24 Aralık 2010 Cuma Saat 14:52
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê di sala 2005’an de, di civata giştî ya 3’mîn a KCK de hatiye damezirandin. Endamê Komîtya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê Egîd Cîlo derbarê kar û xebatên komîteya ziman de agahiyên girîng dan ANF’ê. Mamoste Delîla ku bi xwe ji Rojhilatê Kurdistane dibê je armanca me me bikaribin bi tevahiya gelê xwe li herçar perça û bi hemî zaraveyan têkilî deynin bi zaravayê wan. Mamosteya zaravayê zazakî ya dibistana Ehmedê Xanî, Ardil dibêje ji bo ku zaravayê zazkî neyê ji bîrkirin
Endamê Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê Cîlo Egîd derbarê xebatên komîteyê de agahî dan û da diyarkirin ku yekem karê komîtê avakirina dewrewyên perwerda ziman bû û wiha got “ Ev dewreyana jî li gor şert û mercan dihatin sazkirin û hijmara bejdarvana jî li gor rewşên ewlekariyê dihatin destnîşankirin. Lê li tevî vê yekê jî ji despêka komîtê heta ana ev 11 de dewreyê perwerdê li dardixe û bi sedan ji gerîla û gel jî bejdarî van perwerdeyê bûne.
Endamê Komîtya Ziman û Perwerdeyê ya KCK,ê Egîd Cîlo li ser ermancên serekê yên sazkirina Komîteya Ziman û Perewrdê wiha vedibêje “dema rêxistinek tê avakirin li gora şert û mercên wê demê tê sazkirin. Di dema ku sîstema desthilatdar ya li cîhan ê dixwaze kontrola xwe li herderê çêbike di bin navê sîstema cihanê ya nû de, di vir de xeteriyek li ser zimanan jî derdike ve holê. Di vê rewşê de ger zimanek tedbîrên wî neyên girtin xeteriya ku ew ziman ji holê rabe û bihele jî heye û yek ji van zimana jî zimanê kurdî ye. Ev xeterî bi awayekî ber bi çav bi taybet di nifşên nûde herî zêde li Bakurê Kurdistan û Kurdên derveyê welat dihate dîtin. Her çendî xwe weke kurd didan nîşandan jî lê zimanê wan ji holê radibû. Li ser vê bingehê weke rêxistinê ji bo pêşî girtina li vê helandinê bi biryarekê Komîtya Ziman û Perwerdeyê hat damezrand.
XEBATÊN HIŞMENDIYÊ PÊWÎST BÛN
Cîlo destnîşan dike ku di despêka damezrandina komîta ziman û perwerdê li rastî zor û zehmetiyan jî hatine, lê ev yek bi demê re derbas bûye. Cîlo derbarê xebatên hişmendiya ziman de wiha tîne ziman: “Di encama polîtîkaya asîmlasyon û helandê ya ku ji aliyê dijmin ve hatibû rêvebirin, di nav beşekî mezin de ji gelê kurd, ji zimanê xwe hez kirin, bi kurdî axaftin li geleK deveran hatibû ji bîrkirin. Ji bo vê yekê xebatên hişmendiyê pêwîst bû. Yanî zanîna di aliyê ziman de, hezkirina ziman, giringiya ziman û ji bo mirovan ziman tê çi wateyê. Li ser bingehê van xalan Komîtya Ziman û Perwerdeyê dest bi xebatekê kir û me xwest em vê xebatê li tevahiya Kurdistan ê belav bikin . Di vê mijarê de encamek bi dest hate xistin û giringiya ziman di nav gel de hate rûniştandin.
11 DEWREYÊ PERWERDÊ ME LI DARXISTIN
Komîtya Ziman û Perwerdeyê bi salane li çiyayên Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî xebatên xwe didomîne. Endamê komîteyê Egîd Cîlo li ser van xebatan agahî dan û diyarkir ku yekem karê komîtê avakirina dewrewyên perwerda ziman bû. Ev dewreyana jî li gor şert û mercan dihatin sazkirin û hijmara bejdarvana jî li gor rewşên ewlekariyê dihatin destnîşankirin. Lê li tevî vê yekê jî ji despêka komîtê heta ana ev 11 de dewreyê perwerdê li dardixe û bi sedan ji gerîla û gel jî bejdarî van perwerdeyê bûne. Heta demekê bi navê dibistana ziman û perwerdê ev xebat dihate meşandin lê paşî bi biryarekê bi navê dibistana Ehmedê Xanî ev xebat hat meşandin. Di nava perwerdê de dersên rê ziman,perwerda bîrdozî, dîroka ziman,wêjeya kurdî û perwerdeye wergerê jî li gora pêdivî û daxwaziyan tê meşandin. Her dewreyek perwerdê 3ê meha dikşîne. Li gora asta bejdarvana ref têne destnîşankirin. Niha bi awayê du refan perwerde tê dayîn refa yekê ji bo şagirtên ku bingeha wan lawaze,refa duye mî ji ji bo şagirtên ku brê bi ziman re mijûlbûne. Di dawiya her dewreyekê de encamek tê wergirtin. Me bi riya van dew ra xwest em tiştekî destnîşan bikin ew jî ku mirov di demeke kin de dikare fêrî zimanê xwe bibe û tevahiya îdayên berovajî vê yekê vala hatin derxistin.
PÊWÎSTE SÎSTEMA PERWERDÊ WERE AVAKIRIN
Komîteya Ziman û Perwerdeyê li hember politîkayên înkar û îmhayê yên li ser zimanê kurdî, gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ji bo rêxistinkirinya saziyên ziman xebatên giring dimeşîne. Cîlo derbarê vê yekê de dibêje ji bo vala derxistina polîtîkayên asîmlasyonê pêwîste sîstema xwe ya perwerdeyê tu bi xwe avabikî û wîha didomîne “Li herçar perçeyê welat û dervey welat em ketin nav liv û tevgerekê ku em bikaribin sîstema xwe ya perwerdê ava bikin. Di nav gelde em du xebatan dimeşîn yek ji bo bi destxistina mafê xwe xwzayî ji bo perwerdê û giringiya tekoşînê ji bo bi destxistina vî mafî.
TENÊ MEŞ Û ÇALAKÎ BES NAKE
Cîlo diyar kir ku tişta din a girîng avakirina sîstema perwerdeyê ye û Yên din jî sîstema perwerdê avakirin e û wiha berdewam dike “ Ji ber tenê tu tekoşîn bikî û çalakiya li darxîne ev yek bes nake, tu tenê perwerdeyê jî bidî ew jî bi tena serê xwe têr nake. Ji bo sîstem were damezrandin di serî de pêwîste mamosteyên zimanê kurdî çêbibin û ev mamostana mal bi mala, kolan bi kolan perwerdê bidin ku sîstema perwerdê bê danîn. Her çendî heta niha ev xebat xwedan lawazî be jî lê pêngav hatin avêtin. Dema ku em di vê mijarê de bi serketin wê demê emê bêjin me polîtîkaya asîmlasyonê bê encam hişt.
DIVÊ LI ROJHILAT Û ROJAVA JÎ PÊNGAV BÊN AVÊTIN
Cîlo destnîşan kir ku divê pêngava li Bakûrê welat hatiye destpêkirin, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî bêne destpêkirin û got “Gelê me bikaribe mafê xwe yê xwezayî ji bona perwerda bi zimanê dayikê di rojevê de bihêle û bighê je armancê xwe.
HER ZARAVEYEKÎ ZIMAN DEWLEMENDIYA WÎ ZIMANÎ NÎŞAN DIDE
Li gel zaravayê kurmancî di bin banê Komîtya Ziman û Perwerdeyê de her wiha perwerdeya zaravayê Soranî jî tê dayîn. Zaravayên ku dewlemendiya zimanê kurdî ne, di vê qadê de jî, bi armanca pêşxistinê di dibistanan de tên fêrkirin. Delîla mamosteya zaravê soraniye di dibistana Ehmedê Xanî de ku di bin banê Komîtya Ziman û Perwerdeyê de perwerdeyê dide.
PIRANIYA ŞAGIRTÊN ZARAVAYÊ SORANÎ JI BAKÛRÊ KURDISTANÊ NE
Delîla giringiya vê xebata xwe wiha dinirxîne “Weke kurdek pêwîste em hemû zaravayên zimanê kurdî fêrbibin û em xwe bighînin asta ku em bikaribin di heman demê de bidin fêrkirin. Her zaraveyekî ziman dewlemendiyê wî zimanî nîşan dide. Mamoste Delîla dibêje li tevî ku şagirtê perwerdeya zaravê soroanî ji Bakurê Kurdistan in, û di bilêvkirina gotinan de zoriyê dikşînin, lê germbûn û xwesteka wan ya ji bo fêrbûnê vê lawaziyê derbas dike. Mamoste Delîla ku bi xwe ji Rojhilatê Kurdistane dibê je armanca me me bikaribin bi tevahiya gelê xwe li herçar perça û bi hemî zaraveyan têkilî deynin bi zaravayê wan.
ZARAVAYÊ ZAZAKÎ
Gêrîlayên Kurd piştî damezirandina Komitaya Ziman û Perwerdê bi xwestekeke mezin beşdarî perwerdeya ziman dibin û ji bo fêrbûna Zimanê Kurdî di nava hewldaneke mezin de ne. Rexmî ku li vê qadê derfet kêmin û zorî û zehmetiyên pêşxistina vê xebatê pirin jî, ji bo fêrkirina zaravayê dimilkî, an ku zazakî jî amadekarî tên kirin. Mamosteya zaravayê zazakî ya dibistana Ehmedê Xanî, Ardil dibêje ji bo ku zaravayê zazakî neyê ji bîrkirin û em bikaribin wî hîn geş bikin erkê sereke dikeve ser milê me û çendî di peydakirna meteryalan de zehmetî hebe jî emê vê yekê derbasbikin û bingehê vê perwerdê deynin ji ber ziman rûmeta gel e.
EZMÛNÊN ME JI BO VEGERA LI CEWHERÊ XWE YE
Her ezmûn xwediyê armancekê ye. Perwerdeya li dibistana Ehmedê Xanî tê dayîn jî xwedî xweseriyeke balkêş e. mamoste Ronî ku Mamosteyê dibistana Ehmedê Xanî ye dibêje “Her demekê em şagirta di ezmûnê him nivîskî him jî yên devkî re derbas dikin. Mamoste Ronî diyar kir ku armanc ji van ezmûna ku kûrbûnek di famkirina ziman de çêbibe berovajî ezmûnên ku li dibistanên sîstemê tên dayîn yên ji bo bi destxistina pîvan û erkên cûda, ezmûnên me ji bo vegera li cewherê xwe tên li darxistin.
Mammoste Ronî derbarê zehmetiyên ku şagirt dibînin de jî axivî û da diyarkirin ku zehmetiya yekemîn di hevok sazkirinê de şagirt hinekî tengav dibin ewjî ji ber ku qalibê Zimanê Kurdî û qalibê zimanê din yên weke Erebî, Farisî û Tirkî nabin weke hev û şagirtên dibistanê herî zêde berê bi van zimana xwendine. Lê bi perwerdeyê re ev yek ji holê radibe.
DI NAV ŞAGİRTÊ DIBISTANÊ DE ŞAGIRTÊN JI NETEWÊN HOLENDÎ, ELMANÎ Û EREBÎ JÎ HENE
Dema mirov dibe biyaniyê zimanê xwe an jî ji zimanê xwe tê biyanî hiştin, wateya cih û deveran namîne ji bo zehmetiyên fêrbûnê derkevin pêşiya mirov . Ji her temen gerîla beşdarî perwerdeya ziman dibin. Li ser pêdiviya gerîla ji her qadê gerîla tên û li vir li ser zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibin. Gerîlayên ji netewên cuda, ku di heman demê de şagirtên dibistanên zimanê Kurdî yên li qadên çiyayên Kurdistanê ne, her çiqas ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin bi me re baxivin jî , lê belê ji çavên me nekarîn birevin. Li van dibistanan ne tenê gerîlayên Kurd, her wiha ji netewên cuda jî gerîla perwerdeya zimanê kurdî dibînin. Mamosteya dibistana Ehmedê Xanî mamoste Nûjîn dibêje di nav şagirtê dibistanê de şagirtên ji netewên Holendî, Elmanî û Erebî jî hene.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info