Dewleta Tirk a dagirker ku bi sûdwergirtina ji êrîşên HTŞ’ê yên di 27’ê Mijdarê de li ser gundewarên rojavayê Helebê dest bi êrîşan kiriye, ji aliyekê ve bi cihkirina çeteyên DAIŞ’ê ku li xeta Serêkaniyê û Girê Spî kom kirine, ji aliyekê din ve jî dosyayên sexte di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê amade kiriye pêşkeşê parlementerên Yekîtiya Ewropayê (YE) dike. Weke Lekolin.org em herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê anîne, navên çeteyan û naveroka dosyaya ku pêşkêşî Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin deşîfre dikin.
Ji 27’ê Mijdarê ve êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên Tişrîn û Qerekozak didomin. Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bin maskeya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) de kom kirine, fînanse kirine û birêxistin kirine, li ser bejahiyê dimeşîne, ji hewayê jî bi balafirên F16 û balafirên bi çek ên bê mirov bi dijwarî bombebaran dike.
Nêzî hezar çeteyên DAIŞ’ê yên bi maskeya SMO’yê ku di êrîşên 44 rojan de li dijî Tişrîn û pira Qerekozak tevî her cure desteka hewayî û bejayî ya dewleta Tirk a dagirker ti pêşketin bi dest nexistin, ji aliyê QSD-YPG-YPJ’ê ve hatin kuştin. Şervanan, bi sedan tank û maşînên zirxî yên ji aliyê Komara Tirk a dagirker ve hatibûn îmhakirin.
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, hat hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo derbaskirina astengiyê û belavkirina êrîşên dagirkeriyê, talîmat daye MÎT’ê ku şaneyên razayî yên DAIŞ’ê kom bike. Di talîmatê de hate diyarkirin ku divê çeteyên li Efrînê û gundewarên wê bi taybet çeteyên DAIŞ’ê yên di nava sînorên Tirkiyeyê de bên komkirin.
Herêmên ku şaneyên binavûdeng ên DAIŞ’ê yên ku tê plankirin derbasî xeta Serêkaniyê û Girê Spî bibin, wiha ne:
-Navçeya Kadirli ya Osmaniye
-Gundê Haydarlar ê Hatayê
-Gundê Bulamaçlî yê Kilîsê
-Gundê Saatli yê Kilîsê (Li nuqteya ewlehiyê ya çeteyên DAIŞ’ê rêveberên payebilind hene. Beşek ji wan peywendiyên di nava DAIŞ’ê de, hin jî fermandar in.)
-Li Kîlîsê li nêzî Qereqola Sînor a Mehmet Yaylaci jî nuqteyeke ewlehiyê heye ku rêveberên payebilind ên DAIŞ’ê û fermandarên pileya yekem lê dimînin.
-Rastê gundê Akincî yê Kilîsê, li baregeha taybet a ji aliyê Komara Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, çeteyên payebilind ên Partiya Îslamî ya Tirkîstan û çeteyên DAIŞ’ê yên pispor ên dron hene.
-Rêveberên payebilind ên Hurrasedîn û DAIŞ’ê li cihê veşartî ku li derdora Kampa Hawarê ya li Hawar Kilisê hatiye avakirin hene û ji sala 2019’an ve hatine perwerdekirin.
-Çeteyên pilebilind ên DAIŞ’ê li bajarokê Meydan Ekbes ê Efrînê.
Di malpera me ya Lekolin.org de Nûçeyên Taybet ên 13’ê Kanûna 2024’an de, flaşdîsk a çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Haşim Yusif Mihemed Selîm El Îcelî ku di nav çeteyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbic û Tişrînê de hatibûn kuştin de bû hat dîtin. Di flaşdîskê de derketibû holê ku nav û wêneyên 415 çeteyên DAIŞ’ê yên tevlî êrîşên ser Minbicê bûne û xwe di bin sîwana çeteyên girêdayên dewleta Tirk a dagirker de bi cih kiribûn.
Hate hînbûn ku gelek çeteyên DAIŞ’ê yên ku me li jor behs kir û me cihê wan diyar kir, beriya niha li kampên girêdayê Partiya Îslamî ya Tirk a li gundê El-Cenûdiye ya Idlibê ji aliyê fermandarên MÎT û Artêşa Tirk ve perwerdeya sabotaj û balafirên bê mirov dîtine.
NAVÊN NÛ YÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê KU JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATINE BICIHKIRIN
Navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku li xeta Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku amadekariyên êrîşên nû yên dagirkeriyê dike, wiha ne;
1- Mihemed Fedil Eldîn Oxlî; bi eslê xwe Ozbekistanî ye, 38 salî ye. Ew berpirsê êzîdiyên ku li gundê Harim ê Idlibê dîl hatibûn girtin bû.
2-Mihemed Umer Safî, bi eslê xwe ji Sûriyê, 34 salî. Berê jî yek ji berpirsên DAIŞê yê li herêma Reqayê bû.
3-Adil Bînza Matof; bi eslê xwe Ozbekîstanî ye, pisporê teqemeniyan e, beriya niha li Rûsyayê ji bo endaman tevlî DAIŞ’ê bike dixebitî.
4-Teha Xelîl Şaxwan, bi eslê xwe li bajarê Mûsilê yê Iraqê ji dayîk bûye, 36 salî ye. Berê jî di qetlîamên Şengalê de cih girt.
5-Hesen Ewlo Bîktor, 48 salî, bi eslê xwe ji Qirgizistanê ye. Ew berê efserê asayîşa DAIŞê li Iraqê bû.
6-Hemam Şemis Eldîn bin Behir 36 salî Endonezyayî ye. Pisporê teqemeniyan. Di gelek êrîşên sabotajê de cih girt.
7- Mistefa Yenmûr Bayêf, 32 salî Çeçen (ji Şîşanê).
8-Mitleq Abid Elmezûb pisporê teqemeniyên çeteyan e ku bi eslê xwe ji Iraqê ye. Berê li bajarê Fellûce yê parêzgeha Enbarê kar dikir.
9-Teymûr Akan, 39 salî, bi eslê xwe Tirk e. Bi radîkalîzma xwe tê naskirin. Efserekî asayîşê di nava DAIŞê de.
10- Şefîe Kerîmofa, 32 salî ye û ji Tacîkistanê ye.
11-Ahîd Afan, 34 salî, bi eslê xwe Tirk e. Ew pisporê teqemeniyan e.
12-Fethî Karaşay, 37 salî, bi eslê xwe Tirk e. Berê Berpirsiyarê Ewlekariyê ya DAIŞ’ê ye, berê li bejahiya Minbicê tevdigeriya.
13-Nedîm Donmiz ku bi eslê xwe Tirk e û 36 salî ye, yek ji berpirsiyarê ewlekariyê ya çeteyên DAIŞ’ê ye. Berê li Iraqê operasyon kiriye.
14-Osman Aryen, 37 salî, bi eslê xwe Tirk e. Yek ji serçeteyên DAIŞ’ê ku operasyonan pêk tîne, di nava Hêzên Hevbeş de jî tevdigere.
DIXWAZE DURÛTIYA XWE BI EWROPA BIDE BAWERKIRIN
Ji aliyekê ve dewleta Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku me li jor navên wan bilêv kiribûn di refên herî pêş de digire, ji aliyê din ve jî xwe wek e hêzek li dijî DAIŞ’ê têkoşînê dike dide nîşandan û ji bo pêşkeşê parlementerên Yekîtiya Ewropayê bike dosya sexte amade kiriye. Bi vê yekî dixwaze QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava reş bike û tewcih bike.
Mijarên dosyaya ku rayedarê MÎT’ê yê bi navê Kemal Aslan amade kiriye wiha ne:
-Rêveberiya Xweser û QSD`ê endamên DAIŞ`ê di nava hêzên xwe de bi cih dike.
-Rêveberiya Xweser kadroyên PKKê li nav axa Sûriyê vedişêre.
-Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi şaneyên Îranê tijî bûne ku dê li dijî hêzên koalisyonê bide bikaranîn.
– Şêniyên Ereb ên gundên Minbicê, Bendava Tişrîn û gundewarên Rojava dide koçberkirin.
-Endamên DAIŞ’ê ji bo têkbirina aramiya herêmên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, derbasî bejahiya rojavayê Dêrezorê dibin.
-Rêveberiya Xweser li ser esasê guhertina demografî xelqê Ereb ên ji herêma Reqayê dide koçberkirin.
-Bi riya şaneyên razayî çalakiyên terorîstî li Tirkiyeyê dide kirin.
-QSD dê bi rêya DAIŞê avê qut bike û binesaziya gundewarên Helebê bike armanc, ev jî dê rewşa şêniyên Helebê û gundewarên wê aloztir bike.
-Dewlemendiya ava herêmên din li dijî gelê Ereb tê bikaranîn
-QSD endamên DAIŞ’ê tîne Bakurê Sûriyê û di çalakiyên li dijî hikûmeta nû ya Sûriyê de bikar tîne.
-Ew kesên ne-sûriyeyî, ku piraniya wan Îranî ne, tînin Bakurê û Rojhilatê Sûriyê.
Hate hînbûn ku dosyaya ku bi temamî li gorî perspektîfên MÎT’ê hatiye amadekirin, wê pêşkêşî Parlamenterên Ewropayê yên bi navên Celine Îmart, Evîn Încîr, Zeljana Zovko, Ursula von der Leyen, Juan Fernando û Mîck Wallace bê kirin.