No Result
View All Result
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
Home Bölümler Haberler

Dorpêça Li Ser Mexmurê Ket Rojeva Parlemena İraqê

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 3 mins read
A A

16 Eylül 2019 Pazartesi Saat 07:00

NAVENDA NUÇEYAN – Parlementera Nifşê Nû û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê xist rojeva parlemena İraqê û daxwaz kir kû ev mijar were lêkolîn kirin. Lê parlementerê Eniya Tirkmen ku gelek caran bi daxûyaniyên xwe yên metirsîdar ketiye rojevê, destûr neda komisyon kom bibe.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,

Parlementera Nifşê Nû û Endama
Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoya Iraqê Yusra Receb dorpêça li ser wargeha
penaberan a Mexmûrê xist rojeva parlemena İraqê û daxwaz kir kû ev mijar were
lêkolîn kirin. Lê parlementerê Eniya Tirkmen ku di heman demê de Serokê
Komisyona Mafê Mirovane îtiraz kir û heqaret li xelkê sivîl yê Mexmur kir û
got, ‘’Ew ne hemwelatiyên mene, ew terorîstên ji Tirkiyê hatine, em naçin nava
terorîstan.’’

Pêwist bu ku Komîsyona Mafê
Mirovan a parlementoya Iraqê li ser daxwaza Parlementera Koma Nifşê Nû Yusra
Receb, ji bo dawîkirin û lêkolîn kirina ambargoya li ser Mexmurê civiyaba.
Lêbelê Serokê komisyonê Erşed Salih destûr neda komîsyon kom bibe. Yusra Receb
di rûniştinê de diyar kir kû ewê di vê mijarê de bêdeng ne mîne û çi pêwist be
ewê bike.

 

‘Dorpêça li ser Mexmurê ji bo
îmaja iraqê tiştek di cih de nîne’

Parlementera Koma Nifşê Nû Yusra
Receb di rûniştina parlementoyê de mafê axaftinê girt û ji serokatiya
parlementoyê daxwaz kir ku rewşa Mexmûrê bê lêkolînkirin û demildest ambargo bê
rakirin.

Yusra Receb di dirêjiya axafitina
xwe de wiha got, “Birêz Serokê Parlementoyê, dizanin ku zêdeyî 25 roje kampa
Mexmûrê dibin ambargoyê de ye. Ev ji bo îmaja Iraqê û hiqûqa mafê mirovan
tiştek di cih de nîne. Kampeke  têzanîne û çendîn sale jî heye.  Ji
sala 1990’an ve heya niha hebûna vê kampê li Herêma Kurdistanê heye. Kesên ku
li wê kampê dijîn mirov in. Min li gel endamên komîsyonê bi taybet jî li gel
Erşed Salihî nîqaş kir, ew dibêjin ‘Ev ne hemwelatiyên mene’. Lê lijneya me
lijneya mafê mirove. Lijneya mafê mirov tenê ji bo welatiyên Iraqê nîne. Divê
em parastina gelê wir bikin. Ma gunehê wan çiye? Ji dema bûyera kuştina cîgirê
Sefîrê Tirk heya niha ambargo danîne ser wan. Di navê de jin hene, zarok hene,
hemû welatiyên sivîlin û çekdar nînin. Ev rewşeke mirovî ya zehf xetere. Divê
em vê mijarê lêkolîn bikin. Divê ambargo li ser welatiyên kampê were rakirin.
Ezê li ser vê mijarê israr bikim, ji ber karê min ewe ku ez mafên mirovan biparêzim.’’

 

Parlementerên Iraqê jî nerazîbûna
xwe li dijî Erşed Salih nîşandan

Dema ku Erşed Salih di rûniştinê
de heqaret li 12 hezar penaberên Mexmurê kir hinek parlementerên İraqê jî li
cihê xwe nerazîbûn nişandan. Cîgirê duyemîn ê serokê Parlementoya İraqê Beşîr
Hedad bersiva heqaretên Erşed Salihî da û got, “Ewên ku tu behsa wan dikî, ji
ber êşekî hatine vir. Divê komîsyona mafê mirovan a parlementoya Herêma
Kurdistanê mijara Mexmûrê lêkolîn bike. Her wiha divê komîsyon biçe Mexmûrê û
raporek amade bike.

 

Erşed Salih gelek caran bi
daxûyaniyên metirsîdar ketiye rojevê

Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî
gelek caran bi awayek vekirî dijminahiya xwe li hemberî Kurdan nîşan daye û ji
ber daxûyaniyên xwe yên metirsîdar ketiye rojevê.

Di demekî kû mijara Kerkuk û
deverên Kurdistanî yên bi nakok di rojevê de Erşed salihî li ser hesaba xwe ya
tora civakî daxûyaniyên tehdîtwarî dabûn û gotibû ‘’Eger li Kerkûkê
hilbijartinên parêzgehan baş neyên diyar kirin, wê şerê navxweyî derkeve.’’

Çavdêrê Siyasî Burhan Hacî
Silêman di derbarê vê daxûyaniya Erşed Salihî de ji bo ajansa Rojnews axivîbû û
dabû zanîn ku ‘’Erşed Salihî û partiya xwe her tim gefên şerê navxweyî dikin û
aliyên Kurd hedef digirin, ev daxûyanî gelek metirsîdarin. Divê kesayet û
aliyên siyasî ên Kurd li hember vê daxûyaniyê bêdeng ne mînin û dozê li Erşed
Salihî vekin.’’

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

‘Dorpêça li ser Mexmurê ji bo
îmaja iraqê tiştek di cih de nîne’Parlementerên Iraqê jî nerazîbûna
xwe li dijî Erşed Salih nîşandan Erşed Salih gelek caran bi
daxûyaniyên metirsîdar ketiye rojevêNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share206Tweet129
Previous Post

İktidarın Siyanürlü ve Sessiz Katliamları

Next Post

Öcalan: AKP Çözüm Önünde en Büyük Engeldir

Lekolin

Lekolin

Next Post

Öcalan: AKP Çözüm Önünde en Büyük Engeldir

Öne Çıkan Yazılar

  • Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

    518 shares
    Share 207 Tweet 130
  • MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

    569 shares
    Share 228 Tweet 142
  • Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

    503 shares
    Share 201 Tweet 126
  • Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

    530 shares
    Share 212 Tweet 133
  • Kürt Gerçekliğine Bir Kavramsal Müdahale: Judenrat Gerçeği Ve Sömürgeciliğin Ötesi – 1

    711 shares
    Share 284 Tweet 178

Önerilenler

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi