• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Guhertina Demografya Li Serêkaniyê Çewa Tê Kirin?

Dewleta Tirk a dagirker ji bo projeya xwe a guhartina demografî temam bike dem bi dem malbatên wan komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve weke malbatên çeteyên Idlibî, malbatên Îraqî û kesên biyanî anîn herêmê û li malên kurdan bi cih kirin.

Yayınlayan Lekolin
3 Ağustos 2023
Kategori: Analîz Siyasî
252 3
A A
Guhertina Demografya Li Serêkaniyê Çewa Tê Kirin?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di destpêka aloziya Sûriyê û piştî şoreşa 19 Tîrmehê di sala 2012 an de, dewleta Tirk a dagirker dest bi mûdaxeleya Sûriyê kir, bi taybet piştgirî da çeteyên Artêşa Azad û hêzên leşkerî yên pêve girêdayî. Her wiha destekdayîna wê ji bo Pozisyona niştîmanî ya Sûrî jî weke sîwanekî siyasî ji xwe re dît û bikar anî. Ev hêz di 8’ê Sermawezê 2012’an de birin herêmên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Serêkaniya dagirkirî da ku projeya netewa demokratîk xirab bike. Pêre çeteyên Artêşa Azad gûherîn ketîbeyên Cebhet El Nûsra û  di nav van komên çekdar de rastiya çeteyên Daîşê bi awayekî şênber li bajarê Serêkaniyê derket hole. Piştî wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di sala 2015’an de bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizkarkirin û hemû planên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Erdogan ê faşîst bin pê kirin. Dema ku rastiya hêzên parastinê û pirojeya wê ya rizgarkirina welat hate naskirin û bi demê re saziyên rêveberiya xweser hatin damezrandin, hemû pêkhateyên li Serêkaniyê tevlî nav refên YPGê bûn. Ev hêza parastinê her çû mezintir bû, ev yek aciziyek ji dewleta Tirk a dagirker da çêkirin.

ACIZIYA WAN GIHIŞT ASTA KU ÊRÎŞÊ GORÊN MIRIYAN BIKIN 

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku ev proje bi ser nekeve bi hemû awayî êrîş li herêmê da çêkirin. Di sala 2018’an de Efrîn dagirkir, di sala 2019’an de Girê Sipî û Serêkaniyê jî dagirkir, lê vê carê dewleta Tirk a dagirker ji bo bikaribe projeyên xwe bidomîne, gava yekemîn ku avêt li herêmên dagirkirî gûhartina demografî bû. Di destpêka dagirkirina Serêkaniyê de êrîşê gundên Îzîdiyan kirin ên wek e gundê Şikriya, Can Temir, Lezqa yê heta gor û goristanên miriyan ji topbarana dewleta Tirk a dagirker bê par neman. Di heman demê de gorên şehîdan li Serêkaniyê talan kirin û kirin cihê perwerdeya Çeteyan. Bi rengekî giştî mirovên ji derdora 200 gundên ku ji malên xwe derketin nema hiştin ku vegerin malên xwe û derdora 150 hezar kes pêre koçber bûn.

BI KIRYARÊN QIRÊJ XELQÊN BAJÊR KOÇBER KIRIN

Di heman demê de dewleta Tirk û çeteyên wê dest danîn ser hemû mal û milkên xelkê û kesên ku di malên xwe de mane gefên kuştinê li ser wan kirin da ku ji malên xwe derkevin. Bi demê re istixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi revandina sivîlan kirin û fidiyayan ji malbatên wan xwestin da ku wan berdin. Her wiha bi kiryarên tecawizê jinan, lêdan, kuştinê xwestin xelkê Serêkaniyê koçberî cihên cuda cuda bibin. Li Serêkaniyê çetan bajar ji xwere kirine weke beşan her fesîleyek an jî komek çeteyan cihekî bi rêve dibin û her komek çete ji wan li gorî sîstema xwe didin meşandin û her yek jî zindaneke taybet li gel wan heye. Di nava bajêr de zindaneke taybet a jinan jî heye û wan işkence dikin û tecawûz dikin. Piraniya wan jî ji ber ku tenê Kurdin bi hincet û senaryoyên ku piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser dihatin girtin û beranberê wê ji malbatan pere dixwestin.

REVANDIN Û XWESTINA FIDYEYÊ JI BO ÇETEYAN BÛYE DERIYÊ DEBARÊ

Ev kiryarên revandin, zindankirin û ji malbatê fidye (pere xwestin) êdî ji bo hemû ketîbeyên çeteyan re bibû deriyê debarê û talaniyê. Êdî hate asta ku gelek caran çete di nava xwe de êrîşî hev dikirin. Sedemeke din a çete ku xwe bi xwe lihevketin jî kirîn û firotina madeyên hişbir bû.

PROJEYA GUHERTINA DEMOGRAFIYAYÊ

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker ji bo projeya xwe a guhartina demografî temam bike dem bi dem malbatên wan komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve weke malbatên çeteyên Idlibî, malbatên Îraqî û kesên biyanî anîn herêmê û li malên kurdan bi cih kirin. Ji xwe di du salên dawî de komên çete yê bi navê Sayîron tevî malbatên wan derbasî Serêkaniyê bûn û bi taybet li taxa Hewarna bi cih bûn. Xelkê taxê ji malên wan derxistin da ku DAIŞ’î û malbatên wan têde bi cih bibin. Hejmarek ji wan jî (nasname) cinsiya Îraqî bi wan re hene, ji bo pêşî lêgirtina hebûna Daîşê li herêmê bê veşartin. Parastina vê taxê derxistin asta jor.

Di van demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê senariyoya revandina DAIŞ’ê ya li girtîgehan dan ragihandinê. Bi vê hincetê DAIŞ’ê perwerde dikin da ku di demên pêş de kiriyarên ku bên kirin dewleta Tirk a dagirker neyê tohmetbar (sucdar) kirin. Ji xwe gundên ku nêzî sînorê Bakûrê Kurdistanê mîna projeya Meco  ya ku dikeve Rojhilatî Serêkaniyê û gundê Reşo Etiya jî dagirkirin da ku serbazên Tirkan û çeteyên wê serbest derbasî Tirkiyê bibin û çûn û hatina wan hêsan bibe. Kêleka vê yekê çi kesên ku li Serêkaniyê hatibe dîtin, hatin girtin bi tohmeta ku piştgiriya QSDê dikin yan jî bi wan re kar dikin. Bi vê rêbazê xwestin ku tirsê di nav gel de bidin çêkirin û kesên ku mal û milkên wan hene koçber bibin. Di sala 2022’an de dewleta Tirk a dagirker dest bi rêbazekî nû ya gûhrtina demografî kir. Vê polîtîkayê jî bi riya firotina malan a li Serêkaniya dagirkirî, mîna kesê bi navê Salih El Miêşî di riya parêzerê Minhel El Sayîr ku li Çargoşeya Ewlehiyê ya li bajarê Hesekê dimîne û dibe xizmê Xelef El Sayîr ku niha ev kes li Serêkaniyê bi MÎT a Tirk re kar dike, dest bi firotina xaniyan dikin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmê di warê fikrî û bawerî de li gor fikrê Osmaniya nû pêşbixîne û fikrê Islama Tundrew belav bike girîngî dide dewreyên ezberekirina Quranê li mizgeftan. Bi vê rêbazê çandina fikrê netewperestî, ol perestî di nav jin û zarokan de dide çêkirin.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê û serkeftina Erdoganê faşîst di komarê de, bi awayekî lezgîn dest bi koçberiya zorê li ser xelkên koçber yên Sûrî kirin û şandin herêmên dagirkirî. Careke din hevpeymana di navbera hikûmeta Erdogan û rejîma Sûrî ya şofînî ku di demê kembera Erebî de hatibû plankirin û projeya Mihemed Teleb Hilal de wê demê çêkiribûn hate nûjen kirin. Armanca vê gûhartina demografî jî ewe ku çandekî dûrî çanda resen a herêma Serêkaniyê bê jiyîn, di heman demî de ferq û cudahî di nav pêkhateyan de bê çêkirin, kurdan bi qirkirinekî nû re derbas bikin.

Viyan TOLHİLDAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Çeteyên DAİŞêDemografyaDewleta Tirka DagirkerKoçberîMITSerekaniye
Önceki yazı

Başûrê Kurdistan Bûye Bazara Kûjerên MÎT’ê- BEŞA 2

Sonraki Haber

Hewildana Darizandin û Têkbirina Pergala Rêveberiya Xweser- BEŞA 1

Benzer Haberler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1
Analîz Siyasî

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

8 Haziran 2025
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

7 Haziran 2025
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

6 Haziran 2025
Sonraki Haber
Hewildana Darizandin û Têkbirina Pergala Rêveberiya Xweser- BEŞA 1

Hewildana Darizandin û Têkbirina Pergala Rêveberiya Xweser- BEŞA 1

Öne Çıkan Yazılar

  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Önerilenler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist