15 Ocak 2016 Cuma Saat 11:57
Guhertin û pêşketinên şoreşa Surî di rewşeke ne diyare de ye, kes
nizane wê rewşa Esed çawa be yan jî rewşa hêzên muxalifan wê çawa be, ji ber ku her ku diçe planên dewletên derve li ser Surî pir dibe,
li gorî ku tê zanîn di Surî’de sê hêz hene rejima Esed, Kurd û muxalefet lê her yek ji wan siyaseta û armanca wan ji hev çudaye.
Rejîma
Surî û armanca Rusiya di Surî de:
Ji
berêve têkiliyê dewleta Surî û Rusiya di asta jor de ye û wekî ku tê zanîn di dîrokê de hevalbendên hev yên kevinin di mile têkiliyê diplomasi,
aborî, leşkeri û her wiha.
Piştî şoreşa li Suriyê rola Esed lawaz bu lê bidestek dayîna dewleta Rusiya yek ji
dewletên xwedî hêz di dünya yê de rê da ku rejîm li ser desthilatdariya xwe
dewam bike.
Ji ber wê rewşa rejîma Surî piştî alîkariya
Rusîya jê re di her milîde hişt ku rejîma Surî
ji nüve hukmê xwe dirêj bike û mijarê çûna Esed ji holê rake heta
hilbijartinê dewleta Suri pêk were û bi
taybet ev alîkarî di 2015’an de derket pêş, di milê leşkerî hem bi
cihikirina bargehên leşkeri di Derya yê
Spî û hem êrîşên hewayî nêzî 2000
noqteyên ku tê de çeteyên Daiş’ê û hêzên
muxalif bi cih dibun bombebaran kirin
û wekî
navendên wan yên leşkeri dihat nasîn
(REQA, DÊRA ZORÊ, İDLİP, bajarokên derdora Şam’ê).
Armanca Rusiya ya sereke ewe ku bi navê ku
li hemberî çeteyan şer diki dest dayîna li ser cihê stratijîk wekî Heleb, ji ber ku Heleb cihekî kevnare û bajarê
duyemîn di Suriyê de di milê ardnîgarî û dimografiya xwe pir girînge.
Rusiya gelek balafir û bargehên xwe yên
şer di balafirgeha Latikiyê bi cih kiriye ji ber ku bajarê Latikiyê
piraniya gelê wê alîgirên rejîmênin û malbata Esed tê de ye. Rusiya dixwaze
Derya’yê Spî têxe bin kontrola xwe de ji bo wê planên xwe li ser bakur û
rojhilatê Suriyê berfireh kiriye.
Rejîm di destpêka şoreşê heyanî niha di gelek cihan de xwedî
hakmîyetekexwe heye mînak di Şam, gundewarê Şam’ê, Latikiye, Tertus, Heleb,
Suydaa’de.
Ev
destekdayîn bi alîkarya Rusiya tenê namîne, dewleta İran û
Huzbullah’a Lubnan’ê ji
perwerdekirina leşkeran gelek
fermandarên xwe yên pispor şandin Surî, û bi hijmarên mezin tevlî nava artêşa
Surî dibin û şerdikin.
Bi giştî Rusiya û İran û Hizbullah’a
Lübnan’ê alîgirên rejîma Esed’in, zaten ev hemu ji bo berjewendiyên wan yên
taybet û gelek hewl didin ji bo rejîmê biparêzin, ji ber vê gelek sivîl hatin
qetilkirin û gelek komkujî pêk hatin lê tevî ewqas hovitî jî civaka navdewletî
bê deng di mîne.
Qaşo
hêzên muxalifin:
Di
mile din de hêzên muxalifên Surî hene armanca wan ewe ku rejîma Surî
hilweşînin, dewletek islamî avabikin û piraniya wan di bin navê islamiyetê qaşo
cîhadê dikin sivîlan hedef dikin,
komkujiyan pêk tînin, Hêzên muxalif 5% di bin kontrola wan de ye.
Hinek grupên islamî Turkî alîkariya wan dike wekî artêşa azad dixwazi
dewletek islamî sunî avabike.
Artêşa islam ya ku dewleta Erebistan’a
Siudî piştgiriya wan dike, ev grup
dixwaze dewletek islamî Umewî avabike.
Gelek grupên din dewleta Qeter alîkariya wan dike.
Hinek grupên islamî wekî Daiş di bin nave
cîhadê şer dikin û dixwazin dewletek islamî li Şam û İraqê avabikin. Piranîya
wan li bajarê Reqqa, Dêra Zorê û
İdilib’ê cihê xwe digrin.
Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra alîkariya xwe
ji Turkî digirin ji bo wê li bakurê Surî şerdikin û êrîşî kantona Efrîn’ê li ser sînor dikin da
ku Cerablûs û Ezaz têxin bin kontrola
xwe de ji ber ku li Cerablûs’ê Turkmen hene, Turkî dixwaze bi riya Ehrar El Şam
û Cebhet El Nusra bi hinceta parastina pêkhateya Turkmen derbasî Cerablûs bibe
û herêmek ewleh avabike ji bo kantona Kobanê û Efrîn’ê nebi yek.
Riya di navbera Heleb û Ezaz, Ezaz û Efrîn riyên
serekene ji ber vê dijmin Efrîn
dorpêç kiriye û her tişt li ser qut kiriye.
Yekbuna
fikir û armanc:
Rejim û hêzên muxalif yan jî çete, fikrê
wan yê yek ol û yek netew, yek dewlet, derket holê. Ji ber wê gel pêwistî bi
hêzek ji bo hemu pêkhatî tê de cih
bigrin dîtin daku parastina xwe bi xwe bikin ji ber ku grupên çekdar dixwazin
her kesî bi hovitî bikin musliman. Her kes dixwazi li gor berjewendiyê xwe gel
birêvebibe û pêkhateyên din li ku derê bin û çawa jiyan bikin ew jî ji wan re
ne girînge, yan wê bibin wekî wan hov û zilm û işkence li gel bikin hetanî ku
bibin kole û li hemberî tiştên ku dibe bê deng bibin û qebulbikin.
Hêzên
Suriya demokratîk û rola wê:
Di 11 / 10/2015 hêzên Suriya demokratîk QSD ê hate ragihandin, ev hêz beşek leşkeriye ji hemu pêkhateyan pêk tê
wekî Ereb, Kurd, Suryan, Elewî, Turkmen, şîaa û h.w.
yekîneyên ku tê de cih digirin:
kowalisiyona Erebî, Surî, Artêşa Siwar, hêzên Senadîd, Burkan El Furat. Kombunên
taburên Cizîrê, meclisa leşkeri ya suryanî, YPG,YPJ.
• Armanca
wê ewe ku parastina hemu pêkhateyan bike û avakirina civakek xweser ne tene ji
bo netewek yan ji bo mezhebek, ev hêz ji bo hemu gelên
Surî pêşerojek azad û demokratik hêvî
dike û li ser wî bingehî tekoşîna xwe berdewam dike û her ku diçe gelek tabure
tevlî dibin ji ber ku bawerî bi idiyolojiya wê tînin û naskirine ku çawa
rêveberiya xweseriya demokratik ji bo hemu civak bê cudabun pergalek wekhev
avakiriye û parastina sivîlan kiriye dê ev hêz jî jiyaneke aram avabike.
Hêzên Suriya demkratîk 16% di bin kontrola wê de ye û bi taybet di demên dawî de gelek gund û
cihên stratîjîk wekî gundê Tinib, Keştar, Şewarxa, Bendava Tişrînê, ev hêz di demek kin de
serkeftinîn cur be cur bi dest xist ji ber vê metersiyek li ser dijmin û dewletên
derve çêkir.
Li gorî ku tê xwiyakirin DAİŞ bi taybetî dê
bi aqilmendiya Tirkiyêyê êrîşen xwe yên li ser QSD’e bidomîne, Lê di çarçoveya
peymana bi Tirkiyê re, DAIŞ wê ji rojhilatê Ezaze xwe vekişîne
u çeteyên Ehrar El Şam, El Nusra û Sultan
Murad li heremê bicîh bike. Li aliyê din ger ku DAİŞ ji aliye hêzên QSD’e ve ji
Minbice bê derxistin, wê rejîma Suriyeyê jî hewl bide ku li herêma
Babe
bi cih bibe.
Bi giştî planên dijmin li ser Surî perfireh
dibe, dewleta Tirk û rejîma Surî gelek hewldidin ji bo QSD ‘e li suriyê bê bandor bihêlin û
tunebikin.
Bi
tevî ku gelek şoreşên rabune ne gihiştine encamên serkeftî ji ber yekbuna
dewletên desthilatdar, lê şoreşa li Rojava û Surî dê encamek serkeftî bi dest bixe, ji
ber ku idiyolojya wê azadiya hemu pêkhateyane, gel bewerî bi vê pergalî anîne û
heyanî ku bighêjen azadiyê dê bi tekoşînek bê hempa li ber xwe bidin.
Sema
Şiyar
Kürdistan
Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com
– www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Rejîma
Surî û armanca Rusiya di Surî de:Qaşo
hêzên muxalifin:Yekbuna
fikir û armanc:Hêzên
Suriya demokratîk û rola wê: Babe
bi cih bibe.Sema
ŞiyarKürdistan
Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com
– www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com