Dema ku komên çete yên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk li herêmên peravên Deryaya Spî yên wek Lazkiye, Tartus û Hema li dijî Elewiyan komkujiyan dikin, Rêveberiya Xweser ji bo şandina alîkariyên mirovî bi rejîma Şamê re hevdîtin kir. Di vê çarçoveyê de du konvoyên alîkariyê bi rêya Heyva Sor a Kurd hatin şandin. Lê belê konvoya dawî li deriyê Kantona Tebqayê, li ser riya M4’ê, li nuqteya kontrolê ya desthiladariya Şamê hate rawestandin û nehiştin bigihêje herêmê.
Konvoya duyem a ku di 10’ê Nîsanê de ji Qamişloyê ber bi peravên Sûriyê ve hate şandin ku ji nêzî 14 hezar paketên xwarinê, alavên tenduristiyê û ardê pêk dihat, hate astengkirin. Ev yek bû sedema pirsan ka gelo ev astengî ji aliyê desthiladariya Şamê ve hatiye kirin an jî bi talîmata dewleta Tirk e. Desthiladariya Şamê heta niha ti daxuyanî nedaye, lê ev rewş nîşan dide ku komkujiyên li dijî Elewiyan dê berdewam bikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li dijî Elewiyan komkujiyan dikin. Hate diyarkirin ku ev komkujî ji aliyê hêzên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê ve ku di nav wan de endamên DAIŞ’ê jî hene, bi awayên wek serjêkirin û êşkenceyê têne kirin. Herwiha hat gotin ku MÎT’ê talîmat daye da ku alîkariyên ji Elewiyan re bêne astengkirin.
Li gorî çavkaniyên pêbawer, di 27’ê Adarê de li Helebê civînek di navbera îstîxbarata HTŞ û MÎT’ê de hate kirin. Di vê civînê de biryar hate dayîn ku ji bo veşartina zilm û komkujiyên li dijî Elewî û Îsmaîliyan, destûr neyê dayîn ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî û herêmî bikevin herêmê.
Gelo çima rejîma Şamê eşkere nake ku dewleta Tirk li pişt van astengiyan e? Ev pirs hêj bê bersiv e.