ENKS bi maskeyên Kurd û Kurdistanê weke celladên gelê Kurd tevdigere, ne tenê siyasetên dagirkerî, talan û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê rewa dike, di heman demê de rasterast beşdarî perwerdekirina ajanan a li nuqteyeke veşartî ya girêdayê navenda MÎT’ê ya li nêzî nexweşxaneya berê ya Dêrsimê dibe.
Li gor agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, di 18’ê meha borî de MÎT’ê 50 kesên ku bi rêya ENKSê kiribûn sîxur, li nuqteyeke veşartî li nêzîkî nexweşxaneya ku berê jê re digotin Dêrsim perwerde dike. Hate hînbûn ku MÎT’ê di dema perwerdeyê de dersên îstîxbaratî û zimanê bedenê dide sîxuran. Seatên dersan serê sibê saet 08.00’an heta êvarê saet 17.00’an dewam kir.
SERPEREŞTIYA PERWERDEYÊ JI ENKS MIHEMED ÎBÎŞ E
Di dema ku hemû planên qirêj ên MÎT’ê yên li herêmên dagirkirî ji aliyê ENKS’ê ve tên meşandin, Mihemed Îbiş li navenda Efrînê perwerde û birêxistinkirina 50 ajanan bi rê ve dibe.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên pêbawer piştrast kirine, Mihemed Îbiş ê xwe wek e ENKS’yî dibîne zewicî ye û malbata wî li bajarê Hatayê yê Tirkiyê dijî. Mihemedê ku li Efrînê maye, li herêmê wek sîxurê berpirsiyarê MÎT’ê yê heremê tevdigere.
Hate hînbûn ku Mehmed Îbiş ê ku bi endamê ENKS’ê Azad Osman re di nava têkiliyan de ye, bi hevkariya endamên ENKS’ê ciwanên Ereb û Kurd ên herêmê kişandiye nava tora sîxurên MÎT’ê.
Hate hînbûn ku endamê ENKS’ê Mihemed ku bi pereyên MÎT’ê ciwanan dixe xefikê, her sîxurekî li gorî asta agahiyên ku berhev dike pere dide. Hêjayî gotinêye ku ew bi taybetî ciwanên di navbera 14 û 20 salî de dikin hedef.
Me di nûçe û dosyayên xwe yên berê de gelek caran eşkere kiribû ku ENKS her tim şirîkê polîtîkayên qirêj ên MÎT’ê yên li ser Efrînê ye, ji bo rewakirina hebûna dewleta Tirk a dagirker her tiştî dike. Li aliyê din jî ciwanan tevlî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bike di nava lêgerînê de ye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê