• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Studies

Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi destpêka alozî û qeyrana Sûriyê re, dewleta Tirk a dagirker dest bi talankirin û dizîna pîşesazî û kargehên pîşesaziyê yên Sûriyê kir. Niha jî di bin navê ji nû ve avakirina Surî de ketiye nav liv û tevgerê.

Yayınlayan Lekolin
13 Mayıs 2025
Kategori: Studies
251 3
A A
Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Ji aliyê herkesî ve tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di çerçoveya Mîsakî Millî de li Helebê di serî de di hêla aborî de bi her awayî bi cih bibe. Piştî hilweşîna rejîma Baas û desthiladariya Esad, dewleta Tirk a dagirker li Şam û Helebê bi riya HTŞ’ê destpêkê hemû saziyên îstîxbaratî û îdarî ku saziyên pêwendiyê, (Postaxane, tlf û banqe) di nav de ne bi cih bû. Niha jî dixwaze li Helebê di bin navê pêwendiya aboriyê û bazirganiyê de hemû pîşesaziya Helebê ku bi navûdenge xwe bi cih bike.

Li ser vê esasî dewleta Tirk, di 13’ê Nîsanê de waliyê Antaqya, 16 kesayetên aborîsaz û pîşesaz ên Tirk şandin Helebê û bi Miftiyê Helebê Îbrahîm Şeşo, Rêveberê Karûbarên Siyasî Saad Naasan, Cigirên Waliyê Helebê, Serokê Encumena Bajêr Mihemed Elî Ezîz û Berpirsiyarê Polîsên Helebê Ehmed Latûf ên hikumeta HTŞ’ê re hevdîtin kirin û çawa dikarin pîşesaziyê bixin bin serweriya dewleta Tirk a dagirker etûta zemîna pîşesaziyê kirin.

Hate diyarkirin ku di van hevdîtinan de fabrîqe û dikanên pîşesaziyê yên kevin werin nûkirin an jî yên ji nû ve werin avakirin pêwîste heya 15 sal di bin serweriya şîrketên dewleta Tirk de bin û li gor wê dê hevpeymanek were îmzekirin.

Di vê çerçoveyê de qenalekê berhemdayînê were vekirin û li ser vê esasî ji van berhemdayîn û dahatûyan ji sedî 75 wê ji Tirkiyê re be.

Ji bo çêkirina dikanên di şer de xirabûne û zirar dîtine bi mesrûfa nîvî nîvî ya ji Banqeya Sûriyê û Tirkiyê tadîlata wan bikin û ji bo vê jî kevirên mermer ji Dîlokê (Entabê) ji Helebê re bazirganiya wê were kirin.

Piştî civîn û hevdîtinan, şandeya dewleta Tirk serdana herêma pîşesaziya Helebê li taxa Şêx Necar kir, li kargehên hesin, sac, kablo, traktoran, xwarinê û tevnê geriya û bi serokê Odeya Pîşesaziya Helebê re hevdîtin kir. Şandeyê herwiha serlêdana herêmên pîşesazî yên Hema, Humus û Şamê jî kir. Meha borî, Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê ragihandibû ku rayedarên Sûriyê û Tirkiyê li ser destpêkirina gotûbêjan ji bo ji nû ve aktîvkirina peymana bazirganiya azad û pêşxistina hevkariyê di warên veguhestin, leşkerkirin û veberhênanê de li hev kirine.

DIXWAZIN VÊ TALANIYÊ FERMÎ BIKIN

Piştî vê etûta zemîna pîşesaziya Helebê, dewleta Tirk a dagirker bi riya saziyên aborî û pîşesaziyan bi armanca vê plana dizî û talaniyê fermi bike di 6’ê Gulanê de şandeyek şande Şamê. Di nava şandeyê de ku gelek serok û rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyên bajarên Tirkiye jî hebûn li Balyozxana Tirkiye ya li Şamê bi Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Şamê Endezyar Ayman Mewlewî re hevdîtin hatin kirin. Di hevdîtinan de di bin navê aktîvkirina Peymana Bazirganiya Azad de danûstandina gumrikê, lojîstîk û astengiyên darayî yên hevkariyê asteng dikin, reşnivisek hevpeymanê were amadekirin û bi her du hikumetan re (Tirkiye-Şam) bidin îmzekirin.

ROLA TIRKIYÊ DI WÊRANKIRINA PÎŞESAZIYA SÛRIYÊ DE

Meha borî, Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê ragihand ku rayedarên Sûriyê û Tirkiyê li ser destpêkirina gotûbêjan ji bo ji nû ve aktîvkirina Peymana Bazirganiya Azad û pêşxistina hevkariyê di warên veguhestin, leşkerkirin û veberhênanê de li seranserê Sûriyê li hev kirine.

Şerê navxweyî yê Sûriyê, ku di 2011’an de dest pê kir, binesaziya pîşesaziyê ya welat wêran kir. Kargeh, embar û tesîsên hilberînê rastî bombebaran, talan û wêrankirina sîstematîk hatin. Li gorî Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Rojavayê Asyayê (ESCWA), hilberîna pîşesaziyê ji destpêka şer ve ji sedî 70 kêm bûye. Bajarê Heleb ku berê dilê pîşesaziyê yê Sûriyê bû, bi giranî zirar dît. Pîşesaziyên tekstîl, hilberîna xwarinê û endezyariyê wêran bûn, xizmetên bingehîn ên wekî elektrîk û av qut bûn û hilberîn hîn bêtir asteng bû. Ji nû ve avakirina vê binesaziyê demeke dirêj dixwaze.

Aboriya piştî şer a Sûriyê bi şikestineke mezin re rû bi rû ma. Kargeh wêran bûn, erdên çandiniyê zuha bûn û karsazî bi zehmetî hewl didin xwe ji nû ve ava bikin. Di vê qeyranê de, Tirkiyê destwerdan kir, lê ne wekî alîkar, belkî wekî hêzeke dagirker ku li dû berjewendiyên xwe ye. Tirkiyê bandora xwe li bakurê Sûriyê berfireh kir, bazirganî kontrol kir, hilberîna çandiniyê ber bi xwe ve kişand û pîşesaziyên herêmî bêtir sûdê didin Tirkiyê. Kelûpelên Tirkiyê bazarên xwecihî dagirtin, çavkaniyên xwezayî hatin talankirin û Enqere bi kontrolkirina deriyên sînor herikîna kelûpelan ferz kir. Ev yek fikaran li ser serweriya aborî ya Sûriyê zêde dike, ji ber ku polîtîkayên bazirganiyê yên Tirkiyê sûdê didin karsazên Tirk, lê xweseriya aborî ya Sûriyê sînordar dikin.

Belge nîşan didin ku Tirkiyê di wêrankirina pîşesaziya Sûriyê de roleke çalak lîstiye. Kargehên li Heleb û herêmên din di dema şer de ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyê ve hatine talankirin. Mînak, li Helebê, makîneyên bi buhaya zêdetirî 100 milyon dolar hatine dizîn û derbasî Tirkiyê kirin. Ev pratîk, ger were piştrastkirin, nîşan dide ku Tirkiyê bingeha hilberîna Sûriyê hilweşandiye. Şîrketên Sûriyê ku berê xwe bi xwe aborî didan pêşxistin, niha di pêşbaziyê de bi karsazên Tirk re ne. Raporteke Banka Cîhanî ya Sibata 2023’an diyar dike ku ziyanên giştî li 14 bajar û sektorên sereke yên Sûriyê ji 2011’an ve 11.4 milyar dolar e.

Piştî rûxandina rejîmê di 8’ê Kanûnê de, mezintirîn şirketên avahîsaziyê, çîmento û pola yên Tirkiyê ji sedî 5-10 zêde bûn, di Kanûna 2023’an de ji sedî 20 û di Çileya 2024’an de ji sedî 38 bilind bûn. Di sektora nûavakirinê de, Tirkiye herî zêde sûdmend bûye:

Makîne: ji sedî 244,Çîmento, cam, seramîk: ji sedî 92,Fêkî û sebze: Ji sê qatan zêdetir bû.

Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye ne tenê ji qeyrana Sûriyê sûd werdigire, di heman demê de bi awayekî sîstematîk serweriya aborî li ser welat ferz dike ku ev yek xweserî û ji nû ve avakirina aboriya Sûriyê tehdît dike.

JI BO BIDESTXISTINA PÎŞESAZIYA SÛRÎ KARSAZÊN TIRK KETİNE PÊŞBIRKÊ 

Pasifik Euroasia, yek ji mezintirîn şirketên lojîstîkê, veberhênanên termînalê li Îskenderûn û Mêrsînê berfireh dike da ku karûbarên girêdayî Sûriyê birêve bibe. Catoni Group, pargîdaniyeke barkêşiyê, ji hêla xwediyên keştiyan ve ku dixwazin materyalên nû avakirinê peyda bikin, tê nêzîkkirin. Projeyên ji nû ve avakirinê, bi qîmeteke 400 milyar dolar, ku binesazî, santralên elektrîkê û lojîstîkê vedigirin, têne plankirin. Bender û şebekeya rêyên Tirkiyê dê bibe navenda sereke ya derbasbûnê ji bo talankirina Sûriyê.

Şirketên avahîsaziyê û hilberîna materyalên avahîsaziyê, wek Oyak Çîmento, Cimsa, Limak Cement û Enka Insaat, ji Kanûna 2024’an ve, piştî rûxandina rejîma Beşar Esed û destpêkirina hukumeta nû ya bi serkêşiya Colanî, tevgerên mezin didin xuyakirin. Tirkiye projeyên rê, pir, santralên elektrîkê, kargehên genim û depoyên hilberînê li bajarên Heleb û Şamê dest pê kiriye da ku aboriya Sûriyê kontrol bike.

Heta niha, Turkish Airlines yek ji kêm şirketan e ku piştî 13 salan geştên(torên) xwe yên ber bi Şamê ve ji nû ve dest pê kiriye. Bajarê Dîlokê (Entabê), li ser sînorê Sûriyê, wekî navendeke pîşesaziyê ya girîng derketiye pêş ku tê de şirketên hilberîna pola, avahîsaziyê û xwarinê hene. Gelek şirketên Tirk li Dîlokê navend, ofîs û deriyên nû yên bazirganiyê ava dikin. Meha borî, Tirkiyê tîmeke ji 25 teknîsyenan şand Sûriyê da ku li ser nûavakirina Firokexaneya Navdewletî ya Şamê bixebitin.

Ethan Bright, aborînasê Oxford Economics, diyar kir ku tê payêkirin hinardekirina Tirkiyê bo Sûriyê îsal ji sedî 90 zêdetir bibe û heta dawiya 2028’an ji 20 milyar dolar derbas bike. Di heman demê de, Şirketa Çîmento ya El-Jûf a Riyadê girêbesteke 38 milyon riyalê Siûdî (10,1 milyon dolar) bi Muhammed Şahî El-Ruweylî re ji bo firotina çîmento û klînkerê bo Sûriyê îmze kir, li gorî daxuyaniya li borsaya Tadawul a Erebistana Siûdî.

Ji bilî xurtkirina têkiliyên siyasî di navbera her du welatan de, hinardekirina Tirkiyê bo Sûriyê meha borî sê qat zêde bû. Serokê demkî yê Sûriyê Colanî di serdana xwe ya dawî ya Enqerê de li ser têkiliyên aborî bi Tirkiyê re gotûbêj kir, bi taybetî li ser hewldanên şirketên Tirk ji bo berfirehkirina karên xwe li Sûriyê û geşkirina bazirganiya dualî.

Li gorî daneyên Meclisa Hilberandinê ya Tirkiyê, hinardekirina Tirkiyê bo Sûriyê di Kanûna 2024’an de ji sedî 20 û di Çileya 2025’an de ji sedî 38 zêdetir bû. Tirkiyê herêmeke tampon li deriyê sînorî yê Bab El-Hawa ava kiriye ku kamyonên Tirk kelûpelên xwe ji ber sedemên ewlehiyê bo wesayîtên Sûriyê vediguhezînin, lê li gorî agahiyên piştrastkirî, kamyonên Tirk niha bi serbestî li Sûriyê diçin û tên.

LI SÛRIYÊ PLANÊN TIRKIYÊ YÊN PAŞEROJÊ 

Tirkiye hebûna xwe ya aborî li bakurê Sûriyê xurt dike da ku bigihîje çend armancan:
Ya yekem, zêdekirina bandora xwe ya leşkerî û stratejîk li herêmên dagirkirî yên Bakurê Rojhilatê Sûriyê.
Duyemîn, dabînkirina kelûpelên pêwîst ji bo vegerandina penaberên Sûriyê ji Tirkiyê bo van herêman.
Sêyemîn, bi xurtkirina têkiliyên xwe bi civakên xwecihî û meclîsên şaredariyan re, Tirkiye hewl dide beşdariya şirketên Tirk di projeyên nûavakirinê yên pêşerojê de zêde bike, da ku aboriya Tirkiyê destkeftiyên bazirganî yên girîng bi dest bixe.
Çaremîn, Tirkiye armanc dike ku hebûna xwe ya demdirêj li Sûriyê saz bike, bi baweriya ku ev yek dê beşdariya wê di rêveberiya de facto ya van deveran de zêde bike û destkeftiyên siyasî û erdnîgarî yên pêşerojê misoger bike.

ÇARÇOVEYA DÎROKÎ YA PÎŞESAZIYA SÛRIYÊ

Pîşesaziya Sûriyê ji sedsalan ve bi pêşketina pratîk, teknolojî û bandorên çandî geş bûye. Ji şaristaniyên kevnar ên ku li herêmê geş bûn heta pratîkên pîşesaziyê yên nûjen, dîroka pîşesaziyê ya Sûriyê cihê wê yê erdnîgarî yê stratejîk li ser rêyên bazirganî û çandê nîşan dide. Têgihîştina vê çarçoveya dîrokî ji bo nirxandina pirsgirêk û derfetên sektora pîşesaziyê yên îroyîn girîng e.

Di sedsala 20’an de, peyzaja pîşesaziyê ya Sûriyê ji ber guhertinên siyasî û bandora meylên gerdûnî veguherîneke girîng derbas kir. Piştî damezrandina Komara Erebî ya Sûriyê di 1946’an de, hikûmetê reformên aborî ji bo pêşvebirina pîşesaziyê pêk anîn. Înîsiyatîfên bi rêberiya dewletê bal kişandin ser sektorên sereke, wek tekstîl, hilberîna xwarinê û pîşesaziyên kîmyewî. Heta salên 1970’î, Sûriyê bingeheke pîşesaziyê ya cihêreng ava kiribû ku gelek pargîdaniyên dewletê beşdarî aboriya neteweyî dibûn.

Lêbelê, ev pêşkeftin bi zehmetiyan re rû bi rû ma. Girêdana bi destpêşxeriyên dewletê gelek caran bû sedema bêbandorî û kêmbûna nûjeniyê. Herwiha, bêîstîqrariya siyasî piştî hilkişîna Partiya Baas di salên 1960-î de û aloziyên navxweyî yên salên 2010-an astengiyên mezin ji sektora pîşesaziyê re afirandin. Tevî van dijwariyan, pêşveçûna dîrokî ya pratîkên pîşesaziyê li Sûriyê bingeheke mîrateya pîşesaziyê ya berxwedêr û çavkanî danî.

CIHÊN DÎROKÎ YÊN SEREKE Û GIRÎNGIYA WAN

Hejmarek cihên dîrokî li Sûriyê wekî nîşaneyên dewlemendiya pîşesaziyê ya welat têne nasîn. Ev cih ne tenê pêşkeftinên teknolojîk ên serdema xwe nîşan didin, lê di heman demê de dînamîkên çandî û civakî yên ku pîşesaziyê şekil dane jî temsîl dikin.

-Bajarê Helebê yê Kevin: Sûkên dîrokî yên Helebê, ku wekî Cihê Mîrata Cîhanî ya UNESCO’yê têne nasîn, nimûneyeke sereke ya hunerên kevneşopî ne. Pîşesaziya tekstîlê li vir geş bû û gelek atolyeyan qumaşên bi kalîte hildiberandin. Mîmariya sûkan sêwiranên tevlihev û hunerên esnafên Sûrî nîşan dide.

-Keleha Helebê: Ev keleha kevnar ne tenê roleke leşkerî ya stratejîk lîst, lê wekî navendeke bazirganî û pîşesaziyê jî xizmet kir. Cihê wê tevgera kelûpel û ramanan hêsan kir, ku beşdarî pêşkeftina pîşesaziyên herêmî bû.

-Bajarê Dîrokî yê Şamê: Şam, yek ji bajarên herî kevn ên cîhanê yên bi berdewamî lê tê jiyîn, bi hilberîna hevrîşim û tekstîlên din navdar e. Hunera tevnkirina damaskê li vir derket holê, û bajar bi hilberîna tekstîlê ya bi kalîte re hevwate bû.

-Kavilên Romanî yên Palmyra: Her çend bi girîngiya xwe ya arkeolojîk tê zanîn jî, Palmyra di demên kevnar de navendeke bazirganiyê ya girîng bû. Kavilên wê têgihiştinê li ser çalakiyên aborî yên herêmê peyda dikin û hevgirtina çand û bazirganiyê nîşan didin.

Ev deverên dîrokî, ligel gelekên din, wekî bîranînên girîng ên mîrata pîşesaziyê ya Sûriyê û potansiyela wê ya ji bo vejandina pêşerojê xizmet dikin. Ew ne tenê jêhatîbûn û hunera nifşên berê, lê di heman demê de derfetên aborî yên ku ji parastin û pêşvebirina di çarçoveya hemdem de derdikevin holê jî temsîl dikin.

Aras ŞAHO

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: aboriDagirkeriya TirkHalebhtşPişesaziya SurîSamŞêx Necar
Önceki yazı

Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Dewleta Tirk Pêvajoyên Agirbestê Wekî Amadekariyên Leşkerî Dibîne – DOSYA TAYBET
Nûçe

Dewleta Tirk Pêvajoyên Agirbestê Wekî Amadekariyên Leşkerî Dibîne – DOSYA TAYBET

25 Nisan 2025
Dewleta Tirk Di Ser Baregehên Li Başûrê Kurdistanê Komkujiyan Berdewam Dike-DOSYA 2
Series Text

Dewleta Tirk Di Ser Baregehên Li Başûrê Kurdistanê Komkujiyan Berdewam Dike-DOSYA 2

11 Nisan 2025
Vaye Nexşeya Baregehên Dewleta Tirk ên Li Başûrê Kurdistanê Yên Komkujiyan Pêk Tînin-Dosya 1
Series Text

Vaye Nexşeya Baregehên Dewleta Tirk ên Li Başûrê Kurdistanê Yên Komkujiyan Pêk Tînin-Dosya 1

9 Nisan 2025

Öne Çıkan Yazılar

  • Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

    Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

    533 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

    495 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • Piştî Te!

    882 Paylaşım
    Paylaş 353 Paylaş 221

Önerilenler

Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist