Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê ku di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve hatibû girtin, dewleta Tirk a dagirker operasyon û êrîşên xwe li çar parçên Kurdistanê didomîne. Bi heman awayî, bi taybetî di Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015’an de û di hemû demên agirbestê de, diviyabû hebûna leşkerî kêm bibe, lê berevajî vê yekê amadekariyên leşkerî hat zêdekirin. Di dosya me de em ê li budceyên mezin ên ku dagirkeriya Tirk di demên agirbestê de ji bo şer veqetandiye, qereqol û kalekolên ku avakirine binêrin.
XERCÊN LEŞKERÎ GELEK ZÊDE BÛN
Dewleta Tirk a dagirker ku bi polîtîkayên înkar û îmhayê li dijî Kurdan sedsala xwe temam kiriye, bi polîtîkayên “ewlehiyê” xercên leşkerî û qereqolên ku avakirine gelek zêde kirine.
AKP’ê, di navbera salên 2013-2014’an de, ne tenê li sînorê Başûrê Kurdistanê, her wiha li sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî kalekol avakirine. Li sînorê Wan-Rojhilatê Kurdistanê, li her 5 kîlometreyan carekê li ser girên serdest kalekol hatin çêkirin. Di sala 2014’an de, di nav sînorên bajarê Wanê de 22 kalekol û 30 bircên leşkerî hatin avakirin. Her wiha, li navçeyên Saray û Qelqelê (Ozalp) ên Wanê, li ser girên serdest ên gundên li ser sînor, bi navberên 5 kîlometreyan zêdetirî 20 qereqol û kalekolên nû hatin çêkirin. Di rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a sala 2014’an de hate diyarkirin ku tenê li navenda Colemêrg, navçe, gund û sînoran, ji aliyê TOKÎ’yê ve ihaleyên 189 qereqol û kalekol hatine girtin.
Heta niha, li gundên sînorî ku bazirganiya sînorî yekane çavkaniya debarê bû, ji ber qereqol û kalekolan ev bazirganî hema bêje rawestiyaye. Kalekol û qereqolên ku bi mîlyon dolaran hatine çêkirin, di heman demê de 24 saetan gundan di bin çavdêriyê de digirin. AKP’ê ji aliyekî ve digot “Pêvajoya çareseriyê didome”, ji aliyê din ve kalekolan çêdikir. Li ser girên hemû gundên li ser sînoran ev kalekol hatin avakirin. Ji ber ku kalekol û qereqolan mêrgên gel dagir kirine, gelê herêmê nikarîbû sewalên xwe biçêrîne û bi hezaran sewal jî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin.
Di navbera salên 2013-2015’an de, tevî ku dewleta Tirk a dagirker bi tank û topan, bi hezaran leşker û hêzên taybet êrîşî navçeyên Kurdistanê kir, nikarîbû berxwedanê bişkîne û rêya derketinê di tundkirina şer de dît. Dewleta Tirk di van 2 salan de, bi taybetî li xetên sînor ên wekî Colemêrg, Wan û Şirnexê, bê navber avakirina qereqol û kalekolan domand û piştî ku şerê bajaran dest pê kir, li taxan dest bi avakirina kalekolan kir. Ji bo vê armancê, di Kanûna 2015’an de bi biryara Encûmena Wezîran “Biryarnameya Destdanînê Lezgîn” di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Li Şirnex û navçeyên wê yên Cizîrê, Qileban, Silopiya, Elkê, navçeya Colemêrgê Şemzînan û navçeyên Mêrdînê Qoser û Kerboran (Dargeçit) bi giştî 27 hezar û 335 metrekare zeviyên “Destdanînê-kamukirinê” bi navê xwe hatin desteserkirin.
Li gorî Biryarnameya Desteserkirinê; li Elkê (Beytüşşebap) 2 hezar û 540 metreçargoşî zeviyek, li Cizîrê 2 hezar û 4 hezar metreçargoşî 2 zeviyên cuda, li Qilebanê (Uludere) hezar û 134 metreçargoşî zeviyek, li Silopiya hezar û 781 û hezar û 416 metreçargoşî 2 zeviyên cuda, li navenda Şirnexê 7 hezar û 108 metreçargoşî zeviyek, li Şemzînanê (Şemdinli) ya Colemêrgê (Hakkari) 2 hezar metreçargoşî zeviyek, li Kerboranê (Dargeçit) hezar û 353 metreçargoşî zeviyek, li Qoserê (Kızıltepe) 2 hezar metreçargoşî 2 zeviyên cuda ji bo avakirina kalekolan hatin bikaranîn.
Bi taybetî li Şirnexê, ji salên 1990’î û pê ve bi sepandina rêvebirina tund û Rewşa Awarte (OHAL) ya fiîlî, ev polîtîkayên dagirkeriyê bi hatina AKP’ê ya sala 2002’an re jî berdewam kirin. Wekî ku di dîroka Komarê de bû, di serdema AKP’ê de jî yekane razemeniyên ku li bajêr hate kirin, kûrkirina polîtîkayên şer bû. Desthilatiya AKP’ê ji sala 2003’an heta 2023’an li Şirnex û navçeyên wê bi polîtîkayên şer 2 milyar û 387 mîlyon û 780 hezar TL xerc kir.
Li gorî daneyên ku di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de cih digirin û ji budçeya Wezareta Karên Hundir hatine kirin, li Şirnex û navçeyên wê bi dehan qereqol, kalekol, birc, avahiyên ewlehiyê yên bajar û navçeyan û avahiyên xizmetên leşkerî hatin avakirin.
Xercên ku di 20 salan de hatine kirin û projeyên ku berdewam dikin:
-Ji bo 71 avahî û tesîsên çêkirin, lênêrîn û tamîrkirinê: 18 milyar û 118 mîlyon û 127 hezar û 12 TL
-Ji bo 18 projeyên Xeta Veguheztina Enerjiyê, Ronahîkirin, Pergalên Ragihandinê û Kamerayên Ewlehiyê: 27 milyar û 386 mîlyon û 290 hezar TL
-Ji bo avakirina Avahiya Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Îdilê: 9 mîlyon û 165 hezar û 84 TL
-Ji bo avakirina Avahiya Zêde ya Midûriyeta Hêza Lezgîn a Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Cizîrê: 16 mîlyon û 940 hezar TL
-Ji bo 4 bircên ku li navbera Ayvalık-Beytüşşebapê yên girêdayî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê hatine çêkirin: 1 mîlyon û 340 hezar û 480 TL
-Ji bo avakirina Avahiya Xizmetê û Lojmanên Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Qilebanê: 17 mîlyon û 200 hezar TL
-Ji bo çêkirina têl û çîtên ewlehiya bilind li derdora kuleya Grizero û qada jiyanê ya di nav sînorê berpirsiyariya Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê de: 456 hezar TL
-Ji bo sererastkirina derdora Avahiya Xizmetê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Cizîrê: 2 mîlyon û 400 hezar TL
-Ji bo Avahiya Xizmetê ya Serokatiya Şaxa Leşkerî ya Navenda Şirnexê: 727 hezar TL
-Ji bo 52 yekîneyên razanê yên Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê: 20 mîlyon û 490 hezar TL
-Ji bo mantolama blokên G1-G2-G3-G4-G5-G6-J1-H6-H7 yên Lojmanên Tekser ên Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a Çakirsöğütê: 2 mîlyon û 629 hezar û 500 TL
-Ji bo 24 yekîneyên razanê yên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Îdilê ya Şirnexê: 11 mîlyon û 992 hezar û 200 TL
-Ji bo tamîrkirina Xeta Elektrîkê ya Tabûra Cendirmeyan a Neteweyî ya Şirnexê û Atasa AÜB Elma Tepe: 1 mîlyon û 670 hezar TL
-Ji bo 24 yekîneyên razanê yên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Îdilê ya Şirnexê: 11 mîlyon û 992 hezar û 200 TL
-Ji bo tamîrkirina rûyê derve yê Avahiya Xizmetê ya Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê: 382 hezar TL
-Ji bo qazana germkirinê ya Qereqola Neteweyî ya Şirnexê: 951 hezar TL
-Ji bo 24 yekîneyên razanê yên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Îdilê ya Şirnexê: 12 mîlyon û 186 hezar û 706 TL
-Ji bo kirîna materyalên elektrîkê yên xeta sînor a Tirkiye-Iraqê ya Şirnexê: 212 hezar û 450 TL
Li gorî daneyên di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de, tenê ji bo projeyên qediyayî heta niha ji bo leşkerî û ewlehiyê 1 milyar û 635 mîlyon û 882 hezar TL xerc hatiye kirin.
PROJEYÊN KU BERDEWAM DİKİN
Ji aliyê din ve, lêçûnên projeyên ku li seranserê bajêr berdewam dikin wiha ne:
-Lênêrîn û tamîrkirina Xeta Ronahîkirina Sînorê Iraq-Sûriyê: 1 mîlyon û 162 hezar û 750 TL
-Avakirina Avahiya Xizmetê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Silopiyayê: 158 mîlyon û 330 hezar TL
-Tamîrkirina Lojmanên TOKÎ’yê yên Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê: 238 mîlyon û 999 hezar TL
-Ji bo projeyên din ên berdewam: 751 mîlyon û 898 hezar TL xerc hatiye kirin.
HETA NAV MALAN KALEKOL
Li bajarên Kurdistanê, bi navê “ewlehiyê” hejmara kalekolên ku hatine avakirin her sal zêde bûye. Li gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk, wekî beşek ji polîtîkayên şerê taybet, hejmara kalekolên ku di sala 2018’an de hatine çêkirin gihîştiye 68’an. Lê belê, daneyên li qadê nîşan didin ku ev hejmar gelekî zêdetir e. Bajarê ku bi avakirina kalekol û qereqolan her tim di rojevê de ye, Şirnex e. Avakirina kalekolê li gundê Hespîtê (Yerbaşı) yê navçeya Hezexê (Îdil) ya Şirnexê, ji aliyê welatiyên herêmê ve bi bertek hate pêşwazîkirin. Bi taybetî kalekolên ku di 29’ê Gulana 2024’an de dest bi avakirinê hatin kirin, heta qada hewşên welatiyan jî dagir kirin.
Ne tenê Şirnex û navçeyên wê, her wiha li navçeyên Amedê yên wekî Licê, Sîlvan, Hanî, Qulp û herêmên din ên gundewarî jî kalekolên nû hatin avakirin an jî qereqolên heyî hatin nûjenkirin. Di 28’ê Hezîrana 2013’an de, li navçeya Licê ya Amedê, li dijî avakirina qereqolê gelê ku protesto kiribû, rastî êrişên leşkerên Tirk hat û Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da.
BI NAVÊ “PROJEYA RÊYÊN EWLEHIYÊ” QADÊN DAGIRKIRINÊ HATIN FIREHKIRIN
Li ser talîmata Erdogan, piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an, di çarçoveya konsepta ewlehiyê ya nû de, êrîşên giran li dijî Tevgera Azadiyê dest pê kirin. Di çarçoveya projeya bi navê “Rêyên Ewlehiyê” ya ku ji bo peydakirina lojîstîk û teçhîzatên leşkerî ji qereqol û kalekolên di demên çareseriyê de hatine avakirin, di navbera salên 2017-2021’an de ji walîtiyan re bi giştî 1 milyar û 535 mîlyon û 828 hezar û 919 lîre bûdce hate şandin. Di van salan de 1430 kîlometre rêyên dagirkeriyê hatin çêkirin.
LI DERSÎMÊ KULEYÊN EWLEHIYA WAN BILIND
Avakirina kuleyên ewlehiya wan bilind û qadên jiyanê lê hene, li Dersîmê, bi taybetî di Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015’an de û piştî wê, di demên agirbestê yên di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê de, di çarçoveya polîtîkayên ewlehiyê de heta îro berdewam kiriye. Di sala 2014’an de, li geliyê Pulumurê yê Dersîmê, ji 52 bingehên leşkerî ku 5 ji wan kalekol, 16 ji wan qereqolên mobîl û 31 ji wan kuleyên leşkerî ne, avakirina 22’an dest pê kir.
Dewleta Tirk a dagirker, li ser rêya Dersîm-Kovancılar û Elezîzê, bi 193 kamerayan 24 saetan çavdêriyê dike û tenê di sala 2019’an de 22 kuleyên ewlehiya bilind û qada jiyanê lê hene avakir.
Ev kule, bi gelemperî li xalên stratejîk, li herêmên çiyayî an jî li sînoran, ji bo çavdêrî û şopandinê hatin çêkirin. Wekî li Geliyê Botanê, li Dersîmê jî ev avakirin hem bûne sedema bertekên gelê herêmê hem jî fikarên hawirdorî derxistine holê.
Her wiha, di salên 2013-2014’an de, li Ovacik û Xozatê, her wiha li herêmên Pulumur û Çemîşgezekê, dewleta Tirk a dagirker bi wêrankirina daristanan zêdetirî 12 kalekol avakir. Li dijî dewleta Tirk ku bi zirardayîna Geliyê Munzurê ekosîstema herêmê xera kir, gelê herêmê gelek caran xwepêşandanên protestoyê li dar xistin.
Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Aşitî û Civaka Demokratîk”, di dema nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de, desthilatiya AKP’ê bi avakirina qereqol û kalekolan, israra xwe ya şer bi awayekî berbiçav nîşan dide.
Militan RÊHAT