Piştî mijara vegera Efrînê kete rojevê MÎT û komên çete yên ku naxwazin bi temamî ji heremê derkevin, ketine pey pêkanîna planên qirêj. Di vê çerçoveyê de weke lekolin.org di nûçeya taybet a di 28’ê Gulanê de weşandibû de, ji bo çete serweriya xwe winda nekin û ew kiryarên wan ên kuştin, revandin, îşkence, fidye xwestin û hwd dernekeve holê, di bin navê wê teqîn pêk werin xwestin careke din vegerin noqteyên kontrolê yên leşkerî, deşifre kiribû. Niha jî piştî civîna berpirsiyarê MÎT’ê yê Efrînê bi nave Mesud Betal tê naskirin bi berpirsiyarê ewlekariyê ya Helebê Mihemed Ebdilxanî û yek ji berpirsiyarên Şaredariya Helebê Mihemed Ebdilezîz re lidarxist de, di bin navê mal û milkên Efrînê aîdê kî/ê ne kontrol bikin de dest bi tevgera lêpirsîna îstîxbaratî hate kirin.
KAXIZÊN MILKÊN EFRÎNIYAN JI WAN WERE GIRTIN
Di çerçoveya vê planî de dê hewil bidin ku hemû xwedî mal û milk ên dê vegerin Efrînê, ji bo werin girtin an jî revandin û nehêlin ku vegerin Efrînê. Li ser vê esasî di civînê de biryar hatine girtin ku xebatek bi lezgîn ji bo amadekirina lêkolînek berfireh derbarê rê û rêbazên danûstandin û têkilî were ava kirin. Her wiha radestkirina emlakên pêkhateya Ereb ên li du taxên Heleb Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ku niha li derveyê van taxane, werin lêpirsînkirin. Emlakên pêkhateya Kurd ên Efrînê neyên radestkirin û kaxizên milk jî ji wan were girtin.
MÎT ji dema dagirkirina Efrîn heya demê niha jî di mijara tunehesibandina Kurdan de hertim rola sereke di şer û polîtîkayê de dileyîze. Mînaka vê ya herî nêzîk bajarê Efrînê, di 8 salên dagirkirinê de ji sedî heştê zêdetir ne niştecihên resenin ku li wir jiyan dikin.