm kiribû. Di rûniştina doza wî ya ku 28’ê mijdarê li cem Dadwerê Leşkerî ya Qamîşlo pêk hat de, biryara girtina Îbrahîm hat dayîn û doza wî şand ji Dozgeriya Leşkerî li Helebê.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Previous Post

KON-KURD’dan İşgale Karşı Seferberlik Çağrısı

Next Post

CHARLİE HEBDO KATLİAMINI MİT Mİ YAPTIRDI?

Son Haberler

Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

Din ve inançlarda ahlaki politik...

by Lekolin
13 Nisan 2021
1.8k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

Bu cemiyetler içerisinde en önemli...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.9k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

Modernite, çokça iddia edildiği gibi...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.7k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et