Cara yekemîn di sala 1963‘an de Berpirsê Ewlekariya Siyasî (Emin El Siyasî) Mihemed Teleb Hîlal ve projeyeke nijadperestî ku hebûna Kurdan dike hedef pêşkeşê desthiladariya dewleta Sûriyê kir. Li ser vê esasî lêkolîna projeyê ya aliyê wê ya siyasî, civakî, aborî û netewî ve hate kirin di sala 1966’an de di Sêyemîn Kongreya Partiya Baas de hate gotibêjkirin û di encamê de jî biryara guhertina demografî ya ji herêma Cizîrê destpê bike hat girtin. Li gor biryarê xeta sînorê ya ku bi dirêjahiya 275 km ji rojhilatê Dêrikê heya rojavayê Serêkaniyê û bi kurahiyê ve jî 10-15 km pêk bê.
Armanca projeyê ewbû ku eşîr û malbatên ku li heremên hawirdora serxet û binxetê (Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistan) ji hev dur bikin an jî tevahî têkiliya wan ji hev qût bikin. Jixwe ji vê xetî re ku navê Xeta Deh lê hatibû kirin xwedî axeke bi bereket û dewlemend e. Ji bo ku malbat û eşîrên vê heremî ji hev qût bikin, bi hezaran malbatên Ereb ên ji gundewarên Helebê yên wek e Sifîrê, Meskenê heya Minbic û Tebqayê bi awayek organîzekirî kişandin vê heremî û bicihkirin. Dema vê yekî kirin jî hincetek jî jê re peydakirin. Cih û warên van malbatan ji ber ava bendava Firatê serde çûye û di bin av de mane. Ji bo vê jî rêjeya Ereb ên li Dêrikê sedî 12, Qamişlo sedî 12, Serêkaniyê 12 û ji sedî 6 jî ji Erebên Mexmûrî yên li Hesekê hate danîn. Pêkanîna vê projeyê ji sala 1974 heya 1976’an dirêj kir. Lê piştre ev proje bê ku fermî berdewam bike di bin navê çandiniyê de hin malbatên Ereb dem bi dem anîna heremê re berdewam kir.
Bêguman ev proje wilo bêalî nînbû, di heman demî de hin malbatên Kurd jî ji bo dûrê sînor bixin, li ser xeta Çiyayê Kezwana hatin bicihkirin û xwestin di hêla ziman û çandê de di nav pêkhateya Ereb de werin helandin. Di berdewamiya projeyê de ne tenê di hêla helandina çand û ziman de di heman demî de ji bo tundiya fizikî jî gelê herêma Cizîrê metirsiyekê bide avakirin gelên Ereb ên Mexmûrê ku wek e pêkhateyek di perwerdeya Partiya Baas de derbas bûne hatin biçekkirin. Ev yek kopiyek ji projeya ku bi Cihuyan didan kirin li ser sînorê başûrê Sûriyê hate avakirin. Ev yek tehdîtên tundwar hişt ku piraniya Kurdên vê heremî neçar bimînin dev ji cih û warê xwe berdin û ber bi heremên din ên Sûriyê wek e Şam, Heleb û hwd ve biçin.
Di dawiyê de armanca vê projeya nijadperest, encama hemahengiya navbêra îstîxbarata rejîma Sûrî ya Baasê û dewleta Tirk a dagirker de ji bo guhertineke demografî ya li herêma Cizîrê were kirin bû. Hêjayê gotinê ye ku aliyê Komara Tirkiyê ku serokatiya wê Mistefa Kemal Ataturk dikir, Plana Islah Şarq ku heman şêwazî li Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin ve bibû yek.
NIHA JÎ DI SÛRIYÊ DE KEMBERA TIRKÎTÎ
Niha jî li ser bingeha heman projeyê dewleta Tirk a dagirker bicihkirina malbat û çeteyên Uygur, Tirkmenîstanî, Azerbeycanî, Şîşanî û hwd ên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs û Ezazê dixwaze projeya Kembera Erebî ku ji aliyê Partiya Baas ve di sala 1966’an de dabû destpêkirin veguhezîne Kembera Tirkitî. Di heman demê de hewil dide di rêya rûsipiyên Eşîrên Mexmurî yên ku li herêmên dagirkirî dimînin rêxistinbûnekî wan bidin avakirin da ku li hember Rêveberiya Xweser rabin û rojevê jî di nav civakê de bidin çêkirin. Ji xwe ev yek di rêya çeteyên girêdayî Tirkiyê ve tê kirin. Wek e hincet jî qaşo ‘wê Rêveberiya Xweser dest deyne ser mal û milkên mexmuriyan’ li herêmê û bi vê yekê dixwazin metirsiyekî di nav civakê de bidin çêkirin. Bi taybet ev mijar herî zêde piştî hilweşandina rejîma Sûrî rojevên bi vî rengî ya şerê taybet didin avakirin da ku gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr bikevin. Nêzî 60 salin di ser vê projeyê derbas bû û bi salan pêkhateyên herêmê li ser vê axê jiyan dikin, lê dewleta Tirk a dagirker careke din dixwaze di rêya rêxistina olperest a HTŞ û çeteyên pêve girêdayî vê projeyê temam bike anjî veguhezîne plana Kembera Tirkitî. Li ser vê bingehî rûsipiyên eşîrên vê heremî derbarê vê mijarê de tewcih dikin da ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku hemû civak, bawerî û pêkhateyan di nava xwe de dihewîne bi ser nekeve. Lewma dem bi dem bi mijarên wiha dixwazin gelê Ereb dijbertiya gelê Kurd bike û fitneyekî di nav pêkhateyan de bidin çêkirin. Lê heya niha ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi ser neketiye û lê xeterî hêj jî berdewam dike.
Viyan TOLHILDAN