• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Giştî

Ji Dewleta Tirk a Dagirker û Çeteyên HTŞ’ê Êrîşên Hevpar -NÛÇE ANALÎZ

IDLIB – Dewleta Tirk a dagirker ku nikaribû bi Rejîma Sûriyê re lihevkirinekê bike, di 27’ê Mijdarê de bi komên çete yên HTŞ’ê yên girêdayê El Qaîdê ne re hevparî êrîşê hêzên Rejîma Sûriyê ya Rojavayê Helebê kirin.

Yayınlayan Lekolin
29 Kasım 2024
Kategori: Giştî
245 19
A A
Ji Dewleta Tirk a Dagirker û Çeteyên HTŞ’ê Êrîşên Hevpar -NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku heya niha dixwest bi Rejîma Sûriyê re hevdîtin bike û lihev bikin, her wiha komên çete yên HTŞ’ê ji bo êrîşê Rejîma Sûriyê neke qanê (îkna) bike, negihişt armanca xwe. Lê dewleta Tirk a dagirker di serê vê mehî de di çerçoveya ku bi komên çete yên HTŞ’ê re plansaziya êrîşê dikir, di 27’ê Mijdarê de di xeta Idlib-Rojavayê Helebê de êrîşên xwe yên hevpar a li ser hêzên Rejîma Sûriyê da destpêkirin.

Ev êrîşên berfireh dibe ji bo analîzvanên Rojhilata Navîn supreyzek be lê ji bo me yê ku heremê û pêvajoyî ji nêz ve dişopînin di analîzên xwe yên berê de diyar kiribû û ev êrîş van analîzan piştrast dike.

Di dîroka 10’ê cotmeha 2024’an de Fermandarê Hêza Bejayî ya Artêşa Tirk a dagirker Selçuk Bayraktaroglu, bi serçeteyên Feylaqa Duyem,Feylaqa Şeş û Tabûra Hêzên Taybet re serdana Idlib û gundewarê bakurê Helebê kiribûn. Di vê serdanî de bi komên çete yên HTŞ’ê yê ku ev demek dirêje amadekariya êrîşeke berfireh a li ser Helebê bike re civînan lidarxistibû.

KOMÊN HTŞ Û YÊN GIRÊDAYÊ MÎT’Ê ODEYEKE OPERASYONÊ YA MUŞTEREK AVAKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker ku ji bo karibe êrîşê bejayî li ser Til Rifat û Şehbayê bike, ji komên çete yên HTŞ’ê xwestibûn heya demek rawestin, ev plansaziya wê pêk nehat, evcar jî bi çeteyên DAIŞ û komên çete yên girêdayên xwe re ket tevgeriyê. Selçuk Bayraktaroglu di civînan de ji HTŞ’ê re diyar kiribû ku şûna hûn bi tena serê xwe êrîşê hêzên Rejîma Sûriyê bikin bi DAIŞ û komên girêdayên dewleta Tirk re bikin wê baştir encam bigirin. Ji bo vê jî li herêma Idlibê di navbêra komên çete yên HTŞ û DAIŞ-komên di bin navê Artêşa Niştimanî ya girêdayê dewleta Tirk de Odeya Operasyona Hevpar hat avakirin.

Me berê tefasilên van civîn û planên hatibûn danîn di “Nûçe Analîz”a xwe de aşkere kiribû. Niha ger em li rewşa dawî ya li heremê, armanca esasî ya van êrîşan û aktorên wan binêrin wiha ye;

Roja 27’ê Mijdarê komên HTŞ ê yên ku ji 11 koman pêk tên, bi Partiya Îslam a Turkîstan, Koma Cund El-Aqsa, Ceyş El Ehrar, Feyleq El Şam, Ceyş El Izza, El Hemzat, Sultan Silêman Şah, Cebhet El Şamiye, Ceyiş El İzê, Siqûr El Şam û çeteyên DAIŞ’ê re di xeta rojavayê Helebê de êrîşê hêzên Rejîma Sûriyê kirin û dewleta Tirk a dagirker jî bi balafiran piştgiriyê dide wan. Ev êrîşên ku piştî agirbesta di navbêra Îsraîl û Hizbûllah de pêk hatî, her çiqas armanc ji bo êrîşkariya tund a Rejîma Sûriyê kêm bike ye jî lê li gor cureya êrîşên tên kirin xuya dike ku bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker re di çerçoveya plansaziyeke xûrt de tê kirin.

Lewra di 10 seatên destpêkê de HTŞ’ê gundewarên wek e Urm El Kubra, Anjara, Urm al-Sughra, Sheikh Aqil, Bala, Ajil, Awijil, al-Hawtah, Tal al-Dabaa, Hayr Darkal, Qubtan al-Jabal, al-Saloum, al-Qasimiyah, Kafr Bisin, Hawr, Aznaz û bajaroka Basratoun jî di nav de 20 bajarok û gund ji destê hêzên Rejîma Sûriyê derxistin. Êrîşên dagirkeriyê ku heya sînorê Halebê berdewam kir re zêdetirê 32 bajarok û gundewar ji destê rejîma Sûriyê hate girtin.  Her wiha Baregeha Fermandariya 46’emîn a Rejîma Sûriyê ji aliyê komên çete yên HTŞ û dewleta Tirk a dagirker ve hatin dorpêçkirin û pişt çend seatan ketin wir jî.

Heya niha di herêma şer û pêvçûn berdewam dike de 125 çeteyên girêdayên dewleta Tirk a dagirker, DAIŞ û HTŞ’ê hatin kûştin, her wiha zêdetirê 100 leşkerên rejîmê hatin kûştin û bi dehan jî dîl (êsîr) ketine dest.

Li aliyê din balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên dora Atarib û Darat Izza hin ciha bombebaran kir, hêzên Rejîma Sûriyê jî heremên di bin hakimiyeta HTŞ yên wek e Idlib, Arîha, Sarmaha û hin heremên başûrê Idlibê bombebaran kir. Di 28’ê mijdarê de HŞT’ê di xeta rojhilatê Idlibê de êrîşek da destpêkirin û gundên Dadikh, Kafr Batikh û Şêş Elî û mahaleyekê Saraqib dagir kir. Ev pêşveçûn, wan 2 km nêzî riya M5 ku di 2020’an de ji aliyê rejîma Sûriyê ve xistibû bin kontrola xwe.

Rûxmê ku piştgiriya milîsên Îranê û balafirên Rûsan didin Artêşa Rejîma Sûriyê jî û taqwiye dişînin heremê jî heya niha ev êrîş nehatine şikênandin.

GIRÎNGIYA RÊYA M5 

Rêya M5 xetek e damarê jiyanî ya ku di hêla aborî û leşkerî  Helebê bi Şamê û bajarên din ên başûr ve girêdide. Girtina wê ne tenê dê xetên dabînkirina serbazî têk bide, lê di heman demê de damarek girîng ji trafîka sivîl û bazirganî re qut dike, û krîza mirovî li herêmê girantir dike. Bê şik gava duyemîn dê vegere qonaxa berî peymana Pûtîn-Erdogan ku tê wateya kontrolkirina rêya M4.

Tê zanîn ku komên çete yên di bin kontrola HTŞ û MÎT’ê yên DAIŞ’ê de, dixwazin bi girtina van rêyên stratejîk re zextekê li ser rejîma Sûriyê çêbikin da ku hevdîtînên ku hêzên navdewletî û heremî tên kirin karibin biguherînin û destê rejîmê lawaz bikin.

AMADEKARIYÊN ÊRÎŞÊN LI SER TIL RIFATÊ

Şefê faşîst Erdogan ku di her daxuyaniya xwe de Til Rifetê hedef digirt û gefa êrîşê dixwar, bi talîmata ku dabû MÎT’ê ev demeke dirêj çeteyên di bin kontrola xwe de amade dikir. Di civînên MÎT’ê yên bi komên çeteyan re hatibû lidarxistin, derketibû holê ku talîmat hatibû dayîn ku Hêza Hevbeş (Koma El Hemzat û Silêman Şah) û Sultan Murad ji bo ji sê aliyan ve êrîşî Til Rifatê bikin amadekariyê bikin.  Di civînê de hate diyarkirin ku dê rojek beriya operasyona dagirkeriyê komên çete bên agahdarkirin û piştî operasyon bi dawî bû dê herêm bikeve bin kontrola koma çete ya Ceyş El Wetenî.

Em dibînin ku vekişîna Rûsyayê ya ji xeta Til Rifet, piştî êrîşên dijwar ên îro yên çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê, lampa kesk ji bo êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Til Rifet were kirin hatiye pêxistin.

Di vê çarçoveyê de şevê din bi pêşengiya çeteyên Hêza Hevbeş li xeta Til Rifet gelek alavên leşkerî û hêzên çeteyan hatin bicihkirin. Ev jî nîşan dide ku yek ji armancên sereke yên dewleta Tirk a dagirker plana qirkirina Kurdan a li herêmê ye.

Li aliyê din komên çete yên HTŞ’ê û komên çete yên girêdayî Komara Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze van peyaman bide;

-Peyamek ji Trump re, ku demek kurt maye ew dest bi wezîfeyê bike, ku di qonaxa pêş de ji bo xêzkirina nexşeyên herêmê dikare pê bawer be.

-Piştî ku Moskowê ragihand ku ew her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê red dike, peyamek ji Pûtîn re hat ragihandin ku gelek kartên wî hene ku dikarin rewşa niha ya Sûriyê di berjewendiya wî de biguherînin.

-Ji bo ku ji Esad re peyam bê dayîn ku heta hûn li gorî şert û mercên Tirkiyeyê pê razî nebin, ew dikare bi navê normalîzekirinê hevkêşeyê li qadan ferz bike.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dagirkeriya TirkDAISEl NusraerdoganESADHalephtşIDLIBMITRejima SuriRusyaTil Rifet
Önceki yazı

Di Pêvajoyên Stratejik de ‘Hêza Teorîk û Pratîk’ -2

Sonraki Haber

Helwesta Başûrê Kurdistanê ji Şoreşa Rojava re Çiye?

Benzer Haberler

Hespê Troya yê ku MÎT Ji Bo Ketina Suweydayê Bi Kar Anî: Mîxferên Spî -NÛÇE ANALÎZ
Giştî

Hespê Troya yê ku MÎT Ji Bo Ketina Suweydayê Bi Kar Anî: Mîxferên Spî -NÛÇE ANALÎZ

28 Mart 2025
Nirxandina Rêber Apo Ya Ji Bo Newrozê
Giştî

Nirxandina Rêber Apo Ya Ji Bo Newrozê

20 Mart 2025
Wateya Bangewaziyê Ya Dîrokî, Îdeolojîk, Sosyolojîk û Siyasî- BEŞA 3
Analîz Siyasî

Wateya Bangewaziyê Ya Dîrokî, Îdeolojîk, Sosyolojîk û Siyasî- BEŞA 3

18 Mart 2025
Sonraki Haber
Helwesta Başûrê Kurdistanê ji Şoreşa Rojava re Çiye?

Helwesta Başûrê Kurdistanê ji Şoreşa Rojava re Çiye?

Öne Çıkan Yazılar

  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

    492 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Önerilenler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist