Pirsgirêkên neteweyî encama siyaseta netew dewletên bi hêz ên ku bi kapîtalîzmê geş bûne ye, ku neteweyên lawaz û bêparastin kirine kolonî. Sîstemên kolonyal bi gelemperî bi destwerdana li ser dewlemendiyên aborî derdikevin holê û neteweya lawaz a ku xistine rewşa bindestiyê, bi dewlet netewa serdest ve girêdayî dibe. Ev rewşa xirabkariya aborî piştî demekê ji sînorên aborî derbas dibe û vediguhere xirabkariya nasnameyî û çandî, neteweya lawaz ji netewbûnê tê derxistin û heta ber bi tunebûnê ve dibin. Hin welatên emperyalîst tenê çavkaniyên aborî yên neteweyên ku kirine kolonî xirab kirine, lê dest nedane nasname, çand û zimanê neteweyî yê kevneşopî yê neteweya bindest, lê belê wan ji aliyê aborî ve wêran kirine. Hin dewletên emperyalîst jî bi rasterast dagirkirina welatê neteweyekê, siyaseta tunekirina wê netewê bi her awayî meşandine. Di encama têkoşîna azadiya neteweyî ya ku neteweya bindest li dijî dewleta serdest dimeşîne de, ger ev têkoşîn bi ser bikeve, neteweya bindest an bi temamî veqete û bi her awayî azad bibe, an jî di çarçoveya çareseriya pirsgirêkên neteweyî de çareseriyên weke otonomî, federalîzm û xweserî pêk bînin.
Di civakên ku bi sedan salan li heman erdnîgariyê jiyane û ji aliyê çandî ve hinekî bi hev re entegre bûne, çareseriyên bi şêweya nasnameya jêr û jor çêbûne. Mînak, Keyatiya Yekbûyî (United Kingdom), ku di dîrokê de li girava Brîtanyayê 15 sedsalan bi hev re jiyaye, ji yekitiya çar hêmanên sereke yên damezrîner, ango Ingilîz, Îskoç, Gal û Îrlandiyên Bakur pêk hatiye. Ev keyatî bi yekbûna van çar neteweyan hatiye avakirin ku nasnameyên xwe yên neteweyî parastine, herêma xwe yên xweser hene û di bin nasnameya jor a BRITISH, yanî di ser nasnameya Brîtanyayî de yek bûne. Îskoçya (Skotya), Wales û Îrlandaya Bakur xwedî rêveberiyên xweser in û mafê wan heye ku bi raya giştî (referandum) biryara veqetîna ji Keyatiya Yekbûyî bidin. Di welatên demokratîk ên pêşketî de, di van yekîtiyên bi vî rengî de, herêmên xweser mafê wan heye ku bi rêya referandumê veqetin û rêveberiya navendî jî mecbûr e ku vê yekê bi rêz bike û pêdiviyên siyasî bi cîh bîne. Di welatên weke Brîtanya û Swîsre ku gelek neteweyan bi hev re jiyaye û yekîtiyeke çandî heye, nasnameya jor li gorî pênaseya erdnîgarî tê kirin, nasnameya jêr jî nasnameya neteweya ku di nav yekîtiyê de cih digire diyar dike.
Nasnameya jêr nasnameya neteweyê diyar dike, loma weke nasnameya jor nayê pênasekirin. Li Brîtanyayê, Ingilîzek nikare ji Skotekî (îskoç) re bibêje: “Nasnameya min a neteweyî ya Inglîzî weke nasnameya te ya neteweyî qebûl bike û nasnameya xwe ya Skotî înkar bike, jibîr bike.” Mînak, li Skotyayê serokwezîr, meclîsa herêmî, pereyên taybet, ala taybet û destûra herêmî heye û rêveberiya navendî ya Keyatiya Yekbûyî mafê destwerdanê li karûbarên hundirîn ên Îskoçyayê (Skotyaya) xweser tune. Lê belê li Tirkî, avahiya dewleta neteweyî ya herî hişk, ku bi gelemperî ji komên etnîkî yên cihêreng ên devşirî pêk tê, hem çavkaniyên aborî yên gelê Kurd hem jî hebûna wê ya nasnameyî û çandî bi rejîmeke faşîst a herî kirêt û bi şerekî taybet ê qirêj sed sal in li ser gelê Kurd ferz dike. Yên ku nizanin pirsgirêkên neteweyî çi ne, nikarin di derbarê çareseriya pirsgirêkên neteweyî de ti agahiyê bidin û nikarin fêm bikin nasnameya jêr û jor çi diyar dike. Li Tirkiyê, gelek mirovên Tirk ên ku di bin bandora rejîma înkarker a sed salî de jiyane û nizanin pirsgirêka Kurd çi ye, difikirin ku Kurd li Tirkiyê her tiştê ku dixwazin dikin û azad in. Ew dibêjin ku Tirkîtî ne nasnameya neteweyî ya Tirk e, lê belê pênaseyek nasnameya jor e. Ev zihniyet siyaseta veşartina ferzkirina Tirkîtiyê li ser gelê Kurd e.
Lê belê gundê ku tê dîtin rêber naxwaze. Tirkîtî nikare bibe nasnameya jor, ji ber ku nasnameya neteweya Tirk diyar dike. Nîşandana nasnameya neteweyî ya Tirkan weke nasnameya jor, bi zimanekî nerm û bi edep, razîkirina gelê Kurd e ku bibe Tirk. Lê belê Rêber Apo, bi Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, bi xweseriya demokratîk nasnameya jêr û bi pênaseya hemwelatiya azad û bi prensîba demokratîk a Tirkîtî nasnameya jor diyar kiriye. Kurd li Kurdistanê bi nasname û çandên xwe yên neteweyî bi azadî dijîn, Tirk jî li Tirkiyê nasnameyên xwe yên neteweyî bêyî ferzkirina li ser civakeke din dijîn û li hemberî cîhanas derve jî di bin nasnameyeke jor a ku li ser pênaseya erdnîgarî ye de yek dibin. Çareseriya pirsgirêkên neteweyî an bi veqetîna tam a neteweya bindest an jî li ser bingeha mafên neteweyî yên wekhev bi xweseriya demokratîk tê çareserkirin. Di nêzîkatiya PKK’ê de çareseriya pirsgirêkên neteweyî ne li ser dewleta neteweyî, ne li ser dewleteke cuda û ne jî li ser desthilatdariya dewletê ye. Çareserî di yekîtiya demokratîk a ku azadiya gelan esas digire de ye. Di vê çareseriyê de bandora dewletê li ser jiyana civakî tune, rêveberiya gelan bi yekîtiyên azad û bi xwe ve heye. Di rêveberiya gelan a bi xwe de çareseriya her pirsgirêka mirovahiyê heye. Di komûnalîzmê de nasnameya jor a mirovahiyê wekhevî, azadî û evîn e. Nasnameya mirovahiyê li ser hemû nasnameyan e. Apocîtî nasnameya herî jor a mirovahiyê diyar dike. Di Apocîtiyê de cîhan mala mirovahiyê ye, mala her kesî ye û her civak bi nasnameya xwe di mala mirovahiyê de bi azadî dijî.
Kemal SOBE