29 Ocak 2020 Çarşamba Saat 09:46
Her rêveberiya ku hatiye hilbijartin ne di çarçoveya berjewendiyên gel
de, di çarçoveya berjewendiyên şexsî mezhebî, dibin bandora dewlet, aliyên
herêmî û cîhanî de hatiye bi rêvebirin. Niha jî aliyên herî mezin ku bingehê
hukumeta Iraqê pêk tînin Şîe ne û tê zanîn ku ew jî dibin bandoriya Îranê dene.
Belavbûna bandora İranê ya li ser tevahî çînên siyasal ne tiştekî veşartiye.
Şirketên mezin yên girêdayî Pastarên İranê, êdî bûne parçeyek ji avabûna
aboriya Iraqê û berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên netewî yên Iraqê re
dibîne. Di navbera herdû welatên ku xwediyê 1400 km sînorê hevbeşin hecmê
ticaretê her ku diçe mezin dibe. Her wiha
Iraq, ji bo İranê di mijara hinardekirina petrolê de yek bazara herî
mezine.
İranê ji rûxandina rejima sedam Huseyin du tişt bi dest xistin; Li
aliyekî ji muxalifên ku dijminên wan yên dîrokî ne rizgar bun, li aliyê din jî
ji alî û pêkhateyên ku bingehê dewletê pêk anîne sud wergirtin û xistin bin
bandora xwe. Ji ber wê sedemê İran çewa ku li Lubnanê bu hedefa çalakvanan li Iraqê
jî bi heman şêweyî bu hedefa çalakvanên gel.
Adil Ebdulmehdî Bi Sifatê Serokwezîr Li Herêma Kurdistanê Hevdîtin
Pêkanîn
Gelê Iraqê ji ber sedema bêkarî, hejarî û gendeliya di nava hukumetê de
ji 1’ê Cotmeha 2019’an heya niha ji bo bidestxistina mafên xwe daketine
kolanan. Lê hukumeta Iraqê heya niha jî tu pêngavên berbiçav ne avêtin û herku derbas
bu çalakî mezin û belav bûn. Di çalakiyan de hemarek mezin welatiyan jiyana xwe
ji dest dan û birîndar bun, gelek ji hatin binçavkirin û wenda kirin.
Adil Ebdulmehdî li rexmê ku îstifa kiriye heta niha jî di hukumetê de
weke serokwezîr tevdigere û di heman demê de bi Çîn’ê re gelek li hevkirinên
aborî îmze kirine. Ebulmehdî kesekî ji mezhebê Şîe’ye û daxwaza hêzên Emerîka
ji xaka Iraqê dike. Ebdulmehdî, kesekî nêzî İranê tê zanîn û çalakvanên Iraqê
wî bi kuştina gel ya di dema çalakiyan de suçbar dikin. Di aloziya niha ya hukumeta
Iraqê de, Iraq li ser du eniyan belav bûye, aliyek dixwazin şansek din ji bo
Adil Ebdulmehdî were dayîn û li ser erka xwe bi mîne, aliyek jî dixwaze kesek
din li şûna wî were hilbijartin. Adil di heftiya borî de bi sifatê Serok wezîr
li Iraq û herêma Kurdistanê gelek hevdîtin pêkanîn. Her çiqasî naveroka van
hevdîtinan bi awayekî zelal ne hatibe parvekirin, lê wisa diyare ku Ebdulmehdî
ji bo li ser erka xwe berdewam bike li piştgiriyê digeriya.
Li gorî madeya 81 ya destûra Iraqê, piştî îstifaya serokewezîr, hukumetek
demkî ji bo 30 rojan tê avakirin. Eger di nava 30 rojan de careke din serokwezîr
nehat diyarkirin, li gorî yasayê Iraq dikeve valehiyek yasayî de û bê desthilat
dimîne. Ji ber ku 30 rojên hukumeta demkî temam bûne û serokwezîr ne hatiye
hilbijartin, niha Iraq bê destûr tê rêveberin.
Hêzên Emerîka Beriya Êrişê Hatibûn Agahdarkirin
Di demekî wisa ku aloziya Iraqê di asta herî jor de berdewam dikir,
Fermandarê hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê hêzên Heşdî Şeebî
Ebu Mehdî El Muhendisî di êrişek hewayî de ji aliyê hêzên Emerîka ve hatin kuştin.
Silêmanî, di artêşa Îranê de xwedî bandoriyekî gelek mezin bû ji ber wê sedemê
wendakirina Silêmanî ji bo Îranê darbeyekî mezin bû. Îranê weke tola Silêmanî,
di şevekê de bi fozeyan êrişî du baregehên Emerîka yên li Hewlêr û Bexda kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Emerîka Donald Trump di vê êrişê de leşkerên wan tû
zerer ne dîtine, wan bi awayekî serwext bersiva vê êrişa Îranê dane û vale
derxistine. Li gorî hinek agahiyên ajansa Reutersê, hêzên leşkerî yên Emerîka 8
demjimêran beriya êrişê hatibûn agahdar kirin û di demê êrişê de cihên xwe vale
kiribun.
Biryara Parlementoya Iraqê hêzên Tirkiyê nagire nava xwe
Rêveberê Tevgera Şie Muqteda El Sadir ku herî zêde di çalakiyên gel de
rênîşanderiyê dike, ji bo çalakvanan peyamek pêşkêş kir û têde daxwaz kir ku
divê hemû baregehên Emerîka li ser xaka Iraqê werin girtin, hemu hêzên biyanî
werin derxistin, navendên girêdayî şirketên ewlekariyê yên Emerîka werin
girtin, rêya hewayî ya Iraqê ji bo balafirên Emerîka werin girtin û hemû
hevpeymanên ewlekariyê bi Emerîka re werin betal kirin. Piştî vê daxuyaniya
Sedir, kolanên bajarên Iraqê aloztir bun û rewşa aloziya heyî derket asta herî
jor.
Piştî kuştina Qasim Silêmanî û zêdebûna çalakiyên gel, Parlementoya Iraqê
di 5’ê Çile de bi zexta partî û hêzên Şîe yên li Iraqê ku nêzî İranê tên nasîn
kom bû û biryara derxistina hemû hêzên biyanî ya ji xaka Iraqê da. Li rexmê ku biryar
ji bo hemu hêzên biyanî hatibu derxistin, biryar weku tenê ji bo hêzên Emerîka
hatibe derxistin ket rojevê. Dema ku biryar bi raya giştî re hat parvekirin,
hat diyarkirin ku şert û mercên xaka Herêma Kurdistanê ji xaka Iraqê cûdane,
ango dibe ku ev biryar xaka herêma Kurdistanê ne gire nava xwe. Bê guman
daxilnekirina xaka Kurdistanê gelek sedemên xwe hene. Ya yekem jî hebûna
leşkerên Tirkiyê ya li ser xaka Başur’e.
Eger biryar ji bo xaka Kurdistanê jî derbasdar buya pêwist bu ku leşkerên Tirk
ji derketiban dervey sînor, lê hukumeta Iraqê ji bo parastina berjewendiyên xwe
ev yek nekir. Ya duwem, hukumeta Iraqê xaka herêma Başurê Kurdistanê weke xaka Iraqê
hesab dike, ji bo parastina berjewendiyên xwe naxwaze bi temamî li hember
Emerîka bi sekine.
Piştî derketina biryara parlementoyê, tirafîka dîplomasî û siyasî ya di
navbera rayedarên Herêma Kurdistan û Emerîka de zêde bûye. Li gorî agahiyan,
mijara herî sereke ya van civînan hebûna leşkerên Emerîka li Herêma Kurdistanê
û têkiliyên wan bi hukumeta Iraqê re bû. Eger ku biryara parlementoya Iraqê
were bi cih kirin û Herêma Kurdistanê ne gire nava xwe, dibe ku Emerîka ji bo
parastin û berfirehkirina têkiliyên xwe hejmara baregehên xwe li Başurê
Kurdistanê zêde bike.
Niha li Herêma Kurdistanê, 2 baregehên leşkerî yên Emerîka hene ku yek
li Herîr û yek jî li nêzî balafirxaneya Hewlêr e. Li gorî agahiyan Emerîka
dixwaze hejamara baregehên xwe derxe 5’an ku dixwaze; li parêzgeha Silêmanî,
parêzgeha Helepçe û yekê jî li başurê bajarê Hewlêr li nêzî Mexmûr ava bike.
Tevî hebûna baregerhên Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê û egera zêdekirina
baregehên Emerîka, diyar dibe ku wê pêşeroja Herêma Kurdistanê ji hukumeta Iraqê
cûdatir nebe.
Emerîka Gefa Ambargoya Aborî Kir
Emerîka li hember helwest û egera
pêkanîna biryara parlementoya Iraqê, gefa ‘’ambargoya aborî’’ li
hukumeta Iraqê xwar û bi vî şêweyî helwesta xwe diyar kir. Her wiha piştî vê
daxuyaniya Amerîkayê hêzên Koalisyona li dijî şerê çeteyên DAİŞ’ê daxuyaniya ‘’Me
hemû çalakiyên xwe yên li Iraqê dane sekinandin’’ da û biryar da ku li Iraqê
sîstema parastina hewayî zêde bike.
Di demekî ku Iraq di nava qeyranekî mezin deye, eger ku Amerîka
ambargoya aborî bixe meryetê wê Iraq ber bi rewşekî hîn xiraptir ve biçe.
Ambargo, wê bibe sedema bihabûna dolarê Emerîkî li hember dînarê Iraqê her wiha
bibe sedema bilindbûna bihayê petrolê, di rewşekî wisa de welatên ku herî zêde
petrolê ji Iraqê digirin Îran û Tirkiye jî bandor dibin.
‘Biryara Parlementoya Iraqê me Eleqedar nake’’
Welatekî din ku li dijî biryara parlementoya Iraqê nerazîbuna xwe nîşan
dayî Tirkiye bu. Tê zanîn ku dewleta Tirkiyê ya dagirker di xaka Iraqê de li
Başîqa û sînorê xaka Herêma Başûrê Kurdistanê ji 23 baregehên leşkerî zêdetir hene.
Her wiha bi pêşengiya endamên MÎT’ê li Başurê Kurdistan bi taybet li Kerkukê
van demên dawiyê de xwe bi rêxistin dike û dixwaze li herêmê temamî bi cih
bibe. Heftiya borî li ber deriyê avahiya rêveberiya Perwerdeya giştî a Kerkukê
bi pêşengiya Tirkmenan çalakiyekî protestoyî hatibu lidarxistin û di çalakiyê
de hat kirin ku divê hejmarek zêde Tirkmen di rêveberiya perwerdê de cih
bigirin. Di çalakiyê de ji bo têkdan û derxistina aloziyan siloganên ‘Kerkuk
bajarê Tirk e’ hatin avêtin û îşareta ‘nijadperestiya Tirk’ hatin nîşandan.
Beriya niha jî li Kerkuk û navçeyên wê gelek Kurd ji karên wan hatin derxistin
û li şuna wan Tirkmen û Ereb hatibûn bi cih kirin, li rexmê van hemu hewildanên
guhertinên demografîk ne ji aliyê hukumeta Iraq û ne jî Hukumeta Herêma
Kûrdistanê ve tu nerazîbûn ne hatine raber kirin.
Wezîrê Karê derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu dem wenda nekir û li
hember biryara parlementoyê daxûyaniya, ‘’biryara parlementoya Iraqê me
eleqedar nake û em hêzên xwe ji Iraqê na vekişînin’’ da. Ji xwe Çawuşoğlu piştî
vê daxuyaniyê derbasî Iraqê bu û li Bexda çend rêze hevdîtin pêk anîn. Her çi qasî
naveroka van hevdîtinan ji raya giştî re bi awayekî zelal ne hatibe ragihandin jî
lê diyar dibe ku, di van hevdîtinan de bazarên germ li ser mayîna leşkerên
Tirkiyê li Iraq û xaka Başurê Kurdistanê hatine kirin. Ji ber ku li rexmê
biryara parlemena Iraqê heya niha tu daxuyanî yan jî hewildanên berbiçav ji
aliyê rayedarên Iraqê di derbarê hebûna leşkerên Tirk de ne hatine dayîn. Ev
bêdengiya hukumeta Iraqê di hişê mirovan de gelek pirsên; Gelo di
rêzehevdîtinên Çawuşoğlu de çi bazar hatin kirin? Yan gelo hukumeta Iraqê bi
kijan hevpeymanê li hemberî kiryar û mayîna Tirkiyê li ser xaka Iraqê bê
helwest dimîne? çêdike.
Çalakiyên gel dibe ku şeklekî nû bigire
Gel destpêkê tenê li ser daxwaza mafên xwe yên jiyanî, dayîna derfetên
kar û bi dawîkirina gendeliyê daketibûn kolanan û piştî ku hukumetê tu gav
neavêtin daxwaza îstifaya Serokwezîr kirin. Paşê li ser banga Sedir, bi
tevlîbuna milyonek kes ji bo derxistina hêzên biyanî gel daket kolanan, gelek
ofis û cihên hizbî hatin desteser kirin, şewitandin û di kolanan de rê hatin
girtin. Êdî niha gelê Iraqê hilweşandina hukumetê, girtina berpirsên kujerên
çalakvanan, dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li darxistina hilbijartinê û
diyarkirina Serok Wezîrekî nu, ji rayedarên Iraqê dixwazin. Serok Komar Berhem
Salih, piştî hevdîtinên xwe yên li derve niha careke din vegeraye Bexda’yê û ji
bo diyarkirina Serok wezîr dest bi hevdîtinan kiriye. Wisa xuya dike ku ev
mijara hilbijartina Serokwezîr wê hinekî din berdewam bike. ji ber ku hukumet
bi vî halê xwe nikare di demekî nêz de Serokwezîrekî diyar bike û daxwazên
çalakvanan bi cih bîne. Li rexmê kuştin, revandin û birîndarbûna bi hezaran
kesî disa jî gel ne vegeriyan malên xwe, ji bo wê dibe ku çalakiyên gel şeklekî
nu bigire û rewşa heyî aloztir bibe.
Çîçek BOTAN
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Adil Ebdulmehdî Bi Sifatê Serokwezîr Li Herêma Kurdistanê Hevdîtin
PêkanînHêzên Emerîka Beriya Êrişê Hatibûn AgahdarkirinBiryara Parlementoya Iraqê hêzên Tirkiyê nagire nava xwe Emerîka Gefa Ambargoya Aborî Kir ‘Biryara Parlementoya Iraqê me Eleqedar nake’’Çalakiyên gel dibe ku şeklekî nû bigireNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê