• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

Divê neyê jibîrkirin ku civaka ku zimanê xwe ji dest dabe, ne tenê amûra danûstandinê ji dest dide, herwiha nasname, dîrok û yekîtîya xwe ya çandî jî ji dest dide, di nav civakê da bi taybetî jî di navbera bav û kal û nevîyan da qutbûneka zihnî û hisî çêdike, bîra dîrokê winda dibe, civak hêdî hêdî hildiweşe, dibe xerîbê xwe, gîyan û hebûna xwe winda dike.

Yayınlayan Lekolin
16 Mayıs 2025
Kategori: Analîz Siyasî
246 7
A A
Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Ziman ew sîstema danûstandinê ye ku ji deng, sembol û rêzikan pêk tê ku mirov bi rêya wî hest û ramanên xwe derdibire. Ziman di navbera pêşeroj û paşerojê da veguhêzerê çand, dîrok û bîra civakê ye. Di nav dîyardeyên -çand, dîrok, erdnîgarî û bawerî- nasname û neteweyê da dîyardeya herî giring ziman e.

Li ser rûyê dinyayê, texmînî 6 hezar ziman û 10 hezar zarava tên axaftin. Li gor UNESCO’yê, ji van zimanan ji sedî  40’ê zimanên cîhanê di bin metirsîya windabûnê da ne ku tê wê watayê 2 hezar û 400 ziman di bin metirsîyê da ne. Her wiha ji 6 hezar zimanan tenê 170-200 ziman wekî zimanên fermî ne, ev tê wê watayê ku 5 hezar û 800 ziman ne xwedî statuyeka fermî ne û nêzîkî 700-800 zimanî wekî zimanên perwerdehîyê ne, mebest jê axiverên 5 hezar û 200 zimanan ne bi zimanê xwe yê dayikê lê belê bi zimanekê serdest perwerdeyê dibînin.

Ev 6 hezar ziman jî li gor wekhevî û cudahîyên xwe û nêzîkbûn û dûrbûna xwe, dabeşî malbatan, ji malbatan dabeşî şaxan, ji şaxan dabeşî zimanan, ji zimanan dabeşî zaravayan û ji zaravayan jî dabeşî jêrzaravayan/devokan dibin. Îro, nêzîkî 20 malbatên zimanan hene, lê 5’ê wan malbatan -Hind-Ewropî, Hamî-Samî, Çîn-Tibet, Bantû û Ural-Altay- wekî malbatên sereke tên qebûlkirin.

MALBATA ZIMANÊ KURDÎ

Di nav malbatên zimanan da, malbata herî mezin malbata Hind-Ewropî ye. Kurdî ji koma zimanên îranî ye ku di nav malbata zimanên Hind-Ewropî da ye. Ji ber vê yekê, zimanê kurdî, farisî, peştûyî û belûcî zêdetir dişibin hev. Kurd bi zimanê kurdî dipeyivin û ji komên kurmanc, soran, zaza, goran, kelhûr-feylî, lek û loran pêk tê û zimanê kurdî jî ji zaravayên van koman pêk tê.

Nifûsa kurdan di navbera 36 û 46 milyonan da tê qebûlkirin. Piranîya kurdan li Kurdistanê û di nav Kurdistanê da jî herî zêde li parçeyê bakurê Kurdistanê, piştra rojhilatê Kurdistanê, paşê başûrê Kurdistanê û piştra rojavayê Kurdistanê dijîn. Li derveyî Kurdistanê li bajarên mezin ên Sûrîye, Tirkîye, Îran û Îraqê hejmareka kurdan heye. Herwiha hejmareka baş li “Rûsya, Ermenistan, Almanya, Fransa, Swêd û hwd” heye.

DU DÎROK ÊN BANDORA XWE LI KURDAN KIRÎYE

Di dîroka kurdan da du dîrokan -1639 û 1923- pir bandor li kurdan kirîye ku îro rewşa heyî ya kurdan encama van dîrokan e. Çi giringîya van dîrokan heye? Ji ber ku cara yekem herêma Kurdistanê di sala 1639’an da bi Peymana Qesra Şîrînê ku di navbera Împeratorîya Osmanî û Sefewî da bû, hat parçekirin. Di sala 1923’yan da jî bi Peymana Lozanê parçeyê ku di nav sînorên Împeratorîya Osmanî da mabû, di nav sê dewletên nû -Tirkîye, Sûrîye û Îraq- da hat parçekirin. Îro, ev 102 sal e ku Kurdistan di navbera 4 dewletan -Tirkîye, Îran, Sûrîye û Îraq- da parçekirî ye. Bi vê parçebûnê ne tenê Kurdistan, lê belê gelê kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî jî hatin parçekirin. Gel, ziman û çanda kurdî ket bin desthilatdariya 3 netewe, 3 ziman û 3 çandên cuda. Her yekê ji van desthilatdariyan, polîtîkayên cur bi cur ji bo tunekirin û asîmîlekirina kurdan dan meşandin.

Heta salên dawî, ji ber nebûna rêveberîyeka kurdan, mirov nikare behsa zimanekê yekgirtî yê kurdî bike. Zimanê kurdî ji zaravayan pêk tê, lê eger em bibêjin çend in û kîjan in, çi heyf e ku di nav çavkanîyên zanistî da jî der barê nav û hejmarê da lihevkirinek nîne. Bi gelemperî, mirov dikare behsa çar nêrînan -du, çar, pênc û şeş- bike. Ên ku dibêjin du zaravayên kurdî hene, mebest jê kurmancî û soranî ye; yên ku dibêjin çar in, li gel kurmancî û soranî, zazakî û hewramîyê jî zêde dikin; ên ku dibêjin pênc in, li kurmancî, soranî, zazakî û hewramîyê, kurdîya başûrî jî zêde dikin û yên ku dibêjin şeş in, li gel kurmancî, soranî zazakî/kirmanckî û hewramîyê, ji kurdîya başûrî “lekî”yê derdixin û wekî zaravayekê serbixwe nîşan didin.

Mirov dikare vê lihevnekirinê bi du xalan binirxîne: Xala yekem, pîvanên navneteweyî yên ku zimanî ji zaravayê û zarava ji devokê cuda dikin, ne dîyar in. Xala duyem, heta salên dawî hem nebûna rêveberîyeka kurdan hem jî pejirandina sîyaseta yekzimanîya desthilatdarên kurdan, nehiştîye ku kurd bi her awayî li ser zarava û devokên zaravayên xwe xebatên zanistî bikin, danberhevkirinê di nav wan da bikin da ku bikarin wekhevî û cudahîya wan bipeyitînin. Bi ya me, zimanê kurdî ji pênc zaravayan -kurdîya kurmancî, kurdîya soranî, kurdîya zazakî, kurdîya hewramî û kurdîya başûrî- pêk tê.

STANDARDA KURMANCÎ BI AWAYEKÊ SÎSTEMATÎK

Kurdîya kurmancî li çar parçeyên Kurdistanê -bakur, başûr, rojhilat û rojava- tê axaftin. Di nav zaravayên kurdî da zaravayê ku herî zêde tê axaftin, kurmancî ye û di heman demê da ji alîyê komên kurdên din ve jî zaravayê ku herî zêde tê zanîn, ev zarava ye. Axiverên vî zaravayî, xwe bi navê “kurmanc û kirmanc” û zaravayê xwe jî  bi “kurmancî û kirmancî” bi nav dikin. Kurdîya kurmancî ji sê jêrzaravayan -başûrrojhilatî, başûrî û rojavayî- pêk tê. Standarda kurmancî bi awayekê sîstematîk, yekem car ji alîyê Celadet Bedirxanî ve piştî salên 1930’î dest pê kirîye. Kurmancîya nivîskî ya îroyîn, li ser bingeha Celadet Bedirxanî ava bûye û di salên 1980’yî da ji alîyê rewşenbîrên koçberên Ewropayê ve û ji salên 1990’î û pê da jî ji alîyê enstîtu û sazîyên kurdî ve hatîye bipêşxistin. Niha, di kurmancîyê da standardeka nivîskî heye ku tevî çend xalên nîqaşbar, kêm-zêde ji alîyê hemû kurdan ve tê bikaranîn. Kurdîya kurmancî bi sê alfabeyan -aramî, latînî û kirîlî- hatîye nivîsîn. Li bakur û rojavayê Kurdistanê ev zarava ji sala 1932’yan ve bi alfabeya latînî, li başûr û rojhilatê Kurdistanê bi alfabeya aramî tê nivîsîn. Kurdîya kurmancî li Sovyeta berê bi alfabeya kirîlî hatîye nivîsîn, lê îro kurdên Sovyetê alfabeya latînî bi kar tînin. Bikaranîna du alfabeyên cuda yên kurmancî, dibe ku di pêşerojê da bibe sedema du standardên cuda wekî kurmancîya bakur û behdînî.

PERWERDEYA ZIMAN

Îro, li rojavayê Kurdistanê ji sala 2012’an ve zaravayê kurmancî derbasî dibistanan bûye û ji sala 2014an ve jî hem wekî zimanê resmî hem jî zimanê perwerdehîyê hatîye qebûlkirin. Li başûrê Kurdistanê, li gel zaravayê soranî, di nav herêmên kurmancîaxivan da, devoka behdînî bûye zimanê perwerdehîyê. Zaravayê kurmancî/behdînî ji sala 1998an ve li dibistanan (seretayî) bûye zimanê perwerdehîyê. Ji 2014-2015an ve ji seretayî heya zanîngehan, hemû perwerde bi behdînî ye. Li bakurê Kurdistanê, zaravayê kurmancî ne xwedî statuyeka fermî ye. Lê bi awayekê sînordar be jî di qadên wekî çapemenî, hiqûq, perwerde û sîyasetê da tê bikaranîn. Kurmancî ji sala 2011an ve, li hin zanîngehan beşên wekî lîsans, master û doktorayê hene û ji sala 2012an ve jî li dibistanan wekî derseka bijarte ders tê dayîn. Herwiha li hin sazîyan jî astên kurmancî tên dayîn. Li rojhilatê Kurdistanê, zimanê kurdî ne xwedî statuyeka fermî ye. Di çapemenîyê da kurdî likar e û li hin zanîngehên Îranê dersên ziman û edebîyata kurdî hene. Ji sala 2015an ve li zanîngeha Kurdistanê beşa ziman û wêjeya kurdî heye.

Kurdîya soranî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ji alîyê hejmara axiveran ve piştî kurmancîyê, soranî zaravayê duyem e. Soran li başûrê Kurdistanê xwe bi navê “kurd” û zaravayê xwe jî bi navê “kurdî” û li rojhilatê Kurdistanê xwe bi navê “kurd” û zaravayê xwe jî bi navê “soranî” bi nav dikin.  Zaravayê soranî herçend ji alîyê nivîsînê ve dereng dest pê kiribe jî, ji sedsala 19em ve bi pêş ketîye û ji alîyê wêjeyê ve berî zaravayên din geş bûye. Soranî di serdema Babanan da bûye xwedî prestîj. Di destpêkê da soranî li ser devoka babanî bûye zimanê nivîskî, lê piştra bi bandora hewlêrî, mukrîyanî û erdelanîyan dewlemend bûye. Kurdîya soranî li her du parçeyên Kurdistanê jî bi alfabeya aramî hatîye nivîsîn û tê nivîsîn. Soranî ji çar jêrzaravayan -babanî, hewlêrî, mukrîyanî û erdelanî- pêk tê. Jêrzaravayên babanî û hewlêrî li başûrê Kurdistanê û jêrzaravayên mukrîyanî û erdelanî li rojhilatê Kurdistanê tên axaftin. Lê ji ber nêzîkbûna erdnîgarîyê, babanî nêzî erdelanîyê ye û mukrîyanî jî nêzî “hewlêrî”yê ye. Zaravayê soranî li başûrê Kurdistanê ji sala 1931ê ve di perwerdehîyê da likar e. Ji sala 1992yan ve jî di bin sîwana zimanê kurdî da wekî zimanê fermî yê herêmê ye. Îro, li herêmên soranîaxiv ên başûrê Kurdistanê, ji seretayî heta zanîngehan, perwerde bi soranî ye. Li hemû sazîyên fermî û civakî, soranî likar e. Li rojhilatê Kurdistanê, soranî ne xwedî statuyeka fermî ye. Ji sala 2015an ve di zanîngeha Kurdistanê da beşa ziman û wêjeya kurdî heye û bi awayekê xwebexşane dersên soranî tên dayîn.

Zazakî tenê li bakurê Kurdistanê ji alîyê piranîya nifûsa Çewlîg û Dêrsimê û beşeka giring a xelkê Amed, Xarpêt û Erzinganê ve tê axaftin. Li hin bajaran tenê di nav sînorên navçeyekê da tê axaftin. Mînak, navçeya Sêwerega Rihayê, navçeya Gimgima Mûşê, navçeya Aldûşa Semsûrê, navçeya Motkana Bedlîsê. Li Erzirom, Sêwaz û Sêrtê jî hejmara kesên ku bi kirmanckî diaxivin, pir kêm e. Kurdên zaza xwe bi navê kird, kirmanc, dimilî û zaza û zaravayê xwe jî wekî kirmanckî, dimilî, kirdkî û zazakî bi nav dikin. Herwiha di nav civakê da, ji bo civakê “şarê ma” û ji bo zaravayî jî “so-bê”, “zonê ma”, navên lokal hene. Ji alîyê hejmara axiveran ve, di nav zaravayên kurdî da piştî kurmancî û soranîyê di rêza sêyem da ye. Li gor zanyarîyên heyî, di nav zaravayên kurdî da zazakî herî dereng derbasî qada nivîsînê bûye. Gelek vekoler zaravayê zazakî ji alîyê hin taybetmendîyên rêzimanî û ferhengî ve di nav zaravayên kurdî da yê herî kevnar û yê ku herî zêde dişibe zimanê Avestayê, dibînin. Wekî zaravayê hewramî, kirmanckî jî ji alîyê hin fîlolog û zimannasan ve -hin ji wan ewropayî ne- wekî ne kurdî hatîye binavkirin. Lê belê ji bilî komek rewşenbîrên zaza (ew xwe bi vî awayî pênase dikin), piranîya zazayan xwe wekî kurd didin nasîn. Gelek zimannasên zaza jî zazakîyê wekî zaravayekê kurdî dihesibînin. Kurdîya zazakî ji bilî çend mewlidan -Muwlîdê Kirdkî yê Ehmedî Xasî û Bîyayişa Pêxemberî ya Osman Efendîyê Babijî- ji salên 1980yî ve bi awayekê bi rêk û pêk bi alfabeya latînî tê nivîsîn. Di xebat û weşangerîya kirmanckî da, du standardên nivîsînê hene. Yek jê ji alîyê Grûpa Xebatê ya Vateyê ve di sala 1996an da hatîye bipêşxistin. Kurdên zazayên ku bi standarda Grûpa Xebatê ya Vateyê dinivîsîn, xwe kurd dibînin û zazakîyê jî wekî zaravayekê kurdî dibînîn. Alfabeya Celadet Bedirxanî esas digirin û di nav civaka kurdên zaza da standarda herî têrbelav ev e. Ji xeynî standarda Grûpa Xebatê ya Vateyê, standardeka din jî heye. Ev norm jî ji alîyê komeka rewşenbîran ve hatîye avakirin ku wekî Koma Wareyê tê zanîn. Kurdên zazayên ku vê formê bi kar tînin, xwe kurd nabînîn û zazakîyê jî zimanekê serbixwe dibînîn. Zaravayê zazakî jî ji sê devokan -bakur, navendî û başûr- pêk tê. Kurdên zaza tenê li bakurê Kurdistanê dijîn, zaravayê zazakî jî wekî kurmancîyê ne xwedî statuyeka fermî ye û bi awayekê sînordar be jî, di qadên wekî çapemenî, hiqûq, perwerde û sîyasetê da likar e. Ji sala 2011an ve li hin zanîngehan beşên lîsans, master û doktorayê hene û ji 2012an ve jî li dibistanan wekî derseka bijarte ders tê dayîn. Herwiha di hin sazîyan da jî astên kirmanckî tên dayîn.

Kurdîya hewramî li du parçeyên Kurdistanê -başûr û rojhilat- tê axaftin. Li rojhilatê Kurdistanê li Pawe, Newso, Hewramanî Taxt, Lihon, Jawero, Zehaw, Nodişe û herêmeka Merîwanê û li başûrê Kurdistanê, li Seyd Sadiq, Helebçe, Bîyare, Zengene û Kerkûkê bi vî zaravayî diaxivin. Li ser binavkirina vê komê lihevhatinek tune ye. Hin vekoler navê hewramî hinên din goranî û hin jî hewramî û goranî bi hev ra bi kar tînin. Di nav hemû zaravayên kurdî da, hewramî xwedî kevneşopîya edebî ya herî kevn e ku vedigere sedsala 16em. Di nav zaravayên kurdî da hewramî herî zêde dişibe zaravayê zazakî. Zaravayê hewramî ji alîyê hin fîlolog û zimannasan ve -hin ji wan ewropayî ne- wekî ne kurdî hatîye binavkirin, lê zanyarên kurd bi yek dengî qebûl dikin ku bê cudahîyên zimanî, piranîya axiverên vê komê xwe wekî kurd didin nasîn. Li başûrê Kurdistanê, herçend ji sala 1992yan ve zimanê kurdî bûye zimanê resmî  jî, zaravayê hewramî ne di perwerdehîyê ne jî di resmîyetê da nehatîye bikaranîn. Li rojhilatê Kurdistanê, ji ber tu statuyeka fermî ji bo zimanê kurdî nîne, rewşa hewramîyê ji soranî û kurmancîyê ne çêtir e.

Kurdîya başûrî, li rojhilatê Kurdistanê li Kirmanşan, Delaho, Gêlana Rojava, Bêstûn, Sungir, Gulyayî, Îslamawa, Qurwe, Bîcar, Loristan, Îlam, Eywan, Abdanan, Mêran, Deluran, Piştko û Pêşkê tê axaftin. Li başûrê Kurdistanê, li Xaneqîn, Mendelî, Bedre û Cesanê bi jêrzaravayên cuda yên vî zaravayî diaxivin. Di nav zaravayên kurdî da, xebatên herî kêm li ser zaravayê kurdîya başûrî hatine kirin. Ji ber vê, hem ji alîyê navlêkirina komê hem jî ji alîyê zarava û jêrzaravayî ve nêrînên cur bi cur hene.  Di nav vê komê da, bi taybetî lor/lûr ji alîyê gelek zimannasan ve herwiha ji alîyê axiverên komê ve jî wekî ne kurd tên pênasekirin. Li gor hin zimannasan lekî jî zaravayekê serbixwe ye. Zaravayê kurdîya başûrî bi alfabeya aramî hatîye nivîsîn û tê nivîsîn. Kurdîya başûrî ji 5 jêrzaravayan -kirmanşanî, garûsî, lekî, lorî û feylî- pêk tê.

BINDESTBÛNA KURDAN Û BINDESTBÛNA ZIMANÊ KURDÎ

Bindestbûna kurdan bûye sedema bindestbûna zimanê kurdî ya di nav çar dewletên desthilatdar da û her yek ji wan ji bo tunekirina zimanê kurdî û asîmîlekirina kurdan polîtîkayên cur bi cur meşandine. Encamên van polîtîkayan:

-Zimanê kurdî hatîye parçekirin, hem di navbera zaravayan hem jî di navbera devokên zaravayekî da sînor hatine danîn. Ev jî bûye sedema qutbûna têkilîya kurdan û nenasîna wan ya hevdu.

-Herwiha desthilatdaran nehiştîye ku zimanê kurdî bibe xwedî statuyeka fermî û perwerdehî.

-Xebat û çapemenîya kurdî hatîye qedexekirin û hewl dane ku zimanê kurdî bibe tenê zimanê malê. (Li bakurê Kurdistanê destwerdana zimanê malê jî hatîye kirin.)

-Îro, herçend zimanê kurdî di nav du herêmên Kurdistanê da hem zimanê fermî be hem jî yê perwerdehîyê be, di çavê gelek kurdan da zimanê kurdî zimanekê bêprestîj e.

-Hebûna nêrînên cuda yên li ser hejmara zaravayên kurdî, yek ji encamên nebûna xebatên zanistî yên li ser zimanê kurdî ye.

-Bikaranîna du alfabeyan bûye sedema nenasîna zarava û devokên zaravayekî.

-Piranîya kurdan xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe yê dayikê nizanin. Zanîna zimanê kurdî ya gelek kurdan di asta famkirin û axaftinê da ye û gelek kurd qet kurdîyê nizanin.

-Zimanê dayikê yê gelek kurdan êdî ne zimanê wan ê neteweyî ye. Zimanê serdestên wan bûye zimanê wan ê dayikê.

-Ji alîyê UNESCOyê ve, hin zaravayên kurdî wekî zimanên di bin xeterîyê da hatine pênasekirin ku ev yek nîşan dide ku her ku diçe, axiverên kurdîyê kêm dibin.

-Zimanê kurdî wekî zimanekê yekgirtî nebûye zimanekê standard. Her zaravayek di nav xwe da xebatên xwe yên standardbûnê çêdike, lê hîn temam nebûye û hin ji wan jî gelekî kêm xebat li ser wan hatine kirin.

-Nebûna zimanê standard ê kurdî, bûye sedema rastnivîsînên cuda û termînolojîyên cuda.

-Nebûna zimanê standard ê kurdî di perwerdehîyê da, dibe sedema zehmetîyên fêrkirin û fêrbûnê.

15Ê GULANÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ YE

Îro, 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye. 15ê Gulanê ji ber du sedeman di dîroka kurdan da rojeka giring e. Çima?  Ji ber ku hejmara yekem a Kovara Hawarê di 15ê gulana 1932yan da ji alîyê Celadat Bedirxanî ve li Şamê hatîye weşandin û heta sala 1943yan weşana wê berdewam kirîye û bi giştî di nav 11 salan da, 57 hejmar hatin weşandin. Çi giringîya Kovara Hawarê heye? Ji ber ku cara yekem  di Kovara Hawarê da zimanê kurdî bi alfabeya latînî hatîye nivîsîn. Ji ber ku cara yekem ji alîyê kurdekî ve rêzimana kurmancî di Kovara Hawarê da hatîye belavkirin û gavên bingehîn ên standarda zaravayê kurdîya kurmancî di vê kovarê da hatine danîn. Herwiha cara yekem nivîsên sê zaravayên kurdî -kurmancî, soranî û zazakî- di vê kovarê da hatine nivîsîn. Ji ber van sedeman, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006an da 15 Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî ragihand. Ji 2006an û şûnda, ev roj bi taybetî li bakur û rojavayê Kurdistanê tê pîrozkirin û çalakîyên cur bi cur tên lidarxistin.

Di nav civak û mirovahîyê da, dîyarkirina rojên taybet biarmanc e. Çima Roja Zimanê Kurdî? Sedemên pir xurt ên dîrokî, sîyasî, çandî û psîkolojîk hene. Di vê rojê da ne tenê şahî, lê belê komxebat, panel û bernameyên taybet jî tên çêkirin. 15 Gulanê bûye remzeka xwedîlêderxetina çand û zimanê xwe yê kurdan, bûye berxwedana li dij windabûn û asîmîlasyona zimanê kurdî, bûye xurtkirina hestê nasname û aîdîyetê, bûye zêdekirina hişyarîya ziman û teşwîqkirina bikaranîna zimanî di nav civakê da. 15 Gulanê îfadekirina nasname, berxwedan û têkoşîna hebûna kurdan û zimanê wan e.

Divê neyê jibîrkirin ku civaka ku zimanê xwe ji dest dabe, ne tenê amûra danûstandinê ji dest dide, herwiha nasname, dîrok û yekîtîya xwe ya çandî jî ji dest dide, di nav civakê da bi taybetî jî di navbera bav û kal û nevîyan da qutbûneka zihnî û hisî çêdike, bîra dîrokê winda dibe, civak hêdî hêdî hildiweşe, dibe xerîbê xwe, gîyan û hebûna xwe winda dike. Divê ne tenê rojek lê her rojên me bi hişyarîya 15 Gulanê derbas bibin.

Xecê RIZGAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 15'ê GulanÇandKovara HawarKurdPerwerdeZimanê Kurdî
Önceki yazı

Xwebûn Azadiye Zimanê Kurdî Rihê Gelê Kurd e!

Sonraki Haber

MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

Benzer Haberler

Vegera Efrînê: Çeteyên Girêdayê Dewleta Tirk Li Pey Provokasyonên Mezinin-NÛÇE ANALÎZ
Analîz Siyasî

Vegera Efrînê: Çeteyên Girêdayê Dewleta Tirk Li Pey Provokasyonên Mezinin-NÛÇE ANALÎZ

14 Mayıs 2025
Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3
Analîz Siyasî

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3

4 Mayıs 2025
Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2
Analîz Siyasî

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2

3 Mayıs 2025
Sonraki Haber
MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya "Yek Laş" Ava Dikin - ANALÎZA NÛÇEYAN

Öne Çıkan Yazılar

  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    527 Paylaşım
    Paylaş 211 Paylaş 132
  • Xwebûn Azadiye Zimanê Kurdî Rihê Gelê Kurd e!

    496 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

    493 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

    495 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

    533 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133

Önerilenler

MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

Divê Her Rojên Me Bi Hişyariya 15’ê Gulanê Derbas Bibin!

Xwebûn Azadiye Zimanê Kurdî Rihê Gelê Kurd e!

Vegera Efrînê: Çeteyên Girêdayê Dewleta Tirk Li Pey Provokasyonên Mezinin-NÛÇE ANALÎZ

Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist