Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên ku behaneya PKK’ê li ser Başûrê Kurdistanê ve girêdayî li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh û navendên leşkerî û îstîxbaratî ava kir. Ev demek dirêje dewleta Tirk jibilî baregehan, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê dest bi komên leşkerî û îstîxbaratî yên ku bênavber kiryarên terorîstî pêk tînin ava kiriye.
Li gorî plana duyemîn a MÎT’ê, bi hinceta “xeteriya terorê an DAIŞ’ê” û parastina sînorên Tirkiyeyê ku di eslê xwe de armanc dike têkiliyên di navbera hêzên Kurdî de xirab bike, teqîn li bajarên Başûrê Kurdistanê, wekî Duhok, Hewlêr û hin navendên ewlekariyê, bi rêya çeteyên Ensar El Îslamê têne organîzekirin. Di du salên dawî de, Tirkiyê nêzî 100 hezar çete rêxistin kir û li Bakurê Sûriyê bi cih kir, wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî.
Li gor agahiyên ku hatine bidest xistin, di rojên dawî de, li Şirnexê civînek bi pêşengtiya berpirsê dosyaya cîhadiyên girêdayên dewleta Tirk ê ku bi navê Mustafa tê naskirin, hate lidarxistin. Civîn piştî ji aliyê MİT’ê ve wergirtina raporên derbarê nêzîkbûna Kurdî-Kurdî û lihevhatineke encamgir hate kirin.
Di 26’ê Îlona 2024’an de, komeke taybet a ji aliyê MÎT û Parastinê ve hatibû avakirin, li Kerkûkê buyerên terorîstî pêk anî û bi taybetî di nav Tirkmenan de xwe bi cih kir. Ev yek ji aliyê Lekolin.org ve wekî nûçeyeke taybet hatibû deşifrekirin.
Li ser vê esasî Lîderê Tevgera Esayîp Ehil El Haq Qeys El Xezelî jî di axaftina xwe ya di Cejna Remazanê de bal kişandibû ser vê mijarî û li gor hin belgeyan hebûna planeke dewleta Tirk ragihandibû. Xezelî destnîşan kiribû ku ciwanên Iraqî yên li Misul û Kerkûkê li beranberê fon û meaşê li ser esasê siyasî û bîrdozî digirin kar û ev kom li Tirkiyeyê tên perwerdekirin. Xezelî, ragihandibû ku li Musulê bi navê Muhafizên Nînova û li Kerkûkê jî bi navê Hêzên Mertal ên Kerkûkê fealiyet dimeşînin.
ENSAR EL-ÎSLAM
Serçeteyê Ensar El İslamê Ebû Sufeya El Kurdî, li herêma Idlibê di bin çavdêriya MÎT’ê de xwe rêxistin kir. Piştî biryara hêzên navneteweyî ku komên biyanî li Sûriyê nemînin, MÎT ev komên bi kokên Kurdî li gorî berjewendiyên xwe li herêmên Kurdî, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bikar tîne. Di heman demê de beşek ji çeteyên van koman beriya demekê derbasî cepha Minbicê jî kiribûn.
Ensar El-Îslam li Başurê Kurdistanê jî hatine bi rêxistinkirin. Yek ji çend komên Îslamî yên Sunnî ye ku li parêzgehên bakurê Iraqê, yên di bin kontrola Kurdan de, cih digire. Baregehên wê li derdora gundên Biyara û Tawela ne ku li bakurê rojhilatê bajarê Helebce, li herêma Hawraman a parêzgeha Silêmaniyê, nêzî sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Ensar El-Îslam di Îlona 2001’ê de wekî grûbek bi navê Cund El-Îslam (Leşkerên Îslamê) hat damezrandin, lê fraksiyonên wê yên pêkhateyê ji çend salan ve hebûn. Bi birdoziyeke Îslamî ya tundrew ku dişibe Wahhabîzmê, rêberên grûbê ferman derxistin ku şiroveya xwe ya hişk a Îslamê li ser niştecihên herêmî ferz bikin û cezayên giran li ser kesên ku li gorî fermanên wan tevnegerin bicîh bikin. Ji damezrandina wê ve, şervanên çekdar ên grûbê bi hêzên YNK, ku Biyara û Tawela di nav devera wê ya bihêz de ne, carcaran şer kirine.
Di Îlona 2002’yan de, di çarçoveya mîsyonekê de li Herêma Kurdistanê, Human Rights Watch (HRW) lêkolîn li ser raporên binpêkirina mafên mirovan kir, ku tê îdîakirin ji hêla endamên Ensar El-Îslamê ve li herêmên di bin kontrola wan de hatine kirin. Van raporan diyar kir ku Ensar El-Îslam berpirsiyarê girtinên keyfî yên gelek sivîlên Kurd, girtina demdirêj û neqanûnî, êşkencekirin û muameleya xirab a girtiyan bûye. Li Silêmanî û Helebceyê, HRW bi gelek kesan re hevpeyvîn kir ku digotin ew ji hêla Ensar El-Îslamê ve hatine armanckirin an jî ji tirsa binpêkirinên din reviyane. Di nav wan de qurbaniyên êşkenceyê, xizmên girtiyan û kesên ku di hundirê welêt de koçber bûbûn hebûn.
KIRYARÊN TERORÎST ÊN DEWLETA TIRK YEK BI YEK DEŞIFRE DIBIN
Di belgeya “Country Reports on Terrorism” de jî derbarê vê mijarê de wiha tê gotin: “Tirkiye ji bo cîhadîstên biyanî ku dixwazin tevlî DAIŞ û komên din ên terorîst ên li Sûriye û Iraqê bibin, çavkaniyeke sereke û rêgeheke veguhestinê ye. Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe agahiyên terorî parve kiriye. Li gorî daneyên hikûmetê, heta dawiya sala 2024’an, ‘Lîsteya Qedexekirina Têketinê’ ya Tirkiyê 53 hezar û 781 kes ji 145 welatan dihewîne. Tirkiyê 5 hezar û 446 kes ji zêdetirî 100 welatan ji ber têkiliyên terorîstî hatine derxistin.”
Jixwe di demên dawî de li gor nîqaşên pisporên siyasî û leşkerî yên heremê, tê diyarkirin ku armanca êrîş, avakirina baregehên leşkerî û navendên îstîxbaratî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, rasterast dagirkirin û îlhaqkirina Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.