Dewleta Tirk a dagirker ku bi destê MÎT’ê bi destura HTŞ’ê ji bo li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û Koalisyona Navdewletî bidin bikaranîn li gundewarên Dêrazorê yên di bin serweriya HTŞ’ê de û Şamê bi DAIŞ’ê re Odeyên Operasyonê yên Hevpar hatibûn avakirin. MÎT niha van odeyên hevpar ên bi DAIŞ’ê re li gundewarên Dêrazor û Şamê veguhestine beşdarkirina endaman a ji bo DAIŞ’ê. Ev beşdarkirina endaman ku di bin navê koma çeteyên Ehrar El Şerqiye de ku raste rast bi MÎT’ê ve girêdayî ye de tên kirin, piraniya xwe temenên xwe di bin 18 salî de ne.
Ji meha Sibatê ve koma çeteyan Ehrar El Şerqiye ku girêdayê dewleta Tirk e û piraniya xwe ji endamên DAIŞ’ê yên berê pêk tên, li gundewarên Dêrazorê û niha li Şamê jî dest bi beşdarkirina endaman a ji bo DAIŞ’ê tevlîkirinan dikin.
Ji destpêka meha Sibat a 2025 an de Koma Ehrar-El Şerqiye ên girêdayî dewleta Tirk ve li Bajarê Şamê tevlîbunan dide çêkirin. Her wiha hat zanîn ku Ehrar-El Şerqiya û MIT bi rêxistinkirina “Odeyên Hevbeş” xebatên istixbaratî didin meşandin. Di van odayên hevbeşde planên lewaz kirina herêmên Rêveberiya Xweser û dagirkirinê dikin. Li gor agahiya dawî ya çavkaniya ji Dêrazorê bo me ragihandin di nava du mehên dawî de hezar û 200 kes ku bi piraniya xwe temenê wan di bin 18 salî de ne tevlî DAIŞ’ê hatine kirin.
Zarokên ku bi zorê tên tevlîkirin dema qeyda wan tê danîn wek e li ser Koma Ehrar El Şerqiyê tên hesibandin lê di esasê xwe de tên xapandin û hate aşkerekirin ku yê navan qeyd dike bi nasnav Ebu Ezîz Furqan ew bixwe jî DAIŞ’î ye.
Heman rêbazî niha li taxên Şamê yên wek e Xerbet Werd, Qûdisiyê, Dehiyet Qûdisiyê û hwd tê meşandin. Hat destnîşankirin ku li vir jî yê li ser karê tevlîkirina zarokan a ji DAIŞ’ê re dike jî navê wî Mixlif El Rehîl e.
FÎNANSORÊ VÊ KARÎ LI SER NAVÊ QATARÊ MÎSAB EBDUL CEDAN EL HIFIL E
Li gor agahiyan di hêla perwerdekirina van zarokan ku endamên MÎT’ê girtiye ser xwe, di hêla fînansekirina vê karî jî li ser navê dewleta Qatarê Misab Ebdul Cedan El Hifil e. Hat destnîşankirin ku Mis’ab Ebûd Ced’an El-Hifl di 1 Sibata 2025 an de ji Qatar ê bajarê Doha piştî ruxandina rejîma Beşar Esed, giha balefirgeha Şamê. Ebdul Cedan El Hifil ku birayê Ibrahîm Hifil yê ku li Dêrazorê di bin nave çeteyên Eşîran êrîşê QSD’ê û hêzên Koalisyonê dikir û bi talîmata MÎT’ê tevdigeriya.
Di 14 Sibatê 2025’an de malpera me lekolin.org di nuçeya xwe ya taybet a bi ser navê “MÎT’ê Bi Serçeteyên DAIŞ’ê Re Li Dêrazorê Odeyên Operasyonê Ava Kir” de pişt perdeya xebatên MIT ê û Hukumeta Nû ya Colanî eşkere kiribû. Di heman dîrokê de nasnameyên çeteyên DAIŞ’ê yên di nava HTŞ’ê de ku şandibûn herêma Dêrezorê eşkere kiribû.