Demek kurt piştî hilweşîna rejîma Esed, hikûmeta El-Colanî, dema ku hewl dida wêneyek “nerm” nîşan bide, di heman demê de îdeolojiya xwe ya selefî-cîhadî li ser erdê bi kar anî, di hefteya yekem a meha Adarê de berê xwe da başûrê Sûriyeyê û êrîşên komkujiyê da dest pê kirin.
Çeteyên cîhadîst, di nav de yên girêdayî Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT), di bin navê “paqijkirina bermahiyên alîgirê Esed” de dest bi komkujiya Elewiyan kirin. Nêzîkî 50 komkujî li Lazkiye, Tartûs, Hama û Humsê hatin kirin.
Di Dosyaya me ya Taybet de ku di 13’ê Mijdara 2025’an de hat weşandin, me destnîşan kir ku MÎT, di komkujiya zêdetirî hezar sivîlên Elewî de li bajarên peravê yên wekî Lazkiye, Tartûs û Cebleyê rolek lîstiye, çalakiyên xwe yên îstîxbaratê li herêmê zêde kiriye, bingeha stratejiyek demdirêj danî.
Dewleta Tirkiyeyê, ji bo ku bandora xwe ya demdirêj li başûrê Sûriyeyê ku yek ji herêmên herî hesas û stratejîk ên li qada Sûriyeyê ye, misoger bike, tevî Rûsya û Îsraîlê jî, planên ji bo parastina hebûna xwe bi kar anî. Me hûrgiliyên van planan di gotarekê de ku di 24’ê Kanûna 2025’an de li ser malpera me hatiye weşandin eşkere kirin.
Ji bilî çalakiyên qadê, me di Nûçe Taybet de ku di 16’ê Gulana 2026an de li ser malpera me hatiye weşandin eşkere kir ku Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Tirkiyê, di bin rêwerzên MÎT’ê de, bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re peymanek çêkiriye da ku hevkariya aborî û teknîkî li herêma Lazkiye ya başûrê Sûriyeyê, bi armanca dorpêçkirina binesaziya dîjîtal û torên ragihandinê, xûrt bike.
Dewleta Tirkiyeyê, polîtîkayên xwe yên li hember bajarên başûrê Sûriyeyê didomîne, armanc dike ku bi rêya MÎT’ê, hem di asta îstîxbaratê de û hem jî di asta leşkerî de, li herêma Hemayê avahiyek daîmî û bibandor ava bike.
OTÊLA AFAMYA VEGUHASTIN NAVENDEKE OPERASYONÊ
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, qata sêyemîn a Otêla Afamya li Hamayê ji hêla pisporên teknîka ragihandinê yên di nav MÎT’ê de wekî baregeh tê bikar anîn. Heşt pisporên teknîka ragihandinê li wir dixebitin. Yê herî navdar di nav wan de ajanekî MÎTê yê bi navê kod Ebu Murad Qereyîlî ye. Kesê fermî yê bi navê kod Ebu Murad pisporê bernamekirina teknîkî ya leşkerî ye.
Her wiha hatiye hînbûn ku ev tîm rasterast bi navenda guhdarîkirin û ragihandinê ya li herêma Cîb a Hamayê ve girêdayî ye. Her wiha tîmek wan a lênêrîn û tamîrkirinê ji bo torên ragihandinê heye. Bi saya vê avahiyê, ew dikarin trafîka ragihandinê li seranserê qadeke erdnîgarî ya fireh, ji navenda bajarê Hamayê ber bi rojhilat ve, heta Çiyayê Zên El-Abidîn (Qemhan) bişopînin.
NOQTEYA GUHDARÎKIRINÊ LI HERÊMA CIBÊ
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li herêma Cib a Hemayê tesîseke din a ragihandin û guhdarîkirinê ya bi kapasîteya bilind li ser bircê avê hatiye çêkirin. Hat hînbûn ku bi tevahî 22 personel li vê nuqteyê dixebitin; 10 ji wan Tirk in, yên mayî jî personelên ewlehî-îstîxbaratê yên ji Îdlibê ne. Berpirsê tesîsê dîsa Ebû Murad e. Mayîna Ebû Murad li Otêla Afamya hevrêziya di navbera otêl û baregeha meydanî de hêsan dike.

BAREGEHA LEŞKERÎ LI CIB REMLE
Li heman herêmê, ango li Cib Remle, baregehek jî heye ku komên milîs ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin lê bi cih dibin. Me agahî wergirtiye ku komên milîs ên El-Emşat û Ceyş el-Izza li wir pir çalak in. Li baregehê çekên giran ên wekî roketên Grad û topên 130 mm, û her weha teknolojiyên guhdarîkirinê hene. Ewlekariya baregehê ji hêla milîsên girêdayî El-Emşat û 12 kesên ku ji hêla MÎT’ê ve ji gundê Dîmo hatine hilbijartin û tayînkirin ve tê peyda kirin. Yek ji serçeteyên çeteyên El Emşat ê ku berê li Reqqayê tevdigeriya û piştre derbasî herêma Hemayê bû, li ser tîmê radiweste. Berpirsên gund Hesen El-Setuf û birayê wî Mûnced El-Setûf in. Hin ji van koman berê beşdarî şer û êrîşên li Reqa û Suweydayê bûne û bi piranî ji endamên eşîra Cês pêk tên.
Her çend tevahiya baregehê ji aliyê rayedarên Tirk ên di nav MÎT’ê de tê birêvebirin jî, hatiye hînbûn ku kesekî bi nasnavê Edîb Axa ku ji bo MÎTê dixebite û endamê eşîrê ye, xwe wekî şêx dide nasîn û ji bo rêxistinkirina nifûsa herêmî gelek caran serdana gundê Dîmo dike. Du wesayîtên Tirk ên ku teknolojiya sînyalê hildigirin, li nêzîkî goristana li rojavayê balafirgehê bi awayekî mayînde bi cih bûne.
GIRÎNGIYA STRATEJÎK A HAMAYÊ
Cihê erdnîgarî yê Hamayê wê tam di navenda Sûriyeyê de dihêle. Kontrolkirina vê herêmê bandorek girîng li ser tevgera mirovan li ser eksên bakur-başûr û rojhilat-rojava yên welêt dike. Wisa dixuye ku dewleta Tirkiyeyê, bi rêya tora ragihandin û çavdêriyê ya ku li vir bi rêya MÎT û komên çete yên girêdayî wê ava kiriye, hem armanc dike ku serdestiya îstîxbaratê bi dest bixe û hem jî bandora xwe li ser Başûrê Sûriyeyê zêde bike. Ev avahî di kûrahiyek nisbeten ewle de, dûrî kapasîteyên çavdêrî û operasyonê yên Îsraîlê hatiye damezrandin. Stratejiya bandorkirina tevahiya Sûriyeyê bi rêya Hamayê wekî girêdanek girîng di siyaseta Tirkiyeyê ya demdirêj a Sûriyeyê de derdikeve pêş.
Milîtan RÊHAT



