Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ku di 27’ê Mijdara 2024’an de hemwext bi êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) yên li dijî Helebê re dest bi çalakiyan kir û dest bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava kir, tevî F16, balafirên bêmirov, SÎHA çeteyên DAIŞ’ê yên di bin navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê (SMO) nekarî ti pêşketinan bi dest bixe. Evcar wek karta dawî Çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên bi taybet perwerdekirî, xwekuj (întîxarî) derxistin pêş.
Dewleta Tirk a dagirker plan dikir ku hemû teknîka xwe ya leşkerî û şer xist meriyetê, piştî ku herêmên Tişrîn û Qerekozak xist bin kontrola xwe, bi alîkariya çeteyên ku bi salan perwerde kiribû û fînanse kiribû, dixwaze Kobanê dagir bike. Lê belê ev plana dagirkeriyê li dîwarê berxwedanê yê bendava Tişrîn û pira Qerekozak qelibî.
Piştî rûxandina rejîma Baas, di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de nakokiyên didomin, komên çete yên sunnî yên bi eslê xwe Ereb nexwestin şer bikin û berê xwe dan Heleb, Hums û Şamê. Dema ku koma çete ya Sultan Murad gefa kuştinê li çeteyên ku dixwestin ji qada şer birevin dixwarin, 25 çete jî dîl girtin. Tevî ku hejmara çeteyên girêdayî wê li qada şer ji şervanên QSD’ê pir zêdetir e jî, dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran xwar, ji aliyekê ve efser û çawîşên xwe yên bi peyman (bi pere) li gel çeteyên bi eslê xwe Tirkmen şandin eniya şer, di aliyê din de jî di bin kontrola MÎT’ê de çeteyên hov ên DAIŞ’ê hatin seferberkirin. Di vê demê de bi zelalî tê dîtin ku dewleta Tirk a dagirker gavek jî bi pêş ve neçûye û bi hedefgirtina hovane ya sivîlan hewl dide civaka xwe razî bike.
Bi serpereştiya Dewleta Tirk a dagirker re, çeteyan bi balafirên bêmirov û bi çek, çekên giran û hwd êrîşê ser civaka ku dixwaze ax û ava xwe ya li Bendava Tişrînê biparêze û dengê xwe ragihînin raya cîhanê dike û heya niha di nava wan de bijîşk, siyasetmedar, hunermend, jin û zarok jî heyî 21 kes hatin qetilkirin, 120 kes jî birîndar bûn. Bi giştî Rojavayê Kurdistanê jî di encama êrîşên hovane ya dewleta Tirk û çeteyên wê de ji wan 6 jin, 2 zarok 45 sivîl hatine qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Hêzên Koalîsyonê ku hebûna xwe li herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomînin, rê didin dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên şer ên ÎHA/SÎHA û F16 qadên jiyanê û sivîlan li herêmê bombebaran bike û li hemberî hebûna komên çeteyên DAIŞ’ê yên herî hov ên Ozbekî, Uygur, Çeçenî (Şîşanî), Turkmenîstanî ya li heremê tên bi cihkirin kor, ker û lal dilîze. Bêguman ev bêdengî berfirehî û kûrahiya planên qirêj radixe ber çavan.
Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ku di çarçoveya van planên qirêj de qarta xwe ya dawî lîst, bi alîkariya MÎT’ê dest bi birina çeteyên Ozbek a DAIŞ’ê li Tişrîn û herêma Qerekozak kir.
DAIŞ’IYÊN KU JI ALIYÊ HÊZÊN KOALISYONÊ VE TÊN XWESTIN
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di 16’ê Çileya 2025’an de bi koordînasyona MÎT’ê dewleta Tirk a dagirker 13 çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê ku me navên wan ekît kir, dixwazin wan ji Pirsûsê di Deriyê Sînor ê Murşîd Pinarê re bişînin herêma Tişrîn û Qerekozakê. Ev navên çeteyên DAIŞ ên Ozbekî di heman demî de di lîsteya Hêzên Koalisyonê ya têne lêgerîn û xwestinê de ne.
Hate hînbûn ku çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên li Çiyayê Tirkmen ê herêma Latkiye ya Sûriyeyê bi cih bûne, ewil ji Deriyê Sînor ê Murşîd Pinarê derbasî kampeke taybet a Hatayê hatin kirin.
Nav û erkên çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê ku di nav wan de xwekuj, sabotaj û pisporên drone hene wiha ne;
-Ebdelah Kotsharov, yek ji serkirdeyên leşkerî yên koma çeteyên Ozbek e. Niha li Murşît Pinar bi endamên MÎT’ê û fermandarên Artêşa Tirk yên ku fermandariya operasyonê kirine, dimîne.
-Mislim Şaktar; serokê koma çete ya Ozbek e. Çeteya ku niha li herêma Murşîd Pinarê bi cih bûne jî pisporên droneyan in.
-Yek ji fermandarên leşkerî yên koma çete ya Ozbek Murad Sabirof. Niha li herêma Sînor a Murşîd Pinarê ye.
-Yek ji fermandarên leşkerî yên koma çete ya Ozbek Şewket Yoldaşêf. Niha li herêma Tişrînê ye û pisporê teqemenî û sabotajê ye.
-Sarîn Hemîda Canova 36 salî ye. Ji bo êrîşên xwekujî hat perwerdekirin.
-Mihemed Encêla Edas, bi eslê xwe ji Ozbekistanê ye, ev çete jî xwediyê nasnameya Brîtanî ye.
-Ebdil Ezîz Seîdof yek ji çeteyên xwekuj e ku berê di dema dewriyeya Koalîsyonê ya li Minbicê de êrîşek plan kiribû.
-Elyor Kamilof, Ji bo êrîşên xwekujî amade ye.
-Sadiq Rezaqof yek ji emîrên şerîatê yên DAIŞê ye.
-Otrîk Sîyêfîf ku yek ji çeteyên payebilind ên DAIŞ’ê ye, niha li herêma Tişrînê di nava çeteyên El Emşat de koordînasyona çeteyan dike.
-Hesîb Bextiyar yek ji serçeteyan e ku niha di nava koma çeteyên El Hemzat de li dijî herêma Tişrînê êrîş pêk tîne.
-Cemşîd Bihrez berpirsê tora têkiliyên MÎT û koma çete ya El Emşat e.
-Îslam Riyaman, yek ji berpirsên leşkerî. Berpirsê bikaranîna çekên giran ên di nava çeteyên El Emşat de li gundê Qebîr Emo yê herêma Tişrînê ye.
LI DÊR HAFIRÊ TEVGERA ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN DAIŞ’Ê
Tevî hemû êrîşên teknîkî, çekên giran û sûcê şer, dewleta Tirk a dagirker li herêmên Tişrîn û Qerakozak bi berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ’ê û gel, xitimî ye. Li ser vê esasî niha neçar dimîne ku şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên herî hov ku berê li herêma Dêr Hafir a Minbicê bi cih bûbûn bixe tevgerê.
Em gihîştin cih û navên şaneyên DAIŞ’ê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bi cih kirin;
-Ebdelah Xalid El Ehmed; Navê Dayikê Hudaya ye û Amir Caca yê Dêr Hafirê li rojhilatê gund bi cih bûye.
-Ebdilhadî Elseîd El Ebterî; Li dawiya kolana Ebid El Mûsa ya Dêra Hafirê hate bicihkirin.
-Mistefa Ebdilxenî El Mihemed; Navê dayika wî Sîkera ye û li Dêra Hafirê li ber deriyê kolana El Tebeş bi cih bûye.
– Elî Ibrahîm Elnayif; Navê diya wî Eliya ye li rojavayê Dibistana Uqbes a Dêra Hafirê bi cih bû.
– Hesen Ebdil Mecîd; Navê dayikê Emûna ye. Di mala li kêleka Nexweşxaneya Fehmî ya Dêr Hafir de bi cih bû.
-Hesen Elî El Hesen; Navê dayika wê Fatma ye, li taxa El Tebeş a Dêra Hafirê bi cih bûye.
-Besam Riyad Ebû Risan; Navê dayikê Wesmiya ye, roja jidayikbûnê 1986 ye, li kêleka klînîka bi cih bûye.
-Fêsel Raxib Elhemkî; Navê dayika wî Erîk e, di sala 1988’an de hatiye dinê, li mala jimare 14 a li kolana Nexweşxana Fehmî ya Dêr Hafir bi cih bûye.
Bêguman dewleta Tirk a dagirker û MÎT’ê ji aliyê çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên ku bi taybet hatine perwerdekirin, li qadê amadekariya êrîş û komkujiyên mezintir dikin. Her wiha dîmenên ku ji kameraya balafirên bê mirov ên aliyê QSD’ê ve hatibû xistin derket holê ku dewleta Tirk a dagirker bi riya MÎT’ê kesên sivîl çawa dike hedef û kordîne dike.
Milîtan RÊHAT