03 Ocak 2011 Pazartesi Saat 09:09
Koçberiya Dil Şewat
Ax ew şeva dil bi êş weke min ji berê jî gotî ezê şeva 13/2/1998’tan ya ku me her tiştê xwe di cih de hêlayî û agir berdayî malê xwe ji were vebêjim.
Ev şeva bi êş dema tê bîra me carnan em dikenin carna jî em digirîn. Ji ber ku zivistanekî dijwar bû. Ji ber ku tu derfetên me yên ji bo anina xwarin yan jî cil û bergan tune bû. Bizin bubûn mîna teqsiyan çêl jî mîna loriyan… Ji ber ku yên xwedi bizinan hinek betanî yan ji çend tiştên biçuk li bizina kiribûn. Yên xwedî çêl ji yan nayloneki çar bi çar û çen tiştên din li çêlekê kiribûn. Yên ne bizin ne jî çêl tunebûn jî çend tişt ji bo zaroken xwe bênin bar barink(bilya) çêkiribun, hinek tişt lê dikirin û berê xwe an riya dil şewat gelek tiştên bi ken di qewimîn. Tiştên heri bi ken ew bû ku dema her carê barê Çêlekek jê diket û direvî li nav gel diket dibû hewar hewar! Yan jî dema betaniya bizinekê diket li nav birên bizinan her bizinek bi derekê ve diçu yan ji tekeleyên bor borinkan ji bin diçûn, xwedî dema lê digeriyan hem bi ken hem ji pirsa tiştên xwe yên windabûyî dikir. Carna jî ji ber windabûna wan tiştan di giriyan ji ber ku zarokên wan di bin serma zivistanê de diman. Tişta dil şewat ya di vê şevêde ew bû ku ji ber sermaya zêde û ji bircan qêrina zarokan giriyên dayîkên dil keser ofîna ji nava dilên bav û bapiran di hat. Em we şevê gihiştîn herêma tampon ya di bin destê sedam de… Dema em gihiştin vê derê jî tiştên din qewimin şirteyên Sedam pêşî li me girtin bi gotina irce irce ne hêlan em bikevin nav axa Iraqê fişek bi hewayi li ser millet re di avêtin, bi qundaxên çekan li zarok pir û herkesê didan. Gelê berxwedêr ji bo xwe bigihinin nav axa Iraqê tevî van zor û zehmetiyan jî em li ve derê man. Wê şevê serê sibê dema mirov berê xwedidayê li ser rê zarokên li ber berf û baranekê zêde bi xew ve çuyin dayik liser serê zarokên xwe di lorandin. Dayikên dil şewat di fikirîn ji bo parastina canê zarokên xwe… Ji ber ku tu derfetên wan tu ne bû. Ji bo parastina zarokên xwe ji baranê eger hinekan nayloneke çar bi çar anibin bi barbarinkên xwe ve girê didan û her naylonekê 40 kes zêdetir di ketin tê de. Çara birçibunê di geriyan eger hinekan hindek xwarin ji xwere ani ban jî ji boy du yan ji cend rojan li gel xwe radgirtibun. Ma wê bibe çi wê têra kê bike. Di van rojên despêkêde dayikeke 70 sali wefat dike û 3 roja ev cenaze li hole dimîne. Piştî 3 roja nû tê veşartin. Ji bo peyda kirina xwarin û parastina ji sermaya zivistanê gel bi qeçaxi diçin gundên derdorê hinek naylonenên sipî û xwarin peyda dikirin. Ji bo zarokên xwe ji berf û baranê bi parêzin hikûmeta Iraqê jî ji xwrinekî pir kêm her serê malekê 2 yan jî 3 nan û hinek qesp didanê. Her hefteyê du caran heya meheki me bi vî alîkariye jiyan dikir. Ji ber ku cihê em lê bûn, herêma tempon bû. Gelek mayin li dora cihê em hebûn ava ji bo vexwarinê di nava mayinan de bû. Gelek kes dema diçûn avê yan jî daran mayin bi wan ve di teqiyan û lingên wan qut dibûn. Li vê derê dema du kesên bi temen ji bo zarokên xwe ji sermaya zivistanê bi parêzin li dora wargehêli daran di geriyan ji aliyên hezên PDK e ve hat girtin û serê wan hate jê kirin û birin firotin dewleta Tirk ya hov…
Em di nava van êşan de li nehdaran di jiyan… Dema em qaçax diçin Êsivnê ji bo anîna bîdonekê gazê me canê xwe di avêt erdê. Ji ber nebûna hemu derfetan ji bo zarokên penaber ne kevin nav lepên kedxweran yên mîna gurên hov zarok di hatin kom kirin mîna dibistanan li gel hev kom dibûn û bi devokî xwendina xwe berdewam dikirin. Ev gelê penaber 3 mehan dinava van zor û zehmetiyan de jiyan kirin. Heta dîroka 23/05/1998’tan dema ku hikumeta Iraqê em qebul kirin.
Erdal Ürek
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info