• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Gotarên

Helbest Jiyan e! – BEŞA 1

Ne mirov ne nebat û ne jî ti zindî bê helbest nikarin bijîn. Ji ber ku wateya helbestê hest e. Qasî ku em ji rêbaza kuantumê fêr bûne, di gerdûnê de, her tişt zindî ye

Yayınlayan Lekolin
23 Ocak 2024
Kategori: Gotarên
311 17
A A
Helbest Jiyan e! – BEŞA 1
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Beriya Pêşgotinê

Ji bo cangoriyên doza azadiyê û lehengên çand û wêjeya azad, ez dê hest û nêrînên xwe li ser mijara helbestê bînim ziman. Di beşa pêşgotinê de, ez dê hewil bidim, bi çend mînakan girêdana helbestê, bi jîyan, xweza û kuantumê bînim ziman. Piştra ez dê di beşa destpêkê de mijarê berfirehtir û kûrtir bikim.Ez dê hewil bidim, bi mînakên hêsan, têkilîya helbest û jiyanê raxim li ber çavan ku ka em çiqas di koka xwe ve girêdayî ne. Piştî beşa destpêkê, ez dê êdî rasterast derbasî beşa têketinê bibim. Ez dê têkevim mijara helbestê ya di roja me de û serbihuriya helbesta resen. Ez dê hewil bidim ji her aliyê ve binirxînim. Ji ber ku gelek kes wek helbestvan an jî helbestkar derketine, lê di eslê xwe de tu têkiliya wan bi helbestê nîne. Ez dê hewil bidim ji dîrokê mînakan bidim ku helbesta resen ketiye di bin bandor populîzm, kapîtalîzm û arabesktîzmê. Piştî vê beşê jî beşa encamê tê. Ez dê di beşa encamê de, bi kurtasî bandora helbestê li ser civakê, malbatê û bi taybet jî li ser wêjeyê binirxînim. Di “gotina dawî” de ez dê li ser çend mijarên “taybet” rawestim û bi dawî bikim.

Pêşgotin

Ne mirov ne nebat û ne jî ti zindî bê helbest nikarin bijîn. Ji ber ku wateya helbestê hest e. Qasî ku em ji rêbaza kuantumê fêr bûne, di gerdûnê de, her tişt zindî ye. Ev jî tê vê wateyê ku her tişt xwedî hest e. Ma kî dikare bipeyitîne (îspat bike) ku pirtikên jêr atomê bê hest tev digerin. Ev pirtikên ku em qala wan dikin. Xwedî tevgerên aheng û hevseng in. Carna bi lib û carna jî bi pêl xwe didin xuyakirin. Ev tevgera wan a rewşedar (muhteşem), mirov ber bi hest û xewnên kûr û dirêj ve dibe. Çawa ku helbest bi du şêwazan (helbesta bi pîvan, helbesta azad) tê nivîsîn. Bi heman rengî, tevgera jêr atoman jî xwedî du cureyan e. Heke mirov hinekî din xwe berde nav tevgera pirtikan, mirov dê bibîne ku xwedî herikîneka azad û jiyaneke wekhev parve dikin. Heke mirov mana û wateya helbestê bi çavekî gerdûnî lê binêre û şîrove bike, dê mirov bibîne ku sira hestan bêdawîtîya herî bedew, di pirtikên jêr atoman da tê jîyîn. Em dizanin ku hemû zindî ji van pirtikan pêk tê. Ev jî me piştrast dike ku hemû zindiyan de hest hene. Yanî her tişt di reseniya xwe de, xwedî jîyaneke helbestwarî ye. Em jibîr nekin ku pêşîyên me gotine: “Her tişt li ser koka xwe şîn dibe.” Me li jorê anîbû ziman ku koka her tiştî ji jêr pirtikan pêk tê. Ev pirtikên ku gerdûna me dixe nava hevsengî û ahengeka wisa ku mirov li ber sermest dibe.
Em hinek qala vê ahengîya ku mirovan aşiq û evîndarê xwe dike bikin. Em bala xwe bidinê, zivirîna gerstêrkan. Çêbûna çar demsalan, zivistan, payîz, bihar û havîn, nîşanî me dide ku ev xwedî ahengeke baştirîn e. Em li çêbûna helbesta pêşîn binêrin. Helbesta ku em di roja me ya îroj de jê ra dibêjin “helbesta klasîk”. Ev cure helbest, ji çarîkekê pêk tê. Yanî ji çar rêzan pêk tê. Heman wek çar demsalan. Çawa ku her demsal di nava xwe da jî xwedî ahengekê ye û di xwe de li gorî wê amade dike, her rêzek helbestê jî xwedî heman wateyê ye. Barîna baran û berfê gelek tiştan bi bîra mirovan tîne. Her dilopek baranê, an jî her peşkeka berfê, xwedî hevsengiyên wisa qewîne ku ne ba û ne jî bahoz dikare ahengiya wan  a barînê xira bike. Ev jî bi me dide zanîn ku di navbera wan de têkiliyeke hestwarî heye. An jî helbestwarî ye. Ji ber ku ev pirtik hem wek pêl û hem jî wek lib xwe didin herikandin.
Em li hunandina helbestê binêrin. Helbest jî hem rêz bi rêz xwedî wate û ramanê ye hem jî wateyeka gelemperî di hundirê xwe de dihewîne. Ji bo baştir were fêmkirin, em çend mînakên din jî bidin.

Hin Mînak û Şibandin

Bihesibînin baxçeyekî gulan li pêşberî we ye. Di wî baxçeyî de cur bi cur gul hene. Heke mirov ji dûr ve wan gulan bîhn bike, dê bîhneka giştî ya hemû gulan di hundirê xwe de dihewîne, were bîhn kirin. Lê heke ku te xwe nêzî wan kir, tu dê bîhna her guleka cuda bîhn bikî. Pircurebûna gulan hem ji aliyê dîtbarî ve mirovan bandor dike hem jî ji aliyê bîhnê ve mirovan ber bi hest û xeyalên azad ve dibe. Çawa ku her malekê helbestê xwedî hest û ramanekî ye. Mirovan ber bi asoyên bê dawî ve dibe. Ev mînak jî bi me dide zanîn.
Em werin li ser mînaka xwe ya duyem. Dema mirov xwarinekê çêke, mirov çiqas pêre ked bide û dema xwe pêre derbas bike, ev xwarin ewqas bi çêj û xweş dibe. Lê heke tu qet xwe pêre newestînî û kedê nedî, dê xwarina te bê çêj û ne xweş be. Yanî gerek tu bizanî pîvana ava wê çiqas e, pîvana xwêya wê çiqas e, pîvana biharatên wê çiqas e û hwd. Çêkirina helbestê jî mîna çêkirina xwarinê ye. Te çiqas xwarina xwe xweş çêkir wê ewqas were xwarin. Nexwe te xwarina xwe xweş çênekiribe, dê were avêtin û kesek naxwe. Hunandina helbestê jî bi vî awayî ye. Te li ber helbesta xwe ked neda, dema xwe nediyê, dê kes ne bixwîne û ne jî guhdar bike. Ji ber ku te pîvanên helbestê bicih neanîne. Te xwêdan nerijandiye. Te bi dilê xwe yê helbestwarî nenivîsandiye. Ji bo wî jî helbesta te bê çêj maye.
Ka em derbasî nimuneya xwe ya sêyem bibin. Wekî hûn jî dizanin. Di xwezayê de sê rengên bingehîn hene, sor, zer û şîn. Lê lihevxistina van sê rengan bi milyonan rîtîm tê pêşberî me. Di helbesta resen de jî heman qaîde derbas dibe. Ev jî ev in. Wezn: Yanî pîvana helbestê. Qafîye: Yanî ahenga helbestê. Ya din jî redîf e. Yanî: Xweşikkirina helbestê. Wezn, qafîye û redîf. Ev jî di nav xwe da beş bi beş dibin. Em dê piştra li ser van xalan bisekinin. Çawa ku hatina van sê rengan li gel hev xwezaya me reng bi reng tê xemilîn, mirov jî bi sê xalên bingehîn ya helbestên resen dikare warê hest û xeyalan bixemilîne. Pircurebûna rengan, di heman demê de, di me de jî pircurebûna helbestan tîne bîra mirovan. Çawa ku reng ji bo hemû gerdûn û gerstêrkan bi wate ye, heman tişt ji bo helbestê jî derbasdar e. Helbest jî ji bo hemû zindiyan heman tişt e. Ne gerdûn û gerstêrk bê reng dibin, ne jî zindî dikarin bê hest û helbest bijîn. Bi kurtî mirov dikare weha bîne ziman: Kengî gerdûn û gerstêrk karîn bê reng xwe nîşanî zindiyan bidin, dê hingî mirov karibin bê hest û helbest bijîn. Lê qasî ku em têgihiştine her du jî ne gengaz in. Çawa ku her bi derketina rojê re, gerdûna me reng bi reng dixemile. Xwendin û guhdarkirina helbestan jî mirovan bi coş û xiroş dike.
Em derbasî mîsala xwe ya dawî bibin û pêşgotina xwe bi dawî bikin. Em hemû pê dizanin ku tişta herî zêde li ser mirovan bandor dike yek ji wan jî muzîk e. Muzîk ruhê mirovan dixe tevgerê. Muzîk carna xemgîn, carna dilşad dike. Carna dikenîne, carna jî digirîne. Mirov li ber senfonîya muzîkê, carna ji xwe ve diçe, carna dikeva xeyalên kur û dirêj û pêda diçe. Carna mirov xwe di nav şerekî giran de dibine û carna jî mirov dibe aşiq û evîndar. Carna mirov dibe egîd û carna jî mirov dibe qehremanekî nemir. Carna mirov dibe mêrxas ku li hemberî hezar û heftsed siwariyan şer dike û carna mirov dibe jinxasek ku ji bo nekeve destê dijmin, xwe di zinaran de wer dike(davêje). Carna mirov dibe kalekî heftî an jî heştî salî li ser dîwaran rûniştî û carna jî mirov dibe dayîkeka kezeb şewat, bi çavên girî li rêya kur û keça xwe dimîne. Bi guhdarkirina muzîkê mirov navdar, zanyar û feylesofên xwe nas dike. Mirov çand, dîrok, ziman û wêjeya xwe fêr dibe.

Girîngîya Hestan

Ev hest û xalên me li jor anîn ziman hemû bi nota tên zanîn. Anîna notayan li gel hev melodî ava dibe. Wekî ku em tev jî dizanin, di notayên muzîkê de heft nota hene, do, re, mî, fa, sol, la û sî. Bi van heft notayan bi milyaran muzîk tên ava kirin. Heke em werin li ser mijara xwe ya helbestê, helbest: Ji alîyê naverok anku ji aliyê mijarê ve heft cure ne. Helbestên pesindanê, xwezayê, êş û ken, rexneker, eşq û evînî, bi şîret û helbestên zarokan hene. Em dê piştra yek bi yek li ser van bisekinin. Dema mirov baş bala xwe bide şêwaz û rêkûpêkiya muzîkê, mirov dê pir baş bibîne ku bingeh dîsa helbest e. Yanî ji bo tu bikarî melodî çêbikî, pêwîste tu xwedî hest bî. Me li jor jî anîbû ziman ku têgeha helbestê jî ji hest zêde bûye. Tu çiqas li ser melodiyê kar û xebat bikî jî heke te bi hestên xwe yên helbestwarî çênekiribe, ew melodî dê neyê pejirandin û guhdarkirin.
Ev her çar mînakên me dane, her çar jî bi hev ve girêdayî ne. Yek bê ya din nabe. Ev her çar mînak bingeha jiyanê ne. Jiyan ne bê reng dibe û ne jî bê muzîk dibe. Ne bê xwarin dibe û ne jî bê hevsengî dibe. Carna dengê herikîna avê ji te re dibe senfonîyek, carna cîvecîva çûk û bilbilan ji mirov ra dibe awaz û aheng. Carna vijevija ba û bahozê ji mirov re dibe melodî ku tê da hesreta bi salan ji dil û hinavan dertîne. Carna jî şîqeşîqa ewr û birûskan mirov ji xewa mirinê şiyar dike.

Encam

Em hatin dawîya pêşgotinê. Tiştên me li jor anîn ziman. Tiştên esas û bingehîn bûn. Di beşa destpêkê de, em dê hewil bidin, mijarê berfirehtir bikin û ber bi têketina mijarê ve herin.

Şoreş ÛZÎMÎ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: AhengÇandCivakGiringiya HêstanHelbestHûner
Önceki yazı

Zîndana Îmraliyê Cihê Berxwedaniya Prometeusê Duyemîn Rêber Apo Ye!

Sonraki Haber

Helbest Jiyan E – BEŞA 2

Benzer Haberler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1
Analîz Siyasî

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

8 Haziran 2025
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

7 Haziran 2025
Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye
Analîz Siyasî

Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye

18 Mayıs 2025
Sonraki Haber
Helbest Jiyan E – BEŞA 2

Helbest Jiyan E – BEŞA 2

Öne Çıkan Yazılar

  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

    492 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Önerilenler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist