Piştî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ku hêzên koalîsyonê jî piştgiriya wê dike û hikûmeta Şamê ya ku tê xwestin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de pêk were, dewleta Tirk bi lez û bez Wezîrê Derve, Wezîrê Parastinê û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ji bo parastina stratejî û hebûna xwe ya li Sûriyeyê bi lez û bez şand Şamê. Li ser vê bingehê dest bi pêkanîna planeke nû ya ji bo serweriya leşkerî û îstîxbaratî li ser tevahiya Sûriyê kir.
Li gorî agahiyên ku di vî warî de bi dest xistine, di 18’ê Adarê de li navenda Şamê di navbera şandeya Tirk a ku rayedarên MÎT’ê jî di nav de ye û hikûmeta Şamê de civîneke veşartî li Wezareta Parastinê pêk hatiye. Di civînê de biryar hat girtin ku bi destûr û erêkirina desthiladariya Şamê dewleta Tirk a dagirker xwe di Sûriyê de bi cih bike.
Cihên tam ên herêmên ku dewleta Tirk wê lê bi cih bibe û armancên ku wê van herêman bikar bîne ev in:
-Balafirgeha Minîx wê weke baregeh û navenda sereke ya operasyonên li dijî rojhilatê Firatê bê bikaranîn. Ew ê ji bo balafirên bê mirov SÎHA-ÎHA, helîkopter û balafirên şer weke qada daketin û rakirinê bê bikaranîn. Hate hînbûn ku wê 3 tabûrên girêdayê Wezîrê Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker bi cih bibin.
-Balafirgeha Dimer wek baregehek ku dê dronên bê firokevan ji wir bifirin bê bikaranîn. Her wiha hat hînbûn ku dê li balafirgehê navendek a girêdayî MÎT’ê bê avakirin û tabûra dewleta Tirk tê de cih bigire.
-Li nuqteyeke nêzî bajarê Heran El Ewamid, li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, li noqteya Cezaya Komarê ya Heres a berê, wê 3 tabûrên Tirk û navendeke kontrolê ya MÎT’ê bên avakirin.
-Balafirgeha Şiêrat wê li herêmê bibe navendeke çavdêrî û şopandinê û liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê hêsan bike. Dê dron û helîkopter ji vir rabin. Dê 2 tabûrên Tirkiyê û tabûreke Tirkmenên Sûriyê ku hin ji wan bi eslê xwe tirk in, tê de cih bigirin. Erka wan ew e ku veguheztinên çeteyên DAIŞ’ê pêk bînin û li herêma navendî hin karên taybet pêk bînin.
-Navenda tenduristiyê ya li nêzî herêma Heresta dê weke navendek ji bo gihandina îstixbaratê ji odeya operasyonên hevpar ên di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de hatiye avakirin, bê bikaranîn.
-Li balafirgeha Mezê xaleke diyarkirî dê ji bo seferên helîkopter û dronan were bikaranîn ku 3 tabûrên dewleta Tirk tê de cih digirin.
– Firokexaneya El-Debaa li gundewarê Humsê dê bibe navenda şopandina tevgerên şîeyan li wê herêmê; Ew ê dron û navendek ewlehiyê hebe.
NAVENDÊN ÎSTÎXBARATÎ;
Di civînê de herêmên ku dê MÎT lê bi cih bibe jî hatin diyarkirin. Herêmên ku wê lê bi cih bibin ev in;
-Dê li navenda lêkolînên zanistî ya li navenda Humsê bi cih bibe.
-Ji bo çavdêrîkirina bajar û gundewarê Humsê û organîzekirina planên gundên Şîeyan, dê navendeke ewlehiyê were avakirin.
-Navenda Lêkolînê ya li Mesyafê ya parêzgeha Hemayê dê bibe navenda şopandina Mesyef û bejahiya wê û dê tevgerên elewiyan bişopîne. Navenda Lêkolînê ya Masyaf xaleke stratejîk e ku girêdayî xebatên lêkolîn û pêşxistina zanistî ye, nemaze teknolojiya leşkerî û çêkirina çekên kîmyawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve di dema rêjîma Esad de ye.
Her wiha dewleta Tirk di planên xwe de avakirina 5 baregehên din li peravên Sûriyê, Şam, Hums û herêmên Çolistana Sûriyê cih girtiye. Lê belê hat hînbûn ku Îsraîlê ev plan qebûl nekir. Ji ber vê sedemê, Îsraîl niha jî li van deveran gelek cih û firokexaneyên leşkerî bombebaran dike.
JI NAVEND Û GUNDEWARÊN EFRÎNÊ RE DAIŞ TÊN BICIHKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker li gelek herêmên Sûriyê bi cihbûna xwe didomîne, lê bi taybetî jî gihandina alavên leşkerî û bi taybetî jî hêzên çete yên wekî DAIŞ’ê ji herêmên dagirkirî re didomîne. Weke tê zanîn hêzên HTŞ’ê di 6’ê Sibata 2025’an de derbasî Efrînê bûn. Li Efrînê ku çend konvoyên wesayîtan bi awayekî sembolîk ketin hundir, dewleta Tirk û çeteyên wê tenê cil û berg guhertin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hevdem bi hevdîtinên li Şamê re, komeke girêdayî MÎT’ê ji bo birêxistinkirina xurtkirina çeteyên DAIŞ’ê û hêza leşkerî ya ji bo çeteyan, derbasî navenda Efrînê bûn.
Herêmên ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û di bin talîmata MÎT’ê de tevdigerin wiha ne:
-Dibistana Fêsel Qedro, ev dibistan mazûvaniya hêzên taybet ên dewleta Tirk û komên çete yên Gurên Boz dike. Di beşeke dibistanê de çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî dijîn.
-Dibistana Bazirganiyê ya li navenda bajarê Efrînê ye, komeke girêdayî Midûriyeta Polîsan a ji fermandar û çeteyên artêşa Tirk tê de hene. Odeya cebilxane ya li dibistanê hat çêkirin ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirtin.
– Dibistana Çandiniyê ya ku beriya dagirkeriyê navê wê Şehîd Sefkan bû, li navenda bajarê Efrînê jî, ji çeteyên Tûnisê û çawişên pispor ên artêşa Tirk re malovanî dike. Li vê navendê çalakiyên komên din ên çete tên şopandin.
-Hêzên taybet ên girêdayî dewleta Tirk li dibistana navçeya Şeran a Efrînê hatin bicihkirin. Li vê dibistanê gelek alavên leşkerî û teqemenî hatin zêdekirin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê yên li dibistanê perwerdehiya sabotajê û sûîqestê didin ku ji bo operasyonên rojhilatê Firatê bên şandin.
– Dibistana Ezherê ku li navenda Efrînê ye, navendeke mezin e, buroyên hemû yekîneyên MÎT’ê tê de hene û bi rêya ofîseke hevpar dosyaya xeta Kobanê û Sirînê bi PDK-Parastin re birêve dibin. Li beşekî vê navendê, endamên polîs û hêzên girêdayî HTŞê wek noqteya cerdevaniyê hatin bicihkirin.
Li gorî agahiyên ku ketine destê me, dewleta Tirk a dagirker wê Sîstema Şerê Elektronîk KORAL (pergala şerê elektronîk a mobîl a ku ji aliyê ASELSAN ve hatiye çêkirin û ji aliyê Artêşa Tirk ve hatiye bikaranîn. Ev sîstem ji bo tespîtkirin, astengkirin û bêbandorkirina radarên aliyên dijber hatiye çêkirin) û pisporên ewlehiyê yên çeteyên DAIŞ’ê ji ser baregeha Bab El Ferec, noqteya Dawûdiyê ya li ser baregeha gundê Rihanê û noqteyeke li herêma Dawûdiye ya li herêma Rihanê. Serçeteyên DAIŞ’ê yên bi navê Sebah Hemo û Elî Mişko ku bi eslê xwe ji Iraqê ne, wê bi komên xwe yên çete re li Efrînê bimînin.
Weke ku ji agahiyên ku me piştrast kirine jî tê fêmkirin, dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê ji bo berjewendiyên xwe rêxistinkirin, fînansekirin û şerê DAIŞ’ê didomîne. Her wiha li şûna ku ji Sûriyeyê vekişe, planên xwe yên dagirkerî û dagirkirinê kûrtir dike.
Milîtan RÊHAT