Di 27’ê Mijdarê de ji aliyê Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) ve li ser Helebê êrîş hat destpêkirin, di nava sê rojan de ketin Helebê, piştre Hema û Hums, herî dawî jî ketin Şamê. Di encama van êrîşan de 61 sal rejîma Baas û 54 sal jî ya Esad di nava 12 rojan de hat rûxandin. Li aliyê din jî dewleta Tirk a dagirker bi komên çete yên di bin navê Artêşa Netewî ya Suriya Azad (ASA) heman rojî dest bi êrîşê Til Rifat, Şehba û piştre jî Minbic û gundewarên Kobanê kirin.
Her çend tê gotin ku ev pêvajo nû pêşketiye jî, rastiya xwe vedigere heya salên 2019-2020’an. Bi taybetî nêzîkbûna cihûyan bi Erebîstana Siûdî û Îmaratê re bi Peymana Îbrahîm, zemîna geşedanên îro yên li qadê tên dîtin, ava kir.
NÊZÎKATIYA KU HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JI ROJHILATA NAVÎN VEKIŞÎYAN
Di Rojhilata Navîn de pêvajoyek ku ne tenê bandorê tenê li ser Sûriyê, ji Îranê bigire heya Ermenîstanê, ji Efganîstan bigire heya Yemen, Urdin û Lubnanê dike hat destpêkirin. Ji ber ku hêzên navneteweyî di vê pêvajoyê de ji aliyê siyasî û aborî ve bi welatên Asya û Balkanan re eleqedar bûn û li hemberî Rûsyayê jî piştgiriya Ukraynayê kirin, ev hişt ku têgihiştinek e hêzên navneteweyî bi tevahî ji Rojhilata Navîn vekişiyane di serê her kesî de ava kir. Lêbelê, rastî nîşan dide ku ew li herêmên ku lê eleqedar dibin plansaziyên demdirêj diafirînin. Peymanên ku li Afganîstanê bi Talîbanê re hatin kirin, mirov di vê çarçoveyê de dikare binirxîne. Lê rastiyek jî heye ku rewşa Sûriye ji sala 2011an ve di warê jeopolîtîk û jeostratejî de ji Afganîstanê cûda ye. Ji ber ku di qada Sûriyê de gelek aktorên navneteweyî û herêmî hene, ji bo vê jî hat dîtin ku dê nikaribin Sûriye wek e Afganîstanê zû bi zû plansaziya ew dixwazin pêk bînin. Ji ber vê yekê hat dîtin ku hêzên navneteweyî ji bo pêvajoya îro li Sûriyeyê diqewime bi zehmetî zemînê ava bikin.
Ji aliyekê ve ji bo rêxistinên derveyê sîstemê ne bikşînin nava sîstemê peyman û trafîka dîplomasiyê hat lidarxistin, li aliyê din jî di nav hewildana tasfiyekirina hêzên li dijî vê pêvajoya heyî bûn. Weke mînak hewldanên Îranê yên ji bo zêdekirina bandora xwe ya li herêmê û kuştina Qasim Silêmanî di encamê de beşek ji van dînamîkan in. Qasim Silêmanî di warê stratejiya leşkerî ya Îranê de kesayetiyek jêhatî bû û hewl dida ku bandora leşkerî ya Îranê li gelek deveran ji Lubnanê heta Lîbyayê, ji Yemenê heta Sûriyê berfireh bike. Ev beşek ji stratejiyê bû ku ji bo armanckirina kesayetiyên serkirdayetiya Îranê yên bibandor.
Îranê jî di vê pêvajoyê de tesfiyekirina gelek kesayetên ku wek radîkal dihatin naskirin tasfiye kir an jî çavê xwe ji tasfiyekirina wan re girt. Kuştina Qasim Silêmanî û bêbandorkirina kesayetên radîkal ên weke Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Emîr Abdullahiyan di vê çarçoveyê de dikare were nirxandin. Lê Îran bi vê yekî xwe ji êrîşên tasfiyeyê xilas kir an na hê bi temamî ne zelal e.
Ev stratejiya Îranê di van demên dawî de li Tirkiyeyê jî hatiye berfirehkirin. Hat destnîşankirin ku plana tasfiyeyê ya ku Tirkiye jî di nav de ye, pêşî bi rêya Hamasê û paşê jî bi rêya Hîzbullahê heye. Her çend pêvajoya ku Îsraîl di warê leşkerî de bi Erebistana Siûdî û di warê aborî de jî di nav welatên Kendavê de derkete pêş, di destpêkê de tenê bi nakokiyên herêmî re sînordar dixuya jî, qada rewşê pir berfirehtir e. Hamas li Xezeyê hat tasfiyekirin û asta fermandariya Hîzbullahê ji her demê zêdetir qels bû.
ÇIMA HÊZÊN ROJAVAYÎ HTŞ HILBIJARTIN?
Hêzên rojavayî di pêvajoyên dîrokê de di çarçoveya plan û stratejiyên xwe de tevgerên Îslamî yên radîkal bi awayekî aktîf bikar anîne. Tecrûbeya Îngilîstanê ya di vî warî de heya Wehabîzmê diçe. Îngilîstan di çarçoveya planan de her tim bi Neqşîbendî û Îxwan re têkildar e. Divê ev rewş neyê paşguh kirin. Berê, hêzên rojavayî di çarçoveya têkoşîna li dijî komunîzmê de Îslama radîkal û Cîhadîzm organîze kirin û di hilweşandina Sovyetê de Afganîstan û Pakistan weke hêzeke çalak aktîv kirin. Ev hêmanên radîkal di paşveçûn û tasfiyekirina tevgerên sosyalîst ên çep ên ku li gelek welatan hene de piştgirî û xistine tevgerê. HTŞ’ê ku di 26-27’ê Mijdarê de li Sûriyeyê xistin nav tevgeriyê û çeteyên ASA yên dewleta Tirk a dagirker li kêleka wê cih girtin, nîşan didin ku ew tenê parçeyek ji plana navneteweyî ne.
HTŞ’Ê LI SER CÎHADÎSTÊN HEREMÊ WEK E NOBETGIRÊ ÎDEOLOJÎK HAT TAYÎNKIRIN
Bêguman di derbarê HTŞ’ê dikarin nirxandinên dûr û dirêj were kirin lê du rolên esasî yên ku ji aliyê hêzên rojavayî dane yê were vegotin wê têr bike. Wek rola yekem; HTŞ dê Îran û milîsên girêdayî wê ji xaka Sûriyê derxîne û rejîma Baasê hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê siyasî ve tasfiye bike. Di berdewamiya planê de dê Rûsya bi temamî ji Sûriyê û qeraxa Behra Spî were derxistin. Ji bo vê jî komên HTŞ’ê ji aliyê hêzên rojavayî ve hatin destekkirin. Tirkiye di tasfiyekirina rejîmê de roleke cuda lîst û piştgirî da komên HTŞ’ê. Hêzên rojavayî ji bo derxistina hêzên Rûsî piştgirîya leşkerî û siyasî pêşkêş kirin. Ev yek bi lêdana xal û depoyên cebilxane yên hin komên milîs ên girêdayî Îranê derketiye holê, ku Îsraîl bi hev re piştgiriya wan dike da ku Îran û komên girêdayî wê derbixin. Di vê planê de hêzên din ên navneteweyî cih girtin. Mînak dewletên wekî Fransa û Almanyayê bi temamî piştgirî dan vê pêvajoyê. Di encamê de yekem karê ku hatibû pêşbînîkirin di demeke kin de bi ketina HTŞê li Şamê û rûxandina rêjîma Esed bi dawî bû.
Duyemîn erk û rola HTŞ ya herî bingehîn ev e; weke ku tê zanîn hemû komên radîkal û cîhadîst ên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn pêşî li Sûriyeyê û piştre jî li Idlibê û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin kom kirin. Piştî ku kesên li Idlibê li gorî pêvajoyê hatin perwerdekirin, di pêşengiya El Nûsra de bi navê Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) sîwanek ji 11 koman pêk tê hate avakirin. Bi vî awayî HTŞ weke cerdevaniya îdeolojîk berpirsyariya hemû komên cîhadîst ên li Idlibê hate danîn. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker nikarîbû cerdevanekî ku kontrola tam li ser komên di bin destê xwe de bide hilbijêre. Eger dewleta Tirk a dagirker karibûya van koman bixista bin kontrola xwe, wê karîbûya pêşengiya êrîşa 26-27’ê Mijdarê destpêkiribûya. HTŞ ku ji bejahiya Helebê li Idlibê bi cih bû, bi taybet piştî biryara di civîna Astanayê ya sala 2020’an de hat girtin, bi desteka ku ji hin hêzên rojavayî wergirtibû, xwe amade kir û xwe bi rêxistin kir ku di vê planê de cih bigire. Ev encama derketî holê bi amadekariyên demdirêj pêşketiye.
Rejîma Esad, Îran û Rûsya ji aliyê hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn ve hatin lawazkirin, agirbesta li Lubnanê û destpêkirina şerê bi HTŞ’ê re destpêkirin ne tesadufî ye. Bi rola duyemîn a ku di bin serokatiya Colanî de ji HTŞ’ê re hatiye dayîn ve girêdayî ev e; armanc wê ji holê rakirina komên radîkal ên ku pêşî li xaka Sûriyeyê bi cih bûne û piştre jî li herêmên Tirk ên dagirker bi cih bûne be. Pêdivî ye ku ew vê pêvajoya tasfiyekirinê ji hêla sazûmanek mîna rêxistinên wekî HTŞ ve were meşandin. Niha ev kar li ber HTŞ wek kareke mecbûrî dimîne. Hemû hêzên navneteweyî dê temaşe bikin ka ev plan bi temamî pêk were an na? Wisa dixuye ku ger HTŞ bi hêz û talanên ku xistiye bin kontrola xwe serxweş bibe û bi komên din re jî bi qismî lihevhatinekê hilbijêre, wê bi xezeba hêzên cîhanî yên ku ew afirandine re rû bi rû bimîne. Lê ji aliyê din ve, eger HTŞ’ê ji bo dilxweşkirina hêzên cîhanî li hemberî van komên kirêt şer îlan bike, wê bi şerekî giran ê desthilatdariyê yê navxweyî re rû bi rû bimîne û dibe ku di bin vê karî de biperçiqe.
Beriya 27’ê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker bi rêya MÎT’ê bi pêşengên çeteyên MÎT’ê re gelek caran li Îdlib û Kilîsê bi Colanî re hevdîtin pêk anîbû û xwestibû tevlî vê planê bibe. Di van danûstandinan de hin komên çete yên ku HTŞ’ê nedixwestin ji holê rakir, an bi guhertina navên wan û helandina wan di Feyleqa yekem û duyemîn de, hem jî bi derxistina ji noqteyên girîng û stratejîk û wan tenê hişt. Lê belê di nava agahiyên hatin bidestxistin de dewleta Tirk a dagirker li hemberî destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza çalakiya hevpar kir. Seredana dawî ya Wezîrê Karên Derve ya hikûmeta AKP-MHP’ê Hakan Fîdan û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li Şamê û hevdîtina wan a bi rayedarên hikûmeta nû ya demkî ya ku di bin serokatiya Colan de hatiye avakirin re, em dikarin di vê çerçoveyî de binirxînin.
Helbet dibe ku ya QSD’ê di çerçoveya tawîzên ku dewleta Tirk a dagirker bide de bi destê HTŞ’ê tasfiye bike an jî lawaz bike. Ev jî îhtîmalek e. Lê yekane faktora ku vê îhtîmalê ji holê rabike, siyaseta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Ji ber ku damezrînerên stratejiyên navneteweyî ti carî tevgerên cîhadî yên îslamî yên radîkal wekî hêmanek çêker nîşan nedane. Ev nêzîkatî an jî hizirîn ku jinûve avakirin û paşeroja Sûriyê wek rolek sereke dane HTŞ’ê wê şaş be an jî xapandin be. Ji ber ku ji ber sedemên ku me li jor behs kir Sûriye ne wek Afganîstanê ye. Sûriyê ji bo hêzên rojavayî gelekî girîng e. Ew navenda sereke ya Xirîstiyaniyê ye. Cihê wê yê jeopolîtîk û jeostratejîk xwedî girîngiyeke taybet e. Dê di dema pêş de diyar bibe ku hêzên li herêmê di pêvajoya dîplomatîk a bi HTŞ’ê re dê van rewşan paşguh bikin yan na.