04 Kasım 2019 Pazartesi Saat 09:54
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
Di van baregehan de zêdetirî 5 hezar
leşker û tîmên taybet tevî hemû corê çekên giran û alavên karê îstixbarî hene.
Welatiyên Başûrê Kurdistanê û Parlamenteran gelek caran daxwaza derxistina
artêşa Tirk ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, lê hîna hebûna leşkerên Tirk
li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewame û roj bi roj jî leşker û çekên zêdetir
dişîne van baregehan.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê
Kurdistanê û gefên serokkomarê Tirk Recep Tayîb Erdogan ên li dijî Herêma
Kurdistanê carek din hebûna baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê xist
rojevê û nîşan da ku hebuna van baregehan li ser xaka Başur û İraqê metirsiyê
ji bo gel û xaka Kurdistanê zêde dike.
Dîroka êriş û hatina artêşa Tirk ya Başûrê
Kurdistanê
Dewleta Tirk ji beriya ku baregehên xwe
li Başûrê Kurdistanê avabike, gelek caran bi operasyonên leşkerî ku jêre
digotin ‘operasyonên dervey sinor’ li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û
alîgirên wê lidardixist.
Dewleta Tirk cara yekem li sala 1983’an,
cara duyem di Mijdara 1984, cara sêyem 12’ê Tebaxê 1986 û cara çarem di 4’ê Adar 1987’an bi hejmarek mezin ya
leşkeran sînorê xaka Başurê Kurdistanê û İraqê derbaz kir. Dewleta Tirk di her
operasyona xwe de bê encam ma û neçar ma ku şunde vekişe.
Dewleta Tirk a dagirker, di navbera
salên 1988 heya 1991’an tu operasyon li ser xaka Iraq û Başurê Kurdistanê pêk
ne anî. Ji ber ku hukumeta İraqê bi tu awayan destura dewleta Tirk neda ku
sînorê xaka wan derbaz bike. Lê piştî ‘Raperîna Gel’ a sala 1991’an dewleta
Tirk careke din dest bi plana xwe ya leşkerkêşiyê kir. Leşkerên Tirk vê carê bi
armanca dagirkirinê û bicihkirina leşkeran di xaka Başur de dest bi tevgerê
kirin. Dewleta Tirk a dagirker ji Cotmeha 1992 û şûnde zêdetirî 6 operasyonên
leşkerî bi beşdariya sed hezaran leşker li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkaniye.
Dewleta Tirk, ji ber binketin û
neçariyên xwe, ji bo xwe komî serhev bike, navber da operasyonên xwe û qaşo
‘pêvajoyên çareseriyê’’ xistin rojevê. Tirkiyê, piştî senaryoya çareseriya pirsgirêka
Kurd, di sala 2018’an de bi navê operasyona ‘Pençe’ careke din dest bi êrişan
kir û heya niha jî berdewam dike. Bi berdewamî leşker ji bo herêmên Biradost,
Xakurk, Çiyayê Şekîf û Lolanê kişandin û gelek baregehên nu yên leşkerî ava
kirin.
Gelek Baregeh û Navendên MİT’ê hatin
avakirin
Dewleta Tirk, ji sala 1983’yan ve bi
rengên cur bi cur êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û ji sala 1994’an ve jî bi
erêkirina rêveberiya hukumeta herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê
baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê vekirine. Li gorî agahiyên çapemeniya tirk
spartine rayedarên dewletê jî, li Başûr ji 18 noqteyên leşkerî, baregehên
artêşa Tirk û navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) hene.
Li gorî çavkaniyan, Tirkiyê cara yekem di
sala 1994’an de li bajaroka Selehedîn (Pîrmam) a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye
noqteya xwe ya leşkerî vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa Tirk
heye. Dewleta Tirk a dagirker piştî wê di sala 1997’an de li herêmên Hewlêr,
Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasê gelek
yekîneyên xwe yên leşkerî bicîh kirin.
Di nava 25 salan de baregehên ku artêşa
Tirk li Başûr vekirine wiha ne
– Baregeha leşkerî ya Batufa
– Baregeha leşkerî ya Kanîmasê (Girê
Barux)
– Baregeha leşkerî, lojîstîkî û
balefirxaneya li Bamernê
– Baregeha leşkerî ya Sinkê
– Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê
Biyê)
– Baregeha leşkerî geliyê Zaxo
– Baregeha leşkerî ya Sîryê (Şêladizê)
– Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)
– Baregeha leşkerî ya Kupkê
-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî
– Baregeha leşkerî ya Koxê Spî
– Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya
– Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî
– Baregeha leşkerî ya nahyeya Zêlkan ku
dikeve binarê çiyayê Meqlub
– Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê
rojhilatê Musilê)
Li gorî lêkolînên hatine kirin li
Parêzgeha Dihokê bi giştî 13 cihên fermî hene ku 980 leşkerên Tirk têde hatine
bi cih kirin û di nava her baregehê de cuda beşa îstixbaretê heye.
Her wiha li gora hinek çavkaniyên
herêmî, li Başur gelek baregeh û avahiyên MÎT’ê yên veşartî ku kar têde di
meşînin hene. Li gorî van çavkaniyan
li herêma Şeqlewa girêdayî bajarê Hewlêrê 3-4 cihên leşkerên Tirk hene ku bi
Pêşmergeyên PDK’ê re hevpar tên bi karanîn. Li van herêmên veşartî piranî
yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Li baregeha Kanîmasî ji bilî
yekîneya taybet, tabûra leşkerî, li Bamernê tabûra mekanîzme, tang û çekên
giran hene. Dîsa li Bamernê balefirgehek jî hatiye çêkirin.
Her wiha li gorî agahiyên herêmî li
herêma Dîyana ku dikeve sînorê Başur û Tirkiyê, îstixbareta Tirkiyê MİT bi
serbestî tevger dike. Di vê herêmê de li Binpiştiyê ku dikeve ser rêya navbera
Diyana û Rewandûzê de baregehek leşkerî ya Tirkiyê heye.
Leşkerên Tirk, piştî operasyona
‘’Pençe’’ bi alîkariya PDK’ê li herêma Biradost pêşde çun û PDK’ê baregehên xwe
bi awayekî aşkere radestî leşkerên Tirk kirin. Ji ber wê dewleta Tirk a
dagirker, deverên Lêlîkan, Navmêrgan, Xelkere, Bilasînê, Gundê Xelîfan, Gelyê
Reş, Araqa, Xeme, Bezînê, Bênavok, Çinaro, Çiyayê Kitkin, Reşmelê, Şapanê,
Kanireş, Qungre, Sosnê dagirkirin. Li gorî agahiyên herêmî piştî dagirkirina
van deveran, dewleta Tirk 6 baregehên din ku piranî li nêzî Bermîze ne
avakirin. Lê ji ber ku herêm bi temamî buye leşkerî û tevger kirina sivîlan
qedexeye bi zelalî cihên wan nayên zanîn. Tê gotin ku hejmara leşkerên Tirk a
li ser xaka Başur û İraqê 5 hezar leşkeran derbaz dike.
Welatî daxwaza derxistina leşkerên Tirk
dikin
Ji ber bombebaran û êrişên dewleta Tirkiyê,
welatiyên Başurê Kurdistanê û parlementerên li parlementoya Herêma Kurdistanê
gelek caran daxwaza derxistina leşkerên Tirkiyê kirine. Parlementoya Herêma
Kurdistanê cara yekem di sala 2003’an de biryara jimare 38 derxist ku têde
daxwaza derxistina leşkerên Tirkiyê dihat kirin. Piştî wê parlementerên
partiyên cuda yên Herêma Kurdistanê ev mijar gelek caran birin parlementoyê.
Careke din di Adara sala 2018’an de Rêxirawa Inef ji bo derxistina artêşa Tirk
ji Başûrê Kurdistanê kampanyek îmzeyan da destpêkirin û di kampanyayê de 10
hezar îmze li Başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Cara duyem di 3’ê Hezîranê de
li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Bi giştî
891 îmze hatin komkirin, ev îmze tevî daxwaznameyek ya komîta kampanya îmzeyan
radestî Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmanî hate kirin. Ji ber raste rast
topbaran deverên sivîl xelkê Şêladizê di 26’ê Mijdara 2018’an de serî hildan û
li Şêladizê baregehên leşkerên Tirk dan ber agir.
Êrişên li ser Rojava parlementerên Herêma
Kurdistanê xistin tevgerê
Êriş û zextên Tirkiyê li ser Rojavayê
Kurdistanê nîşan da ku, armanca Tirkiyê dagirkirina xaka Kurdistanê bi giştiye.
Ji xwe Serokkomarê Tirk Recep Tayib Erdogan armanca dagirkirina tevahiya xaka
Kurdistanê bi awayekî aşkere anî ser ziman, ev daxuyaniya zelal ya Erdogan
parlementerên Herêma Kurdistanê xist nav tevgerê. Di 15’ê Cotmehê de Parlamentoya
Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê
civînek taybet lidarxist. Di wê civînê de gelek parlamenteran daxwaza
derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî civînê parlamentoyê
biryarek ji 11 xalan pêkdihat derxist. Lê ne navê dewleta Tirk têde hebû nejî
behsa derxistina leşkerên Tirk hebûn. Sala derbasbûyî 10 parlamenteran ji bo
parlamento li ser mijara derxistina leşkerên Tirk rûniştinek taybet lidarxe
îmze komkirin. Endamê Desteya Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî jî metirsiya
li ser Başur di hevpeyvînek de vegot û diyar kir “Tirkiye nîva xaka Başûrê
Kurdistanê dagir kiriye. Di pilana Tirkiye de heye ku piştî êrîşa Rojava dest
bi êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê jî bike. Lê heya niha ne ji aliyê hukumeta
herêma Kurdistanê û ne jî ji aliyê hukumeta navendî ya İraqê ve tû pêngavên
berbiçav ne hatine avêtin. Leşker kêşana ser sînor, topbaran û zererdana xaka
Başur berdewam dike.
Gel bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê
di sekine
Gelê Başurê Kurdistanê demek dirêje li
hember binpêkirin û êrişên dewleta Tirk li ser Başur û Rojavayê Kurdistanê li
ser piyane û di nava çalakiyan de ne. Piştî êriş û dagirkirina Rojavayê
Kurdistanê xelkê Başur weke helwest daketin kolanan û core çalakiyên weke
kampanya boykuta malên Tirkî derxistina leşkeran ji xaka Başur û İraqê dan dest
pê kirin. Ciwanan destpêkê bi gurubekê li ser tora medya civakî kampanya da
dest pê kirin û piştî tevlîbuna hejmarek mezin ya welatiyan kampanya bi awayekî
praktîkî li Silêmanî, Kerkuk, Derbendîxan, Ranya, Hewlêr, Teqteq û hema bêje
hemu bajar û navçeyên Başur belav bûn. Gelek dikandar û xwediyên Marketên mezin
weke helwest malên Tirkiyê paşde vegerandin yên ku ne karîn vegerînin jî
şewitandin û dan diyar kirin ku ew êdî malên Tirkiyê na girin. Her wiha
welatiyan di her axaftinekê de metirsiya leşekerên Tirkiyê li ser xaka Başur anîn
ziman û diyar kirin ku divê demildest leşerên Tirk ji xaka Başur derbikevin.
Rewşenbîr, Siyasetvan, xwedekar û kesên zanayên herêma Kurdistanê didin
zanin ku Dagirkeriya Tirkiyê bi êriş û tevgera xwe Kurdistan xistiye nava
şerekî mezin û hêvî dikin ku partî û berpirsên Kurd di demekî nêz de bersivek
erênî bidin banga KNK’ê ya ji bo lidarxistina Kongreya Netewî. Ji ber ku tekane
rêya bikare dagirkeriyê têk bibe tekoşîn û yekbûna gelê Kurd e.
Çîçek Botan
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Dîroka êriş û hatina artêşa Tirk ya Başûrê
KurdistanêGelek Baregeh û Navendên MİT’ê hatin
avakirinWelatî daxwaza derxistina leşkerên Tirk
dikinÊrişên li ser Rojava parlementerên Herêma
Kurdistanê xistin tevgerêGel bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê
di sekineNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê