Zêdetirî saleke ku di ser komkujiyên xwînî yên li başûrê Sûriyeyê ya di Adara 2025’an de derbas bûne jî, kaos û krîz li herêmê berdewam dikin. Her çend revandin, darvekirin û zextên rojane berdewam dikin jî, hat hînbûn ku hikûmeta demkî ya Şamê ku dixwaze herêmê bi tevahî kontrol bike, bi hevkariya Îstîxbarata Netewiya Tirkiyê (MÎT) planeke nû ji bo avakirina kembereke Sunnî daye destpêkirin.
Berî ku em bikevin nav hûrgiliyan, me di gotara xwe ya 27’ê Hezîrana 2026’an de behs kir ku hêzek leşkerî ku bi piranî ji nêzîkî 300 çeteyên cîhadîst ên radîkal ên ji Îdlibê pêk tê, bi koordînekirina MÎT’ê, ji bo herêma Bemleke ya parêzgeha Tartusê li gundewarê peravê hatiye şandin. Ev çeteyên ku beşek ji Firqeya 86’an in, bi piranî çekdarên biyanî yên bi eslê xwe radîkal in. Dema ku li tevgerên dawî yên firqeyê tê nihêrtin, xuya ye ku wan baregehên xwe veguheztine deverên gundewarî yên perava Sûriyeyê. Kemberek (xet) ku ji çeteyên biyanî pêk tê jî li herêma peravê hatiye avakirin. Wekî ku gotara me ya berê nîşan dide, bingeha vê plana afirandina kembera Sunnî berê hatiye danîn.
VEGUHASTINA ENDAMÊN ÇETEYAN JI DÊRAZORÊ BO BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, bi sedan endamên çeteyan û malbatên wan, bi taybetî serokên çeteyan û malbatên wan ên ku beşdarî komkujiyên li Suweyda û herêmên peravê yên Sûriyeyê bûne, bi hinceta “mal û milkên wan di bin avê de mane” li Şam û deverên derdora wê hatine bicihkirin. Ev malbatên çeteyan li deverên wekî rêya Zebedanî, taxên Miezemiye, taxên Yusuf el-Ezma, taxên Qesra Komarê, taxa el-Werd û taxa Mezze 68 li Şamê hatine bicihkirin. Piraniya van deveran ji aliyê Elewî û kesên ji olên din ve tên niştecîkirin.
Sedema bicihkirina van malbatên çeteyên xwînxwar li van deveran ev e ku îstîxbarata HTŞ îdîa dike ku li Şam û hin herêmên din ên başûrê Sûriyeyê amadekariyên serhildanekê li dijî wan têne kirin. Li ser vê yekê, armanc ew e ku ev malbatên ku ji Dêra Zorê hatine anîn tevbigerin û her serhildanek potansiyel a li dijî hikûmeta demkî ya Şamê bitepisînin. Bê guman, ev tenê lingê planê ye, lê armanca sereke ew e ku kemberek cîhadîst a Sunnî li dijî Şîe, Durzî û Elewiyan were afirandin.
Li gorî agahiyên me, kesê ku lingê Şamê yê vê plana qirêj birêve dibe Îsam Biweydanî ye, bi navê kod Ebû Hemam ku ji hêla îstîxbarata HTŞ ve hatiye erkdarkirin. Her wiha hatiye hînbûn ku cîbicîkarê planê li herêmên peravên Sûriyeyê serokê çeteyekî bi navê Ebû Abdurrahman Duma ye.
Hin ji malbatên çeteyan ên ji Dêra Zorê li akademiyên leşkerî yên li ser rêya Cusiye ya parêzgeha Humsê jî hatine bicihkirin. Ev herêm bi piranî alîgirê Şîeyan in û piştgiriyê didin Şîeyên Lubnanê. Armanc ew e ku malbatên çeteyên Dêra Zorê yên ku li herêmê bi cih bûne li dijî nifûsa Şîe werin bikar anîn.
Ji aliyê din ve, MÎT biryar da ku lîwaya xwe ya 62’an ku beşek ji artêşa Sûriyeyê ye, li peravên Sûriyeyê bi cih bike. Me di nûçe analîza xwe ya 12’ê Adara 2025’an de eşkere kir ku gelek ji çeteyên ku ji herêmê re hatine şandin berê beşdarî komkujiyên li Başûrê Sûriyeyê bûne û me van koman deşifre kiribû.
Hikûmeta demkî ya bi serokatiya HTŞ li Şamê, digel MÎT’ê re, bi awayekî sîstematîk malbat û komên çeteyan ji Dêra Zorê li navendên stratejîk ên wekî Şam, perava Sûriyeyê (xeta Lazkiye-Tartus) û Humsê bi cih dike, bi armanca ku serdestiya demografîk û siyasî li ser nifûsa Şîe, Elewî û Durzî bi dest bixe. Ev siyaseta bicihkirinê hema hema dubarekirinek tam a endezyariya demografîk e ku ji hêla rejîma kevin ve di bin têgeha “Sûriyeyek bikêrhatî” de hatiye bicîh kirin: rêveberiya El-Colanî armanc dike ku bi guhertina avahiya nifûsê li hemî parêzgehan, bi taybetî jî bi xurtkirina bingeha xwe ya Erebên Sunnî, “kemberek Sunnî” biafirîne.
Militan RÊHAT




