31 Mart 2014 Pazartesi Saat 08:32
Wexta mirov dikeve nava deryaye dîrokê, li pey şopên netewa Kurd û ola Êzidî dikeve mirov li rastî gelek zor û zehmetiyan tê. Ku hiş û henaseya mirov diçikînin.
Heke em li gorî dîroka nivîskî ya şaristaniya hegemonya kapîtalîzim biçin, emê rastî zanista pozîtîfîst a xwe dispêre desthilatdariya dewlata netew bên. Modernîta kapîtalîst bi vê zanistê desthilatdarî û hegemoniya xwe li ser civakê û çanda gelan a demokratîk ferz dike. Bi vî awayî belkî jî îxaneta herî mezin li beramberî rastiya çanda gelan a demokratîk dike.
Dîroka gelê Kurd û bi tayîbetî ya ola Êzidî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û nivîsandin. Ji ber her tim hêzên desthilatdar xwestine dîroka çanda demoratîk a xwe dispêre nirxên gel tine bikin, da ku desthilatdariya xwe ber dewam bikin. Ev jî dilêle ku dîroka gelê Kurd û ola Êzidî weke rastiya xwe neyê nivîsandin û xwiya kirin.
Ez dixwazim divê nivîsa xwe ya bi navê Dilopek ji Deryaye Dîrokê de,balê bikşînim ser kurte dîroka gelê Kurd û ola Êzidî.
Ji pêşketina ronesansa Îslamê û vir ve li Rojhilata Navîn û giştî cihanê di aliyê erênî û neyênî de li dîroka gelan rûpelek nû hat vekirin. Ji bo qirîza civaka Ereban were derbaskirin, Îslamiyet bi rolekî giring rabûye. Di derketina Îslamê de ka em binêrin civaka Kurd di aliyê leşkerî, aborî û olî de di çi rewşê de bû. Bi salan li ser mîrateya împaratoriya Med û Persan, împaratoriya Sasaniyan wekî dewama vê kevneşopiyê desthilatdarî kiriye. Di vir de jî tê dîtin ku, di Rojhilata Navîn de yên pêşangî kirîn gelê Kurd, Fars û gelên herêmê ne. Ol û baweriya van gelan, ola Zerdeştî bû. Baweriya Zerdeştî an jî, Êzidîtî ew bû ku wekheviya di navbera jin û zilam, xweza û civakê de bi rêbazên li ser hîma heqîqeta civaka xwezayî bi parêz e. Dema ez dibêjim Zerdeştî yan jî Êzdîtî bila wisa neyê fêmkirin ku ez herduyan ji hev cuda dikim. Di cewhera xwe de herdu yekin û bi demê re nav hatiye guhertin. Çawa ku heqîqet nayê parçekirin, Zerdeştî û Êzidîtî jî nikare ji hev were cudakirin û negengaze bê cudakirin. Wexta, behsa ol tê kirin, di xeyal û hişê mirovan de nîgarekî ji qalib û dogmayan pêk tê diyar dibe. Lê berevajî vê, di felsefeya ola Êzidiyan û çanda wan a xwezayî de ti qalib û dogma nînin. Çend xalên sereke yên Êzidî baweriya xwe pê tînin çine ka em temaşeyî wan bikin. Av, Ax, Ba, Agir û Roj di felsefe, mîtolojî û ola Êzidiyan de pîroz tên dîtin. Em di zanistê de jî dibînin ku her yek ji van weke hêmanên avabûna gedûnê hatîne îspat kirin. Ez dibêjim ev ne tişekî dogmatîke, li gor xweza û rastiya civaka me ya Kurd a bi hezarê salan e.
Her mirovê di derbarê dîroka îslamê de xwedî agahiye dizane ku îslam di destpêka derketina xwe de bi riya destdanîna ser xenîmetan û talanan berfireh bûye. Lê mirov nikare bêje îslam tenê ji vê pêk tê. Di aliyê siyasî, bîrdozî û leşkerî de hêza îslamê her ku diçe mezin dibe û berfireh dibe. Piştî ji Çînê derketina Tirkan û hatina wan a ber bi Rojhilata Navîn û Anatolyayê ve, ji bo Tirk baştir bikarin dagirkeriya xwe berfireh bikin û dest danin ser xenimetên şer û talana xwe berfirehtir bikin, di sedsala 10’an de Îslamiyet bi temamî pejirandin. Di sedsala 7’an de ava tufana Îslamê gihiştibû Kurdistanê. Lê piraniya Kurdên bi çand û baweriya xwe ya demoratîk ve girêdayî bûn, ji vê ava îxanetê venexwarin û xwe pê serxweş nekirin. Lê bi hatin û pejirandina Tirkan a îsalamê re, êdî Kurdistan vê carê bû sifreya gorên Emewî û Selçûqî.
Li Kurdistanê di bin navê îslamê de tevkujiyên nimûneyên wan di dîroka şaristaniyê de nehatî dîtin hatine pêkanîn. Bi hezaran pîr û kal, jin û zarok, keç û xort hatine qetilkirin. Wekî talan û xenîmeta şer, mal û milkê Kurdan hatiye desteserkirin. Gelek jinên Kurd wekî xenîmetên şer hatine desteserkirin, li qesrên Emewiyan hatine kolekirin, zilamên kurd an hatine kuştin an jî hatine kirina leşkerên pergalê. Hovîtiyên mezin bi ser kurdan hatine meşandin, di encama talan, kuştin û qetilkirinên madî û manewî de kurd neçarî pejirandina îslamê hatine hiştin. Kurdan wisa bi dilê xwe û daxwaza xwe îslamiyet nepejirandine. Kurdan di dawiya berxwedan û berdêlên giran de îslam pejirandiye. Lê dîsa jî beşek girîng ji civaka kurd îslamiyet ne pejirandiye û ji bo azadî û parastina baweriyên xwe yên eslî li ber xwe dane û gihiştine roja me ya îro.
Di serê van beşên civaka Kurd ên îslam nepejirandîn û li ber xwe dayîn de Êzidî,Yaresan û Elewî tên. Ji bo ev beş bikarin baweriyên xwe biparêzin, piraniya wan xwe daye herêmên çiyayî û li hember pergal û baweriya serdest di deverên çiyayî de berxwedana xwe domandine. van beşên civakê di saya vê berxwedanê de karîne nirxên xwe yên netewî û baweriyên xwe bigihînin roja îro. Bêguman, ji bo parastina van nirxan rêbazên cuda û balkêş hatine bikaranîn. Ji van yek jê çanda şêxîtiyê ya ketî nav baweriya Zerdeştiyê an ku Êzidîtiyê ye. şêx Hadî ji bo parastina heqîqeta kurdan di baweriya Zerdeştiyê de reform daye pêkanîn û ji bo bikare baweriya Êzidîtiyê li ser piya bigre bi vî awayî xwestiye li hember êrişên pergala dagirker vê baweriyê li ser piyan bigre.
Sedsala 11’mîn di Rojhilata Navîn de bû setsala felsefê, gelek kesayet di vê demê de derketin û hewl dan nirxên civaka Kurd biparêzin û ji bo vê yekê têkoşîn. Gelek ji van kesayetan kurd bûn. Kesayetên wekî Şêx Hadî, Evdilqadir Gêlanî, Şax û Şîn çend kesayetên bên bi bîranîn in. Van kesayetiyan ji bo parastina kevneşopî û nirxên netewa Kurd rolên girîng girtine ser milên xwe.
Şêx Hadî yek ji van kesane ku heta roja me ya îro di civaka Êzidî de herî zêde tê zanîn û xwedî cihek girîng e. Şêx Hadî kurê Misafir e û di sala 172’ an de li Libnanê ji dayîk bûye. Her çiqas li Libnanê ji dayîk bûbe jî, li gor tê zanîn ji eslê xwe Kurd e û xelkê Colemêrgê ye. Şêx Hadî xwendina xwe li Şamê û Bexdayê temam kiriye. Kesek zane û pêşketiye di dema xwe de. Kesayetek li Rojhilata Navîn têra xwe geriya bû û rastiya herêmê û civakên herêmê baş dizanî. Her wiha rewşa gelê Kurd, xetereyên li ser civaka Kurd baş fêm kiribû. Gelê Kurd di pêvajoyek dijwar re derbaz dibû. Ji bo vê jî pêwîstî bi çareseriyê û derbazkirina vê pêvajoyê didît. Li ser vê hizrê di sala 1113’ an de di navbera Şêx Hadî û rojperestan de hevpeymanek tê çêkirin. Di encama vê hevpeymana li ser hîma rêxistinkirina civakê pêk tê de, çend saziyên sereke tên sazkirin. Navê çend saziyên ji van ev in: Şemsanê, Pîranî, Adanî, Qehtanî û Mirîd. Civak li jêr van saziyan tê rêxistinkirin û ev sazî heta roja me ya îro jî didomin.
Gelê Êzidî ti caran peşverûtiyên çanda Ereb wekî îslamê qebûl nekiriye. Her tim li beramberî her cure dagirkerî û hovîtiya wan li ber xwe daye û têkoşîn kiriye. Êzidiyan ji bo parastina welat, çand û netewa xwe berdêlên pir giran biha dane, rastî 73 ferman û tevkujiyan hatine, bi hezaran kes hatine qetilkirin. Gund û malên wan hatine şewitandin, ji bo parastina van nirxên pîroz rastî her awayê êşkence û çewisandinan hatine.
Di tevahiya dîrokê de siltanên ku bi navê îlamê bûbûn dirinde, ji bo desthilatdarî, berjewendî û destxistina xenîmetê li ser gelê kurd zilm û zoriyên mezin meşandine. Di vê oxirê de bi hezaran kurd kirine qurban û di qetliaman re derbaz kirine. Di civaka kurd de jî, çîna jor her tim wekî çêlikên van dirindeyan tevgeriyaye. Piştî vê çînê îslam pejirandî û şûn de, wekî mekîneyek îxaneyê ya bi lanet xebitiye û di riya têkbirin û tinekirina çand û baweriya kurdan de rolek pir xirab lîstiye.
Gelek serkirdeyên qaşo Kurd bûn, di qetilkirin û tinekirina çand û baweriya gelê kurd, bi taybet Êzidîtiyê de cih girtin. Ên wekî Bedîrxan Beg, Mîr Mihemedê Rewandizî û di sala 2007’an de jî Mesûd Barzanî, di Di van demên dawî de gelek serkideyên qaşo Kurdin li qetilkirim û tinekirina gelê Kurd û bi tayî betî ola Êzidî de cih girtin. Ên weke Bedirxan Beg, Mîr Muhemed Rewendizî û di sala 2007 an de Berzanî, van kesayetên qaşo serkirdeyên Kurdan bûn di gelek jin, zarok, pîr û ciwan kirine qurbanên van siyasetên xwe yên qirêj. Bedirxan Beg, di sala 1840-5’’ê li Botan, Mêrdînê û Amêdiyê gelek kesên Êzidî û Suryanî qetil kirin. Mal û milkê wan talan kir, berê wan da welatên cîran û diyasporayê.
Piştî Bedirxan Mîr muhemedê Rewendizî ji li herêma Soran êrişî ser Êzidiyan li aliyê Şêxan, Behşîqe û Behzanê dike. Bi sedan mirov davêjin ava Dîcle. Wan jî kevneşopiya siltanên Emewî û Osmanî ya dirindetiyê dewam kirin, bi sedan Kurd qetil kirin, gund û malên wan dagir kirin.
Sedsala 21’an ku sedsala demokrasî û biratiya gelan tê pejirandin, ji bo Êzidiyan nayê heman wateyê. Di destpêka vê sedsalê de Kurdên Êzidî vê carê bi destên Barzanî tevkujiyek din jî jiyan kirin. 24. 08. 2007’an de bi tirinbêlên bombe barkirî, Şengal welatê rojê û berxwedanê kirin gola xwînê. Ji bo berjewendiyên siyaseta xwe ya qirêj û gemar bi dehan dayîn, zarok û mirovên bêguneh kirin qurbanî.
Ji bo mirov bikare civaka Êzidî baş fêm bike û wate bide tiştên ku îro di vê civakê de tên jiyî, divê mirov zorî û zehmetiyên civaka Êzidî di tevahiya dîrokê de jiyan kirî fêm bike û bizanibe. Eger Kurdên Êzidî hîna jî hebûna xwe ya olî û çandî didomînin û diparêzin, ev yek di saya çanda wan ya xweragir û berxwedêr a dîrokî ye. Gelek aliyên kevneşopiya dîrokî yên bên rexnekirin û divê bên guhertin hene. Lê nabe ku mirov tiştên îro tên jiyîn tenê bi paşverûtî û paşvemayîna civaka Êzidî pênase bike. Ger wisa were temaşekirin, wê ev bibe nêzîkatî û lênêrînek sivik û ji rêzê. Divê mirov bikare sedem û encaman bîne gel hev, li gor wê şirove bike û bigihêje pênase û nirxandinek rast. Wê ev nêzîkatiyek bi wijdantir û rasttir be.
Zerdeşt Şengalî
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org – www.navendalekolin.com -www.lekolin.net – www.lekolin.info