Di 20’ê cotmeha 2024’an de hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistan a Federal a Başûrê Kurdistanê hat çêkirin. Pêş hilbijartinê hemû partî grûpên beşdarî hilbijartinê dibûn soza avakirina hikûmeta nû didan û digotin emê hikûmet û rêveberiyeke dadperwerane ava bikin û emê dawî li dizî gendelî û bêedaletiyê bînin.
Ji Heft mehan zêdetir dem li ser çêbûna hilbijartinan re derbasbûn, hîn jî hikûmeta nû ya herema Kurdistanê nehatiye avakirin. Wisa xuya dike ku ji ber nakokiyên parvekirina kursî desthilatdariyê demekî din ê dirêj wê hikumeta herema Kurdistanê neyê avakirin. PDK û YNK ji bo parvekirina desthilatdariyê bazariyê di navbera xwe de dikin. Partî û rêxistinên din yên ku beşdarê hilbijartinê bibûn ji ber ku vîzyona wan a sîyasî lawaze û hêza wan a leşkerî tuneye nikarin bandor li ser pêvajoya avakirina hikumetê bikin.
DIYARE HIKUMETA ‘EXPORT’ BÛYÎ DÊ LI SER KAR BIMÎNE
Diyare hikumeta “export” (Dîroka wê derbas bûye) bûyi dê heta demekî din jî “li ser kar” bimîne.
PDK bi derengxistin û neavakirina hikûmetê kêfxweşe. Hikûmet hebe tunebe ji bo wan ferq nake ji ber ku ji hemû nîmetên hikûmeta kevn a dem biserdeçûyi li ber destê wan e û li gor dilê xwe tevdigerin. Desthilatdarî û hemû wezaret di destê wan de ne û ji bo berjewendiya partiya xwe derfetên desthilatdariyê bikar tînin. Dema desthilatdariya hikumetê ji aliyê qanûnî û yasayi ve derbas bûye, lê ew dev ji kursiyên desthilatdariyê bernadin. Wekî ku hilbijartin nehatibe çêkirin tevdigerin.
Di rastiyê de baweriya PDK bi demokrasî, azadî û hilbijartinan nayê. Li cem PDK’ê têgeha demokrasî, azadî û hilbijartin tenê amûrên makyaj û xapandinê ne. Ne mecbûr bin hilbijartinê jî nakin, sedema çêkirina hilbijartinê ji bo dilxweşkirina hêzên ku piştgiriya wan dikin. Hêzên ku piştgiriya PDK’ê dikin, di welatên xwe de “hilbijartinan dikin, demokrasî li welatê wan heye,” nabe ku PDK hilbijartinan neke, bi şeklî be jî pêwîste hilbijartin werin çêkirin da ku propagandaya wan a wek hawariyên demokrasiyê ciyê xwe bibîne.
PDK di bin navê hikumeta herema Kurdistanê de derfet û destkeftiyên gelê Kurdistanê îstîsmar dike û dixe bin xizmeta xwe. Bi vî şêwazî hemû dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê wek mal û milkê xwe bikar tîne û dixe mijara bazarê. Navê hikûmet û herema Kurdistanê wek amûrekî berjewendî ji bo desthilatdariya binemalî bikar tînin.
PDK tenê bi hêza xwe van tiştan nake. Pergala navdewletî ji bo xatirê pêkanîna projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê alîkariya PDK’ê dike. Bê vî şêwazî PDK dişînin nav pergala xwe û karê xwe pê didin kirin. Ew amûrekî kêrhatiye ji bo cîbicîkirina bernameyên hêzên navdewletî.
Hêzên navnetewî li heremê rêveberiyên bê îstiqrar dixwazin, ji ber hesabên xwe yên li ser heremê birêve bibin piştgiriya PDK’ê dikin. Ji bo ku PDK apareteke kêrhatiye ji bo berjewendiyên pergala cîhanê. Di fermiyetê de navê partiya PDKê bikar tînin lê di rastiyê de xanedaniya malbata Barzaniyan hatiye avakirin.
Ji ber ku hemû sazî dezgeyên fermî ya hikûmeta dem serdeçûyi di destê PDK’ê de ye binemala Barzaniyan van derfetan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Hemû hevdîtinên dîplomatîk ên li ser navê hikûmeta Kurdistanê tên kirin di esasê xwe de dikeve xizmeta xanedaniya Barzaniyan.
Di serî de dewleta Tirk, hemû dewletên heremê ji tasarûfatên PDK’ê yên li ser Kurdistanê sûd digrin û parçebûna siyasî di navbera gelê Kurd û kurdistanê kûr dikin. Dewleta Tirk naxwaze yekitiya siyasî li Başûrê Kurdistanê çêbibe, ji ber vê yekê nêzîkatiya dewleta Tirk ji her hizbekî kurd yê Başûr re cûdaye. Dewletên heremê azweriya PDK û binemala Barzaniyan baş nasdikin, bi kontrolkirina PDK û binemala Barzaniyan dixwazin hemû Kurdan bixin bin kontrola xwe. PDK û dewleta Tirk pêwendiyê xwe di aliyê leşkerî, aborî, û İstixbaratî de ewqas zêde pêşdebirin ku, dewleta tirk bi rêya van pêwendiyan li hemû qadên Başûrê Kurdistanê xwe bi cîh kir. Êdî PDK bixwaze jî nikare xebatên îstîxbarî yên dewleta tirk li Başûrê kurdistanê bide rawestandin yan jî kontrol bike. Dezgeyên PDK yên leşkerî û îstîxbaratî bi temamî ketina bin kontrola MÎT’a tirk û MÎT a tirk wan rojane bi rê ve dibe. (Derheqê têkiliyên MÎT û Parastina PDK’ê malpera lêkolîn.org agahiyên berfireh belav kiribû) PDK wisa rê xweş kir ku, edî Pêwendiyên îstixbarata Tirkiyê raste rast bi hemû partî û grûpên Başûrê Kurdistanê re li ser esasê parçekirin û kurkirina yekitiya netewî û sîyasî ye.
Ji bo hêzên li ser herema Kurdistanê hesabên wan hene nakokî û parçebûn a siyasî ya Başûrê Kurdistanê nîmetekî nedîtiye.
Rewşa parçebûyi û nakokiyên desthilatdariyê, tenê xizmeta gelê Kurdistanê nake, wekî din xizmeta her hêzekî dike. Îran cûda, Iraq cûda, Tirkiye cûda Sûriyeya ruxiyayî cûda hesab li ser heremê dikin. Xala hevbeş ya van dewletan lawazkirin, ji hêz xistin û belavkirina destkeftiyên Kurdistanê ye. Eger bikaribin wê bixwazin ji vê rewşa parçebûyi sûd bigrin û statuya Kurdistanê ji holê rakin. Sed mixabin siyaseta ku PDK birêve dibe tam jî xizmeta van hêzan dike.
Di navbera PDK ûYNK’ê de ji bo avakirina hikûmeta nû hevdîtin tên kirin lê ji ber ku PDK naxwaze kursiyên stratejîk ên desthilatdariyê, yên wek îstîxbarat, wezareta hundir, aborî darayî û ji herdû serokatiya (serokwezîr yan jî serokê heremê) yekî ji dest bide lihevhatin pêk nayên. YNK’ê, beriya hilbijartinan digot ew naxwazin wek berê PDK hemû tiştî bixe xizmeta xwe de û ew tenê welat birêve bibin. Ji ber wê yekê YNK dixwaze di avakirina hikumeta nû de hinek kursiyên stratejîk bi destê xwe bixîne. PDK naxwaze desthilatdariya xwe bi kesî re parve bike.
Mesût Barzanî di cîvîna gencên PDK’ de bi awayekî vekirî got: “Em di hilbijartinan de bûne partiya yekem û desthilatdariyê 50 bi 50 pêncî bi YNK re parve nakin û qebûl nakin.” Di berdewamiya axaftina xwe de got; “Em qebûl nakin YNK bibe şirîkê desthilatdariyê. Ne xema me ye hikumet nehatiye avakirin em karê xwe berdewam dikin.” Di heman demê de bang li dewleta Iraqê kir û got; “lazime Irak tenê nûnerên hikumeta kurdistanê di hevdîtinên fermî de qebûl bike.” Wisa diyare ku PDK ji pêwendiyên YNK û Iraqê jî neraziye û naxwaze dewleta Iraqê bê wan tu kesên din muxatab bigire.
Li her şûnekî cîhanê piştî hilbijartina derengxistina hikûmeta nû dibe sebebê qeyranên sîyasî û civakî, lê li Başûrê kurdistanê ev tişt normal tê dîtin. Gel hêviya xwe ji partiyên heyi û desthilatdariyê qut kiriye. Bawerî bi hilbijartin û bi siyaseta tê birêvebirin naynin, jiber ku yên li ser navê wan siyasetê dikin ji pirsgirêk û rojevên netewî-niştimanî û civakî dûrin.
Hîna hikûmeta heremê nehatiye avakirin hilbijartina parlamentoya Iraqê ket rojevê. Tê payin dawiya vê salê roja 11.11.2025’an hilbijartinên parlamentoya Iraqê çêbibe. Bêgûman kurd jî wê beşdarî hilbijartinê bibin. Stratejiya kurdan ji bo beşdarbûna hilbijartinên ıraqê dê çawabe nediyare. Partiyên kurd heta niha di nav xwe de ji bo avakirina hikûmeta heremê lihevnekirine di çûyina hilbijartina ıraqê de çiqasî dikarin stratejiyeke hevbeş diyar bikin ciyê gûmanê ye?
Piştî destwerdana hêzên navnetewî li ser iraqê (2003) û ruxandina rejîma Baas derfetekî zêrîn bi destê gelê Başûrê Kurdistanê ketibû. Statûya federal a Başûrê Kurdistanê fermiyet qezenc kiribû. Derfetên pêşxistina demokrasî û azadiyê, parlementoyê, xweseriya gelek sazî û dezgehên leşkerî, emnî, aborî, ragihandin û hwd. Heger ev derfet ne ji bo berjewendiyên partî û binemaliyê, ji bo pêşdebirin û bilindkirina gelê Kurdistanê bihatana bikaranîn niha rewşa Başûrê Kurdistanê di qonaxekî hîn baştir de dibû. Lê mixabin PDK’ê derfetên zêrin yên sedsalê kirin qurbanê desthilatdariya xwe.
Mekanîzmayekî ku bikaribe hesab ji gendeliyên PDK yên aborî, siyasî, leşkerî îstixbarî û dîplomasî bipirse tuneye. Ji ber vê yekê bêperwatiyeke zalimane, rêveberiyeke heta tu bibêjî girtî û xweperest, naxwaze ji derve “karê ku dike”(tawanên ku dike) were zanîn. Tu saziyekî ku bikaribe bi awayeke şefaf “karê hikûmeta PDK’ê” bişopîne û hesab jê bixwaze tuneye.
Hîwa AZAD