Me berê eşkere kiribû ku Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) ku di komkujiya zêdetirî hezar sivîlên elewî li bajarên peravê yên wekî Lazkiye, Tartûs û Cebleyê de rolek lîstiye, bi zêdekirina tevgerên xwe yên îstîxbaratî li herêmê bingeha stratejiyeke demdirêj daniye û bi rêya çeteyên radîkal ên ku ji Îdlibê veguheztine deverên peravê, êrîşên komkujiyê yên nû plan dike.
Niha hatiye hînbûn ku dewleta Tirkiyeyê ku hebûna xwe ya leşkerî û îstîxbaratî li herêmê xurt dike, bi rêya şîrketan jî li dû parek mezin ji xaza herêmê ye.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, şîrketa Tirkî Limak û şîrketa Sûrî Phoenix li Girava Arwad û derdora wê ku bi qasî 3 km dûrî perava Tartûs, Sûriyeyê ye, projeyek derxistina gazê dane destpêkirin. Hat hînbûn ku proje plan dike ku binesaziya gazê ya nûjen di bin navê tesîsên geştiyariyê de bi şêwaza mîmariya kevn a Erebî were avakirin.
Alî û dewletên ku di projeyê de para wan heye ev in:
-Şirketa Limak → Tirkiye
-Şirketa Fenike → Sûriye
-El-Hayat International → Îmarat
-Chevron → DYA
-Rabit et-Teknik → Rûsya (Şirketa Rûsî dê boriyê deyne)
Li gorî peymana destpêkê ya heyî, belavkirina parkirinê wiha ye:
-Tirkiye: %30
-Rûsya: %30
-DYA û welatên Kendavê: %30
-Sûriye: %10
Di demekê de ku hikûmeta demkî ya Şamê rezervên gazê yên li herêma peravê dide dewletên din, ew alî ye ku para herî kêm a çavkaniyên gazê di avên xwe yên herêmî de werdigire. Rezervên dewlemend ên gazê û cihê jeostratejîk ê perava Sûriyeyê vê pêşbaziya dijwar rave dikin. Me destnîşan kir ku di navbera Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî û Tirkiyeyê de ji bo projeyên aborî û enerjiyê li perava Sûriyeyê, bi taybetî di demên dawî de, pêşbaziyek eşkere heye. Her wiha hate zanîn ku di çarçoveya projeyê de, şîrketa Rûsî dê ji Girava Arwad heta Tartusê boriyek gazê deyne û Chevron, digel hevkarên xwe yên Kendavê, dê mafê hilberîna mîqdarek girîng a gazê bi dest bixe.





