20 Ekim 2010 Çarşamba Saat 14:06
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Aktîvîstên Redkarên Wicdanî yên kurd, bagn li hemû ciwanên
Tirkiyeyê kir û xwest ji bo dawî li kuştina ciwanan bê neçin leşkeriyê.
Aktîvîstê Redkarên Wîcdanî Savaş Hîndîoglu, bagn li ciwanan kir û xwest nebin
şirîkê kuştina ciwanan û êşên dayikan. Hîndîoglu, anî ziman ku ji bo biçin
leşkeriyê tu sedem tune ye.
Tevgêra Redkarên Wîcdanî yên Kurd, li Rêxistina BDP’ê ya
Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Tevgêra Redkaren
Wîcdanî, diyar kirin ku tu sedema wan a ji artêşê re leşkeriyê bikin tune. Li
ser navê Tevgêrê Savaş Hîndîoglu, axivî û diyar kir ku ji bo dawî li kuştina
ciwanan bê û dayik bes bigrîn naçin leşkeriyê û wiha got: “Bi gotinên
sorkirî şer pîroz dikin. Lê di şerde ciwan tên kuştin û dilê dayikan diêşin. Li
Tirkiyeyê, ji ber pirsgirêka kurd şer bûye qada rantê. Divê êdî hikûmet ji
feraseta yek ziman, yek çand, yek al û yek netew biqere. Divê dewlet dest ji
feraseta mîlîtarîzmê berde. Kesên heta niha ji mere gotin biçin leşkeriyê gunde
me şewitandin. Em sirgun kirin. Zarokên me bê war û mal mal man, travma derbas
kirin. Ji bo em neçin leşkeriyê gelek sedemên me hene. Lê ji bo em biçin
leşkeriyê tu sedem tune.”
Hîndîoglu, bang li hemû ciwanên kurd û Tirkiyeyê kir û xwest
ji bo xwîna birayê xwe nerjînin û xizmetê ji şer ne nekin neçin leşkeriyê.
Hîndîoglu, xwest nebin şirîkê kuştinan û nebin şirikê sucê mirovahiyê.”-DÎHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net –
www.lekolin.info