• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

Bi Zimanê Jinê Kovara ‘Zarokên Rojê’

15 Mart 2020

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025

Yeni Ortadoğu’nun Kalıcı Kaos Düzeni ve Stratejinin Temel Ayakları

21 Haziran 2025
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
No Result
View All Result
Home Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

Bi Zimanê Jinê Kovara ‘Zarokên Rojê’

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Kürdistan Tarihi ve Dili
Reading Time: 3 mins read
A A

01 Eylül 2011 Perşembe Saat 07:11

Meclîsa Jinê ya TZP Kurdî ji bo nifşê nû nekeve pêşberî polîtîkayên bişaftinê û nebe mehkûma bîlgîsayaran kovara zarokan a bi navê “Zarorên rojê” çap kirin.

Meclîsa Jinê ya TZP Kurdî ji bo nifşê nû nekeve pêşberî polîtîkayên bişaftinê û nebe mehkûma bîlgîsayaran kovara zarokan a bi navê “Zarorên rojê” çap kirin. Kovara ku armanc dike ku zimanê zikmakî, dîrok, çand û erdnigariya kurdan fêrî zarokan bike piştî cejnê xwe digine xwendevanên xwe.

Meclîsa Jinê ya Tevgera Ziman û Perwerdehiyê (TZP-Kurdî) bi xebateke kolektîf li dijî polîtîkayên bişaftin û dejenerasyona ku li ser zarokên kurdan tê meşandin ketin nav hewldaneke wadetar. Meclîsa Jinê ya TZP-Kurdî, ji bo hemû zarokan armanc dikin ku zarok zimanê zikmakî ji bîr nekin û pêş bixin. Meclîsa Jinê bi vê xebata kovarê armanc dike ku li gel xebatên perwerdehiya ziman, hişmendiya zarokan jî pêş bixe. Her wiha di kovarê de xaçepirs û tiştenok jî hene. Meclîsa Jinê ya TZP’ê li dijî êrişên kapîtalîzmê ya li ser zarokan bandorek neyînî dihêle hewldana birdozî dimeşîne û nirxên civakbûyina gel bi alîkariya kovarê di fikr û ramana zarokan de didin bicihkirin. Kovara “Zarokên Rojê” ku bi xebat û alikarîya zarokan tê amadekirin, cih dide karîkator, nivis û pêkenokên zarokan jî.

Komîsyona Weşanê bi tevahî jinin

Komîsyona weşana kovarê bi tevahî ji endamê Meclîsa Jinê ya TZP Kurdî pêk tê. Ji komisyona weşanê Rûken Zagli diyar kir ku di bijartina komisyonê de bi hişmendî hevalên jin hatin bijartin û wiha got: “Cewhera civakbuyînê di rastiya jinê de weşartiye. Ev yek jî weke rastiya dîrokê li pêş me ye. Em dizanin ku zarok li derdora dayika xwe mezin dibe û dayik li ser şekilbûna zarok bi bandor e. Lowma di vê projeya mede jî jin xwedî erkekî mezin in.”

Armanc û kaniya kovarê ‘zarok’ e

Zagli, derbarê naveroka kovarê de jî agahî da û destnîşan kir ku di kovarê de pêkenok, meselok, xaçepirs û jiyana navdarên kurd hene. Zagli, destnîşan kir ku ew bi naveroka wisa zarokan di temeneke piçûk de dikin xwedî pêywîr û nêrîneke berfireh. Zagli, da zanîn ku zarokan bi vê kovarê derbarê paşeroj, dîrok û çanda xwe de dibin xwedî agahî. Zagli, daxuyand ku zarokên temenê wan di navbera 9-15 salan de nivîs karikatur û xêzên xwe dişînin kovarê û wiha axivî: “Me jî armanc dikir ku bi xebateke kolektîf her kesî beşdarî xebatan bikin û zarokan jî tev li xebatê bikin.”

‘Divê zarok ji xweza û kolanan neqetin’

Endama Komîsyona weşanê ya kovarê Meryem Tanrikulu jî diyar ku di destpêka rûpelê de cih didin alfebeya kurdî û dibin alîkarê xwendin û nivîsandina kurdî. Tanrikulu, destnîşan kir ew bi vê hewldanê armanc dikin ku zarok di destpêkê de fêrî aldabeyê bibin û di rûpelên pêş de karîkatûrên kurdî û meselokan bi hêsanî xêz bikin. Tanrikulu bilêv kir ku di kovara “Zarokên Rojê” de cih dane zaravayên kurmancî û dimilî û wiha pêde çû: “Di zarokatiya me de pêlîstokên me hebûn. Me di nava kolanan de bi hevalên xwe re dilîstin. Lê niha ew pêlîstok û hevaltî winda dibe. Ev yek jî bi êrîşên kapîtalîzmê pêk tên. Zarok bûne mehkûma bîlgîsayaran û jiyaneke takekes dijîn. Em di kovarê de lîstokên zarokan û çanda kurdan bibîr dixin. Em armanc dikin ku zarokan li lîstik û çanda wan vegerînin.”

“Ev kovar hem dide kenandin û hem jî fêrî çand û dîrokê dike’

Ji komîsyona weşanê Habîbe Yîgît jî, anî ziman ku pîvanên wan bilinde û xwe ji kovarên pergalê qetandine. Yîgît destnîşan kir ku ne tenê kovareke seranser kenînê ye û li gel vê yekê di heman demê de kovora perwerdehî û ferkirina çand û dîrokê ye jî û wiha berdawam kir: “Mînak em ji zarokan re dibêjin tiştên ku ji were balkêş tên ji mera binivisin. Çi dibe bila bibe. Ferq nake. Bes bila zarok biafirînin û bi hevre parve bikin. Bi xebateke bi vî rengî di nav zarokan de hevpariya agahiyan pêk tê û pêşketineke hişmendî dertê holê.”

Xisleta Xeyalî “Şînê”

Yîgît diyar kir ku xisleteke bi navê “Şînê” ava kirine û Şînê di her hejmareke kovare de dê li bajarekî Kurdistanê bigere. Yîgît bilêv kir ku bi macera û gerîna Şînê zarokan erdnigariya Kurdistanê fêr bibin û dê naskirineke di xeyalan wan de pêk were. Yîgît wiha domand: “Zarok tevî Şînê dê bigerin. Kêf û sûdeke mezin jê bigrin. Ev yek dê bibe sedema meraqeke ji bo axa Kurdistanê. Di destê me de name û karîkatorên ku zarokan şandine hene. Em dê yek bi yek di kovraê de biweşînin.”

Kovara “Zarokên Rojê” dê ji 3 mehan carekê bê weşandin. Di rojên peş de dê bigêje destê xwendevanên xwe. Kovara “Zarokên Rojê” di serî de li Kurdî-Der û navendên çandandê dê bên belavkirin. Xwendekarên ku bixwazin kovarê bistînin û nivîs, karikator, meselok an xaçepirsên we bigînin kovarê dikarin ji [email protected] re bi rêya mail bişînin.-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê   

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share213Tweet133
Previous Post

CIA Ajanı Süleyman Soylu üzerinden kaçırılma planı!

Next Post

KDP KÜRTLERDEN NE İSTİYOR?

Lekolin

Lekolin

Next Post

KDP KÜRTLERDEN NE İSTİYOR?

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi