25 Temmuz 2012 Çarşamba Saat 09:35
Ev demek dirêj e ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna ji bo azadiyê dimeşîne. Lê bi taybet çapemeniya Rojava li hemberî vê têkoşîna Kurdan bê deng bû. Lê piştî tevgera 19’ê tîrmehê ku Kurdan rêveberiya gelek bajaran bi dest xistin, êdî ket rojeva cîhanê jî. Piştî rojnameya Frensî Le Monde, vê carê jî BBC di nûçeya bi sernûçeya “Li bakûrê Sûriyeyê desthilatî dikeve destê Kurdan diyar kir “Di vê pêvajoyê de PYD’ya li ser xeta PKK’ê tê nasîn aktora herî girîng e. BBC hevpeyvîna bi Hevserokê PYD’ê Salih Mislim re jî weşand.
Nûçeya ya bi îmzeya Mahmut Hamsici ya servîsa Tirkî ya BBC’yê wiha ye:
Di encama êrîşa di 18’ê tîrmehê de li paytexta Sûriye Şamê pêk hat de Wezîrê Parastinê Dawut Raciha, alîkarê wî Asif Şewket, Serokê Maseya Krîzê General Hesen Turkmeanî û Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî Hîşam Bextiyar mirin û vê yekê li Sûriyeyê rê li ber krîzeke nû vekirin.
Piştî êrîşan pêşketinên herî girîng hêzên Kurdan ên li bakûrê welat bûn, Kurdan li herêmên ku şêniya wan zêde ye rêveberî bi dest xistin û dest bi avakirina rêveberiya xwe kirin.
Meclîsa Gel a ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a ku li ser xeta PKK’ê ye, jî di nav de ye û Kosneya Neteweyî ya Kurdana ku ji rêxistinên cûda pêk tê di 9-10’ê tîrmehê de bi malovaniya Mesûd Barzanî li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn û biryar hat dayîn ku bi hev re tevbigerin.
Kurd piştî vê biryarê ketin nava amadekariya pêvajoyek nû ya polîtîk û piştî ku êrîşên bombeyî hevsengiyan guhert, dest bi rêveberiyên xwe kirin.
Bi vî awayî di pêvajoyê de akotara herî girîng bû PYD’ya li ser xeta PKK’ê tê nasîn e.
PYD’ya ku navber xistibû navbera xwe û rêveberiya Esad jî û muxalîfên çekdar jî, bi vê hemleya di vê pêvajoyê de bû yek ji aktorên polîtîk ên herî girîng ên herêmê.
Di demek ku di asta neteweyî de pevçûnên di navbera rêveberiya Esad û Artêşa Azad a Sûriyeyê de berdewam dike de, tevgera Kurdan di vê pêbajoyê de dê bibe aktorek pir girîng.
Di demek ku ji herêmên Kurdan agahiyên ku ji hev du nagirin de Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ji BBC Turkçe (Tirkî) re axivî.
Piştî êrîşên bombeyî yên li hemberî rejîmê pêk hatin, pêşketina polîtîk a herî girîng, li herêma Kurdan pêk hat, herêmên Kurdan yek bi yek ketin bin Konseya Neteweyî ya Kurdan û PYD’ê. Kurdên Sûriyeyê û bi taybet PYD, ji vê yekê çi hedef dikin?
Tiştek ku civaka me ya Kurdan dizane heye. Ji ber wê jî me ji destpêkê ve tedbîrên xwe girtin. Me gelê xwe bi rêxistin kir, komîteyên herêmî ava kir. Ev berdewama hewldanên me yên berê ne. Ev xebat ji bo pêşwazîkirina pêvajoyeke wiha bû. Gel xwedî rêxistin, mirovên xwedî rêxistin, bi çi rewşê re bên hemberî hev, bi bandor dibin. Pevçûn belav dibin, belavî Sûriyeyê dibin, hema bêje gihişt herêmên Kurdan. Gihiştin ber deriyê me. Ji bo pevçûn negihe herêmên me, komîteyên herêmî ketin dewrê. Gel rabû, sazî û dezgehên rejîmê yên li wir hatin derxistin. Gotin ‘Em dikarin xwe bi xwe re ve bibin’ û derxistin.
Yanî, armanca sereke ya hemleya bidestxistina rêveberiyan ew bû pevçûnên di navbera hêzên dewletê û Artêşa Azad a Sûriyeyê de negihin herêma Kurdan û gelê Kurd ziyanê nebîne bû?
Ev yek girîng e. Li Efrînê dest pê kir û belavî Kobaniyê bû. Gelê li wê derê dest danî ser hemû sazî û dezgehên rejîmê. Hêzên ewlekariyê ji wir derxistin û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Piştî wê yekê jî li Dêrikê derket. Gel niha dest daniye ser hemû sazî û destgehan û ew bi xwe bi rê ve dibin. Armanca vê jî parastinda gel bû.
‘Bê rijandina xwînê serê xwe tewandin’
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, hêzên dewletê, li hemberî wergirtina rêveberiyê berxwedaneke çekdarî nîşan nedan. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Li du cihan li ber xwe dan. Me şehîd jî dan. Yek li Qamişlo, yek jî li Dêrikê, birîndar hene. Ji aliyê din jî kuştî hene. Pevçûnek wiha biçûk qewimî. Ji bo ji Kobanî û Efrînê derbikevin ji bo wan 12 saet hate dayîn. Wan jî dît ku hemû gel rabûye ser piyan.
Yanî sedema ku zêde xwîn nehat rijandin ew bû ku hûn yekser neketin nava şer û we berê ew hişyar kirin bû?
Belê, Me got ‘Ger hûn ji herêmên Kurdan derbikevin dê helwesta me cûda be’. Wan jî ji destpêkê ve meşên me dîtibûn, daxwazên gel dîtibûn çawa nin. Ji ber wê jî bê ku xwîn were rijandin, serê xwe tewandin. Ev yek jî baş bû, xwîn zêde nerijiya, xwe em vê yekê naxwazin. Li bajarên din jî, mînak Qamişlo, em naxwazin xwîn were rijandin. Em naxwazin êrîşên bi xwîn çêbibin. Lê gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.
‘Polîtîkaya me ne dabeşkar e. Me daxwaza serxwebûnê nekiriye’
Baş e, ji bilî astengkirina ziyanên pevçûn bidin herêmê, weke din daxwazên siyasî yên PYD’ê çi ne? Hûn di nava welatek yekbûyî de li bakûrê welêt daxwaza xweseriyê dikin?
Dixwazim vê yekê sererast bikim, em ji herêmê re dibêjin Rojavayê Kurdistanê Daxwazên me ji destpêkê ve diyar bûn. Em daxwazin ku di nava çarçoveyeke demokratîk de, yanî yekpariya Sûriyeyê, hemû daxwazên Kurdan di ware qanûnî de bên naskirin, mafên neteweyî (xwendin, nivîsandin, zimanê zikmakî, weke vana) bên dayîn, ev çar sal in em ji bo vê yekê dixebitin. Em ji vê yekê re jî dibêjin Xweseriya Demokratîk. Ev Xweseriya Demokratîk nayê wateya otonomiyê. Me buroşora vê yekê belav kir û daye her kesê.Ev ne tenê ji bo Kurdan e, ger bixwazin dikarin ji bo herêmên din jî pêk bînin.
Hûn nêzîkatiya rêveberiya Esad a li hemberî daxwaza xweseriya demokratîk çawa dinirxînin?
Ev çar sal in ew dibêjin ‘Ev yek tê wateya dabeşkariyê’. Lê em wisa nahizirin. Em di nava yekpariya Sûriyeyê de di çarçoveya mafên demokratîk de vê yekê dixwazin. Em tu polîtîkayên cûdakar an jî dabeşkar naşopînin. Weke ku tê zanîn têkiliya me bi muxalîfên Ereb re jî hene. Em weke PYD di nava Konseya Koordînasyona Neteweyî de ne. Me daxwaza serxwebûnê nekiriye û me daxwaza federalîzmê jî nekiriye. Em xweseriya demokratîk dixwazin, di warê erdnîgarî de tu sînoran nas nake.
‘Navbera me û Artêşa Azad a Sûriyeyê baş e’
Yek ji rêveberên payebilind ên Artêşa Azad a Sûriyeyê ji rojnameya Zaman a Tirkiyeyê re axivî, diyar kir ku PYD dixwaze li bakûrê Sûriyeyê dewleteke serbixwe ava bike û gelek rexne li PYD’ê kir. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Têkiliya me bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re baş e. Ev daxuyanî nunertiya Artêşa Azad a Sûriyeyê nake. Nêzîkatiya Artêşa Azad a Sûriyeyê ne wisa ye. Ez behsa navê yekemîn dikim. Ew jî dibêjin ‘Gelê Kurd parçeyek ji şoreşê ne, em Kurdan tebrîk dikin’ gotinên wiha xweş kirin. Û ji vê yekê pişt dilxweş in.
Yanî rejîma navendî ya Sûriyeyê di destê kê de jî be, hûn ê ji bo Xweseriya Demokratîk têbikoşin?
Rast e. Em li Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk dixwazin. Rêveberiya niha tu carî demokratîk nebûye û em bawer nakin ku bibe jî, lê ji bo pêkhatina daxwazên me divê li Şamê jî hikûmeteke demokratîk hebe.
Bi ya we, muxalefeta niha heye, dikare rejîmeke wiha demokratîk ava bike?
Muxalefet parçe parçe ye. Muxalefeta ku têkiliyên me pêre heye, daxwazên me qebûl dikin û pir maqul dibînin.
Baş e Artêşa Azad a Sûriyeyê jî di nava wan de ye?
Belê ew jî di nava wan de ye. Muxalefetên din, hêzên girêdayî derve qebûl nakin. Lê muxalefeta demokratîk a di nava Sûriyeyê bi xwe de ye, hemû qebûl nakin.
Bi qasî ku em dizanin, we di wê demê li aliyê rêveberiya Sûriyeyê cih negirt, lê we bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re li hemberî rejîmê şerê çekdarî jî nekir. Ger daxwazên we têne qebûlkirin, hûn çima bi van hêzan re nebûn yek?
Ev yek ne rast e. Ji sala 2003 ve partiya me hat avakirin û heta îro em têdikoşin. Di salê 2004, 2005 û 2006 şehîdên me çêbûn. Heta roja şoreşa Sûriyeyê an jî Bihara Ereban, an jî Bihara Gelan, dest pê kir, nêzî 1550 endamên me di girtîgehan de bûn. Ji ber wê jî ne mumkun e ku em li aliyê wan cih bigirin. Me şer dikir, lê bi rêbazên xwe yên taybet.
Bi ya we, guhertina rêveberiyê li herêmê, dê bandoreke çawa li têkiliyên Tirkiyeyê yên li herêmê bike?
Beriya her tiştê vê bêjim, em hêvîdar in ku biratiya gelan were xurtkirin û em ji bo wê helw didin. Tu pirsgirêka me ya bi gelê Tirk re tune ye. Tedbîrên me li vir girtine ji bo parastina gelê me ye. Em ne li dijî tu kesî ne. Lê mixabin bi rêveberên Tirkan re fobiyek a Kurdan heye. Li gorî wan Kurd li kuderê mafek bi dest bixe, weke neheqî tê dîtin. Em dixwazin Sûriye bibe demokrat û heta pêkhatina vê yekê em ê gelê xwe biparêzin. Ev mafek me yê xwezayî ye. Mafê tu kesî tune ye vê yekê rexne bike.
‘Heta kes êrîş neke em jî êrîşê tu kesî nakin’
Hûn ê ji niha û pêve jî li hemberî rêveberiya Sûriyeyê çalakiyên çekdarî li dar bixin gelo??
Heta kes êrîş neke em jî êrîşê tu kesî nakin
Têkiliya we ya bi Rêveberiya Kurdan li Iraqê re çawa ye?
Bi vexwendina wan (Mesûd Barzanî) her du meclîsên Krudan li hev kirin. Ji bo vê hewldanê em spasîya wan dikin. Lê ew bi xwe tu carî xwe têkelê karê me yê navxweyî nekir. Em li gorî vê peymanê komîteyek ava dikin. Civîna yekemîn dê bê kirin. Dê piştre komîteyên alîkar bêne avakirin. Lê ev xetek taybet a Kurdên Sûriyeyê ye.
Di nava vê pêkhateyê de gelek rêxistin hene, gelo aktora herî girîng PYD ye?
PYD partiyeke siyasî ye. Em ji vê re nebêjin PYD, em bêjin Meclîsa Gel, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ye. Ya din jî, Meclîsa Neteweyî ya Kurdan heye. Di bin banê meclîsa din de panzdeh partî hene. Li vî aliyê din jî rêxistinên sivî û PYD hene. Li vir tiştek bi navê PYD’ê nehatiye kirin, bi navê her du meclîsan hatiye kirin.
‘Girêdanek me ya organîk bi PKK’ê re tune ye’
Çapemeniya Tirkiyeyê ji bo PYD’ê dibêje ‘Baskê PKK’ê yê Sûriyeyê’. Hûn vê yekê rast dibînin?
Li gorî me, di warê felsefî û îdeolojîk de nêzîkbûnek me ye. Em jixwe bi aşkereyî dibêjin. Lê tu têkiliyeke me ya organîk bi PKK’ê re tune ye. Dîsa gelek gotgote hene. Dibêjin PKK ji derve hat. Tenê kesek jî ji derve nehatiye. Evane hemû bê bingeh in. Em bi hêza xwe, bi hêza gelê xwe komîteyên xwe bi rê ve dibin. Ev jixwe di van rojên dawiyê de hat ragihandin. Em di bin navê Yekîneyên Parastina Gel de yekîneyan pêk tînin. Evane jî hemû ciwan in. Ji bo parastina gel in, ne li dijî tu kesî ne.
Çiqas hêzên we yên çekdar hene? Hûn dikarin agahî bidin?
Bi awayê hejmar em nizanin, lê belê li hemû Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Beşek mezin a gel bi me re ye û piştgiriyê dide me.
‘Dîrokek me ya bi Tirkan re heye’
Herî dawî hûn dixwazin tiştek lê zêde bikin?
Pêşî ez ji bo gelê Tirk bêjim… Em tu carî nebûne dijminê gelê Tirk, em nabin jî. Dîrokek me ya bi hev re heye. Ez ji rêveberên Tirkan re dibêjim ku bila dest ji fobîyên xwe yên li hemberî Kurdan berdin, da ku hinek aşitî were Rojhilata Navîn. Ez ji bo gelên din ên Rojhilata Navîn jî dibêjim… Em tu carî naxwazin bên hemberî tu gelekî. Em biratiya gelan dixwazin, em yekitiya gelan dixwazin. Em dixwazin hev du bi awayeke demokratîk nas bikin.
Hûn Kurdekî Sûriyeyî ne. Rêkûpêkiya Tirkiya we ji ku tê?
Ez endezyarê kîmyayê me. Min Zanîngeha Teknîk a Îstanbûlê (ÎTU) qedandiye. Ji ber wê jî Tirkiya min a Stenbolê ye, ne Tirkiya Rihayê ye.-BBC
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info