Di destpêka kirîza Sûrî ya sala 2011`an de, gelek alî derketin qada siyasî, herêmên kurdî jî ji vê yekê bê par nema. Li Bakûrê Sûrî di nava gel de rêxistineke çalak derket ber çavan û di bin navê “Rêveberiya Xweser” de ku ji hemû pêkhate û netewên heremê cihê xwe di nava vê rêxistinê de girtin weke Kurd, Ereb û Xiristiyan bûne perçeyek ji vê rêveberiyê û rêxistina gel destpêkirin. Bi fikr û felsefeya “Netewa Demoqratîk” ev rêveberî karê xwe berdewam kir. Di nava vê rêveberiyê de hêzên ji bo parastina nirxên civaka Bakûr Sûrî dest bi rêxistinkirina xwe kir, bi hêzên YPG`ê û YPJ`ê hatin binav kirin.
Hêzên dijber weka dewleta Tirk a dagirker ev şiklê ku nû hat sazkirin ango ji ber nûnerê vîna gelan dike ji bo xwe metirsî dît. Li ser vê bingehê ji bo valaderxistina vê rêxistinbûnê, xwest di rayagiştî de vê rêxistinbûnî weke ne rewa pênase bike, dest bi propagandaya reş kir û van propagandaya jî ji xwe re kir hinceta hezaran êrîşan.
JI BO VALADERXISTINA PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK ENKS DAN BIKARANÎN
Di qonaxa ku MÎT`ê Hewil dida Rêveberiya Xweser vala derxe û li hemberî rêxistinkirina gel şerê taybet û êrîşên fizikî dimeşand de, gelek komên çete yên terorî weke DAIŞ û Cebhet El Nûsra û hwd. bi ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava Kurdistanê re şandin û şerekî dijwar dane destpêkirin. Lê ji ber rêxistin û vîna gelê heremê hevgirtî bû, dewleta Tirk a dagirker nikarîbû planên xwe bi cih bîne.
Di pêvajoya ku gelê heremê xwe ji aliyê civakî û siyasî di bin navê Rêveberiya Xweser de bi rêxistin dikir, partiyên bi ser Mala Barzanî xwe dûrî vê rêxistinê kirin (Rêveberiya Xweser) û pêşnûmeya xwe di Rojava de di bin navê Encumena Niştîmanî Kurd-Suriyê (ENKS) ragihandin. Tevgera wan dijbertiya projeya “Netewa Demoqratîk” li Sûrî û vala derxistina wê bû, ji bo reşkirina wê bi dehan tevger û siyaset kirin û xwestin ku xwe alternatîf bidin diyar kirin. Di heman demê de şerê xwe yê istixbaratî û siyasî li hemberî Rêveberiya Xweser bê navber berdewamkirin, heta ku gihişt şerê çekdarî bidine bikar anîn. Mînaka wê jî; di sala 2013`an de dema ku karwanekî ji hêzên YPG`ê ji şerê komên çete li bendava Hesekê berê xwe dabûn bajarê Qamişlo, şaneyên di nava ENKS`ê de li bajarê Amûdê rê li pêşiya karwan qutkirin û çek li hemberî karwanên YPG`ê rakirin û endamên YPG`ê Şehîd û birîndar kirin. Yek ji wan kesên ku şehîd ket jî Ş. Isa Gulo (Sebrî Gulo) bû.
Gava dûyem bi perspektîfa MÎT`ê û Parastin, ENKS`ê wek nûnerên kurdên Sûrî xwe bi nav kir û tevlî Itîlafa opezisyona Sûrî bû. ENKS`ê gelek hevpeyman bi Itilafê re imze kirin. Yek ji hevpeymanan ku ENKS`ê imze kir jî xwe vekişandina ji daxwaza Sûriyeke ne navendî bû, her wiha ENKS`ê tevlî Desteya Bilind a Danûstandinê bû. Di peyama 10.12.2015`an de hemî alî û di nav wan de ENKS`ê jî li gorî bend û xala yekemîn, itîraf kirin ku Sûrî perçeyek ji welatên Ereban e, zimanê Erebî zimanê fermî yê di nav Sûrî de ye, çanda Erebî û İslamî çavkaniya têkiliyên civakî di navbera gelê Sûrî de ye. Bi vê jî careke din mafê Kurdan li ser destê ENKS`ê hat xwarin, lê tu bertek ji hêla ENKS`ê derneket û hebûna ENKS`ê şiklî û bê bandor di nava Itilafê de ma.
Roj bi roj dijminatiya ENKS`ê eşkere bû, di encama tevgera ENKS`ê de gelek partî ev rewş qebûl nekirin û ji nav ENKS`ê xwe vekişandin, wek: Partiya Wehdê-Şêx Alî, El-Partî- Nesre Eldîn Ibrahîm, Partiyên Çep ya Mihemedê Mûsê û Salih Gedo û Partiya Pêşverû- Selah Hac Derwş. Ev yek hişt ku ENKS`ê bi yek rengî û yek alî were girêdan û ber bi xitimandinê ve biçe.
PERSPEKTÎFA PDK’Ê JI BO KIŞANDINA JI ITÎLAFÊ Û YEKÎTIYA KURDÎ
Di pêşketinên li ser asta Sûrî yên qonaxa dawî de; dewletên weke Amerîka û Fransa nimûneya Rêveberiya Xweser û rêxistinkirina wê di Sûrî de baş nirxandin û analîz kirin û hate teqez kirin ku erênî bi navkirin. Li ser vî esasî ji bo berjewendiyên xwe yên jeosiyasî bi Rêveberiya Xweser re hin gav pêşkêş kirin.
Rêveberiya Xweser ev yek weke derfetek dît ku ENKS`ê ji xeta ixanetê derxe û ber bi xeta civaka demoqratîk ve bikêşe. Li ser vê bingehê Rêvberiya Xweser ev yek bi berpirsên PDK`ê re parvekir. PDK`ê rewşa dawî ya di Sûrî de diqewimî nirxand û gihişte wê baweriyê ku pêşniyara Rêveberiya Xweser ji bo xilaskirina ENKS`ê ji xeta îxanetê di cih de ye. PDK`ê gihişt wê baweriyê ku rêxsitinkirina gel û qezenc kirina gel bû sedem ku Rêvberiya Xweser navê xwe li dîroka Sûrî binivîse. PDK`ê ji ENKS`ê re got, encama pêkanîna bernameya MÎT`ê di Rojava de bû sedema ku ENKS`ê tu destkeftî qezenc neke.
SIYASETA ENKS A 13 SALAN XITIMÎ YE
Her kes dizane ku ENKS`ê 13 salan nikarîbû pêşketinên siyasî di nava gelê Kurd de bike, bê gûman sedema xwe yên taktîkî hebûn weke mijarên gendelî, bê exlaqî û di nava rêveber û endamên ENKS`ê de şerê li ser desthiladariyê di asta herî jor de bûn. Gelo ev yek bû sedem ku ENKS`ê di nava civaka Kurd ya Rojava de nebû xwedî roleke sereke. Heta astekê ev yek di cih de ye û ev yek bû sedema ku ENKS`ê weke xwe bimîne, lê ya rast ku hişt ENKS`ê bigihije vê astê, têkiliya wê ya bi MÎT û Parastinê re bû ku di nava heremên kurdî de bi rengekî nijadperest tevgera siyasî dikir û bi talîmatê MÎT û Parastin tevgera xwe di nava civakê de dikir, şerê xwe eşkere li hemberî rêveberiya xweser dida meşandin û ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker rewa nîşan bide her tim di nava hewildanan de bû. Civaka kurd gihişte wê baweriyê ku ENKS`ê ne ji bo doza kurd kar dike, ji bo berjewendiya hêzên dagirker (MÎT`ê) kar dike. Jixwe bi dehan mînakên wê yên berbiçav jî aşkere bûn. ENKS`ê mijara xwendina dibistanan dikir rojeva giştî û digot: divê dibistan bi zimanê Erebî werin vekirin û materyal a rejîma Baas be, bi bahaneya ku bawernameya rejîma Sûrî li ser asta cihanê tê erê kirin, bi riya vê gavê re ENKS`ê reşkirina materyal a Rêvberiya Xweser dikir û gel durî zimanê Kurdî dikir û bi rêya şerê taybet re name ji gel re dihat ku heger hûn bi zimanê Kurdî bixwînin hûnê li paş bimînin. Bi heman awayî dûrxistina ciwanan ji Erka Xweparastinê û valakirna heremê ji hêza ciwanan û wan derdixistin derveyê welat. Di vê hêlî ji bo ciwan tevlî Erka Xweparastinê nebin, gihişte wê astî ku ENKS`ê belgeyên sexte amede bike da ku ciwanan derxe derveyê welat û bêjin ku ji ber kiryarên Rêveberiya Xweser ji erka xweparastin reviyane. Her ku diçû gelê heremê vê siyaseta ENKS’ê nas dikirin, êdî diyar dikirin ku hebûn û nebûna ENKS’ê ya di Sûrî de tu wateya xwe nemaye.
PDK`ê û Rêveberiya Xweser xwestin ENKS`ê ji lîstokên dijmin derxin, bi awayekî lez xwestin vê yekê çareser bikin û yekser mudaxeleya vê yekê kirin. Di encama wê de serdana Hemîd Derbendî bi Mazlûm Ebdî re çêbû, her wiha Mazlûm Ebdî serdana Başûr kir û hevdîtin bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re kir. Barzanî mijara ENKS`ê nîqaş kir ku ENKS`ê nikarîbû bi erka xwe rabe û xwe rêxistin bike û ENKS`ê ber bi iflasa Siyasî û civakî re rû bi rû maye, bi taybet piştî xwekişandina wan ji nava Itilafê. Di encama vê hevdîtinê de Barzanî ji Abdî xwest derfetekê ji bo ENKS`ê bidin avakirin û di nava Rêveberiya Xweser de ENKS`ê karibe cihekî bigre. Li ser vî esasî civîn di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de li ser asta Rojava hatine destpêkirin û dîroka konferansa netewî 18.04.2025’an hate diyar kirin. Lê ew jî ji ber sedemek ne diyar hat taloqkirin.
REWŞA DAWÎ YA ENKS’Ê
Di qonaxa dawî ya ku ENKS`ê têre derbas bû bi destpêka xwe kişandina ji nava Itilafa Sûrî û diyaloga bi Rêvberiya Xweser re, tevgera ENKS`ê ya rêxistinî di nava gelê heremê de zêde bû û xwest ku bi gelê heremê re hin pêşketinan çêbike. Li ser vî esasî tevgera ENKS`ê di çalakiyên nava gel de derket holê. Encama civînên PDK`ê bi ENKS`ê re hate xuya kirin ku ENKS`ê ketiye giraniya ku xwe ji bin xeta MÎT`ê derxe û rêziknameya xwe zelal ji bo karê xwe di nava civaka Kurd de bide destpêkirin û xwe bide qebûl kirin.
Di vê qonaxê de rêvberên ENKS`ê ku tam di bin kontrola MÎT`ê de ne nerazîbûna xwe ji vê yekê re diyar kirin û bi rengekî lez ketine nava tevgerê ku ev rewşa ku ENKS`ê li gor wan ber bi xirabiyê ve diçe rawestînin û gotin heger ev yek berdewam bike wê rola wan di nava ENKS`ê de bê wate bibe, her weha wê ENKS`ê ji berjewendiya MÎT`ê ber bi Rêvberiya Xweser ve biçe û ENKS`ê jî ji bin kontrola wan derkeve.
Di encama pêşbirkê di nava xeta ENKS`ê ya nû tê sazkirin û xeta MÎT`ê de; qirîzeke da jiyan kirin, nakokî di nava ENKS`ê de derdikeve holê bi taybet girseya di nava Partiyên ENKS`ê, weke partiya Yekîtî ku sekreterê wê Silêman Oso ye, lê Ibrahîm Biro di xeta MÎT`ê de ye û perspektîvên xwe di nava Partiyê de ferz dike. Her weha PDK-S`ê ku sekretêrê wê Mihemed Ismail e lê Ebidhekîm Beşar xeta MÎT`ê ye perspektîvên xwe li ser partiyê ferz dike.
Ev rewş pirs û gumanên ENKS`ê derdixe holê û dibêje ku PDK`ê ji ENKS`ê re tenê perspektîv dane ku yekîtiya kurdî çêbibe, lê asoyên pêşerojê yê demdirêj di Sûrî de zelal nekiriye û armanca vê yekîtiyê çiye, ENKS`ê gelo wê karibe vî barî rake ya na? Niha ENKS`ê di nava agirê PDK`ê û MÎT`ê de digere û êdî xelasbûna xwe nema zane di kuderê de ye. Lê hewildan dike ku bi perspektîva PDK`ê beşdarî konferansa Netewî bibe. Ji bo vê yekê jî ENKS`ê bi çavê tirs nêzîkî Konfransa Netewî dibin û ji hêza xwe ya berdewamiyê ne bawere, bi taybet destên rêveberên derve weke Ebdihekîm Beşar, Ibrahîm Biro û Şelal Gedo di nava ENKS`ê de ku girseyên xwe di nava ENKS`ê de dixin tevgerê ku vê yekrêziyê vala derxin û ev niqaş zêde bibin di nava endam û alîgirên ENKS`ê de, bahaneyan derdixin holê û hewildidin ku vê yekîtiyê vala derxin. Dixwazin rojevekê bi vî rengî avabikin; “Partiyên tevlî konferansê bibin; rola ENKS`ê di konferansê de wê lewaz bikin û dengdayin û hilbijartinê konferansê wê ne ji berjewendiya ENKS`ê re be”. Ev yek di nava ENKS`ê de tirseke mezin ava kiriye û ji ber dizanin ku di encama Konferansê de wê bibe zemîn ji pêşeroj re û nabe ku were guhertin. ENKS`ê neçare ku vê yekê erê bike û berdewam bike û êdî nikare xwe bi paş ve bikşîne.
ENKS`ê rastî zextên mezin tê. Bi taybet gelê kurd yên li Rojava, Rêveberiya Xweser rexne dikin ku çawa bi ENKS`ê re ketine nava têkiliyê, ENKS`ê ya ku ji bo berjewendiya MÎT`ê serê 13 salane kar li dijî civaka Kurd li Rojava kirye çawa Rêveberiya Xweser derfet dide wan ku tevlî nava vê rêvberiyê bibin? Ji bo vê yekê ENKS`ê di nav şensekî mezin de derbas dibe ku xwe ji bin kontrola MÎT`ê û rêveberên bi ser MÎT`ê ve weke Hekîm Beşar, Ibrahîm Biro û Şelal Gedo û hwd….derxe û ji bo doza kurd kar bike, dûrî nijadperstî, gendelî û desthildariyê bikeve wê demê dikare ku bibe beşeke ji civaka berxwedêr ya Rojava.
Lê pirs, heta çiqasî asta ENKS`ê heye ku van perspektîvan pêk bîne û vê yekê bi encam bike; wê ENKS`ê karibe xeta MÎT`ê di nava xwe de bê bandor bike, gelo wê rêveberên ENKS`ê yên bi ser MÎT`ê ve wê bihêlin ku ev yekîtî pêk were û berdewam bike? ENKS`ê wê karibe weke civaka kurd di Rojava de jiyan bike?
Raman NEBÎ