No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

Li Til Temir û Mexmûrê bi deh hezaran kes 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A
Home Bölümler Haberler

09 Ekim 2018 Salı Saat 09:36

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo şermezarkirina 9’ê cotmehê ya salvegera derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji Sûriyê, li bajarê Til Temir a girêdayê Herêma Federaliya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û Kampa Mexmûrê bi deh hezaran kes derketin kolanan û bi meşek girseyî li darxistin.

Ji bo şermezarkirina 9’ê cotmehê
ya salvegera derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji Sûriyê, li bajarê Til
Temir a girêdayê Herêma Federaliya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û Kampa Mexmûrê bi
deh hezaran kes derketin kolanan û bi meşek girseyî li darxistin.

Li bajarê Til Temir a girêdayê
Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ji çarêya Malbata Şehîdan heta semta Senayiyê
ya Riya Hesekê, di nava wan de rêveber û hevserokên saziyan, ji gelek heremên
derdorê yên Kurd, Çerkez, Tirkmen, Suryanî-Asûrî, Ereb bi deh hezaran kes
beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan, panqart, dovîz û dirûşmeyên wek e
“Bimire komploya navneteweyî , “Dîlgirtina Ocalan dîlgirtina gelan e, em dê bi
felsefeya Ocalan wê dîlgirtinî bişkênin , “Bijî Serok Apo hatin vekirin. Meşa
girseyî ku gihişt nêzî Senayiya Til Temir, li vir piştî deqeyek rêzgirtinê li
ser navê TEV-DEM’ê û Malbatên Şehîdan a Til Temirê axaftin hatin kirin û
balkişandin ser komploya navdewletî û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ku
têkoşîneke bêhempa lê tê dayîn. Her wiha di axaftinan de hat gotin ku bi vê
yekîtiya gelên Ereb, Kurd, Çerkez, Suryanî, Tirkmen û hwd in ku bi felsefeya
Ocalan gihiştine hev dê vê tecrîdî rabike û Ocalan azad bike.

Li Wargeha Mexmûrê jî ku ji 10
hezar zêdetir kes derabeyên kargehên xwe girtin û li ber avahiya Şaredariyê kom
bûn. Xwendekarên dibistanan bi kincên xwe yên dibistanê pêşiya girseyê de
wêneyên Ocalan, panqarta “Bi mire komploya 9’ê Cotmehê , “PKK vekirin û ber bi
anfiya Navenda Çandê ve meşiyan. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê
rêveberiya wargehê û Malbata Şehîdan axaftin hatin kirin û 9’ê Cotmehê hat
şermezarkirin.

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Tags: 9araştırmacotmehekurdiKurdishkurdistanLekolinMexmurtemirtilTurkishTürkiye
Share216Tweet135
Previous Post

4+4+4= Asimilasyon

Next Post

YPG: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin

Lekolin

Lekolin

Next Post

YPG: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi