Di PDF’ê de bi aweyêkê yêkperçeyî hemû baregehên leşkerî û îstixbaratî ya dewleta Tirk a dagirker ên li Başurê Kurdistanê li ser nexşeyê xal bi xal hatine destnîşankirin. Her wiha di berdewamiya pdf’ê de jibilî barergehan, di pêvajoya şer de hejmara valakirina gundan, koçberî, di encama êrîşên dewleta Tirk de qetilkirina sivîlan, bikaranîna çekên kîmyewî, talanî û wêrankirina xwezayê û hwd hatiye diyarkirin.