22 Eylül 2010 Çarşamba Saat 14:49
Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya KCK’ê boykota dibistana careke din silav kir û jibo boykotkirina krêşan bang li gelê Kurd kir û got “Di serî de bang li dayîkên kurd û tevahî gelê kurd dikin da ku zarokên xwe neşînin krêşên ku wekî hêlînên pişaftina zarokên kurd hatine amadekirin. Li bermberî vê çanda pişaftinê zarokên xwe bi çand û zimanê xwe yê neteweyî perwerde û mezin bikin da ku siberoja neteweya kurd ronahî be .
Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya KCK’ê di daxuniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk jî nêzî sedsalekê ye ku bi rêka vê pergala xwe ya perwerdehiyê, zarokên kurdan ji wan digire û di dibistanên xwe de bi şêwazên tayîbet wan li gorî hişmendiya xwe perwerde dike. Ev wekî polîtîkayeke dewletê ya tayîbet hate kirin û hîna jî tê kirin.
HELWESTA BOYKOTÊ SILAV DIKIN
Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de helwesta gelê Kurd ya jibo biryara boykotkirina dibistanan pîroz kir û got “Di serî de em têkoşîn, helwest û çalakiyên gelê me yên di çerçoveya boykatkirina dibistan û xwedî derketina li ziman û çanda kurdewarî silav û pîroz dikin. Lewra gelê kurd bi vê helwesta xwe ya rûmet, careke din di asta herî jor de xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derket. Û dest nîşan kir ku heta mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê neyê dayîn ew ê têkoşîna xwe bi domîne. Yanî bi vê boyoktê gelê kurd gotina xwe got êdî divê di serî dewleta tirk û hemû cîhan vê gotinê baş fêm bike û pêwîstiyên wê bi cih bîne. Gelê kurd jî heta mafê xwe bi dest nexe gav bi paş de navêje .
Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya KCK’ê wiha berdewam kir “Lewra civak û civak bûyîn li ser bingehê perwerehiyeke rast tê avakirin. Bi tayîbetî jî di serdema sedsala 21’ ê de yek ji amûrê pêşxistin û pêşvebirina civakan pergalake pewerdehiya hemdem e. Bêguman li vir perwerdehiya hemû beşê civakê xwedî girîngiyeke mezin e. Lê belê ya herî girîng perwerdehiya zarokan e. Ji ber zarokên îro ciwanên sibe ne, ciwanên sibe jî siberoja civak bûyînek pêşketî û bi tendirûstî ne. Lewra perwerdehiyeke rast ya zarokên îro wê bibe binegehê civakek zane, ronahî û neteweke ku li ser çanda xwe ya resen dijî. Ji ber parastin û pêşvebirina çand û zimanê neteweyekê bi pergala perwerdekirina zarokên wê neteweyê ve girêdayî ye .
DEWLETA TIRK ZAROKÊN KURDAN JI WANA DIGIRE
Komîteyê bal kişand li ser polîtakaya dewletê ya li ser zarokên Kurd diyar kir ku dewleta Tirk jî nêzî sedsalekê ye ku bi rêka vê pergala xwe ya perwerdehiyê, zarokên kurdan ji wan digire û di dibistanên xwe de bi şêwazên tayîbet wan li gorî hişmendiya xwe perwerde dike û wiha berdewam kir “Bi tayîbetî jî ev di civakeke wekî civaka me ya kurd de zêdetirîn xwedî wateye. Ji ber neyarên gelê kurd ev sedsaleke ku civaka kurd ji dînamîkê wê yê perwerdehiya cewherîn dûr xistine. Lewra yek amûrê ku herî zêde xwestin neteweya kurd ji nirxên wê yên neteweyî dûrxînin û wergerînin ser civakek bê bingeh, girîngiyeke mezin dane şêwazê pêrwerdehiya zarokên kurd. Ev wekî polîtîkayeke dewletên dagirker ya li beramberî neteweyên bindest bi kartînin û bi mîsogerî dixwazin ku encamekî li gorayî berjewendiyên hişmendiya xwe bi afirînin e. Dewleta tirk jî nêzî sedsalekê ye ku bi rêka vê pergala xwe ya perwerdehiyê, zarokên kurdan ji wan digire û di dibistanên xwe de bi şêwazên tayîbet wan li gorî hişmendiya xwe perwerde dike. Ev wekî polîtîkayeke dewletê ya tayîbet hate kirin û hîna jî tê kirin. Jixwe ji ber vê sedemê heta roja me ya îro zincîra sîxur û hevkariya beşekî kurdan bi dewletê re domdike. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî hebûna îxaneta hindirûn ya di nava civaka kurd de ye, ku biqasî di dîroka ti neteweyan de nehatiye dîtin ev li kurdistanê tê dîtin û domandin. Ji aliyekî ve her roj kurd bi komkujiyan re rû bi rû ne lê yên ku herî zêde xizmeta van komkujiyan dikin kurd bixwe ne. Wekî kurdên ku heta îro jî di nava AKP’ ê de cî digirin .
Daxuyaniya Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya KCK’ê wiha berdewam dike:
JI 92 HEZARÎ ZÊDETIR ZAROKÊN KURD DI DIBISTANÊN ŞEVÎNÎ DE DIXWÎNIN
“Ji ber encamên ku heta niha ji vê polîtîkayê girtine, dîsa li ser israr dikin. Yanî gelekî bi armanc tevdiger in û li ser wê armancê pergala xwe ya perwerdehiyê avadikin. Lewra îro hejmara zarokên kurd yên di dibistanên şevînî de dixwînin ji ya seranserê tirkiya yê zêdetir e. Li gor lêkolînên ku di mehên dawiyê de hatine kirin, ji 92 hezar î zêdetirîn zarokên kurd di dibistanên şevînî de dixwînin. Em hemû jî baş di zanin zarokên me yên kurd ku di van dibistanan de dixwînin bi kirinên gelekî kirêt re rû bi rû di mînin. Mînakeke vê jî sikandala çanda destavêtinê ya ku li Sêrt-Perwariyê bi sala domandiye ye. Ev kirinên kirêt pir bizane bûn li beramberî gelê me têne kirin û ji navendên şerê taybet ve têne birêvebirin. Yanî rêbazekî dewletê yê bi rûmeta kurdan lîstinê ye.
DEST AVÊTIN ZAROKÊN ME YEÊN DU SALÎ
“Herî dawiyê wekî ku ev hemû nebes bin. Êdî ev polîtîkyên xwe yên kirêt hîna zêdetirîn pêş de birin û dest avêtin zarok me yên du salî jî. Ji bo bîra kurda ya dîrojkî çandî zimanî bi temamî bi wan bidine jibîrkirin li pergala xwe ya perwerdehiya pişaftina zarokên kurd pergala perwerdehiya krêşan jî zêde kirin. Yanî bi vê pergala nû êdî zarokên kurda hîna du salîn e wan digirin krêşan û nahêlin ku bîr û cîhana wan zarokan ya kurdînî bê avakirin. Tê zanîn ku zarok di du saliya xwe de dest bi axaftinê dikin. Di wê pêvajoyê de çi fêrbibe ew jê re dibe bîr û hişê civak bûyîna wan zarokan ya siberojê. Lewra ev ji bo siberoja civaka kurd û zarokên wan xeteriyeke gelekî mezin e û divê gelê me bi baldariyeke mezin nêzî vê polîtîka dewletê bibe û vala derxîne .
Dewlet vê polîtîkayê bi tayîbet li ser xeta ku hîna li gorî tê xwestin ne daye pişaftin xeta Hekarî, Botanê pêşdixîne, lê li seranserê kurdistanê jî belav dike. Ev bi armanceke mezin tê kirin. Dewlet vala vala ewqas mesrefê nade ber çava û xizmetek ji bo civaka kurd nake. Lewra bi hezara pirsgirêkên kurdan yên ji vê gelekî mezintirîn hene ku dewlet ji nedîtî ve tê. Lê wekî ku ev pirsgirêka kurda ya serekeye dest di avêjiyê û ji bo berjewendiyên xwe bi kartîne. Ger bi rastî dewelet gelekî li zarokên kurd dihizire û dixwaze bibin xwedî siberojeke ronahî bila ji pergala krêşan hetanî zanîngehê testûra perwerdehiya bi zimanê dayîkê bide. Wê demê gelê kurd wê bikaribe zarokên xwe bi çand û ehlaqekî paqij û derûniyeke bitendirûstî mezin bike. Lê na bi ti şêwazî nêzî vê nabe. Lê ji lîstokên xwe yên qirêj jî gav paşde navêje û her roj li ser yeke din jî zêde dike.
ZAROKÊN KURD BI CAREKÊ JI ÇANDA WAN DÛR DIXIN
Li vir bi tayîbetî em dixwazin bêjin ku dibistana herî mezin ji bo zarokên di temenê 0-6 an de hezkirin û çanda ku dayîk bide zaroka xwe ye. Lwera ti dibistan nikarin cihê dayîkê bigirin. Jixwe divê di serî de dayîkên kurd û hemû civaka kurd hişyar be ku dema di vî temenî de zarokên xwe şandin van dibistanên ku zarokan bi carekê ji çanda wan dûr dixînin dibe sedema parçebûneke mezin di derûniya zarokan de. Ji ber ku zarok li malê bi çandekê, li dibistanê bi çandeke gelekî cihê ve tê perwerdekirin. Zarokek bi vê derûniya perçekirî werê mezin kirin dê diramên mezin jiyan bike.
HER ZAROKEK KURD ‘EGÎDEKE’!
Gelekî vekiriye dema dewlet îro gavekê di avêje hesabê 15-20 sal şûn de dike. Lewra tevdîrên ku Îro li beramberî zarokên kurd digire hesabên siberojê ne. Ji ber ku her zarokekî kurd Egîdeke. Em mezinên kurdan bidin aliyekî serê dewletê îro herî zêde bi zaokên kurda re di belayeke mezin de ye ku nikarin xwe jê xilas bikin. Li seranserê Kurdistanê zarokên kurd li kolanan li beramberî teng û polîsên tirka di nava têkoşîna rûmetê de ne. Li beramberî vê polîtîkaya hîna mar biçûke em serê wî bi perçiqînin esas digirin. Divê gelê kurd vê baş bixîne û li beramberî vê polîtîkaya qirêj xwedî helweteke di cî debe.
Em wekî Komîteya Ziman û Perwerdehiya Kurdî Ya KCK’ ê di serî de bang li dayîkên kurd û tevahî gelê kurd dikin da ku zarokên xwe neşînin krêşên ku wekî hêlînên pişaftina zarokên kurd hatine amadekirin. Li bermberî vê çanda pişaftinê zarokên xwe bi çand û zimanê xwe yê neteweyî perwerde û mezin bikin da ku siberoja neteweya kurd ronahî be .-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info