• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Serbest Yazılar

‘Duh Helepçe Îro Roboskî’

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Serbest Yazılar
248 14
A A
‘Duh Helepçe Îro Roboskî’
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

16 Mart 2012 Cuma Saat 16:19

Di çalakiyên şermezarkirinê de hate diyarkirin ku duh li Helepçeyê komkujî pêk anîn û îro li Roboskiyê komkujî pêk hat.

Komkujiya li Helelçeyê ya di 16’ê Adara 1988’an de li dijî gelê kurd pêk hat, li Edene, Îzmir, Aydin, Enqere, Colemêrg, Panos, Elbak, Qelqelî Sîlopî, Hezex, Çardêran, Pirsûs, Wêranşar, Riha, Êlih, Amed, Mêrdîn, Nisêbîn, Dêrik, Şemrex û gelek bajarên din bi girseyî hate şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hate diyarkirin ku duh li Helepçeyê komkujî pêk anîn û îro li Roboskiyê komkujî pêk hat. Welatiyên beşdarî çalakiyan bûn anîn ziman ku feraset nehatiye guhertin û komkujiya li hemberî gelê kurd berdewam dike. Di daxuyaniyan de hate ziman ku hêj ser komkujiya li Roboskiyê nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin. Welatiyan pankartên “Duh li Helepçe û îro jî li Roboskiyê komkujî pêk hat û didome” vekirin.

EDENE

Li Edeneyê Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de komkujiya Helepçe û Roboskî hate şermezarkirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Osman Kara komkujî şermear kir û xwest hesap bê pirsîn.

ENQERE

Lijneya Rêveberiya KESK’ê jî bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya Helepçe şermezar kir û xwest her kes li hemberî komkujiyê dengê xwe bilind bike û hesap bê pirsîn.

Rêxistina BDP’ê ya Enqereyê jî bi heman armancê li kolana Kizilay a Yukselê daxuyanî da çapemeniyê. BDP’ê û nûnerên saziyên sivîl ên çivakî pankarta “Em komkujiya Helepçe şermezar dikin” vekir. Nûnerên ESP, SDP, HDK û Malagel jî piştgirî da çalaikyê. Heveroke BDP’ê yê Enqereyê Ahmet Aday, daxuyanî xwend û komkujî şermezarkir.

AMED

Li Amedê jî endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, parlementerê BDP’ê jî di navde bi seda kes li Qada Çiyê kom bûn û bi girseyî Komkujiya Helepçeyê şermezar kir. Welatiyên tev li nimêja înê jî bûn piştgiri dan çalakiyê û komkujî şermezar kirin. Girsê “Ji Enfalê Halepçeyê ji Qamişloyê heta Roboskîyê diroka tije komkujî. Bêdengiya li hemberî Helepçeyê şirîkatiya Zulimê ye.” Me Helepçe ji bîr nekir û em dê ji bîr nekin vekirin. Li ser navê Girsê Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi heman armancê Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî li Kolana Gulîstanê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera BDP’ê yê Êlihê Ayla Akat Ata, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî jî tev li çalakiyê bûn û komkujî şermezar kirin.

RIHA

Rêxistina BDP’ê ya Rihayê jî li kargeriya Karakoyunê kom bûn û bi daxuyaniniyek girseyî komkujiya Helepçe yermear kir. Li navçeya Wêranşxarê ya Rihayê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku li taxa Kişla kom bûn heta avahiya BDP’ê meş pêk anî. Endam û nûneren saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn û komkujî şermezar kirin. Piştî daxuyaniyê li Navenda Çandê ya MED’ê sînevîsyona komkujiyê hate pêşandan.
Li navçeya Pirsûsê jî bi heman rengi çalakî hate lidarxistin. Rêxistina BDP’ê ya Pirsûsê jî bi girseyi daxuyanî dan û Komkujiya Helepçe şermezar kir.

ŞIRNEX

Li Şirnex û navçeyêni Sîlopî û Hezexê jî komkujiya Helepçeyê hate şermezarkirin. Rêxistina BDP’ê ya Sîlopiyê li ber avahiya BDP’ê ya Sîlopiyê kom bûn û daxuyanî dan. Enam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, înîsiyatifa diyikên aştiyê amade bûn û xwest hesap ji kujeran bê pirsîn. Piştî daxuyaniyê li Navenda Çandê ya Laleşê li ser Komkujiya Helepçeyê şano hate pêşandan. Li havçeya Hezexê jî bi heman rengî komkujî hate şermezarkirin.

WAN

Li nıavçeya Ebexê, Qelqelî û Elbakê yên Wanê jî bi girseyi çalakî hate liderxistin. Rêxistina BDP’ê ya Ebexê li ber avahiya xwe daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Girsê di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Slav slav ji Îmraliyê re hezar slav” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî Rêxistina BDP’ê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Li navçeya Elbakê ya Wanê jî Rêveberiya BDP’ê komkujî şermezar kir û xwest hesap ji wan bê pirsîn.

PANOS

Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî nûnerên saziyên sivîl ên çivakî û rêxistina BDP’ê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, jî tev li çalakiyê bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê jî civîna çapemeniyê pêk anî û komkujî şermezar kir. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Sait Çaglayan, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Rêxistina BDP’ê ya Colemêrgê jî piştî nimêja înê daxuyanî da û komkujî şermezar tir.

ÎZMÎR

Bi minasebeta salvegera 24’emîn salvegera komkujiya Helepçê ji hêla BDP’a Îzmirê ve meşek hat li darxistin. Meşa bi tevlêbûna bi hezarankesî pêk hat li ber Konak Pîer destpêkir û heta ber Sumerbanka kevn berdewam kir. Koma bi panqakta ‘Em di salvegera 24’emîn komkujiya Helepçê bi tundî şermezardikin’, dikin meşiyan, di meşê de dovîzên li ser nivîsa ‘Duh Helepçe îro Roboskê’, ‘Em Helepçê ji bîr nakin’ û em ‘Komkujiya Beyazidê şermezar dikin’, hatin hildan.

Meclisa Ciwanên Îzmîrê ya HDK’ê, 12’ê adarê komkujiya Gaziyê, 16’ê adarê komkujiya Beyazidê û kumkujiya Helepçê bi meşekî şermezar kir. Meşa ji hêla ciwanan ve hat li darxistin, li ber Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Ege yê destpêkir û heta li ber Kampusa Çarşiyê berdewam kir.

AYDIN

BDP’a Nazillîya Aydinê û xwendevanê Zanîngeha Adnan Menderes şahiyek hevbeş li darxistin û kumkujiya Helepçeyê şermezarkirin. Şahiya di Qada Şaredariyê destpêkir, bi skeçên zarok û ciwanan destpêkir. Di skeçê de bi lêdana zengilê re hemî ciwanan xwe avêt erdê, her wiah ji bo zarokên Helepçê helbest jî hatin xwendin.

MÛŞ

Daxuyaniya li avahiya Melazgira Mûşê hat dayîn de rêveberê BDP’ê, endamên şaredariyê û gelek welatî tevlê bûn. Piştî deqeyekî rêzgirtinê, li ser navê komê emdamê TUHAD-DER’ê Îdris Ozer daxuyanî xand. Ozer destnîşankir ku komkujiya Helepçê di dîroka mirovahiyê de xwedî rû reşiyê ye. Em bi tevahî van hovîtiyên li ser mirovahiyê şermezar dikin.

MÊRDÎN

BDP’a Navçeya Navendî, ji bo balê bikşîne li ser komkujiya Helepçê li ber avahiya navçeyê daxuyanîk da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de serokê BDP’a Mêrdînê Sîhem Elveren Alp jî di navde gelek kes tevlê bûn. Li ser navê komê serokê BDP’a Navçeya Navendî ya Mêrdînê Abdulcelîl Şîmşek daxuyanî xand û da zanîn ku ew dê tu carî vê hovîtiyê qebûl nekin.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî gelek kesên di navde wekîlê şaredariya Dêrikê Dogan Ozbahçecî, endamên MEYA-DER’ê û Endamên Meclisa Şaredariyê jî heyî li ber avahiya BDP’a Dêrikê kom bûn û bi durişmên ‘Ji qirkirinê re na’, ‘Uludere Helepçe li me xistin bi qeleşî’ û ‘Bijî Serok Apo’ heta Parka Ahmet Kaya meşiyan

BDP’a Nseybînê ji bo şermezarkirina komkujiya Helepçê meşek li darxist û kumujî şermezar kir. Gelek kesên li ber avahiya navçeyê kom bûn, pankarta ‘Em Qamîşlo, Roboskê û Helepçê ji bîr nakin’ hildan û ber bi Pira Çag Çagê ve meşiyan û dem dem dirûşmên wek ‘şehîd namirin’ qêriyan.-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

iPhone Silaha Dönüştürüldü!

Sonraki Haber

Bir Faşiste Verilecek Hoşgörü Ödülü Üzerine

Benzer Haberler

Hafıza, Umut ve Yeniden Doğuş
Makaleler

Hafıza, Umut ve Yeniden Doğuş

15 Mayıs 2025
Gittiği Yerde Güzellikler Bırakan Fedai…
Serbest Yazılar

Gittiği Yerde Güzellikler Bırakan Fedai…

4 Temmuz 2024
Yürüyorlar…
Politik Analiz

Yürüyorlar…

20 Haziran 2024
Sonraki Haber
Bir Faşiste Verilecek Hoşgörü Ödülü Üzerine

Bir Faşiste Verilecek Hoşgörü Ödülü Üzerine

Öne Çıkan Yazılar

  • İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-1

    İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-1

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Kürt Gerçekliğine Bir Kavramsal Müdahale: Judenrat Gerçeği Ve Sömürgeciliğin Ötesi – 1

    506 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 127
  • İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-2

    506 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 127
  • MİT 66. Ve 86. Tümen İçerisinde Özel Güç Oluşturuyor- ÖZEL HABER

    559 Paylaşım
    Paylaş 224 Paylaş 140
  • PKK 12 Kongresi’nde Alınan Tarihi Kararlar

    514 Paylaşım
    Paylaş 206 Paylaş 129

Önerilenler

Kürt Gerçekliğine Bir Kavramsal Müdahale: Judenrat Gerçeği Ve Sömürgeciliğin Ötesi – 1

İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-2

İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-1

PKK 12 Kongresi’nde Alınan Tarihi Kararlar

MİT 66. Ve 86. Tümen İçerisinde Özel Güç Oluşturuyor- ÖZEL HABER

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç