Di sala 1920’an de Plana Mîsaqî Millî hate îmzekirin. Xwestin bi riya wê xaka ku dagirkiribûn careke din vegerînin ser sînorên xwe. Lê bi hevpeymana Lozanê ya di sala 1923’an de ev pevpeymanî nehat qebulkirin û sînorê dewleta Tirk a dagirker hate diyarkirin. Lê ev yek ji ber li ser dewleta Tirk a dagirker hate ferzkirin nikaribûn qebul nekin. Lewma piştre dema ku dewleta Tirk a dagirker valatiyek di siyaseta hêzên hegemon ên Rojhilata Navîn de dît, careke din ev plan xistin rojava xwe û xwest ji vê yekî sûd werbigire.
Ev stratejiya dewleta Tirk a dagirker ku hewil dide vegere sînorê Mîsaqî Millî di hêzên hegemon de aciziyek û nerehitiyekê çêkir. Ji ber ku vê yekî wek e valaderxistina polîtîkaya xwe dîtin. Di vê derbarî de gelek caran bi rêbazên cûr bi cûr dewleta Tirk a dagirker hişyar kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker di vê plana xwe de israr kir û her tişt da ber çavên xwe. Ji ber ew dizanibû ku firsendek dîrokî di hole de heye. Di encam de ji ber gelek sedeman nikaribûn biçin serkeftinê. Bi taybetî piştî sala 1980’an û şûnde kelemê herî bingehîn jî polîtîkaya rast a PKK’ê bû. Lewra ev yek bû sedema ku têkiliyên wê yên derdorê re xira bibin.
GIRANÎDAYÎNA XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ
Di hilbijartinên dawî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi zor û zextan, fen û fûtan hikumeta şer a AKP-MHP’ê û şefê faşist Erdogan bidest xist, hikumeta xwe ya şer ji nû ve hate tayînkirin. Li ser vê esasî Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan derbasî wezareta karê derve hat tayînkirin. Bicihkirina Hakan Fîdan a li ser vê erka wezaretiyê nîşaneya binkeftina wan a di vê xebatê ye. Lewma xwestin ku bi vê yekî têkiliyên xwe vegerînin asteke xûrtir. Ji ber ku têgihştinek bi wan re çêbu ku ew bi tena xwe nikarin vê stratejiya xwe bi ser bixin û dîsa jî PKK`ê weke kelemê herî bi bandor hate dîtin. Lewma pêdivî pê dîtin ku her kesî bi rengî ji rengan tevlî nava vî şerî bikin.
LI DIJÎ KURDAN TEWCÎHKIRINA XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ
Bi guhertina endamên wezaretên hikumeta şer re jî dîsa tu guhertin di stratejiya xwe ya li dijî Kurdan de nekir. Lê tenê di hêla rêbaz de guhertinek çêkir, ew jî giranî dane tewcîhkirina xebatên dîplomasiyê bû. Lewra ji bo qirkirina Kurdan serî li her cure rê û rêbazan dida û ya herî girîng jî vê yekî di bin navê piştgirî girtinê de di hêla dîplomasiyê de pêk tanî. Nîşana herî diyarkirî jî kurtirkirin û girankirina tecrîda li ser Rêber APO ye. Di şikestina ku Zapê de jiyan kirin, dîtin ku ew bi tena xwe bi Kurdan û pêşengê wê Tevgera Azadiyê nikarin û ji bo vê jî hewceyî bi çêkirina hevalbendên dîtin da ku plana xwe ya ji bo qirkirina Kurdan bibin serî. Ji ber yê ku li pêşiya nûjenkirina Plana Mîsaqî Millî disekine Tevgera Azadiyê ye. Lewma stratejiya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdan parçeyek herî mezin a stratejiya wê ya giştî ye.
DEWLETÊN EWROPÎ
Ji bo vê armanca li jor me diyar kirî, mînaka wê ya dawî di mijara endamtiya Siwêd a ji bo NATO’yê de ye. Lewma heya ku Siwêd têkiliyên xwe bi Rojavayê Kurdistanê re qût nekir, dewleta Tirk a dagirker endamtiya wê îmze nekir. Li ser vê bingehî Siwêd hin siyasetmedarên Kurd ên ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker koçber kiribûn, ew radestî Tirkiyê kirin. Dîsa pêve girêdayî dewletên wek e Fransa siyasetmedarê bi navê Serhat radestê dewleta Tirk a dagirker kirin. Di heman demî de jî ev daxwaz ji gelek dewletên cîhanî kirin û heya niha jî berdewam dike.
IRAQ
Di sala 1983’an de bi avakirina Bendava GAP û piştre jî peyder pey li ser çemên Dîcle û Firatê re dewleta Tirk a dagirker dest bi gefên qûtkirina avê ya li ser Iraq û Sûriyê xwar û vê siyasetî heya niha jî di gelek dîplomasî û nîqaşan de bikar tîne. Rûxmê di vê mijarî de di navbêra her sê dewletan de hevpeymanî hebin jî lê dewleta Tirk a dagirker wek e hercar madeyên hevpeymaniyan bin pê dike û van gef û zextên xwe bi kar tîne. Wek e berdewamiya van lihevkirinan di bin navê nûkirinê wek e Mutabaqata Edeneyê ya di sala 1999’an, di meha nîsanê 2024’an de ji bo nûkirina madeyên van hevpeymanan hevdîtin hatin kirin. Di ser ragihandinê de her çiqas ev hevdîtin li ser mijarên wek e xizmetguzarî, aborî, tendûristî û avê de be jî lê ya pişt perdeyê ser qirkirina Kurdan e. Lewra dewleta Tirk a dagirker di çerçoveya vê yekî de di meha Hezîran a 2024’an de êrîşeke berfireh a li ser Tevgera Azadiyê û xaka Kurdistanê da destpêkirin. Piştî 3’ê tîrmehê de xiyanetkarê gelê Kurd Mesud Barzanî çû Bexdayê û dest bi îknakirina hikumeta Sudan a ji bo qirkirina Kurdan bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê bikin, hikumeta Sûdan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek e partiyeke qedexekirî ragihand. Di meha tebaxê de di derbarê girtina sê partiyên Kurd bi hinceta ku girêdayên PKK’ê ne da.
SÛRÎ Û RÛSYA
Di destpêka aloziya li Sûriyê ya 2011’an de xwepêşandan û geşedanên li dijî Rêjîma Sûriyê pêşketin, dewleta Tirk a dagirker vê yekî ji xwe re wek e firsendek dît û piştgiriyê da bi taybet komên çete. Di vê pêvajoyî de hin komên çete û DAIŞ’ê ku dewleta Tirk a dagirker bi destê xwe wan dabû avakirin li ser sînorên bakur û rojava hatibûn bicihkirin, di çerçoveya Mutabakata Edeneyê de nirxand û vê yekî ji xwe re wek e hincet hesiband dest bi dagirkirina Cerablus, Ezaz, Bab û gundewarên wê kir. Jixwe Şoreşa Rojava ji bo dewleta Tirk a dagirker hatibû asta ku “Gayê ku Rengê Sor bibîne” dest bi avakirina hişmendiyê ya ji bo bingeha êrîşên dagirkeriyê bike, kir. Pêve girêdayî bi pêşketina têkiliyên dewleta Tirk a dagirker a bi Rûsya re, bazarên wan ên qirêj li ser gelê Sûriyê çêbûn. Di encamê de hem dewleta Tirk a dagirker û hem jî rejîma Sûriyê hin herêman dagir kirin. Bi lawazbûna dewleta Tirk a dagirker ku ji ber sedemên me anî ziman niha careke din dixwaze têkiliyên xwe bi Rejîmê re vegerîne û di nava hewildanekê de ye ku hevdîtinê di navbêra Erdogan û Esed çêbibe. Wek e destpêkê têkiliyên wan ên îstîxbaratî hene, dîsa deriyê sînorê Ebû Zindên vekirin. Esas armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku dixwaze rejîma Sûriyê bikşîne nav şerê xwe yê dijî Kurdan.
MISIR
Misir jî yek dewletên serekene ku di vê demê de tirk dixwazin têkiliyên xwe bi wan re xweş bikin. Lewma ketiye nava tevgerek berfereh ji bo vê yekê. Gelek hevdîtin li ser asta wezîrê derve çêkirin. Dîsa li ser asta serokatiyê jî her du dewlet hevdîtin çêkirin û hevpeymanî jî îmze kirin. Armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker û şefê faşist Erdogan ew e ku Tevgera Azadiyê li Misirê sînordar bike. Li pêşiya belavbuna Tevgera Azadiyê ya li Rojhila Navîn asteng bike. Ji ber ku ew dizane rolek Misrê pir xurt di Rojhilata Navîn de heye. Li aliyekî din jî dixwaze desteka Misrê hem ji bo polîtîka xwe ya Lîbyayê bigire û hem jî bi riya wê zextekê li ser Rêjîma Sûrî bike da ku pêre tifaqan pêş bixê. Ev daxuyaniya Birayên Misliman ku ew amadene pirsgirêka xwe bi Misrê re çareser bikin, nîşana vê yekê dike. Ji ber ku bandora Tirka li ser tevgera Birayên Misilman heye.
Asîman SOZDAR